Dayika ku keça wê di rojiya mirinê de: Roj bi roj dihele

  • rojane
  • 09:10 18 Hezîran 2020
  • |
img

ÎZMÎR - Li Girtîgeha Jina ya Şakranê Dîdem Akman 4 meh in ji ber binpêkirinên mafan di rojiya mirinê de ye. Dayika wê Zulfiye Akman, diyar kir ku keça wê pir zihîf bûye û got: "Roj bi roj dihele. Bila daxwazên ên di rojiya mirinê de bên qebûlkirin."

Dîdem Akman ku di 29'ê Nîsana 2009'an hewl dabû li hember Wezîrê Dadê yê berê Hîkmet Samî Ozturk sûîqastekê çêbike, hatibû girtin û ji ber vê 9 caran cezayê muebata giran lê hatibû birîn. Niha di Girtîgeha Jina ya Şakranê de ye û ji 19'ê Sibatê ve ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehê di rojiya mirinê de ye. Dayika wê Zulfiye Akman, xwest binpêkirinên mafan bi dawî bibin.
 
Dayik Akman, anî ziman ku keça wê di 22'yê Nîsana 2016'an de şandine Girtîgeha Jina ya Şakranê û ji ber binpêkirinên mafan ên li vira bi dehan car daxwazname ji Wezareta Dadê re şandine, lê nehatine bersivandin. Akman, diyar kir ku wexta keça wê dest brojiya mirinê kiriye 64 kîlo bûye, lê niha pir zhîf bûye. Dayik Akman, bilêv kir ku keça wê bi tena serê xwe di hucreyekê de ye û refaqatvanek wê jî tuneye. Dayik Akman, got: "Ji bo vê min telefonî Wezareta Dadê kir. Min behsa rewşa keça xwe kir û min xwest kesekê bişînin cem wê. Min ji wan re got, 'Keça min ji bo bêedaletiya we rast bike dest bi rojiya mirinê kiriye.' Ê bi min re axivî got, 'Bila dev ji rojiya mirinê berde em ê wê bişînin cem hevalên wê. Heya dev ji rojiya mirinê bernede em nikarin tiştekî bikin.' Min jî got, ma bila bimirin? Wî jî ji min re got, 'Heger dixwazin bimirin bila bimirin.'"
 
Dayik Akman, anî ziman ku keça wê naxwaze bê berdan tenç dixwaze binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi dawî bibin.
 
'BILA DAXWAZÊN WAN BÊN QEBÛLKIRIN' 
 
Akman, destnîşan kir ku li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene û nayên tedawîkirin. Akman, diyar kir ku dengê van girtiyan jî nayê bihîstin û got: "Li Tirkiyeyê Girtîgeha Şakranê di warê îşkenceyê de di rêza ewil de ye. Rêveberiya girtîgehê wekî girtî ne mirov bin tev digere. Wexta hevdîtinên vekirî saeteke lê li Şakranê 40 deqe ye. Herî daî min di 2'yê Adarê de keça xwe dîtiye. Ji ber cezayê wê yê pêwendîdanînê hebû ji 17'ê Nîsanê heya 12'ê Hezîranê min dengê wê nebihîstibû. Di 12'ê Hezîranê de telefon kir, dengê wê nexweş dihat."
 
Akman, destnîşan kir ku demildest divê heyeteke bijîşkan biçe girtîgehê û girtiyên nexweş bên tedawîkirin. Akman, anî ziman ku 4 meh in keça wê nehatiye mauyenekirin û bal kişand ser mirina Hêlîn Bolek, Îbrahîm Gokçek û Mûstafa Koçak. Akman, xwest rojek berî rojekê daxwaza parêzerên di rojiya mirinê de jî bê qebûlkirin û got: "Divê daxwaza keça min û ya ên di rojiya mirinê de gişa bê qebûlkirin. Heya ji destê min bê ez ê xwedî li wan derkevim. Roj bi roj dihele. Bila kes bêdeng nemîne. Keça min êdî nikare xwe bileqîne jî. Gardiyan 15 deqeyan carekê diçin lê mêze dikin ka rewşa wê çawa ye."

Sernavên din

18/06/2020
14:37 Baroya Îzmirê: Hilweşîna konên Romenan binpêkirina mafan e
14:24 Xebatkarên tenduristiyê ji pêvajoya ‘normalbûnê’ bifikarin
14:14 OHD’ê bertek nîşanî operasyonan da: Çareserî aştî ye
13:02 11 meh cezayê girtîgehê li Serokê Rûmetê yê AABK’ê Oker birîn
13:00 Dadgehê 3 sal û 9 meh ceza li Azad Bedran birî
12:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
12:55 ‘Meşa HDP’ê daxwaza hemû welatiya bû’
12:35 Akademîsyena Aştiyê Bozdag beraet kir
12:30 'Bi êrişan peyamê didin hemû kurdan’
12:15 YNK: Leşkerên tirk ji Iraqê derxin
11:47 Pêzan tespît kir ku di destê Rojnameger Dogru de çek tune
11:18 5 kesên berî 8 rojan hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:11 Doç. Dr. Durna: Divê her rojnameger rastiyê esas bigirin
11:10 ‘Ev meşa li dijî şikandina rûmetê ye'
11:08 Mexdûrên erdhejê: Kon nedan, em nikarin bikevin malên xwe
10:46 Pêşmergeyek PDK'ê di bomberana balafiran de jiyana xwe ji dest da
10:36 Qaşkoliyan şeva ku Erhan Gorur hatibû kuştin vegotin
09:58 'Em difikirin ku Gulistan kuştine'
09:55 ‘Li girtîgehan 70 kes bi koronayê ketine û 6 kes mirin e’
09:52 Serokatiya Meclisê peyva Dersimê ‘giran’ dît
09:29 Bi belgeyan derket holê ku fermandarên eskerî li Licê bazirganiya tiryakê dikin
09:11 Yasaya notirvanan ket meriyetê
09:10 Dayika ku keça wê di rojiya mirinê de: Roj bi roj dihele
09:10 Çîftyurek: Tirkiye û Îran dixwazin konsepta Kerkûkê pêk bînin
09:09 Jiyana zozanan nadin bi ya bajaran
09:09 Di pêvajoya şewbê de jin bi rewşek çawan re rû bi rû man?
09:08 Wê fatûreya mudaxilekirina Lîbyayê li Idlîbê bê birîn
09:08 Li tersaneyan bi navê tevdîrê tiştek jî tuneye!
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2020'AN
00:10 Malbatê cenazeyê Bîrsen ê HPG’yî di dorpêçê de defin kirin
17/06/2020
21:26 Li Silopiyayê teqînek çêbû: 4 kes jiyana xwe ji dest dan
20:14 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 861
16:11 'Em ê herdem aştî, demokrasî û azadiyê bixwazin'
16:10 HDP’î li Mêrdînê hatin astengkirin
15:33 Ji baroyan daxwazên hevpar: Pêşnûmê betal bikin
15:02 Giliya Zaînal Abarakov kirin
14:44 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê piştgirî da meşa HDP'ê
14:43 Tevahiya rê piştgirî dan meşvanên demokrasiyê
14:18 Eskeran li Payizava 9 kes binçav kirin
14:05 Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn hat berdan
14:04 Şandeya HDP’ê sibê dê li Amedê serdana rêxistinên civakî bike
13:52 Dadgehê di doza Nisêbînê de li 45 kesan ceza birî
13:29 Kesên 'nediyar' ketin mala Eren Keskin
13:28 Cezayê bersûcên ku Şûle Çat qetil kiribûn hat erêkirin
13:23 Bûldan: Ji Edîrneyê heta Colemêrgê pêdiviya Tirkiyê bi aştiyê heye
13:15 Cezayê girtîgehê li rojnameger Canozer birîn
12:43 'Em li vir in, li meclîsê ne û li her derê Tirkiyeyê ne'
12:26 PYNK û ENKS'ê daxuyaniya yekrêziya kurdî dan: Lihevkirin pêk hat
12:07 Jinên siyasetmedar ên girtî piştgirî dan Başak Demirtaş: Tu ne tenê ye
11:56 Cenazeye kesê ku di bendavê de winda bûbû hat dîtin
11:56 Rojnameger Alankûş hat beratkirin
11:40 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Serokê Giştî yê KADEP'ê Baksî birî
11:33 Ji ber HES’an her sal bi hezaran masî dimirin
11:32 'Meşvanên Demokrasiyê' ji Wanê diçin Bedlisê
11:24 Gundê Malxokê di erdhejê de hilweşiya
11:18 'Gelo kesên êrîşî karkerên kurd kirin hatine binçavkirin?
10:23 Dozger ne mexdûr, bijîşk esas girt
10:02 30 sal in teşe dide keviran
09:35 Walîtiya Şirnexê ketina avê qedexe kir
09:08 Mehmet Atli ‘Morî Mircan’ pêşkêşî hezkiriyên xwe kir
09:08 Neviya Seyîd Riza: Piraniya erdê me ji me stendin
09:08 Ji ber DEDAŞ'ê dest bi çandina berên alternatîf kirin
09:08 Hîlala Berê li benda şêniyên xwe ye
09:08 Li marketê 4 TL, li nav erd bi 10 qurîşan
09:08 MED DUFAD-FED'ê xwest CPT û Rêxistina Efûyê mudaxaleyî Tirkiyeyê bikin
09:08 Piştî 2 meh û nîvan Qesra Îshaq Paşa cardin mêvan hewandin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2020'AN
16/06/2020
20:44 Hejmara pêketiyan bû 181 hezar û 298
17:33 Meclîsa Jinan ewil Komeleya Piştevaniya Mor ziyaret kir
17:22 Ji Amedê balafirên şer li ser hev radibin
17:06 Ji bo azadiya Zeynep Celaliyan dest bi kampanyayê kirin
16:43 Li Omeryan bi sedan donim derdor şewitî: Rayedar hêj rewşê dinirxînin
16:33 Berkîn Elvan li Okmeydani bibîr anîn
16:32 DEVA: Astengkirina meşa HDP’ê nayê qebûlkirin
15:59 Rûspiyên Êzidî û ciwanên Çemçemalê êrîşên Tirkiye şermezar kirin
15:32 Kesê li dijî Demîrtaş êrîşa zayendî pêk anî hat girtin
15:31 Li Silopya tup teqiya: 2 kes birîndar bûn
15:25 Ji bo Rojnameger Nedîm Turfent kampanya îmzeyan
14:59 Jin xwe ji bo meşê amade dikin
14:58 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
14:50 Sancar Baroya Wanê ziyaret kir
14:28 'Em ê destûr nedin ku kes siberoja me bidize’
14:25 Tirkiye û Îran bi awayekê hem wext bombebaran kirin
14:24 Meşa HDP’ê li Amedê dê bi girseyî were pêşwazîkirin
14:13 Ji ber çalakiyên di zarokatiya xwe de tevlî bibûn hatin girtin
14:03 Nivîskar Avba: Kazimî êrîşa li ser Kurdan erê kir
13:32 Ji kujerê Kemal Kûrkût re ceza hat xwestin
13:18 Buroya HDP'ê ya çapemeniyê: Îdîayên Rudawê li dijî rastiyan e
12:19 ÎHD: Ne pêkane ku mafê meş û xebatên siyasî bên qedexekirin
12:17 'Heke Tirkiye li gorî qanûnan tevbigere em ê bi xweşî pêşwazî bikin’
11:35 Beriya çalakiya HDP’ê Qada Esenyûrtê bi bariyeran hat girtin
11:35 Li gundê Lîçikê û Elmalû hemû xaniyan xesar dîtiye
11:15 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:40 Aydenîz: Li dijî êrişan bersiva herî mezin yekîtiya neteweyî ye
10:36 Hejmara miriyên qezaya Kemaliyê derket 5’an
10:01 Li Tûzlayê dîmenên ‘koletiya modern’
09:36 Hejmara bajarên ku berdevk li wan mecbûrî ye derket 42’an
09:01 Mafê kedkarên tenduristiyê tê xwarin
09:01 Baniyê 50 malan hilweşiyan
09:01 Li Amedê 4 xebatkarên tesîsa dawerivîna avê bi Covîd-19'ê ketine