Buldan: Operasyona KCD'ê dijminantiya kurdan nîşan dide

  • rojane
  • 14:25 30 Hezîran 2020
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, operasyona li dijî KCD'ê şermezar kir û anî ziman ku operasyona li dijî KCD'ê asta dijminantiya li dijî gelê Kurd nîşan dide û got: "Bi vê operasyonê dixwazin rêxistina demokratîk a Kurdan tasfiye bikin." 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civina koma HDP'ê ya li meclîsê de geşedanên dawî nirxandin. Buldan, anî ziman ku rewşa parlamenterên HDP'ê yên bi vîrûsa corona ketine baş e û wiha got: "Niha dermankirina wan didome. Li Cizîrê şewba vîrûsê zêde dibe. Ev yek me dixe nava fikaran. Divê tedbîran ji dest bernedin. Dîsa li bajarên herêmê nexweşî zêde bûye. Bi navê asayîbûnê hêjmaran kêm nîşan didin. Mirovên bi şika vîrûsê diçin nexweşxaneyan wan test nakin. Nexweşxane têrê nakin. Em carek din bang li gelê xwe dikin ku bi derfetên xwe tedbîran bistînin. Em ê bi hemû derfetên xwe li cem gelê xwe cih bigirin." 
 
Buldan, siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan ê di 29'ê Hezîrana 2007’an de li Bazîrê qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da bibîr anî û wiha axivî: "Dogan jiyana xwe ji bo azadî, demokrasî û aştiyê feda kir. Di pêvajoya herî dijwar de ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokrasiyê pêş bikeve têkoşiya. Dogan dê her dem di dilê me de bijî." 
 
'BI BERDANA SUCDAR CAREK DIN MADIMAK ŞEWITANDIN'  
 
Buldan, bal kişand ser qetlîama Sêwasê û wiha lê zêde kir: "Di qetlîama Sêwasê de tenê li wir bidehan mirov neşewitîn. Piştre di wîcdanan de qetlîam berdewam kirin. Di komkujiya Sêwasê de bersûcê herî mezin serbest berdan. Li aliyê din bi sedan kesên nexweş girtî terkî mirinê kirine. Bi efûkirina bersûcan carek din Madımak şewitandin. " 
 
Buldan, da zanîn ku ji ber îqtîdar herî zêde ji HDP'ê ditirse êrîş dike û wiha berdewam kir: "Her tiştî hildiweşînin. Demokrasî, edalet hilweşandin. Aştî bi dawî kirin. Civak anîn hemberî hev. Nifrîn zêde kirin. Pergala hikûmeta Serokomariyê, qeyûm, darbe, bê hiqûqî, binçavkirin, îşkence, xizanî, betalî û sefalet pêş xistin. Ji yekîtiya gelê Kurd û gelê Sûriye ditirsin. Îqtîdar ji windakirin û têkçûnê ditirse. Ji pêşketina demokrasiyê ditirse. Ji bo HDP siyasetê neke wekîltiya wan dixin. Rojnamegeran binçav dikin, digirin û medya muxalîf bêdeng dikin. 
 
'JI BER NAXWAZIN KURD XWE BI RÊXISTIN BIKIN KCD GIRITN'  
 
Buldan anî ziman ku naxazin gelê Kurd xwe bi rêxistin bikin û wiha pêde çû: "Naxwazin kurd xwe bi rêxistin bikin û bêne cem hev. Naxwazin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi ser avahiya KCD'ê de digirin û KCD'ê mohr dikin. Ji ber ku HDP'ê ji Edîrne û Colemêrgê meşa Enqereyê li dar xist, dixwazin demokrasiyê têk bibin. KCD platforma demokrasî û rewa ya civaka demokratîk e. Kongreya gelan e. Kongre gel bi xwe ye. Ew rêxistina ku deriyê wê şikandin, ji bo aştî û çareseriya vî welatî têdikoşe. Operasyona li dijî KCD'ê dijminantiya li dijî KCD'ê û demokrasiyê ye. Operasyona li dijî rêwistina gelê Kurd e. Hûn bi van operasyonan nikarin rê li pêş têkoşîna demokratîk, rêxistinbûna jinê, bigirin. Ev operasyon dê rêxistinbûna me û gelê me bêzir zêde bike. Em dest ji tekoşîna demokrasiyê bernadin."  
 
'ÎQTÎDARA AKPÊ Û ENQERE BERPIRSIYARÊ ÎŞKENCEYA LI AMEDÊ YE'
 
Pervîn Buldan, bal kişand ser îşkenceya ku polîsan bi kuçikan li Aktîvîsta TJA'yê Rojbîn Çetin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi îşkenceyan bi ser mala Aktîvîsta TJA'yê Rojbîn Çetîn de girtin. Li malê bi kuçikan îşkence lê kirin. Berpirsiyarê îşkenceya li Amedê Îqtîdara AKP'ê ya Enqereyê ye. Îqtîdara ku ji bo îşkenceyê got sifir tolerans îşkence bê sînor zêde kiriye. Bi îşkenceya li Amedê dijminantiya li dijî gelê Kurd, li dijî rêxistinbûna jinan, li dijî muxalifan bi rêxistin dike. Li şûna walî û  dozger der barê îşkencekaran de lêpirsîn veke wan diparêze." 
 
'DIJMINANTIYA JINAN PÊŞ XISTIN'
 
Buldan, bal kişand ser dijminantiya AKP'ê ya li dijî jinê û wiha got: Îqtîdara AKP'ê bi vê yekê carek din dijminantiya xwe ya li dijî jinê aşkere kir. Li her derê li dijî jinê komkuji heye. Çend roj berê li Kobanê di êrîşa hewayî de 3 jinên Kurd ên siyasetmedar qetil kirin. Li Parîsê 3 jinên Kurd ên siyasetmedard, li Sîlopiyê 3 jinên Kurd ên siyasetmedar qetil kirin. Hişmendiya kesên li Parîs û Sîlopiyê jinên kurd qetil kirin û yên li Kobanê jinên Kurd qetil kirin yek e. Hişmendiya wan kesan û ê bi kuçikan îşkence dikin yek e. Gultan Kişanak di 12'ê Îlonê de li Amedê li dijî îşkenceyê li ber xwe da. Jinen siyasetmedar û berxwedêr e. Wê demê Esat Oktay Yildiran bi kuçikên xwe îşkence lê kiribû. Hişmendiya wê demê ya 12'ê Îlonê îro temsîl dike. Hûn bi vê îşkenceyê nikarin jinan bitirsînin. Hûn nikarin wan ji têkoşîna wan dûr bixin."
 
'OPERASYON LI DIJÎ YEKÎTIYÊ NE'
 
Buldan bal kiyand ser yekîtiya gelê Kurd jî û wiha bi dawî kir: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kobanê, li her derê li dervê sînor operasyonan li dar dixin. Bi van operasyonan naxwazin gelê Kurd yekîtiya xwe ya demokratîk ava bikin. Bi van operasyonan dixwazin statuya gelê Kurd asteng bikin. Naxwazin Kurd li tu deran bibin xwedî nasname û statu. Dewlet û îqtîdara ku bi kurdanre li hev neyê û aştiyê pêş nexe dê winda bike. 
 
GELÊ KURD VÊ HIŞMENDIYÊ BAŞ NAS DIKE
 
Dewleteke şerxwaz a rêyên çareserî û diyalogê ji holê radike ne dikare pirsgirêka kurd ne jî dikare ya Sûriyeyê çareser bike. Ew ê talî pirsgirêka kurd li ser maseyê bê çareserkirin. Reva ji vê yekê tune ye. Kesên ku dijminatiya kurdan dikin û di heman demê de dibêjin em û kurd wekî neynûk û goşt in em vê yekê bi bîra wan de bînin: We ji dîrokê heta niha zilma herî mezin li Gelê Kurd kirin. We kurd avêt bîrên asîdê, we ew daliqandin, we bi îşkenceyan kuştin. We êrîşî gorên wan kirin. We hestiyên zarokê dayikekê bi kargoyê şand û hûn ji mirovatiyê derketin. We şaredariyên kurdan xesp kirin. Gelê Kurd we û zîhniyeta we baş nas dike. Kurd ne neynûk ne jî goşt in. Kurd gel e û ew ê bi nasname û çanda xwe her bijî.
 
BARO NE XULAM IN
 
Berê hiqûq ji holê rakirin û niha jî dixwazin baroyan tasfiye bikin. Zagon, dadger û dozger girêdayî qesrê ne. Qesra edaletê kirin baxçeyê dawî yên qesra xwe. Niha tenê parastin yanî baro mane. Bi rojane mijûl dibin ku parastinê jî ji holê rakin. Pêşniyarek di bin navê sîstema pirjimar a baroyê de dan. Armanca wan ew e ku baroyên qesra xwe ava bikin. Dixwazin rêxistinbûyin û parastina parêzeran ji destên wan bigirin. Baro û hiqûqnas ne xulamên îktidarê ne. Ne Burhan Kuzu ne jî. Em wekî HDP'ê tevî parastinê dibin û em ê heta dawî li gel têkoşîna mafdar a hiqûnasan bin. Me li dijî tirsa îktidarê wêrektî bi rêxistin kir. Meşa HDP'ê gel bi wêrek kir. Hemû kes li dijî vê pêkanînên antîdemokratîk in. Serokên baroyê HDP, parêzer, hunermend dimeşin. Hemû kesên alîgirên demokrasiyê bin berê xwe bi HDP'ê vedikin. Îktidarê nedihişt kes hilmê bistîne lê em bûn boriya bêhnstandinê. Me hêviya guhertin û serkeftinê mezin kir.
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

01/07/2020
14:04 Hatîmogûllari: Piştî Komkujiya Sêwazê ‘Komkujiya Edaletê’ pêk hat
13:30 Parlamenterên HDP’ê bi cubeyên xwe bang kirin: Teklîf darbeya li dijî parastinê ye
12:47 Ji bo doza Leyla Guven dê şahid bi zorê bibin dadgehê
12:00 Erdogan, Pûtîn û Rûhanî ji bo Sûriyeyê li hev dicivin
11:54 'Heta agir geş bibe dê bîra me zindî be'
11:44 ‘Xwarin û ava nepaqij didin girtiyan’
10:59 Piştî bi mehan şewb hat bîra MARSÛ’yê zema avê paşde xist
10:25 Dozger hewce bi şopandina kuştina 7 gundiyan nedît
09:51 Li Antalyayê polisan endamekî Malên Gel binçav kirin
09:20 Ji sibê heta êvarê li benda firotina satilek mast in
09:14 'Avahiyên talûke vedişêrin'
09:12 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Feraseta wê rojê niha îqtidar e
09:12 'Hevsengiya xwezayê biparêzin'
09:11 Cihê wan teng e û nikarin rakevin
09:10 Rêveberiyê 5 xwendekarên aqûbeta Dokû pirsîn ji wargehê avêt
09:10 Astengdar: Tenê hurmetê nîşan bidin bes e
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2020'AN
30/06/2020
21:59 Mihên ketin ber lehiyê mirin
21:19 Agir bi devereke Çiyayê Gabarê ket
20:53 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hatin binçavkirin
19:47 16 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:53 Dema binçavkirina Çetîn a hatibû îşkencekirin dirêj kirin
16:50 30 baroyan banga 'Mîtînga Mezin' kirin
16:28 Parlamenterên HDP’ê: Em di 2’ê tîrmehê de li Sêwazê ne
16:08 Ji malbata Ozkûr ê di şer de jiyana xwe ji dest da bû ‘tezmînat’ xwestin
15:50 Leyla Guven li dozgeriyê îfade da
15:35 Xwediyê Weşanxaneya J&J Azad Zal hat girtin
15:08 Polîsan mudaxaleyî parastine kirin
14:41 Rapora ‘Welatiyên Tirkiyeyê yên Tevlî DAIŞ’ê Bûne û Vegeriyane’
14:32 KCD: Dayika Makbule di bin rîskek mezin de ye, serbest berdin
14:25 Buldan: Operasyona KCD'ê dijminantiya kurdan nîşan dide
14:11 Bertekên li dijî îşkenceya bi kuçik didomin: Rêbaza Esat Oktay e
14:10 Li Mereşê 5 kes hatin binçavkirin
14:10 HDP’ê ji saziyên navneteweyî re 3 name şandin
13:47 TJA Zeynep Kinaci bi bîr anî
13:33 Serokê Bajar ê AKP’ê xebatên Şaredariya Rezan kontrol kir
13:11 Dozgeriyê 5 fezleke şandin meclîsê
13:03 Ragihandina Jinan encama konferansê aşkere kir:
YRJ dê di şopa heqîqetê de bibe dengê şoreşê û pêşengê avakirina paradîgmaya neteweya demokratîk
12:46 'Mîtînga parastinê' ya hiqûqnasan dest pê kir
12:10 Pêşniyara pir-baro pêşkêşî meclisê hat kirin
12:10 MMO: Arîn Zumrut serbest berdin
11:54 Xebatên dîtina keştiya noqî avê bû didomin
11:38 Gergerlîoglu: Wezîr agahiyên şaş dan
10:57 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:57 Li Xerpêtê qeza: 4 karkerên demsalê birîndar bûn
10:47 Çînê ‘Qanûna Ewlehiya Neteweyî’ erê kir
10:17 Rojnameger Bulut: Polîsan 2 saetan ez li nava Amedê gerandim
10:16 FED: Bi awayekî awarte aboriya Amerîkayê di rewşeke ne diyar de ye
10:07 Xwest bûyerên întîharê yên li Çewlîgê bên lêkolînkirin
10:07 Jinên rojnameger Yekîtiya Ragihandina Jinan ava kirin
09:58 Polîsan li Bismilê 6 kes binçav kirin
09:51 Mamosteyan li dijî dagirkeriyê dest bi kampanya îmzeyan kirin
09:45 Li Amedê yek jê zarok 4 kes hatin binçavkirin
09:14 Nûnerên partî û rêxistinan: Têkoşîna hevpar xurt bikin
09:13 'Tazmînata kidemê mertala karkeran e'
09:12 Qeyûm meaş daye ên nexebitîne jî!
09:11 'Dengê Ebrû û hevalên wê bibihîzin'
09:11 Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê: Pêşî li DEDAŞ'ê bigirin
09:10 Armanca wê li her deverê reng û dengê jinê hebe
09:09 Zarok di nava sergoya 40 salî de dilîzin
09:09 Berê hezar lîre cîro dikirin niha nikarin sîfteh bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2020'AN
08:14 Rojnameger Bulut serbest berdan
29/06/2020
22:09 Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek û 22 kes hatin girtin
20:48 Rojnamevan Kara hat berdan
20:23 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 115
19:28 Di lêpirsîna KCD'ê de 4 kesên din jî hatin girtin
19:17 Polîsan nehişt stranbêj daxuyaniyê bidin
18:43 Polîsan destûr nedan rojnameger Mazlum Erencî bibîr bînin
16:03 Ji jinên elewî bîranîna Komkujiya Sêwasê
15:59 Rêxistinên hiqûqî banga tevlîbûna ‘mîtînga parastinê’ kirin
15:29 Oluç: Ruhê Esat Oktay zindî dikin
15:11 OHD: Îşkenceya giran li Çetîn hatiye kirin, em ê pêvajoyê bişopînin
14:55 HDK xwest çalakiyên girseyî mezin bikin
14:42 Li Wan û Dersimê bertek nîşanî îşkenceya bi kuçikan dan
14:34 Hevseroka KCD’ê Guven ji bo îfadeyê vexwendin dozgeriyê
14:30 ÎSÎG: Di 6 salan de Hezar û 925 kakerên teqawît bûn qurban
14:25 Li Amedê ji sedî 82’yê fîrmayan ji pandemiyê bi bandor bûn
14:11 Keştiya penaberan li Gola Wanê noqî avê bû
13:57 Hevserokên KCD'ê: Darizandin kumpasa li dijî siyaseta Kurt e
13:52 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 Komeleya Şêx Saîd: Divê heqîqeta berxwedana 1925’an derkeve holê
13:21 DÎB: Li kolanan bi têkoşînê em dikarin xwedî li azadiyan derkevin
13:03 78 baroyan îlan da rojnameyê: Em serdestiyê qebûl nakin
12:55 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê hat taloqkirin
12:39 Paylan: Şaredariya Rezan çiqas qredî kişandiye?
12:06 Derbarê nûçegihana me Eser de lêpirsîn hat destpêkirin
11:59 Îşkenceya bi kuçikan ji wezîr pirsî
11:31 40 karker bi Kovîd-19’ê ketin
11:15 Radyoyan desteser dikin û rojnameyan nadin
10:45 HDP: Divê cihê gorên Şêx Saîd û hevalên wî bên aşkerekirin
10:32 Pekoz: Îtîfaqa bi ENKS’ê re dê polîtîkayên Enqere biguherîne
10:12 Hat îdiakirin ku ji ber wî hilnedane ezmûnê întîhar kiriye
10:07 Bûlûttekîn: Em bi dosyayên tolgirtinê tên darizandin
10:04 Me xwe gihand belgenameyên deyndariyê yên ku Beyoglû înkar dikir
10:00 Cenazeyê piştî 20 salan dîtin niha jî li peyarêyê hatiye veşartin
09:46 'Wê dîmenên pirê aqûbeta Dokûyê zelal bike'
09:17 Ebdullah: Tirkiye bi şerê eskerî bi ser neket şerê taybet pêş dixe
09:16 Hê jî Borseya Heywanan nehatiye vekirin
09:15 Karkerên çandiniyê dixwazin sîgorteya wan bê çêkirin