Salaz: Êrişên li ser başûr tên kirin dagirkirina Herêma Kurdistanê ye

  • rojane
  • 10:35 20 Hezîran 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Necmettîn Salaz diyar kir ku êrişên li ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê dide nîşandan ku polîtîkaya hundir û derve ya îqtîdara AKP-MHP’ê têk çûye û got: “Tişta ku dikin dagirkerî ye. Di rêveberiya herêmê de jî aciziyek heye.” 

Rojnameger Necmettîn Salaz ê li Başûrê Kurdistanê dimîne êrişên Tirkiyê yên bi balafirên şer dibe ser Başûrê Kurdistanê nirxand. 
 
‘OPERASYON QET NEQEDIYANE’ 
 
Salaz anî ziman ku êriş ango bombebaranên Tirkiyê ne nû ne û got: “Bi salane dewam dike. Ji dema balafên bêmirov ketine dewrê êrişên Tirkiyê yên bejahiyê nayên kirin. Demek dirêj e hêzên HPG’ê ji aliyê van balafiran ve tên şopandin. Demek dirêj e ne mimkin e ku Tirkiye operasyonên bejahiyê bike û tiştek bi dest bixe. Bi êrişên Tirkiyê yên dawî re şer berfirehtir bû. Medya Tirkiyê agahiyên berevajî dide. Eskerên tirk li Herêma Heftanînê nehatine bicihkirin. Tirkiye di bicihkirina eskeran de ne serketî ye. Hin cenazeyên eskeran li herêma Heftanînê ne û ev herêm jî di destê HPG’ê de ye.” 
 
‘LI PÊŞIYA HIKUMETÊ TENÊ VEBIJÊRKA ŞER HEYE’ 
 
Salaz anî ziman ku hêzên leşkerî yên herêmê mudaxilî operasyonê nehatine kirin û ûnsûrên herêmî bêtir lojîstîk û agahiyên îstîhbarê parve dikin. Salaz bal kişand ser rageşiya li herêma Zînî Wertê û got: “Operasyonên îro tên birêvebirin, têkiliya wê bi operasyona li Zînî Wertê re heye. Tirkiye dixwaze bi van êrişan têkiliya navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê bibire. Îqtîdara Tirkiyê dixwaze xwe bi van êrişan ji bo girseya nijadperest di destê xwe de bigire û ji bo hilbijartinê ne. Tirkiye jî dewlet jî û îqtîdara AKP-MHP’ê jî bi van êrişan re polîtîkaya wê hundir û derve ketiye çiravê. Tenê vebijêrkek li pêşiya dewlet û hikumeta  Tirkiyê maye ew jî şer e. Tişên niha tên kirin vê yekê dide nîşandan. Tirkiye bi armanca tunekirina destkeftiyên kurdan êrişan pêk tîne. Tirkiye tevgerên kerixandinê dike. Xelkê herêmê aniye ber teqandinê.” 
 
 ‘TIRKIYE TENÊ NE JI BO PKK’Ê ÊRIŞ DIKE’ 
 
Salaz anî ziman ku berteka rêveberiya navendî ya Iraqê li dijî êrişan girîng e lê bes têrê nake û got: “Ev bertek ji bo xelkê herêmê têr nake. Wisa dibêje lê guleyek nateqîne. Nexwê ev daxuyanî bi kêr nayên. Iraq pozîsyona xwe ya dewletbûnê winda kiriye. Divê hem Iraq û hem jî Rêveberiya Herêma Kurdistanê gavên radîkaltir biavêjin. Eskerên Tirkiyê tenê ne ji bo PKK’ê li wir in. Helwesta Tirkiyê ya li dijî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê hêj di bîra her kesî de ye. Gel ji rêveberiya herêmê bêtir nêzîkatiyên aqilane dide nîşandan. Tirkiye niha bi van êrişan û bombebaranan gundên Herêma Kurdistanê wek salên 90’î yên li Bakurê Kurdistanê vala bike û xelkê koçber bike.” 
 
‘YEKÎTIYA KURDAN GIRÎNG E’ 
 
Salaz da zanîn ku dibe ku Iraq ji bo çareseriyê li dijî êrişên Tirkiyê derkeve û mudahele bike û çareseriya esasî helwesta rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê ye. Salaz diyar kir ku çareserî tiştek xweser e ji bo Kurdistanê û got: “Divê beriya her tiştî yekîtiya kurdan were sazkirin. Partiyên Kurdistanê hemû divê li ser mijara yekîtiyê hevpar bibin. Pêwîste şerê tê birêvebirin wek zilma li ser Kurdistanê bibînin. Heke wek kurd li dijî vî şerî rawestin dê ji helwesta Iraqê girîngtir be. Helwesta kurdan wê ji danekirinên DYA’yê girîngtir be. Heke kurd yekîtiya xwe ava bikin wê Tirkiye nikaribe wisa bi hêsanî li Başûrê Kurdisatnê tevger bike. Şansek Tirkiyê wiha namîne.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

21/06/2020
09:02 Mêşvanên Dersimî îsal bi fikar in
09:02 Ji ber bacên gumrukê esnaf nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Rêxistinên jinan: Kampanyaya HDP'ê daxwaza me ya hevpar e
09:01 139 roj in ji bo mafê xwe têdikoşin
09:01 Tevî ku nexweşîyên giran dîsa girtin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2020'AN
20/06/2020
20:50 Hejmara kesên iyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 927
18:49 HDP'î li Enqereyê ne: Biryar, vîn û hêviya gelê me mezintir bû
17:15 Meşa parêzeran a 'Meşa Parastinê' didome
16:57 Hêzên PDK’ê êrîşî xwepêşandana Şeladizê kir
16:48 ‘Meşa Demokrasiyê’ gihîşt Enqereyê
16:31 Gelê Şeladizê bi dirûşma ‘Bijî berxwedan bimre Erdogan’ dimeşin
16:10 Di pêvajoya şewbê de ji sedî 45 jin bê kar man
15:59 ÎHD: 79.5 milyon mirov koç kirin
14:56 Jiyana girtiyên nexweş Firat û Çelîk dibin talûkê deye
14:06 Hevjînê Nûrtaç Canan ê xwest wê bi kuje derxistin edliyê
13:55 ‘Hestiyên me bidin me, bila gorek me hebe'
13:37 Li Girtîgeha Curnê Reş avê nadin girtiyan
13:36 Dê ji bo jinên hatine desteserkirin têkoşîna xwe bidomînin
13:34 Temaşevan dikarin li ser DVB-S jî li Stêrk TV temaşe bikin
13:02 Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş xwest Aygun were berdan
12:54 Aqûbeta Er ê berî 25 salan hat windakirin pirsîn
12:13 Agahiya bersûcê sereke yê Dokû Abarakov ji biryara dozger hebû
11:48 Serokê Pira Gelan: Dermanê cudakariyê demokrasî ye
11:40 Li Kanîreşê krîza konan: Serokê şaredariyê û qeymeqam li dijî hev rabûn
11:00 DBP: Meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê
10:50 Jetên TSK'ê Biradost, Zaxo û Amêdiyê bombe kir
10:50 Divê ji bo penaberan çareseriyên daîmî bên pêşxistin
10:35 RTUK'ê 80 roj şûnde bersîv da HDP’ê
10:35 Salaz: Êrişên li ser başûr tên kirin dagirkirina Herêma Kurdistanê ye
10:10 Aydenîz: Meşa me gehişt armanca xwe
10:09 TSK eskeran sewqî herêma Biradostê dike
09:56 HDP: Gelê Mîdyadê dê bersîvê bide îstîfayan
09:23 Ji ber zahmetiyên kar anî ziman 3 meh in betal in
09:16 HDP dê qedexeyên li ser ‘Meşa Demokrasiyê’ veguhezîne darazê
09:11 ‘Ji bo Merveyên din nemirin wê têkoşîna me dewam bike'
09:10 200 avahî li Cizîrê di qerantînayê de ne
09:09 ‘Divê avahiyên qewîn bên avakirin'
09:09 Bang li Hikûmeta Başûr kir: Şerm e ku dewleta êrîşkar erdnîgariya me bombe bike
09:08 Hevjînê Oyûnlûyê: Dadger, piştî ku bi îstîxbaratê re axivî biryar da
09:07 Firoşkarên dezgên wan hatin rakirin li benda çareyekê ne
09:06 Li Êlihê hejmara kesên bi vîrûsê ketin hezar û 700 derbas kir
09:06 Piştî krediya avahiyan fiyetê xaniyan pir biha bûye
09:05 Ji bo çandiniyê li benda alîkariyê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2020'AN
19/06/2020
20:03 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: Hezar û 214 pêketî, 23 mirî
15:33 Komîsyona Venedîkê: Tayînkirina qeyûman li dijî prensîpên demokrasiyê ye
15:31 Jêtên TSK'ê Sîda bombe kir: 5 welatî kuştin
15:17 TJA'yê bal kişand ser rewşa jinên penaber
15:05 Esker û polîsan li Kanîreşê bi ser malan de girt: 10 kes binçav kirin
14:57 Meclîsa Erebên Şengalê: Li dijî êrîşan yekîtiyê xurt bikin
14:33 Yilmaz ê li Qaşqolê bi birîndarî xelas bû: Li ber çavên min Erhan kuştin
14:26 ‘Xwestek û tişta lê digeriyan pere û rant bû’
14:20 Xwişka Akman: Kekê min ne Kurd bûya dê bikirana leheng
13:53 Rêxistina HDP’a Enqereyê dê sibê meşvanan pêşwazî bike
13:50 Buldan: Li pey meşê aştî û demokrasî heye
13:46 Meşa HDP’ê li Rihayê hat pêşwazîkirin
13:42 Ji malbatekê 3 kes binçav kirin
13:19 Dawî li karê 130 karkeran anîn
12:53 'Parastin dimeşe'
12:28 Şêniyên Stenbolê: Meşa demokrasiyê me kelecanî kir
12:18 Ji bo jinên siyasetmedar nepoxên xemrî firandin
12:00 Îro jin pêşengiya meşê dikin
11:53 Misrê jî bertek nîşanî êrîşên TSK'ê da
11:52 Baskê meşa Colemêrgê ber bi Edeneyê ve derketin rê
11:38 Ez li dijî neheqiyê têkoşiyam, 'terorîst' îlan kirin
11:38 Ji bo operasyona leşkerî 15 gund qedexe kirin
11:24 2 kes li Amedê hatin binçavkirin
11:14 Projeya danasîna Farqînê amade kirin
11:07 Dayika Erhan ê ser sînor hat kuştin: Ez edaletê dixwazim
11:05 Rojnamegerekî Kurd: Pîremêrd
09:55 Ji bo ku neyê kuştin xwe ji berbanê avêt
09:44 'Bila dest nedin Munzur Baba'
09:38 Kesên ji ber afişan hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:07 Dadgehê biryara beraatê ya bavê Haci Lokman Bîrlîk xera kir
09:07 57 sal in çandiniyê dike
09:07 Zozana Korhanê malovaniya bi sedan zozanvanan dike
09:07 Dev ji bajaran berdan, dest bi çandiniyê kirin
09:07 'Meşa Demokrasiyê rûpoşa îqtidarê xist'
09:07 Karkerê tersaneyê: Em di tanqa balastê de ne, lê ew li koşka kapîtan
09:07 ‘Mafê xwe yê rewa parastin lê ji kar hatin avêtin'
09:07 Wê binpêkirinên di meşa HDP'ê de pêk hatin bike rapor
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:35 AYM'ê biryar da ku 50 hezar tl tazmînatê bidin Demîrtaş
18/06/2020
23:44 Tevî bebika xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin
21:02 Hejmara pêketiyan bû 184 hezar û 31
17:05 Erebîstana Siûdî: Êrişên Îran û Tirkiyeyê binpêkirina peymanên navneteweyî ye
16:46 Li Edenê banga têkoşîna hevpar hat kirin
16:15 Di meşa demokrasiyê de rêxistinên civakî yên sivîl hatin ziyaretkirin
16:08 Günay: Dibe ku meşa demokrasiyê ya HDP’ê ji bo aştiyê bibe hêvî
15:57 Erden: A giring Kurd statuya xwe mîsoger bikin
15:43 Hamdî Gezmîş spartin axê
15:14 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang ‘pêkanîna hiqûqê’ li Dadgeha Bilind kirin
15:13 320 rewşenbiran xwest êrîşên Tirkiye bi dawî bibin
15:12 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest ku hêzên xwe paşve vekişîne
14:58 Beştaş: Armanca rênedana medyayê krîmînalîzekirina HDP’ê ye
14:53 Li Rezan şewat: 40 kes asê man
14:37 Baroya Îzmirê: Hilweşîna konên Romenan binpêkirina mafan e
14:24 Xebatkarên tenduristiyê ji pêvajoya ‘normalbûnê’ bifikarin
14:14 OHD’ê bertek nîşanî operasyonan da: Çareserî aştî ye