Xemla biharê kirasê sor li xwe kir
- ekolojî
- 09:08 27/4/2020
Rengê xwezaya biharê bi kulîlkên sor xemilîne û ser rûyê erdê adeta veguheriye kirasek sor. Dîmenên van kulîlkên biharê mirovan kêfxweş û dilgeş dikin.
Rengê xwezaya biharê bi kulîlkên sor xemilîne û ser rûyê erdê adeta veguheriye kirasek sor. Dîmenên van kulîlkên biharê mirovan kêfxweş û dilgeş dikin.
Teyrê Masîxwar ê Hîndî ku neslê wî li ber tunebûnê ye, li Geverê hat dîtin.
Parazvanên xwezayê ku li dijî talankirina Çiyayên Kazê 274 roj in "Nobeta Av û Jiyanê" digirin, bertek nîşanî astengkirina nobetê dan ku ji ber şewba coronayê tê astengkirin. Parazvanên xwezayê destnîşan kirin ku "Heya ew neçin em ê li vira bin" û gotin, wê nobeta wan dewam bike.
Masiyên Gola Wanê ji ber çiftlika qazan li ser Çemê Deliçay tê avakirin, di bin talûkeyek mezin de ne.
Yek ji birêvebirên kampanyaya îmzeyê ya ji bo girtina ocaxa keviran a li Parka Orenonu ya Dersimê Denîz Bîlgîn, xwest kes nebe şirîkê rûxandina xwezayê û got: "Şerm e, gune ye, zilm e, cinayet e."
Bendava Ilisûyê ya li ser Çemê Dîcleyê hat çêkirin kujeriya xwe didomîne. Bendav dibe sedema lawir bimirin û hin ji wan jî bi zorê canê xwe rizgar dikin. Şêniyên gundan diyar kirin ku av ji meşa kûsiyan zêdetir bilind dibe.
Li gundê Zevê yê navçeya Westana Wanê guldexwîn şîn bûn û dîmenek xweşik bi xwe re anîne.
Holdînga Cengîz 118 karkeran ji kar derxist. Holgîng li gel mexdûrkirina karkeran li herêmê talan xwezayê pêk tîne.
Ekolojîst Sergen Sûcû, anî ziman ku bi pandemiya corona vîrûsê re bajar di nav xwe de îzole bûne û got, ji dêvla ku bajarî biçin gundan û wan deran talan bikin, bila cihê lê ne veguherînin qada hilberînê.
Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê, diyar kir ku şewba vîrûsa korona ku hemû cîhan kiriye bin bandora xwe, encama kapîtalîzma 200 salane û got: “Polîtîkayên neolîberal ên desthilatdariyê ne xizmeta gel, xizmeta berjewendiyên şîrketan dike. Em li dijî vê banga piştevanî û rêxistînbûnê dikin.”
Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, anî ziman ku Covîd-19 ji ber kapîtalîzm çêbûye û ev yek ji bo mirovan hemûyan hişyariyek e. Ustun, got: "Ji bo mirov karibin bijîn pergalên kapîtalîst divê bên sekinandin."
Hevberdevkê MÛÇEP'ê Guney Şîrîn, anî ziman ku vîrûsa coronayê ji ber mudaxilekirina mirovan a li xwezayê derketiye holê û got: "An em ê cîhaneke ku parvekirinê esas digire ava bikin an jî em ê tim û tim bi vîrûsên bi vî rengî re bitêkoşin."
Endezyarê Hawîrdorê Cîhan Ersoy hişyar kir ku şewba koronayê sînyala dawî ya ji bo mirovan e û divê însan dev ji sotemeniya fosil berdin û derbasî pergalên alternatîf bibin.
Waniyan, piştî zivistaneke sar û dûndirêj, bi germnbûna dinyayê re dest bi kesixandina spîndarên xwe kirin.
Endamê Yekîtiya Ekolojiyê Mehmet Ozdag, anî ziman ku tiştên wekî corona vîrûsê ku gefê li jiyana xwezayî, li derdorê û tenduristiya mirovan dixwin hemû ji ber hêrsa ji bo qezenca zêde ya kapîtalîzmê ne û got, heya ev yek neyê dezgînkirin wê dermanê Covîd-19'yê neyê dîtin.