Dayikên Aştiyê: Me pariyê nanê xwe bi PDK’ê re parve kir lê ew zarokên me didin kuştin

  • rojane
  • 10:40 20 Gulan 2022
  • |
ÊLIH - Dayikên Aştiyê yên Êlihê bertek nîşanî şerê li dijî axa Başûrê Kurdistanê dan û gotin: “Di dema zilma Saddam de me pariyê nanê xwe bi PDK’ê re parve kir, lê niha ew zarokên me li Başûr didin kuştin.” 
 
Dayikên Aştiyê yên li Êlihê bertek nîşanî şerê Tirkiyeyê yê bi hevkartiya PDK’ê li dijî axa Başûrê Kurdistanê pêk tê dan. Dayikan diyar kir ku divê gelê başûr li dijî PDK’ê rabe û helwesta xwe nîşan bide. 
 
Dayika Aştiyê Nûran Seçkîn diyar kir ku tu qezencek aliyê şer nîne û şer zirarê dide mirovan û erdnîgariyê û got: “Bila vî şerê li ser zarokên me bê sekinandin.”
‘ME PARIYA NANÊ XWE PARVE KIR’ 
 
Seçkîn nerazîbûn nîşanî şerê li dijî axa Başûr da û wiha got: “Li dijî zarokên me çekên kîmyewî bikar tînin. Ez bang li Mesûd Barzanî dikim; gelo Mesûd Barzanî zarokên li ber dilê dayika wan hatin kuştin ji bîra kiriye? Ew zarok zarokên me ne. Dema Saddam êrişî gelê başûr kir, pêşmergeyên PDK’ê heta Batmanê hatin. Me liheyfa ser xwe û pariyê nanê xwe bi wan re parve kir. Me wan wek zarokên xwe dît. Lê belê ew êrişî zarokên me dikin. Em heqê xwe helal nakin. Niha ew bi kujerên zarokên me re şirîkiyê dikin. Wîjdanê wan çawa rehet e? Ev tiştek çawa ye. Lê bila viya ji bîra nekin, çawa ku dijmin û xayîn li Helebceyê kurdan qetil kirin bi ser neketin, wê ev jî bi ser nekevin. Divê hemû dayik li dijî vî şerî rabin.” 
 
‘ÊDÎ TU QÎMETEK BARZANÎ NEMAYE’ 
 
Dayika Aştiyê Menfîat Çelîk jî li dijî şerê tê birêvebirin banga yekîtiya neteweyî kir. Çelîk bal kişand ser protestokirina bi meqapên zer a Mesrûr Barzanî wiha got: “Bersiva herî xweş ji bo Mesrûr Barzanî wan kesên ku meqapa zer nîşan danê. Mesrûr Barzanî ji bo beşek kurd mirovek bi nirx bû, lê niha bi qasî pêlavekî qedrî wî nemaye. Bila ji Helebce, Roboskî, Amûdê şerm bike. Şerm û fehêt e. Ev tiştek çawa ye.” 
 
‘PDK DU ROJAN ME DI BINÇAVAN DE HIŞT’ 
 
Çelîk anî ziman ku ew berê dema carek çûye Başûr ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin û got: “Du rojan min li qereqolê hiştin. Dema me pirs çima em li vir tên girtin. Gotin, ‘ji ber hûn kurd in, li vir tên girtin’. Min jî ji wan re got ma hûn ne kurd in. Gotin, ‘ez jî kurd im lê tiştek ji destê min nayê’. Ev tenê mînakek e. Ev mînaka ku min da jî xeternakiya wir nîşan dide. Dem ali dijî başûr êriş çêbûn, 7 gerîla gihîştin hawara xelkê. Dema ew gerîla hatin qetilkirin, di çenteyê wan de tenê nanê ziwa hebû. Lê belê bi milyonan dolar mal û milkên malbata Barzanî li Amerîka û deverên din heye. Lewma wê têk biçin. Divê tavilê dest ji şirîkatiya şer berdin. Tirkiye ji bilî zirarê titşek din nade wan.” 
 
‘BILA EWILÎ HESABÊ JINÊN ÊZDÎ YÊN REVANDÎ BIDE’ 
 
Dayika Aştiyê Sultan Azboy jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Piştî Mesrûr Barzanî Tirkiyeyê şûnve êrişa li dijî zarokên kurd dest pê kir. Dema ku xelkê başûr ji zilma Saddam reviya, li vê derê her kes çû hawara wan. Em wan rojan bûn yek û ji destê kê çi hat kir û parve kir. Lê niha ew êrişî zarokên me dikin. Lê em ê li dijî şer li qadan bin û em ê wek dayikan heta dawiyê têbikoşin. Heke bibin şîv ew ê jî bibin paşîv. Bila viya baş bizanibin. Hêj jinên revandî yên êzdî nehatine dîtin. Malbata Barzanî berpirsiyarê vê yekê ye. Hê hesabê vê yekê nedaye radibe şirîkatiya êrişa li dijî Şengalê û axa Başûrê Kurdistanê dike. Bila malbata Barzanî ewilî hesabê jinên Şengalê yên hatine revandin bide.” 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

30/12/2025
22:24 Ji bo Abdullah Ocalan stranekî nû
22:06 Li Mûşê şeva dengbêjiyê diyariyê Mîr Perwer hat kirin
20:19 HSD: Me bersiva êrişa li dijî Bendava Tişrînê da
16:49 Daxwaza girtina cerdevanê sûcê tecawizê kiriye dîsa hate redkirin
16:45 Kuçe bi kuçe bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
16:38 KCDK-E’yê ji bo piştevaniya bi civaka Elewî re bang kir
16:30 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ji ber ambargoyê navber dan perwerdeyê
15:54 Ji bo parastina li dijî tundiyê ceza hat xwestin
15:40 Ji girtiyan re kartên sersalê hatin şandin
14:04 Gelê Îranê li dijî krîza aborî ser pêya ye: Xwendekaran jî piştgirî dan çalakiyan
13:55 Li Sûriyeyê êrişên ser Elewiyan berdewam in
13:52 Dozger xwest Ayşe Gokkan were berdan, dadgehê red kir
13:51 Bayindir: Ocalan, bi banga xwe dîrokekê di salekê de bi cih kir
12:20 Hêj sala nû nehatî ji bo cigareyê zem hate kirin
12:18 AYM’ê serlêdana têkildarî astengkirina nameyan red kir
12:12 Saziyên Zimanê Kurdî ji bo tevlibûna mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bang kir
11:44 Di 2025'an de 'pêvajoyê' mohra xwe li rojeva siyasetê xist
11:42 Li gorî daneyên TUÎK’ê bêkarî zêde dibe
11:01 Abdullah Ocalan: Pir girîng e ku Tirkiye li Sûriyeyê bi roleke çêker rabe
09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin