Ji bo doza Komkujiya Pirsûsê banga beşdariyê kirin

  • rojane
  • 15:40 18 Cotmeh 2021
  • |
img
STENBOL - ESP’ê ji bo doza Komkujiya Pirsûsê ku di 22’ê Cotmehê de dê li Rihayê were dîtin, banga xwedîlêderketinê kir. 
 
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) beriya danişîna doza Komkujiya Pirsûsê ku di 22’ê Cotmehê de dê li Rihayê were dîtin li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da. Endamên Însyatîfa Malbatên Pirsûsê û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) beşdarî daxuyaniya li avahiya Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hat lidarxistin bûn. Li eywana ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta “Em kiryaran nas dikin, Doza Pirsûsê nikare were girtin” hat daliqandin. 
 
‘DIXWAZIN DOZÊ BIGIRIN’
 
Xizmê Hasan Ocak ê di binçavan de hat windakirin Huseyîn Ocak diyar kir ku dixwazin dosyaya dozê bigirin û wiha got: “Beriya niha bi biryara Meclîsê gelek doz demên wan hatin borandin. Em ê her tim şopdarên vê dozê bin. Bi taybetî Pirsûs, ji bo hemû komkujî derkevin holê em di nava xebatên pêwîst de ne.” 
 
BANGA JI BO DOZÊ 
 
Yek ji Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê Mûrat Bûdak jî êrişa DAIŞ’ê ya ser mîtînga Amedê bi bîr xist û wiha got: “Weke em li gel 33'yan bin, em dizaninin em ê vê pergala faşist bi hev re hilweşînin. Em dê runiştina xwe ya nobeta edaletê berdewam bikin. Em raya giştî vedixwînin danişîna xwe ya 22 'ê Cotmehê.”
 
FAÎL DERNEKETIN HOLÊ
 
Yasîn Can ê di êrîşa Pirsûsê de birîndar bûbû destnîşan kir ku di dîroka welêt de gelek komkujî pêk hatine û ji rayedaran re got: “Eger we em qetil kiribin, ji me re bêjin. Eger we em nekuştibin, ji pêşiya van bendên rê û barîkatên xwe rakin ku em kujeran bibînin. Em wan derxînin li pêş edaletê hesabê jê bipirsin. Failên cînayetên siyasî derneketine holê. Denîz Poyraz mînaka vê yekê ye.”
 
JI BIRYARA AYM’Ê RE NERAZÎBÛN
 
Hevseroka SGDF’ê Yaren Tuncer jî da zanîn ku 6 sal in têkoşîna edaletê didin û wiha axivî: “Dadgeha Destûra Bilind (AYM) hevrêyên me yên di vê komkujiyê de şehîd bûn sûcdar îlan dike. Bi girtina malbatên şehîdên me têkoşîna edaletê asteng dike. Bi vê yekê Komkujiya Pirsûsê digirin ser xwe. Em ji bo her kesî banga edaletê dikin. Em ji darizandinên wan edaletê hêvî nakin.”
 
HELWESTA POLÎTÎK
 
Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî bertek nîşanî biryara AYM’ê da û wiha got: “Em şûna pêvajoyeke qanûnî bi pêvajoyeke siyasî re rûbirû ne. Ahmet Davûtoglû yê wê demê Serokwezîr bû jî berpirsyariya komkujiyê girt ser xwe û ji wan re got 'ciwanên bi hêrs'. Eşkere ye ku hevrêyên me yên li Pirsûsê me winda kirin çawa li vî welatî weke dijminê rejîmê tên dîtin.” Tumuklu diyar kir ku li hemberî vê rewşê divê em helwesteke siyasî were nîşan dan û got: “Divê em vê têkoşîna edaletê bi rengekî antî-faşîst, bi rengekî bingehîn bi rê ve bibin. 33 rêwiyên hêviyê ji bo yekîtiya gelên vî welatî, ji bo yekîtiya gelê tirk-kurd çûbûn wê derê. Li dijî DAÎŞ û hevkarên wê çûbûn wê derê.” 
 

Sernavên din

14:55 Derbarê Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin de doz hat vekirin
14:35 Li Amedê tundiya zilam: Kesek kuşt û 2 kes jî birîndar kir
14:05 Doza Kobanê: Leşkeran eywanê têje kir û danişînê 5 deqe berdewam kir
14:04 Nobeta Edaletê di roja 21’emîn de didome
12:45 Li Qeyseriyê jinek hat qetilkirin
12:34 Emîne Şenyaşar cara 10’emîn vexwendin îfadeyê
12:24 Bi îfadeya şahidê nepen ji hevseroka DBP'î re ceza hat xwestin
11:57 Danişîna Adalet Kaya hat taloqkirin
11:16 YPS’ê êrişên Guven û Negiz girt ser xwe
10:55 DBP'ê êrişa DAIŞ'ê ya li Kerkûkê şermezar kir
10:50 Bîlançoya êrişên mehekê yên DAIŞ’ê: 22 pêşmerge û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
09:48 Dolar bi 13,7 TL'yan û Euro jî bi 15,5 TL'yan dest bi heftê kirin
09:06 Eren Keskîn: Kesên unîformayê li xwe dikin û nîşana 'gur' dikin, tên parastin
09:06 Girtiyê nexweş 73 roj in di qarantînayê de ye
09:06 Banga ji bo pîrozkirina 6 saliya DÎB'ê
09:06 Çîroka aşê sed salî
09:06 'Yekane sedema krîza aborî rejîma yek zilamî ye’
09:06 Girtiyê nexweş ê bi gurçikekî dijî nayê berdan
09:06 Nûnerên HDP'a Hewlerê: Armanca PDK'ê Kurdistaneke bê kurd e
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNÊ YA 2021'AN
05/12/2021
22:27 DAIŞ’ê gundê Lihêban şewitand
20:31 Li Şirnexê operasyona leşkerî dest pê kir
19:39 Walîtiya Mêrdînê şanoya kurdî qedexe kir
19:18 Ji bo serokatiya TBB'ê Sagkan hat hilbijartin
17:32 Ji Meclisa Ciwanan a HDP'ê banga dijî tiryakê
16:31 Karkerên Ûgûr û Ozakê daxwazên xwe rêz kir
16:09 Polisan rojnameger Mîmar Kaya binçav kirin
15:33 HDP' a Amedê piştgirî da Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan
13:39 Banga Acar a li partiyên siyasî: Nunertiya wekhev bikin rêziknameya partiyên xwe
13:12 Li Herêma Kurdistanê xwendekarên zanîngehê careke din daketin qadan
12:38 PDK çekên giran li dijî DAIŞ'ê bi kar nayne
11:54 Malbata Şenyaşar: Hikûmetên bingeha wan ne edalet e hildiweşin
10:48 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
09:25 Piştî çûna gund hat qedexekirin, bêrîkirina xwe bi dîmenên gund ditebitîne
09:06 Dayikên Aştiyê: Ew zarokên me hemûyan e
09:05 Parêzer Ergul: Divê Mûsa Orhan bê girtin
09:04 ‘Em nikarin debara xwe bikin'
09:03 Malbata ku xaniyê wê hat xerakirin niha di dikanê de dijî
09:01 'Dê di meha Çile de stok biqedin, fiyet biha bibin'
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2021'Ê
04/12/2021
18:58 Parêzer Emekçî: KE bi biryara derbarê Ocalan de rê li ber Tirkiyeyê dixe
17:11 Serdana malbatan didome: Nobeta we rûmeta me ye
17:07 Hêzên PDK’ê Dayikên Aştiyê asteng kirin
16:50 Şaxên ÎHD’ê wê ji bo Îpek Er têkoşîna edaletê bidomînin
16:49 Li Girtîgeha Rihayê ji ber ‘govenda kurdî’ lêpirsîn dan destpêkirin
15:51 Du sal in girtiyê nexweş nayê dermankirin
15:50 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Bekmezcî were berdan
15:29 Bal kişandin ser rewşa 6 girtiyên nexweş
15:27 Li kolanên Stenbolê kesekî jiyana xwe ji dest da
14:53 HDK li dijî serdestiya zilam konferansa berxwedan û têkoşînê li dar dixe
14:44 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bang li tevlêbûna kongreyê kirin
14:39 Dayikên Şemiyê: 3 hezar sal jî derbas bibe em ê li pey doza xwe bin
14:38 Nobeta Edaletê di roja 19’emîn de ye
14:18 Aqûbeta Akyildiz ê beriya 29 salan hat revandin hat pirsîn
13:39 Kişanak piştgirî da Nobeda Edaletê: Divê her kes bikeve tevgerê
13:10 Dîcle Anter serdana Malbata Şenyaşar kir
13:07 Li Rihayê qeza: 3 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
13:00 Turkdogan: Wê êdî rewşa Ocalan ji rojeva Konseyê dernekeve
12:59 ‘Şikandina tecrîdê mifteya çareseriya pirsgirêkan e’
12:28 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 271’emîn de ye
12:08 Li 51 jinên girtî cezayê ‘govend û stranên kurdî’ hatiye birîn!
12:08 Li şûna boyaxê qehwe, li şûna firçeyan jî derzî bi kar tîne
10:29 Parlementer Hunko: Destûr nayê dayîn ku biçim Îmraliyê
10:26 Nobeda li Sêmalka di roja 61’emîn de ye
09:50 Kolanên Stenbolê: Hikumet bila îstîfa bike, hilbijartina pêşwext çêbibe
09:49 Dayikên ku bûne remza aştî û edaletê li ber xwe didin!
09:17 Bi kilamên xwe dibe ronî ji bo dîroka kurdî
09:15 Di doza tiryakê de çawîşên pispor hatin cezakirin, fermandarê qereqolê hatin beraetkirin
09:15 Bavê ku înfaza keça wî hat şewitandin: Em ê li dijî vê bêhiqûqîtiyê li ber xwe bidin
09:14 Kîloya penîrê bisîrik bûye 65 TL
09:14 Gundê hat valakirin niha jî bi xetereya madenê re rû bi rû ye
09:12 Jinên qereqol li zozanên wan hatine çêkirin: Zozan ên me ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê
03/12/2021
16:24 Li Şirnexê kesek hat girtin
15:51 Li Farqînê kesekî êrişê xebatkarê tenduristiyê kir
15:50 Li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê
15:10 Nobeda Edaletê di roja 18’emîn de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:03 Di salvegera 27'an de bîranîna 'Ozgur Ulke'yê
14:55 Nobeda li Sêmalka di roja 60’emîn de ye
14:45 Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de ye
14:36 Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin
14:33 10 sal ceza li tacawizkar Mûsa Orhan hat birîn
14:28 Rewşa dayika Er ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê
14:12 Ji bo girtiyan banga piştevaniyê hat kirin
14:11 Doza Kobanê du rojan taloq bû
14:10 Jinan ji bo Ocalan bang li CPT’yê kirin
13:34 Dayika Îpek Er ji dadgehê re got: Wijdana we rehet e?
13:28 Konseya Ewropa biryara Ocalan eşkere kir: Bêyî dereng bimîne biryaran bisepîne
13:12 HDP ji bo biçe Îmraliyê serî li Meclîsê da
12:45 Konseya Ewropayê xwest ku Demîrtaş were berdan
12:44 Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
12:43 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Em li bendê ne ku herkes were pêş Edliyeya Rihayê
12:05 Di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,51 zêde bû
12:04 KCDP: Di meha mijdarê de 29 jin hatine kuştin
11:44 Dozger xwest faîlê tecawizê Orhan were girtin
11:38 Yildiz ê AKP’yî kurapên wî ku 110 sal ceza xwarin bi bertîlê derxist derveyî welat
11:08 Di serdegirtina malê de lêgerîna tazî li hunermend kirin
10:49 ‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş a dîroka Tirkiyê ye’
09:44 DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da