Dr. Xeyas Neyîse: Tirkiye gefê li têkoşîna hevpar a çareseriyê ya gelê kurd-ereb dixwe

  • rojane
  • 18:25 19 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Xeyas Neyîse diyar kir ku plana Tirkiyeyê ya li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bicihkirina penaberan "siyaseta dagirkeriyê" ye û ji bo têkoşîna hevpar bang li gelên herêmê kir. 
 
Muxalifê Sûriyeyê û Koordînatorê Giştî yê Şepêla Çep a Şoreşger a Sûriyeyê Dr. Xeyas Neyîse daxuyaniyên Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ên derbarê penaberên sûriyeyî de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re nirxand. Xeyas Neyîse, ji bo plana Tirkiyeyê ya li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bicihkirina penaberan got, ev gav di çarçoveya siyaseta "mêtingeriyê" de tên avêtin. 
 
Neyîse di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ev yek di çarçoveya siyaseta hikumeta Tirkiyeyê de pêk tê ku Tirkiye ji destpêka dagirkirina axa Sûriyeyê ve yanî ji 2016'an ve vê yekê pêk tîne. Neyîse got: "Bi taybet siyaseta li Efrînê, wekî guhertina demografiyê, koçberkirina şêniyan, qutkirina herêman ji axa Sûriyeyê, di warê aborî de pêgirtîbûna herêman a bi Tirkiyeyê re, perwerdeya bi zimanê tirkî, tenduristî, posta û hwd..”
 
Neyîse da zanîn ku xebatên tirkkirinê bi armanca ku herêmên Sûriyeyê bi Tirkiyeyê ve bên girêdan û di çarçoveya projeya dawîn a Erdogan de ya ji bo avakirina 250 taxên niştecihbûnê û li van taxan bicihkirina penaberên Sûriyeyê pêk tê.
 
Neyîse got: “Hemû faktor nîşan didin ku armanca dewleta tirk ew e ku herêmên Sûriyeyê ji hev qut bike, wan bi Tirkiyeyê ve girêbide û bi avakirina parêzvanên sînor ên girêdayî xwe ehêle ku welatiyên Sûriyeyê li axa xwe serwer bin û nehêle gelê kurd mafên xwe yên rewa bi dest bixe." 
 
'DELWETA TIRK GEFÊ LI SIBEROJA SÛRIYEYÊ DIXWE'
 
Siyasetmedarê sûriyeyî di berdewama axaftina xwe de got: “Dewleta tirk û Qeter ji dewletên herî xeter in ku dest li kar û barên Sûriyeyê werdan. Ev xwe disipêre du sedeman: Yek, wan ji destpêka destwerdana li Sûriyeyê ve piştgirî da hêzên tundraw û hêzên terorîst, van hêzan şoreşa gel a aştiixwaz têk bir. Ya duyemîn jî, bi hevkariya çeteyên sûriyeyî û bi lihevkirinên bi Cebhet Nûsra re destwerdaneke leşkerî ya dewleta tirk heye. Projeya ji bo Sûriyeyê hat pêşkêşkirin, di esas de parçekirina Sûriyeyê li ser esasê tayîfî, etnîkî û etnîsîteyî ye. Bi vê yekê re, dewleta tirk gefê li rewşa Sûriyeyê û siberoja Sûriyeyê dixwe.”
 
Neyîse ji bo rola garantorên Astanayê jî got: “Astana ji bo Rûsya, Tirkiye û Îranê platformeke ji bo birêxistinkirina herêmên serweriyê bû. Yanî platformeke danûstandinên li ser parvekirina serweriyê û berjewendiyan li Sûriyeyê bû.”
 
'ENKS PAÇIKEKE DI DESTÊ DEWLETA TIRK DE YE'
 
Muxalîfê sûriyeyî Neyîse li ser rola 'îtîlafê' ji got: “Ji destpêkê ve em dibêjin, Encumena Nîştimanî paçikeke ku dewleta tirk ew bi kar tîne. Mirov êdî nikare ji wan re bêje opozîsyon. Helbet ew ne wiha ne jî, ne opozîsyoneke nîştimanî ne jî demokratîk e. Ew komeke çeteyên girêdayî dewletan in. Opozîsyona rastîn a Sûriyeyê, opozîsyona ku bi dozên gelê Sûriyeyê re eleqedar dibe û ji bo pêşeroja Sûriyeyê xwedî nêrîn e. Ya girîng jî ew e ku ne girêdayî tu dewletan e. Ji tiştên me behsê kir, yek jê jî li cem Îtîlafê tune ye.”
 
NÊRÎNA HIKÛMETA ŞAMÊ BERTENG E
 
Neyîse li ser helwesta hikûmeta Şamê jî ev tişt gotin: “Pirsgirêka rejîma Sûriyeyê ew e ku li gorî berjewendiya giştî ya gelê Sûriyeyê û ji bo pêşeroja Sûriyê li mijaran nanêre, lê belê li gorî berjewendiyên xwe yên teng li ser mijaran disekine. Bi vê siyasetê zirar da gelê Sûriyeyê û pêşeroja Sûriyeyê. Mijara Efrînê mînaka vê yekê ye.”
 
Neyîse got: “Rejîm amade ye danûstandinan bi dewleta tirk re bike û dagirkeriya tirk li wan herêman bihêle, ji ber ku berjewendiyên hevbeş, teng û zirarê didin pêşeroja Sûriyeyê hene. Dibe ku ji bo têkbirina tecrûbeya Rêveberiya Xwesr bi rejîma tirk re li hev bike.”
 
CIVAKA NAVNETEWEYÎ DEREWEKE MEZIN E
 
Siyasetmedarê sûriyeyî ji bo rola civaka navneteweyî jî got: “Civaka navneteweyî dereweke mezin e, berjewendiyên herêmî û navneteweyî yên dewletan hene, carinan li hev tên, carinan dijberî hev in. Tirkiye dewleteke herêmî ye, lê niha ji bo şerê Ukraynayê pêwîstiya rojavayiyan pê heye. Pêwîstiya Rûsya jî pê heye. Rejîma Tirkiyeyê li ser du werîsan di navbera her du hêzan de dilîze.”
 

Sernavên din

14:04 Karkerekî di kana madenê de jiyana xwe ji dest da
13:40 Bûldan û Sancar spasiya beşdarên kongreyê kirin
13:26 Jimartina li ser piyan li girtiyan ferz dikin
13:10 DEDAŞ’ê xwest, TOMA hatin gund: 5 birîndar 6 binçavkirin
12:24 27 roj in avahiya produksiyonan di dorpêça polîsan de ye
12:20 Ciwanên HDP’yî: Em ê nehêlin ku partiya me were girtin
12:12 Nobeta Edaletê didome: Li pêşiya qesrê 483 roj
12:06 Rojnamevan Demîrhan beraet kir
11:54 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de hemû bersûcan beraet kir
11:53 Siyasetmedarên ewropî ku beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Bêyî Ocalan aştî nabe
11:48 Li Cizîrê cendirmeyan êrişî gundiyan kir: Birîndar hene
11:44 Di navbera enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 100 puan ferq heye
11:05 DFG: 35 rojnameger hatin binçavkirin û 16 jî hatin girtin
10:39 Serokê Anadolû-Der'ê Pekyen hate kuştin
09:54 Rêveberê HDP’ê li Rihayê hat binçavkirin
09:37 Li 14 herêmên Bestayê birîna daran didome
09:05 Berdana Sevîlgen ê 30 sal in di hefsê de ye hat taloqkirin
09:02 Xelkê Amedê: Haya têran ji birçiyan nîne, ji rastiya civakê dûr in
09:01 Wî li girtîgehê dest bi rojnamevaniyê kir û îro jî li wî cihî ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:07 Walîtiya Wanê: Leşkeran gule berdaye tekerên dolmîşê
03/07/2022
22:10 Leşkeran dolmîşa penaberan gulebaran kir: Zarokek hat kuştin û 13 penaber jî birîndar bûn
21:08 Koma Zarok Ma'yê konserek bicoş li dar xist
20:27 Di atolyeya wêjeyê de 'zayendiya civakî' hat nirxandin
18:28 Bûldan û Sancar carek din bûn hevserokên HDP'ê
18:16 Derbarê kongreya HDP'ê de bi bayê bezê lêpirsîn hat destpêkirin
16:53 Ji Ewropayê heta Herêma Kurdistanê peyamên kongreyê: Em bi HDP’ê re ne
16:47 Ekîncî: Yekane rêya derketina ji bêçaretiyê HDP ye
16:23 Dema binçavkirinê ya 37 kesên binçavkirî 4 roj din hate dirêjkirin
16:18 Bi wêneyan kongreya HDP’ê
15:55 Li çoltera Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
15:54 Ozturk bangî muxalefetê kir: Heke dev ji zîhniyeta xwe bernedin dê dawiya wan mîna ya Erdogan be
15:43 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê ya nû hate diyarkirin
15:32 Di kongreya HDP’ê de cih li hundir nema: Yên ku dibêjin kurd nînin bila werin vê derê û bibînin
15:19 Demîrtaş û Mizrakli: Em dê tekoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:18 Lîsteya Meclisa Partiyê ya HDP’ê diyar bû
15:12 Leyla Guven: Dem dema hesabpirsîna ji rejîma faşîst e
14:41 Jinên girtî bo kongreya HDP’ê peyam şandin: Dê dengê we mîna qêrîna azadiyê olan bide
14:34 Sancar rêyên çareseriyê nîşandan: Li ser Îmraliyê lîstikan nelîzin
14:05 Mêvanên ji Ewropayê beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Me ruhê gelê kurd dît
13:25 Buldan: Çareserî em in û dê desthilatdariyê têk bibin
13:09 Tekoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar di kongreya HDP'ê de ye
12:23 Kongreya HDP’ê bi beşdariya deh hezaran dest pê kir: Çareserî em in
11:01 Di AKP’ê de skandala bertîlê
10:14 Nameya rojnamevan Omer Çelîk ‘bixeter’ hate dîtin
09:56 Bi deh hezaran kes ji bo kongreya HDP’ê li Enqereyê ne
09:08 Doza JÎTEM a Kerboranê: Pêdivî bi helwesta dadgerekî wêrek heye
09:06 7 partî û rêxistin dê 'Manzûmeya Rêgezan' biweşînin
09:05 Li Hezexê bi mehan ava welatiyan hatiye birîn
09:04 Nobeda Edaletê di roja 230'yî de ye: Partiyan sozê xwe bi cî neanî
09:01 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2022
08:41 Li Colemêrgê leşkerek mir
02/07/2022
23:09 Ên li Madimakê hatin qetilkirin li gelek bajaran hatin bibîranîn
22:25 Binkeya eskerî ya Tirkiyeyê ya li Sîrê hat bombekirin
20:57 Şagirtên Zarok Ma'yê destûrnameyên xwe wergirtin
19:55 Dayika Şemiyê Sarê Demîr jiyana xwe ji dest da
19:20 Banga HDK'ê ji bo hevrûbûna bi Madimakê re
17:54 Sînemager Orhan ê hat revandin: Her kes di talûkeyê de ye
16:58 Li Edeneyê 37 kes 6 roj in di bin çavan de ne
16:30 Girtiyê ku rapora wî ya “nikare tena serê xwe bimîne” heye di hucreyê de tê ragirtin
16:02 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel
15:37 Qurbaniyên Komkujiya Madimakên hatin bibîranîn: Wê ronahiya Sêwazê qet venemire
15:23 ‘Bila girtiyên nexweşê giran Koyûncû demildest bê berdan’
15:09 Jinên ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur bi jinên HDP'î û TJA'yî re hatin gelhev
14:54 Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin
14:12 Meclîs kete betlaneyê
13:59 Xizmên windayan li Êlihê Wedat Aydin bi bîr anîn
13:36 DTSO’yê komxebata kooperatîfa jinan li dar xist
13:19 Xizmên windayan aqubeta Huseyîn Ertaş pirsîn
12:30 Orhan ê hate revandin li goristanan gerandin û wêneyên wî yên tazî kişandin
12:29 Malbata Şenyaşar: Ji bo bidawîbûna êşê bila edalet bê
12:29 Li Şemrexê şerê bi çekan: Kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn
11:50 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:44 Li Mêrsînê qezaya trafîqê: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
11:41 Li Osmaniyeyê êrişî penaberan kirin: Gelek birîndar hene
11:19 Li ber qamerayan îşkence li girtî Şehmûz Emen kirin
10:30 Li Îranê li du hev 3 caran erd hejiya: 3 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:39 Qeyûm guhertina sendîkayê li karkeran ferz dike
09:09 Barkêşên Deriyê Rihayê: Nêzî 2 hefte ye me sifteh nekiriye
09:07 Dadgeh ket etra pêşeroja zilamê dest dirêjî zarokê astengdar kir: Cezayê wî kêm kir
09:05 Li Şirnexê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût dest pê dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2022
01/07/2022
21:25 ‘Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin'
19:25 Di Doza Kobanê de şahid ji dadgehê pirsî: Hûn dixwazin ez çi bibêjim?
16:37 HDP’iyên ji bo stant vekiribûn hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:31 Li Sêrtê û Êlihê du zarok ji şaneşînê ketin: Zarokek mir yek jî bi giranî birîndar bû
15:46 Li Zapê leşkerek hate kuştin
14:43 Danişîna êrişa li dijî malbata Dedeogullari hat lidarxistin
14:41 Di Doza Kobanê de gilîker li ser pirsa ‘tu gilîdarî’ wiha got: Bûyer nayê bîra min
14:00 Ciwanên ku bihakirina xwarinê protesto kirin ji wargehê hatin avêtin
13:39 DW’yê têkildarî astengkirina ragihandinê daxuyanî da
13:33 Du cerdevanên dihat gotin ku winda ne di şer de hatine kuştin
13:33 Demekî kêm bo kongreya HDP’ê ma ye: Dê Lijneya Şêwrê bê ragihandin
13:11 3 welatiyên li dijî veguhestina saetên ceyranê derketin hatin binçavkirin
13:08 Îşkence li sînemager Orhan ê hate revandin kirine
12:38 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:30 Malbata Şenyaşar: Edalet civakan an ava dike an xera dike
12:15 Tundiya zilaman: Jinek hat qetilkirin, jinek jî hat birîndarkirin
11:52 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:09 Serlêdana ji bo ku Ozer ‘cezayê xwe li malê xelas bike’ hate redkirin