Şahidên 14’ê Tîrmehê: Tiştek neguheriye, wê demê Esadek û Co’yek hebû, niha bi sedan hene

  • rojane
  • 09:07 13 Tîrmeh 2020
  • |
img

AMED - Di ser çalakiya rojiya mirinê ya li dijî îşkence û hovitiya Girtîgeha Amedê hatibûn destpêkirin re 38 sal derbasbûn. Şahidên wê demê diyar kirin ku di navbera hişmendiya wê demê û ya niha de tu ferq nîne û gotin: “Wê demê Esad û Co’yek hebû lê niha hejmara wan ji sedî zêdetir e."  

Di ser çalakiya rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an de 38 sal derbas bûn. Piştî Kenan Evren di 12'ê Îlona 1980'yî de bi darbeyeke eskerî dest danî ser rêveberiya Tirkiyeyê zextên li ser gelê kurd û pêşengên gelê kurd zêde bûn. Gelek qadro û dildarên PKK'ê wê demê hatin binçavkirin, hatin girtin û îşkencekirin. Ji ber vê pêşengên PKK'ê jî li dijî îşkenceya li Girtîgeha Jimare 5'an a Amedê di 14'ê Tîrmeha 1982’yan de dest bi rojiya mirinê kiribûn. Li dijî zilma Serbaz Esad Oktay Yildiran dest bi çalakiyê kiribûn û xwestibûn îşkence û zilma li ser girtiyan bi dawî bibe. Ji ber îşkenceyên li Girtîgeha Amedê, girtîgeh di nava girtîgehên cîhanê de di rêza 10'emîn a girtîgehên herî xerab de cihê girtibû. Girtiyên PKK'ê yên ketin rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dan jî bi vê berxwedana xwe ya li dijî zilmê bûn sembola jiyanê.
 
Dîsa pêşengê PKK'ê Mazlum Dogan, di Newroza sala 1982'yan de bi 3 darikên niftikê bedena xwe dabû ber agir û bibû sembola Newrozê. 58 roj şûnde Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmi Oner ku dû re wekî "Çaran" hatin binavkirin, bedena xwe dan ber agir û dawî li jiyana xwe anîn. Di 14'ê Tîrmeha 1982’yan de li dijî îşkenceyê pêşengê PKK’ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek jî dest bi rojiya mirinê kirin û deriyekî nû li têkoşîna gelê kurd vekirin.
 
MÎRATEYA BERXWEDANÊ
 
Rojiya mirinê ya ku di pêşengtiya Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Mûzaffer Ayata, Fûat Çavgûn, Mûstafa Karasû de destpêkiribû, di dawiya çalakiyê de Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek jiyana xwe ji dest dabûn. Berxwedana PKK’yiyan a di şeva 21 Adarê de bi Mazlûm Dogan re destpêkiribû, di 18’ê Gulanê de bi çalakiya Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner berdewam kiribû û di 14’ê Tîrmehê de jî gihiştibû asta herî jor. Çalakiya ku hatibû kirin ji gelê kurd re wekî mîrateyeke berxwedanê ma. Ew berxwedan ji wê demê heta niha di girtîgehan de bûye xeteke mezin a berxwedanê. Îşkenceya ku şahid dibêjin 'bi vegotinê naqede' di hiş û mejiyê civakê de bû cihê birîneke mezin. Şahidên wê demê yên ku bi xwe bibûn şahidê wê îşkenceyê behsa wan rojan kirin û gotin “Berxwedan û zilma ku ji 12’ê Îlonê mayî hê jî didome.”
 
‘PIRTÛK JÎ TÊRÊ NAKE’
 
Yek ji wan rojan Mehdî Aslan ê 65 salî ye. Aslan ku bi Mehmet Hayrî Dûrmûş re hatiye girtin piştî îşkenceyeke 45 rojan şandine Girtîgeha Amedê. Aslan, diyar kir ku 8 salan di Girtîgeha Amedê de maye, lê belê pirtûk jî û axaftina bi rojan jî têr nake ji bo vegotina wê. Aslan, qala xwe û wextê ku bi Mehmet Hayrî Dûrmûş re derbaskirî kir û got: “Mirov nizane Xeyrî çawa pênase bike. Tu bêjî mirovekî zanîst, şoreşger, enternasyonalîst çi bêjî jî têr nake. Di bin çavan de keys çêbû em biaxifin. Wexta te li Xeyrî dinêrî hêz jê distend.” 
 
Aslan, anî ziman ku bandora grevên birçîbûnê hê jî didome û got: “Di 5’ê Îlona 1983’yan de jî berxwedanek çêbû. Her kesê dirûşma ‘bimre mêtîngerî’ berz dikir. Heval hemû çûn ber paceyan û dest bi dirûşmeyan kirin. Wan kesên ku deng ji wan dernediket jî bi me re li ber xwe dan. Li ser berxwedana Mazlûm, Çaran û 14’ê Tîrmehê li ber xwe didan. Piştî rojiyên mirinê di rewşa girtîgehê de guhertinên mecbûrî çêbûn.”
 
‘ZAROKÊN KU BÛNE ŞAHIDÊN BERXWEDANÊ LI BER XWE DIDIN’
 
Aslan, da zanîn ku pêkanînên niha ji yên dema 80’yî xerabtir in û got: “Pêkanînên wê demê wek îşkenceyeke bêteşe bû lê yên vê demê jî bi teknîkê tên kirin. Cezayê wê demê ku bi îdîaya 'endamtiya rêxistinê' dane min ji ber demekî zêde ser re derbas bû, ew ceza ket û dadgehên wê demê nikarîn bipêjirînin jî. Lê niha bi tiştekî biçûk bi îdîaya 'endamtiya rêxistinê' bi dehan salan ceza dibirin. Em li hiqûqa wê demê digerin. Merasîma cenaze û şînên ku em tevlî bûyî, xebatên dema hevşaredariya me hemû weke delîlên sûc tên pêşberî me. Li dadgehan ji xwe me guhdar nakin. Wê demê qet nebe em guhdar dikirin.” Aslan, destnîşan kir ku zarok û ciwanên di salên 80 û 90’î de çêbûne şahidên berxwedanê ne û niha ew jî li ber xwe didin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nifşên me ji holê rabin jî nifşê ku nû radibe nahêle ev der vala bimîne. Ji ber ku tama azadiyê girtine. Mirov wê li ber xwe bidin. Lê divê gotin û kirin yek be.”
 
‘EM NIHA BI SAYA BERXWEDÊRAN DIJÎN’
 
Arîf Tûrgay ê 60 salî jî di navbera salên 1982 û 1988’an de di Girtîgeha Amedê de maye. Tûrgay, bibîr xist ku dema çalakiya rojiyên mirinê destpêkirin ew di greva birçîbûnê de bûn û got: “Ew berxwedana ku bi Mazlûm destpêkir û bi Çaran berdewam kir, bi rojiya mirinê ya mezin ruh da girtîgehê. Ruhekî berxwedêr da her kesî. Em niha bi saya wan berxwedêran dijîn. Gelê me minetdarê wan e. Heke cûntaya faşîst bigihişta armanca xwe, îro wê navê kurdan jî tunebûna.” 
 
Tûrgay, qala îşkenceyên ku li wan hatine kirin jî kir û got: “Li Amedê berî ku me derxînin dadgehê ji bo ku şopên îşkenceyê neyên dîtin, di navbera girtîgehê û dadgehê da Tabûra Îstîqamê hebû, li wê derê nêzî mehekê dihiştin û pişt re em dibirin dadgehê. Wehşeta ku dihat meşandin berxwedanê ew ji holê rakir.”
 
‘LI GOR WÊ DEMÊ NIHA KEYFIYET ZÊDETIR E’
 
Tûrgay, anî ziman ku di şertên giran ên îşkenceya fizikî de zêde mane û got: “Hişmendî nehatiye guhertin berdewam dike. Li gor wê demê niha keyfiyet zêdetir e. Dadgehên wê demê bi vîna xwe dikaribûn biryar bidana lê belê dadgehên îro heyî nikarin bi vîna xwe biryaran bidin.” Tûrgay, da zanîn ku berê Esadek û Co’yek hebû lê niha pir bûne û wiha domand: “Polîtîkayên wê demê niha bi awayekî moderntir derdikevin pêşberî me. Teknîkên ku bikartînin jî cuda ne. Rewşa girtîgeha niha gelek giran e.”
 
‘PÊKANÎN LI GOR STATUYEKE TAYBET BÛN' 
 
Yek ji wan girtiyên ku bûye şahidiya îşkenceya wê demê jî Ganî Alkan e. Alkan ku ji Doza Sereke ya PKK’ê hatî darizandin û 8 salan di Girtîgeha Amedê de mayî berxwedana 14’ê Tîrmehê, ya piştî wê û ya niha tê dayîn nirxand. Alkan, diyar kir ku di Girtîgeha Amedê de pêkanîn li gor statuyeke taybet bûn û got: “Rêveberiya girtîgehê di destê Esad Oktay Yildiran, Kemal Yarmak û kesên girêdayî wan de bû. Îşkenceyeke ku rûmeta mirovan bin pê bikin dikirin. Li dijî îşkenceyan biryara rojiya mirinê bi awayekî rêxistinî hat dayîn û seknek hat nîşandan.” 
 
Alkan, qala berxwedana hatî kirin kir ku ji bo wê demê tê çi wateyê û got: “Mehmet Hayrî, Kemal Pîr, Alî Çîçek, Mazlûm Dogan, Akîf Yilmaz û hevalên din bi berpirsyartiyeke mezin nêzîk dibûn. Ji bo ku di nava çar dîwaran de dengê me derkeve derve û têkoşîna me mezin bibe tim di nava hewldanê de bûn. Ji bo ku qêrîna me bigihê derve biryara dayîna parastina siyasî hat dayîn. Bi parastinan berxwedana hundir, mirov dikarî bigihîne derve. Bi hişmendiya li dijî teslîmbûyînê rêxistinkirina berxwedanê, amadekariyên 14’ê Tîrmehê hatin kirin. Tişta ku hatî kirin baş dizanîn. Kemal, Xeyrî, Akîf û Eliyan di qadeke ku têkiliyên mirovan ji hev qut kirî de berxwedaneke mezin li hemû girtîgehê belav kir û berxwedaneke bêhempa danîn derxistin holê." 
 
‘14’Ê TÎRMEHÊ DÎROKA BERXWEDANÊ YE’
 
Alkan, bibîr xist ku di 14’ê Tîrmehê de dema Hayrî Dûrmûş derketiye pêşberî dadgehê rojiya mirinê daye destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dadgerê esker yê dadgehê got ‘Xeyrî wisa neke em ê pênûs û lênûskan bidin.’ Hevalê Xeyrî jî got ‘edî pir dereng e, hûn nikarin bidin. Ez li gor erê û na’yên we tevnagerim. Em ê bi canê xwe daxwazên xwe pêk bînin. Mafên ku te xwîna xwe dayî û girtî tu hêz nikarin ji te bistînin. Gelê kurd rojekê me darizîne heke bêmerhametiya dijmin berçav bigirin dê maf bidin me.’ Saya berxwedêrên rojiyên mirinê gelek mirov ji mirinê xelas bûn.” 
 
Alkan, destnîşan kir ku gotina Kemal Pîr a ‘Em bi qasî ku di oxira wê de bimirin hez ji jiyanê dikin' bû sembola berxwedanê û wiha lê zêde kir: “Ruhê wê demê di dema me de jî tê jiyandin. 14’ê Tîrmehê hem dîroka berxwedanê hem jî ya vejînê ye. Li dijî tunebûnê, berxwedana hebûnê danîn holê.”
 
‘TENÊ TIŞTEK HATIYE GUHERTIN EW JÎ RÛ NE’
 
Alkan, bilêv kir ku di navbera hişmendiya wê demê û ya AKP’ê de tu ferq nîne û got: “Di destpêkê de li girtîgehê kevnoşopiya me ya berxwedanê tunebû. Lê niha ji Mazlûman, Xeyriyan, Eliyan, Ferhatan kevneşopî û mîrateya berxwedanê heye. Îro girtiyên li Tirkiyeyê û Kurdistanê xwedî li kevneşopiya 14’ê Tîrmehê derdikevin, li dijî teslîmbûnê derdikevin. Niha jî ji hundir heta derve berxwedanek tê meşandin.” 
 
Alkan, anî ziman ku wekî gelek qadan li girtîgehan jî pêvajoya zext û zoriyê hatiye destpêkirin û got: “Hişmendiya wê demê niha hem li girtîgehê, hem jî di qanûnan de xwe dide der. Tenê tiştek guheriye, ew jî ruyê wan e. Her roj ji girtîgehekê an jî ji cihekî din agahiyên îşkenceyê tên. Di wan rojên derbasbûyî de li malekê zexta ‘an hez bike an jî terk bike’ hat kirin. Ji derveyî wê li dijî Rojbîn Çetînê erîşa bi kûçikan çêbû. Bi mirinê gef lê xwarin. Ev tişt hemû berhemên wê demê ne.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Fethi Balaman 
 

Sernavên din

13/07/2020
16:02 Dema binçavkirina 12 kesan hat dirêjkirin
15:49 3 girtiyên li Girtîgeha Tipa D a Amedê dimînin bi vîrûsê ketin
15:38 Endama Komeleya Jinan a Rosa Gultekîn hat berdan
15:25 Li Giyadînê serdegirtina şaredariyê hat şermezarkirin
14:44 Ciwanan ji bo Pirsûsê banga têkoşînê kirin
14:41 Ji bo hevdîtinên demokrasiyê yên li Amedê bang kirin
14:19 Olûç: Şaredariyên xebatên jinan bi rêve dibin di hedefê dene
14:16 Hejmara miriyên keleka noqî avê bûbû derket 29’an
12:20 3 girtî ji bo mafê xwe yê tedawiyê di greva birçîbûnê de ne
11:54 HDK: Birîna Zîlan hêj nû ye
11:28 Agahî ji rojnamegerê ku asayîşa PDK’ê ew binçav kiribû nayê girtin
11:10 ‘Kesên şer naxwazin divê li dijî tecrîdê berpirsiyarê bigirin ser xwe’
11:08 Cenazeyê zarokê ku bi lehiyê re çû hat dîtin
09:07 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Tiştek neguheriye, wê demê Esadek û Co’yek hebû, niha bi sedan hene
09:06 Koç ê HDP’î: Pir baroyî xurtkirina faşîzmê ye
09:05 Turgut Kazan: Guhertina Pir Baroyî ‘Zagona Feyzîoglu ye'
09:04 Hasan Ozgûneş: Bi operasyonên eskerî Kurdistanê talan dikin
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:39 Polîsan bi ser Şaredariya Giyadînê ya HDP'ê de girt
07:30 Zarokek li Agiriyê bi lehiyê re çu û winda bû
07:29 Jinan astengî nasnekirin û gotin: Têkoşîna jinan li her derê ye
12/07/2020
20:10 'Îşkenceya li Rojbîn hatiye kirin li hemû jinan hatiye kirin'
19:44 Ji bo 33 rêwiyê xeyalan ‘Zincîra edaletê'
18:18 Jinek li Îzmirê kuştin
17:16 Tanrikulu: Di hezîranê de 281 mafê jiyanê hatin binpêkirin
16:54 Polîsan meşa jinan a Aydinê asteng kirin
16:05 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Li Kurdistanê mirov tên windakirin
16:05 Li Mêrdînê kesek hat girtin
15:33 Karkeran têkoşîna xwe ya 12 salan dewam kirin
14:52 Hejmara kesên di kêştiya noqî avê bû de mirin, derket 21’an
13:49 Dr. Ûlûgûna: Merheleya îro ya Komkujiya Zilan çêkirina HES’a ne
13:35 HDK: Gelê herêmê ji ber komkujiya Srebrenica li ser agir e
12:54 Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de bang li Dadgeha Bilind kirin
12:28 Li Êlihê, serlêdanên qursên kurdî dest pê kirin
11:44 Serdozger îstîsmar aşkere kir û saetek şûnde înkar kir
11:27 Li Edenê kesek hat berdan
11:12 Rejîma Îranê di mehekê de 9 kolber kuştin
10:31 Şerê Tirkiyeyê yê avê herî zêde bandorê gel dike
09:11 Lijneya Koordînasyona TMMOB'ê ya Mêrdînê xwest projeya RES'ê betal bikin
09:03 Dîrokzan Dînç: Dîroka roja vekirina Ayasofyayê dîrokeke manîdar e
09:03 Axtamara hê jî bivênevêya serdêran e
09:02 4 dozgeran li şûna kuştinê ronî bikin cihê goran lêkolîn kirine
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2020'AN
11/07/2020
22:21 Li nêzî Parka Newrozê agir bi pirêzeyan ket
20:06 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 344
19:21 Bi çalakiya rûniştinê Kadîr Bagdû bibîr anîn
16:57 Komeleyên Dersîmê: Neçîra pezkoviyan perçeyekî êrîşan e
15:35 Der barê Sevîl Rojbîn Çetin de cardin biryara girtinê dan
15:16 Ji bo girtiyên nexweş li Stenbol û Enqere çalakî
15:15 Karkerên agiriyî piştî 11 rojan hatin definkirin
15:04 Derbarê kuştina zarokê 5 salî kesek hat girtin
14:47 HDP: Ayasofya, aîdê dîrokê ye nikare weke qadeke lîstika polîtîk bê bikaranîn
14:22 Jinên SKM’î: Jinên girtî serbest berdin
14:06 Dayikên Şemiyê: Dawî li bêcezahiştin û înkara 40 salan bînin
14:04 Peymana Îstanbulê pêk bînin û sûcê îstîsmarê efû nekin
13:36 Li Bismil zarokeke biçûk mirî hat dîtin
13:24 CÎSST'ê binpêkirina mafan a li girtîgehan kir rapor
12:35 Tevlîbûna çalakiyên ’15’ê Tîrmehê’ li xebatkaran ferz kirin
12:31 Piştî operasyona eskeran hemû dahl û rezê welatiyan şewitî
12:10 Cigirê midurê dibistanê ji sûcê îstîsmarê hat berdan û dest peywira xwe kir
11:59 Xizmên windayan çîroka Kadrî Yilmaz pirsîn
11:01 AKP-MHP'ê pêşnûmeya Pir Baroyî li meclîsê erê kir: Îqtîdar cudakariyê dike
11:00 Li Agiriyê nêzî 100 mih bi lehiyê re çûn û mirin
09:30 44 hezar û 680 abone li Êlihê bê av in
09:14 'Pirbarobûn' wê bibe sedema cihêkariyê
09:13 Hawirdorparêzan xwest demildest nêçîrkirina pezkoviyan qedexe bikin
09:12 Rojnamevan Guleş: Girtiyên nexweş tedawî nakin
09:12 Dozger îdeanameya Dayika Aştiyê Kiran amade kir
09:11 Jin wê ji bo Dokûyê li Dersimê bin
09:10 Ji ber bê eleqeyê edî xaliyên Wanê nayên çêkirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2020'AN
10/07/2020
20:31 23 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:23 Navenda Şêwirmendiya Jinan a Dayîka Taybet hat vekirin
17:00 Ciwanan ji bo 33 qurbaniyan ‘meşa edaletê’ li dar xist
16:26 Di Doza Nisêbînê de cezakirina 47'emîn
16:04 SES: Li nexweşxaneyan şewba Covît 19 ji sedî 51 zêde bû
15:26 Di karesata keştiyê de hejmara miriyan derket 19’an
15:24 Parêzer meşiyan
14:53 Polîsan 4 kes li Amedê binçav kirin
14:14 Onlu ji bo betalkirina îhaleya nêçîra pezkoviyan daxwazname da Wezareta Daristanê
14:08 Di bîranîna Garê de ji bo Pirsûsê bang kirin
13:46 Gunay: Li dijî êrîşên cudakariyê nakin divê em bi hevre têbikoşin'
13:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn: Berpirsiyar dewlet e
12:48 Ferda Îldan di serdegitina malê de hat binçavkirin
12:31 Serokê Baroya Îzmîrê Yucel: Bi vê guhertinê civakê çavtirsandî dikin
12:26 Ji bo kesên hatin binçavkirina hevdîtina parêzeran qedexe kirin
11:51 Di keştiya noqî avê bû de hejmara miriyan derket 16'an
11:38 'Bi peymana Îstanbulê wekheviya jinan dikin armanc'
11:29 Hevdîtina Îlham Ehmed û Ann Lînde Tirkiyê aciz kir
11:23 Bi ser avahiya HDP'ê ya Hezoyê de girtin
10:54 Kanên komirê yên çem qirêj dikin ceza kirin
10:49 Tecrîdkirina Ocalan bir rojeva Meclîsê
10:37 Parlamenterên HDP’ê: Di doza malbata Şenyaşar de kî çi vedişêre?
10:29 Serokên baroyan şeva xwe li ser bank û kaşûnka derbas kirin
09:04 BEKSAV ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyayeke hunerî li dar dixe
09:04 Hevalên Seyîdxanê Boyaxçî: Me çinareke sedsalî winda kir
09:04 Ma wê jineke extiyar û nexweş çawa karibe bireve?
09:04 ‘Heger tiştek neyê kirin wê Denîz jiyana xwe ji dest bide'
09:04 Bênavber êrîş birin hem ser miriyan hem jî goristanan