Bertekên li dijî îşkenceya bi kuçik didomin: Rêbaza Esat Oktay e

  • rojane
  • 14:11 30 Hezîran 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN -  Nerazîbûn û bertekên li dijî îşkeyceya bi kuçik a li endama Desteya Receberên Herêma Demokratîk Rojbin Çetîn dewam dikin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de wiha hat gotin: “Em vê rêbazê baş nas dikin. Di sala 1980’iyan de, Esat Oktay li Amedê bi vê rêbazê îşkence li girtiyan dikir.” 

Îşkenceya bi kuçik a li endama Desteya Rêveberên Herêma Demokratîk û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbin Çetin li Amedê di serdegirtina malê û dibin çavan de hat kirin, li gelek bajaran, bi pêşengtiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) hat şermezarkirin.
 
AMED
 
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, derbarê îşkeceya li Rojbin Çetîn hat kirin de li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê  li dar xist û bertek nîşan da. Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Derya Yildirim, di daxuyaniyê de axivî û got: “Li dijî siyasetmedar û aktîvîstên jin, polîtîkayên zext û tirsandinê daîmî bûne. Hevpeymana li dijî îşkenceyê tê binpêkirin. Sevîl Rojbîn Çetîn ne bi tenê û em bi têkoşîna xwe li gel wê ne.”
 
ÊLIH 
 
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî, bi heman armancê li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Rumeysa Denîz Kaya, diyar kir ku bi îşkeceya li Çetîn kirin, dixwazin ku têkoşîna jinan ji holê rabikin.”
 
STENBOL 
 
Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê jî, derbarê îşkenceyê de daxuyanî. Daxuyanî li avahiya  komeleyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Îşkece sûce, em li gel Sevîl Rolbin Çetîn in” hat vekirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn daxuyanî da û wiha got: “Her roja diçe êrîş û operasyonên li dijî kurdan zêdetir dibin. Polîsên Komara Tirkiyeyê di serdegirtina malê de û dibin çavan de îşkeceyek giran jinekê dikin.  Kuçikan weke amûr bi kar tînin û îşkencê li mirovan dikin. Em vê rêbazê ji salên 1980’iyan ve nas dikin. Esat Oktay li Girtîgeha Amedê bi vê rêbazê îşkence li girtiyan dikir. Tirkiye Hevpeymana Stenbolê ya Konseya Ewropayê dest pê kê îmze kiriye. Lê welatê herî zêde îşkence lê heye Tirkiyeye.”
 
Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolarî jî bertek nîşanî îşkeceya li Çetîn hat kirin da û wiha got: “Îşkece sûcê mirovahiyê ye. Divê bi dawî bibe.” 
 
WAN
 
Şaxa ÎHD’ê ya Wanê jî, derbarê îşkenceyê de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endama ÎHD’ê Ruken Demîr, diyar kir ku îşkeceya dibin çavan de li mirovan tên kirin êdî bûye ji rêzê û wiha bertek nîşan da: “Îşkence sûce. Divê tavilê ev îşkece bi dawî bibe û bersûcên îşkenceyê bên cezakirin.”
 
EDENE 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Edenê, di avahiya şaxa xwe de daxuyanî da û îşkence şermezar kir. Ji Şaxa ÎHD'ê ya Edenê Baran Oner, da zanîn ku divê demildest pêkanînên îşkenceyê bi dawî bibin û wiha bilêv kir: "Divê îşkencekar bên cezakirin. Em piştgiriyê didin Çetîn."
 
MÊRSÎN 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê jî, li komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û bi dawîzên "Ji îşkenceyê re na" û "Parastin mafê bingehîne, yanê astengkirin" îşkence şermezar kir. Ji ÎHD'a Mêrsînê Şerîfe Kiliç, diyar kir ku ewê li dijî îşkeceyê tekoşîna xwe dewam bikin.
 
HATAY
 
Li Hatayê jî, Şaxa ÎHD'ê daxuyanî da û pankarta "Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Em ligel Rojbîn Çetîn in" vekir. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê yê Hatayê Ergul Sayin, daxuyanî û bertek nîşanî îşkenceyê da. Li Îskencerûnê jî,  ÎHD'ê heman daxuyanî da û bertek nîşanî îşkenceyê da. 
 
ANTALYA
 
Şaxa ÎHD'ê ya Antalyayê jî, li avahiya xwe daxuyanî da û îşkence şermezar kir.

Sernavên din

01/07/2020
14:04 Hatîmogûllari: Piştî Komkujiya Sêwazê ‘Komkujiya Edaletê’ pêk hat
13:30 Parlamenterên HDP’ê bi cubeyên xwe bang kirin: Teklîf darbeya li dijî parastinê ye
12:47 Ji bo doza Leyla Guven dê şahid bi zorê bibin dadgehê
12:00 Erdogan, Pûtîn û Rûhanî ji bo Sûriyeyê li hev dicivin
11:54 'Heta agir geş bibe dê bîra me zindî be'
11:44 ‘Xwarin û ava nepaqij didin girtiyan’
10:59 Piştî bi mehan şewb hat bîra MARSÛ’yê zema avê paşde xist
10:25 Dozger hewce bi şopandina kuştina 7 gundiyan nedît
09:51 Li Antalyayê polisan endamekî Malên Gel binçav kirin
09:20 Ji sibê heta êvarê li benda firotina satilek mast in
09:14 'Avahiyên talûke vedişêrin'
09:12 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Feraseta wê rojê niha îqtidar e
09:12 'Hevsengiya xwezayê biparêzin'
09:11 Cihê wan teng e û nikarin rakevin
09:10 Rêveberiyê 5 xwendekarên aqûbeta Dokû pirsîn ji wargehê avêt
09:10 Astengdar: Tenê hurmetê nîşan bidin bes e
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2020'AN
30/06/2020
21:59 Mihên ketin ber lehiyê mirin
21:19 Agir bi devereke Çiyayê Gabarê ket
20:53 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hatin binçavkirin
19:47 16 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:53 Dema binçavkirina Çetîn a hatibû îşkencekirin dirêj kirin
16:50 30 baroyan banga 'Mîtînga Mezin' kirin
16:28 Parlamenterên HDP’ê: Em di 2’ê tîrmehê de li Sêwazê ne
16:08 Ji malbata Ozkûr ê di şer de jiyana xwe ji dest da bû ‘tezmînat’ xwestin
15:50 Leyla Guven li dozgeriyê îfade da
15:35 Xwediyê Weşanxaneya J&J Azad Zal hat girtin
15:08 Polîsan mudaxaleyî parastine kirin
14:41 Rapora ‘Welatiyên Tirkiyeyê yên Tevlî DAIŞ’ê Bûne û Vegeriyane’
14:32 KCD: Dayika Makbule di bin rîskek mezin de ye, serbest berdin
14:25 Buldan: Operasyona KCD'ê dijminantiya kurdan nîşan dide
14:11 Bertekên li dijî îşkenceya bi kuçik didomin: Rêbaza Esat Oktay e
14:10 Li Mereşê 5 kes hatin binçavkirin
14:10 HDP’ê ji saziyên navneteweyî re 3 name şandin
13:47 TJA Zeynep Kinaci bi bîr anî
13:33 Serokê Bajar ê AKP’ê xebatên Şaredariya Rezan kontrol kir
13:11 Dozgeriyê 5 fezleke şandin meclîsê
13:03 Ragihandina Jinan encama konferansê aşkere kir:
YRJ dê di şopa heqîqetê de bibe dengê şoreşê û pêşengê avakirina paradîgmaya neteweya demokratîk
12:46 'Mîtînga parastinê' ya hiqûqnasan dest pê kir
12:10 Pêşniyara pir-baro pêşkêşî meclisê hat kirin
12:10 MMO: Arîn Zumrut serbest berdin
11:54 Xebatên dîtina keştiya noqî avê bû didomin
11:38 Gergerlîoglu: Wezîr agahiyên şaş dan
10:57 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:57 Li Xerpêtê qeza: 4 karkerên demsalê birîndar bûn
10:47 Çînê ‘Qanûna Ewlehiya Neteweyî’ erê kir
10:17 Rojnameger Bulut: Polîsan 2 saetan ez li nava Amedê gerandim
10:16 FED: Bi awayekî awarte aboriya Amerîkayê di rewşeke ne diyar de ye
10:07 Xwest bûyerên întîharê yên li Çewlîgê bên lêkolînkirin
10:07 Jinên rojnameger Yekîtiya Ragihandina Jinan ava kirin
09:58 Polîsan li Bismilê 6 kes binçav kirin
09:51 Mamosteyan li dijî dagirkeriyê dest bi kampanya îmzeyan kirin
09:45 Li Amedê yek jê zarok 4 kes hatin binçavkirin
09:14 Nûnerên partî û rêxistinan: Têkoşîna hevpar xurt bikin
09:13 'Tazmînata kidemê mertala karkeran e'
09:12 Qeyûm meaş daye ên nexebitîne jî!
09:11 'Dengê Ebrû û hevalên wê bibihîzin'
09:11 Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê: Pêşî li DEDAŞ'ê bigirin
09:10 Armanca wê li her deverê reng û dengê jinê hebe
09:09 Zarok di nava sergoya 40 salî de dilîzin
09:09 Berê hezar lîre cîro dikirin niha nikarin sîfteh bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2020'AN
08:14 Rojnameger Bulut serbest berdan
29/06/2020
22:09 Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek û 22 kes hatin girtin
20:48 Rojnamevan Kara hat berdan
20:23 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 115
19:28 Di lêpirsîna KCD'ê de 4 kesên din jî hatin girtin
19:17 Polîsan nehişt stranbêj daxuyaniyê bidin
18:43 Polîsan destûr nedan rojnameger Mazlum Erencî bibîr bînin
16:03 Ji jinên elewî bîranîna Komkujiya Sêwasê
15:59 Rêxistinên hiqûqî banga tevlîbûna ‘mîtînga parastinê’ kirin
15:29 Oluç: Ruhê Esat Oktay zindî dikin
15:11 OHD: Îşkenceya giran li Çetîn hatiye kirin, em ê pêvajoyê bişopînin
14:55 HDK xwest çalakiyên girseyî mezin bikin
14:42 Li Wan û Dersimê bertek nîşanî îşkenceya bi kuçikan dan
14:34 Hevseroka KCD’ê Guven ji bo îfadeyê vexwendin dozgeriyê
14:30 ÎSÎG: Di 6 salan de Hezar û 925 kakerên teqawît bûn qurban
14:25 Li Amedê ji sedî 82’yê fîrmayan ji pandemiyê bi bandor bûn
14:11 Keştiya penaberan li Gola Wanê noqî avê bû
13:57 Hevserokên KCD'ê: Darizandin kumpasa li dijî siyaseta Kurt e
13:52 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 Komeleya Şêx Saîd: Divê heqîqeta berxwedana 1925’an derkeve holê
13:21 DÎB: Li kolanan bi têkoşînê em dikarin xwedî li azadiyan derkevin
13:03 78 baroyan îlan da rojnameyê: Em serdestiyê qebûl nakin
12:55 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê hat taloqkirin
12:39 Paylan: Şaredariya Rezan çiqas qredî kişandiye?
12:06 Derbarê nûçegihana me Eser de lêpirsîn hat destpêkirin
11:59 Îşkenceya bi kuçikan ji wezîr pirsî
11:31 40 karker bi Kovîd-19’ê ketin
11:15 Radyoyan desteser dikin û rojnameyan nadin
10:45 HDP: Divê cihê gorên Şêx Saîd û hevalên wî bên aşkerekirin
10:32 Pekoz: Îtîfaqa bi ENKS’ê re dê polîtîkayên Enqere biguherîne
10:12 Hat îdiakirin ku ji ber wî hilnedane ezmûnê întîhar kiriye
10:07 Bûlûttekîn: Em bi dosyayên tolgirtinê tên darizandin
10:04 Me xwe gihand belgenameyên deyndariyê yên ku Beyoglû înkar dikir
10:00 Cenazeyê piştî 20 salan dîtin niha jî li peyarêyê hatiye veşartin
09:46 'Wê dîmenên pirê aqûbeta Dokûyê zelal bike'
09:17 Ebdullah: Tirkiye bi şerê eskerî bi ser neket şerê taybet pêş dixe
09:16 Hê jî Borseya Heywanan nehatiye vekirin
09:15 Karkerên çandiniyê dixwazin sîgorteya wan bê çêkirin