Dozger hewce bi şopandina kuştina 7 gundiyan nedît

  • rojane
  • 10:25 1 Tîrmeh 2020
  • |
img
MÊRDÎN - Serdozgerê Komarê yê Kerbaronê der barê lêpirsîna doza JÎTEM'ê ku 7 gundî kuştibûn de biryar da ku hewce bi şopandina dozê tune ye.   
 
Serdozgerê komarê yê Navçeya Kerborana Mêrdînê, der barê doza JÎTEM'ê ku li Gundê Çêlikê di 1993'an de 7 gundî kuştibûn biryara bêşopandina dozê da. Li Gundê Çêlikê hatibû îdîakirin ku “PKK’yî ne" û 7 gundî kuştibûn. Doz 7 sal berê hatibû destpêkirin. Dozger piştî 7 salan biryara "hewce bi şopandinê tune" da. Têkildarî dozê Parêzerê dosyayê Erdal Kuzu, diyar kir ku ev biryar encama polîtîkayê bê cezahiştinê ye û wiha got: "Hemû delîl di bin bendava Ilısuyê de winda kirin. Li gundê Çêlikê yê navçeya Kerborana Mêrdînê di 3'ê Tîrmeha 1993’an de bi îdeaya “PKK’yî ne" 7 gundî hatibûn kuştin. Piştî bûyerê der barê kuştina 7 welatiyan de di sala 2013'an de doz hatibû vekirin. Lê Serdozgerê Komarê yê Kerbaranê piştî lêpirsîna 7 salan a der barê Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Ali Tapan de, biryara "Hewce bi lêpirsînê tune" da. Esker û endamên JÎTEM'ê bi ser gundê Çêlikê de girt û bi îdeaya PKK'î ne welatî Ahmet Kavakçioglu, Mehmet Kavaçioglu, Alaattin Acar, Fahrettin Acar, Mahmut Erol, Suleyman Erol û Zulfer Akkurt kuştin." 
 
Parêzer Erdal Kuzu, anî ziman ku dozger 6 salan der barê dozê de tu lêpirsîn nekir û wiha got: “Dozger 6 salan ji bo ronîkirina dozê tu tişt nekir. Niha jî bi hinceta dem di ser re derbas bûye hewce bi lêpirsînê nedît. Lêpirsîna dosyayê betal kir. Di salên 90’î de li Kerboranê gelek mirov hatin windakirin û kuştin. Dozek JÎTEM'ê ya Kerboranê hêj li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê didome. Ev doza li Semsûrê û doza 7 Gundiyên Çêlikê dişi.in hev. Dozger der barê dozê de lêpirsînek çalak nekir. Dozgerê lêpirsînê 6 salan rawestiya û tu lêkolîn nerir. Polîtîkaya bêcezakirinê didome. Bi salan ev polîtîka bûye wekî rêbazekê. 7 welatî hatin kuştin. Mafê jiyana 7 welatiyan ji aliyê dewletê ve hat binpêkirin. Lê niha dozger biryara bê şopandinê dide. Ev polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Li dijî sucê ku rayedarên dewletê kiriye dîwarek bilind ava kirine. Destûr nadin ku erkdar û rayedarên dewletê yên sûc kirine bên cezakirin. 
 
DELÎL DI BIN BENAVA ILISU DE HIŞTIN
 
Parêzer Kuzu, diyar kir ku niha delîl di bin ava Bendava Ilisu de hiştin û wiha got: "Gundê Çêlikê yê ku 7 welatî lê kuştin, niha di bin ava Ilısu de hiştin. Bendava Ilısu hem zerarê dide xweza û derdorê û hem jî delîlan tune dike. Dozger 6 salan lêkolîn nekir. Niha bendavê sûcê li dijî mirovahiyê di bin avê de hişt. Me li dijî biryara betalkirina dozê serî li Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Midyatê da. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Divê ev yek bi tevahî bê lekolînkirin. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin." 
 
MA /  Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

01/07/2020
14:04 Hatîmogûllari: Piştî Komkujiya Sêwazê ‘Komkujiya Edaletê’ pêk hat
13:30 Parlamenterên HDP’ê bi cubeyên xwe bang kirin: Teklîf darbeya li dijî parastinê ye
12:47 Ji bo doza Leyla Guven dê şahid bi zorê bibin dadgehê
12:00 Erdogan, Pûtîn û Rûhanî ji bo Sûriyeyê li hev dicivin
11:54 'Heta agir geş bibe dê bîra me zindî be'
11:44 ‘Xwarin û ava nepaqij didin girtiyan’
10:59 Piştî bi mehan şewb hat bîra MARSÛ’yê zema avê paşde xist
10:25 Dozger hewce bi şopandina kuştina 7 gundiyan nedît
09:51 Li Antalyayê polisan endamekî Malên Gel binçav kirin
09:20 Ji sibê heta êvarê li benda firotina satilek mast in
09:14 'Avahiyên talûke vedişêrin'
09:12 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Feraseta wê rojê niha îqtidar e
09:12 'Hevsengiya xwezayê biparêzin'
09:11 Cihê wan teng e û nikarin rakevin
09:10 Rêveberiyê 5 xwendekarên aqûbeta Dokû pirsîn ji wargehê avêt
09:10 Astengdar: Tenê hurmetê nîşan bidin bes e
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2020'AN
30/06/2020
21:59 Mihên ketin ber lehiyê mirin
21:19 Agir bi devereke Çiyayê Gabarê ket
20:53 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hatin binçavkirin
19:47 16 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:53 Dema binçavkirina Çetîn a hatibû îşkencekirin dirêj kirin
16:50 30 baroyan banga 'Mîtînga Mezin' kirin
16:28 Parlamenterên HDP’ê: Em di 2’ê tîrmehê de li Sêwazê ne
16:08 Ji malbata Ozkûr ê di şer de jiyana xwe ji dest da bû ‘tezmînat’ xwestin
15:50 Leyla Guven li dozgeriyê îfade da
15:35 Xwediyê Weşanxaneya J&J Azad Zal hat girtin
15:08 Polîsan mudaxaleyî parastine kirin
14:41 Rapora ‘Welatiyên Tirkiyeyê yên Tevlî DAIŞ’ê Bûne û Vegeriyane’
14:32 KCD: Dayika Makbule di bin rîskek mezin de ye, serbest berdin
14:25 Buldan: Operasyona KCD'ê dijminantiya kurdan nîşan dide
14:11 Bertekên li dijî îşkenceya bi kuçik didomin: Rêbaza Esat Oktay e
14:10 Li Mereşê 5 kes hatin binçavkirin
14:10 HDP’ê ji saziyên navneteweyî re 3 name şandin
13:47 TJA Zeynep Kinaci bi bîr anî
13:33 Serokê Bajar ê AKP’ê xebatên Şaredariya Rezan kontrol kir
13:11 Dozgeriyê 5 fezleke şandin meclîsê
13:03 Ragihandina Jinan encama konferansê aşkere kir:
YRJ dê di şopa heqîqetê de bibe dengê şoreşê û pêşengê avakirina paradîgmaya neteweya demokratîk
12:46 'Mîtînga parastinê' ya hiqûqnasan dest pê kir
12:10 Pêşniyara pir-baro pêşkêşî meclisê hat kirin
12:10 MMO: Arîn Zumrut serbest berdin
11:54 Xebatên dîtina keştiya noqî avê bû didomin
11:38 Gergerlîoglu: Wezîr agahiyên şaş dan
10:57 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:57 Li Xerpêtê qeza: 4 karkerên demsalê birîndar bûn
10:47 Çînê ‘Qanûna Ewlehiya Neteweyî’ erê kir
10:17 Rojnameger Bulut: Polîsan 2 saetan ez li nava Amedê gerandim
10:16 FED: Bi awayekî awarte aboriya Amerîkayê di rewşeke ne diyar de ye
10:07 Xwest bûyerên întîharê yên li Çewlîgê bên lêkolînkirin
10:07 Jinên rojnameger Yekîtiya Ragihandina Jinan ava kirin
09:58 Polîsan li Bismilê 6 kes binçav kirin
09:51 Mamosteyan li dijî dagirkeriyê dest bi kampanya îmzeyan kirin
09:45 Li Amedê yek jê zarok 4 kes hatin binçavkirin
09:14 Nûnerên partî û rêxistinan: Têkoşîna hevpar xurt bikin
09:13 'Tazmînata kidemê mertala karkeran e'
09:12 Qeyûm meaş daye ên nexebitîne jî!
09:11 'Dengê Ebrû û hevalên wê bibihîzin'
09:11 Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê: Pêşî li DEDAŞ'ê bigirin
09:10 Armanca wê li her deverê reng û dengê jinê hebe
09:09 Zarok di nava sergoya 40 salî de dilîzin
09:09 Berê hezar lîre cîro dikirin niha nikarin sîfteh bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2020'AN
08:14 Rojnameger Bulut serbest berdan
29/06/2020
22:09 Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek û 22 kes hatin girtin
20:48 Rojnamevan Kara hat berdan
20:23 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 115
19:28 Di lêpirsîna KCD'ê de 4 kesên din jî hatin girtin
19:17 Polîsan nehişt stranbêj daxuyaniyê bidin
18:43 Polîsan destûr nedan rojnameger Mazlum Erencî bibîr bînin
16:03 Ji jinên elewî bîranîna Komkujiya Sêwasê
15:59 Rêxistinên hiqûqî banga tevlîbûna ‘mîtînga parastinê’ kirin
15:29 Oluç: Ruhê Esat Oktay zindî dikin
15:11 OHD: Îşkenceya giran li Çetîn hatiye kirin, em ê pêvajoyê bişopînin
14:55 HDK xwest çalakiyên girseyî mezin bikin
14:42 Li Wan û Dersimê bertek nîşanî îşkenceya bi kuçikan dan
14:34 Hevseroka KCD’ê Guven ji bo îfadeyê vexwendin dozgeriyê
14:30 ÎSÎG: Di 6 salan de Hezar û 925 kakerên teqawît bûn qurban
14:25 Li Amedê ji sedî 82’yê fîrmayan ji pandemiyê bi bandor bûn
14:11 Keştiya penaberan li Gola Wanê noqî avê bû
13:57 Hevserokên KCD'ê: Darizandin kumpasa li dijî siyaseta Kurt e
13:52 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 Komeleya Şêx Saîd: Divê heqîqeta berxwedana 1925’an derkeve holê
13:21 DÎB: Li kolanan bi têkoşînê em dikarin xwedî li azadiyan derkevin
13:03 78 baroyan îlan da rojnameyê: Em serdestiyê qebûl nakin
12:55 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê hat taloqkirin
12:39 Paylan: Şaredariya Rezan çiqas qredî kişandiye?
12:06 Derbarê nûçegihana me Eser de lêpirsîn hat destpêkirin
11:59 Îşkenceya bi kuçikan ji wezîr pirsî
11:31 40 karker bi Kovîd-19’ê ketin
11:15 Radyoyan desteser dikin û rojnameyan nadin
10:45 HDP: Divê cihê gorên Şêx Saîd û hevalên wî bên aşkerekirin
10:32 Pekoz: Îtîfaqa bi ENKS’ê re dê polîtîkayên Enqere biguherîne
10:12 Hat îdiakirin ku ji ber wî hilnedane ezmûnê întîhar kiriye
10:07 Bûlûttekîn: Em bi dosyayên tolgirtinê tên darizandin
10:04 Me xwe gihand belgenameyên deyndariyê yên ku Beyoglû înkar dikir
10:00 Cenazeyê piştî 20 salan dîtin niha jî li peyarêyê hatiye veşartin
09:46 'Wê dîmenên pirê aqûbeta Dokûyê zelal bike'
09:17 Ebdullah: Tirkiye bi şerê eskerî bi ser neket şerê taybet pêş dixe
09:16 Hê jî Borseya Heywanan nehatiye vekirin
09:15 Karkerên çandiniyê dixwazin sîgorteya wan bê çêkirin