STENBOL - Hunermend Julîde Kural ji bo banga aştiyê bike, xebateke vîdeoyê ya kolektîf amade kir.
Hunermend Julîde Kural ku beşdarî merasîma çekşewitandinê ya PKK’ê ya li bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê bûbû, ji bo banga aştiyê bike, bi awayekî kolektîf projeya vîdeoyê çêkir. Gotinên metnê aydê Doç. Dr. Sureyya Karacabey in, montoja wê sînemager û wergêr Sînem Bayraktar û dengdayîn jî ji hêla Julîde Kural ve hatiye kirin. Navê “Ji bo aştiyê gotina min heye” li xebata vîdeoyê hate kirin. Di vîdeoyê de malbatên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane, dîmenên malên wan, meşên ji bo aştiyê û dîmenên kevokên spî cih girtin.
Gotinên di vîdeoyê de wiha ne: “Heke em destê xwe dirêj nekin û nedin sekinandin, dê zeman mîna aşekî, xwînê bigerîne. Şerma ji nihêrtin û dîtinan çêbûyî, dê bibe tekane şahidê emrê me. Heke em bêdeng bibin, ew jinên baranê jî wekî hêsir dizanin, her şev dê bi qêrîna ‘zarokên min’ êşeke din hembêz bikin û razên. Welat, niha bûye albûmeke ji emrên nîvcomayî pêk tê. Heke em li rûpelên ku heta destên me neşewitin nikarin zivirînin, li nameyên hatine nivîsandin lê nehatine şandin, li bermahiyên jiyanên mîna paketekê hatine teslîmkirin binihêrin û tiştekî nebêjin, heke em tiştekî nebêjin, belkî jî wê demê wateya kombûyî ya têkildarî insan jî di bîreke kûr de tune bibe. Heke em tiştekî nebêjin, dê ziman ji xwe şerm bike û ew herfên dê me tevekan rizgar bikin, di bahozekê de li zinaran qelibin û ji hev belav bibin. Heke em bêdeng bimînin. Heke ez bêdeng bimînim. Ez nikarim bêdeng bimînim, ji bo aştiyê gotina min heye.
Mirov, dikare gelek tiştên xelet hatina çêkirin sererast bike. Mesela dikare cihekî tenê çûk li asîmanê wê difiririn ava bike. Dikare bifikire ka însanek çi ye. Jiyaneke li derveyî veqetîn û sînoran, mesela huner dikare vê bikire. Soza min bo aştiyê heye. Ji bo aştiyê gotina min heye. Ji bo aştiyê gotina min heye. Heke em bixwazin her tiştên me di tarîtiyê de winda kirin dikare bê dîtin. Dê gund û bajarên ji goristanan hatine avakirin biguherin. Giha, dê li cihên şewitîn dîsa şîn bibin. Dilovaniya demekî dirêj di nava êşekê de sekinî, heke em destên xwe dirêjî hev bikin, dê me tevan baş bike. Ji bo aştiyê gotina min heye. Ji bo aştiyê gotina min heye. Ji bo aştiyê gotina min heye.”