‘Ji Enfala Sedam xelas bûn di Enfala Erdogan de hatin qetilkirin’

  • rojane
  • 10:27 24 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Aram Hacî Kake Xan û Îsmaîl Îbrahîm ku ji Komkujiya Enfalê rizgar bûbûn, di encama êrişa hewayî ya Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Rojnameger Rêbaz Hesen ku xizmê Xan û Îbrahîm e, wiha got: “Xan û Îbrahîm di Enfala Sedam Hiseyîn de rizgar bûn lê di Enfala Erdogan de hatin qetilkirin.” 
 
Tirkiyeyê di 21’ê gulanê de li dijî navçeya Çemçemal a Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke hewayî pêk anî. Di encama êrişê de keyayê gundê Tuteqelê Aram Haci Kake Xan û pismamê wî Îsmaîl Îbrahîm jî di nav de bi giştî 3 kes hatin qetilkirin. Di Komkujiya Enfalê de ku Sedam Hiseyîn di sala 1988’an de kiribû, ji malbata Xan û Îbrahîm bi giştî 80 kes bi çekên kîmyewî hatibûn qetilkirin. Dayik, bav, xwîşk û birayên Îbrahîm di Komkujiya Enfalê de hatibûn qetilkirin û tenê ew û xwîşkeke xwe ji komkujiyê xelas bûbûn. Ji malbata Xan jî gelek kes hatibûn qetilkirin. Lê belê hem Xan û hem jî Îbrahîm ku ji Komkujiya Enfalê xelas bûbûn, di êrişa Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. 
 
BI HEWARA BIRÎNDARAN ÇÛBÛN
 
Xizmê Xan û Îbrahîm ku di heman demê de rojnamegere Rêbaz Hesen, têkildarî mijarê axivî. Hesen, da zanîn ku Xan piştî ku bihîst li çoltarê Çemçemalê birîndar hene, li wesayîta xwe siwar bûye û ber bi cihê bûyerê ve çûye. Hesen, bi domdarî wiha got: “Xwest birîndaran rake nexweşxaneyê. Di wê navberê de bi balafiran êrişî wesayîta wî kirin. 5 kesên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan. Di Komkujiya Enfalê de ji malbatên Xan û Îbrahîm 80 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dayik, bav, xwîşk û birayên Îbrahîm jî di nav de 8 kes hatibûn qetilkirin. Tenê ew û xwîşka xwe ji Enfalê xelas bûbûn. Lê ew jî di êrişa Tirkiyeyê de hate qetilkirin. Xan û Îbrahîm ji Enfala Sedam xelas bûn lê Tirkiyeyê ew qetil kirin. Di Enfala Erdogan de hatin qetilkirin.” 
 
PÊŞMERGEYÊ 23 SALAN
 
Bi domdarî Hesen da zanîn ku Xan keyayê gundê Tuteqelê bû û wiha domand: “Mirovekê di halê xwe de û gelek kedkar bû. 23 salan pêşmergetî kir. Ji ber milê xwe jî bûbû xazî. Anku keda her duyan jî li herêmê gelek bû. Lewma gelê herêmê ji wan gelek hez dikir. Bi fedakariyên xwe dihatin naskirin. Demekî kin piştî êrişê, Xan ji hevjîna xwe re wiha got; ‘Li herêmê hihek kes birîndar bûne. Ez ê wan rakim nexweşxaneyê. Lewma dibe ku ez di rê de şehîd bibim û êdî venegerim. Heke ez şehîd bibim, li ser kêla gora min Bijî Serok Apo binivîsinin.’ Piştre jî bi lez û bez ji malê derket. Bi awayekî pêxas ji malê derdikeve û nêzî 40 deqeyan dibeze da ku xwe bigihîne birîndaran.” 
 
‘EZ Ê LI SER XETA BAVÊ XWE BIM’
 
Hesen, qala rewşa welatiyên herêmê ya piştî vê komkujiyê û axaftina xwe wiha qedand: “Em ji Enfalekê xelas bûn û niha bi Enfaleke din re rû bi rû man. Lê tevî vê komkujî û êrişê jî tenê wêrektî û fedekariya van kesan di aqilê gel de ma ye. Lewma xelkê herêmê serbilinde û seknekî birûmet raber dike. Di merasîma veşartina Îbrahîm de keça wî ya mezin cil û bergên leşkerî li xwe kiribûn û soz da ku dê di rêya bavê xwe de bimeşe û têbikoşe. Vê sekna xurt bandoreke mezin li ser gel kir. Ji ber van êrişan, li dijî Tirkiyeyê kîn û nefreteke mezin derket holê. Beşdariya merasîma cenazeyê û ya di şînê de her tiştekî radixe berçavan.” 
 

Sernavên din

22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
14:20 Elewî çûn serdana Roboskê: Êşa me yek e
13:40 'Heke Burak Ercan bihata cezakirin dê 23 xwendekarên din nehatina îstîsmarkirin’
13:24 Ozel: Em dixwazin li Tirkiye û Sûriyeyê aştî serwer be
Sancar: Mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e
13:21 Ji bo Cejna Noelê bibe roja betlaneya fermî pêşniyarqanûn da Meclisê
12:48 Axêverên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ diyar bûn
12:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel dest pê kir
12:02 'Rapor ji bendewariyên heyî dûr e, divê di pêvajoya qanûnan de lihevkirinek hebe'
11:20 Ji Amedsporê biryara Leyla Zanayê: Maça bi Igdirsporê re dê ji bo jinan bêpere be
10:38 Bi dîmenan bersiv dan wezareta ku îşkence red kir: Dev ji parastina faîlan berdin
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyek bi rûmet e’ derket
09:36 Dosyaya ku DMME’yê ji ber ‘îşkenceyê’ Tirkiye mehkûm kiribû hate betalkirin
09:31 Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin
09:14 'Ger hûn aştiyê bixwazin, divê hûn mafê hêviyê bi cî bînin'
09:13 Nobeta mexdûrên erdhejê ya li Enqereyê di tevahiya şevê de domiya
09:08 Li Rihayê di 21 mehan de tundî li hezar û 260 jinan û li 859 zarokan jî îstîsmara zayendî hat kirin
09:06 Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li sala 2025’an da
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2025'AN
00:05 Şandeya Îmraliyê dê di 23'yê Kanûnê de bi Kurtulmuş û Tunç re bicive
21/12/2025
19:53 Şîna Servet Kartal ê HPG'î bi girseyî hat ziyaretkirin
19:29 Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li darxist
19:00 Peyama Abdullah Ocalan ji bo kongreya ANKA-DER’ê: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye
17:50 Xwebûn di sala xwe ya 6'emîn de ye: Çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e
16:43 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:38 Li Girtîgeha Xarpêtê dijbariya pêvajoyê: Piştî her gavekî erênî bi îşkenceyê bersivê didin
16:23 Cenazeyê yaşar Demîr hate definkirin
16:05 Mexdûrên erdhejê li Enqereyê dest bi nobeta edaletê kir
15:50 'Avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye’
14:56 Şîna Zîlan Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Di hevdîtinên budçeyê de roja dawî: Divê zimanê cihêkar bê terikandin
14:43 Li Cûdî ‘tovên hêviyê’ hatin çandin: Aştî bi xwezayê re dibe
14:42 Mewlîda ji bo Işik ê HPG’î bi girseyî hate ziyaretkirin
13:30 Girtiyê siyasî Omer ê rejîma Îranê nehişt tedawî bibe jiyana xwe ji dest da
13:19 Rejîma Îranê ceza da çalakvanê Kurd Ebdulazade
13:08 Şerê Kamboçya û Taylandê bû sedema koçberiyeke mezin
13:00 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi CHP û EMEP’ê re hevdîtinê bike
11:03 Gelo sedema şerên Rojhilata Navîn neşxeyên rêyên nû ne?
10:06 Hejmara 147’an a kovara Jinê derket
10:00 Ji bo bîranîna 23’yê Kanûnê ya li Parîsê amadekarî didomin
09:17 Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e!
09:13 Ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê pêşbirka çîrokan: Serlêdan di 30'ê Çileyê de bi dawî dibin
09:12 Di vê dikanê de pere derbas nabe: Armanc bibîrxistina civaka komunê ye
09:11 Demîr ê DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da
09:03 Welatên Skandînavyayê: Nenavendîbûn, serxwebûna darayî
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2025'AN
20/12/2025
22:29 Li Wanê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:45 Faîlê tacîzê Serdal Os hat girtin
18:22 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û TÎP'ê: Aştî ji bo azadî û demokrasiya şert e
17:01 Talebanî: Divê li Iraqê hikumeteke xurt bê avakirin
16:30 Li sê bajaran çalakî ji bo girtiyên nexweş
15:47 Êrişa li dijî Leyla Zanayê hat protestokirin
15:36 Akademîsyena heqaret li Kurdan kir serbest hat berdan
15:17 Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye
15:11 Ji Îngilistanê mueyîde li ser fermandar û tabûrên Şara
14:44 Şandeya Îmraliyê bi AKP'ê re civiya: Aştî bê hiqûq nabe
14:07 Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî edalet
13:43 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan ê ku 31 sal berê hat windakirin pirsîn
13:03 Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn
12:02 DYA’yê êriş bir ser zêdetirî 70 nuqteyên DAIŞ’ê
11:05 Li Cizîrê bersûcê êrişa zayendî ku hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin
10:58 Deklarasyon: Em ê bajaran bi israra aştiyê ya jinan ava bikin
10:25 Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel
10:15 Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye
10:00 Spanya: Xweseriya bilind, feraseta karbidestiya eşkere, demokrasiya beşdar
09:11 Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn
09:09 Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
19/12/2025
21:50 Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan
20:35 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
20:10 Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin
17:22 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:41 Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin
15:52 Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe
14:36 Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:20 Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin
14:17 Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn
13:21 'Em ê hesabê qetilkirina hevalên xwe bipirsin’
12:36 AKP’ê rapora xwe pêşkêşî Meclisê kir
12:05 Dîroka civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û TÎP’ê diyar bû
11:17 Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin
11:14 Welatiyên Farqînê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gel e
10:54 Ji Komkujiya 19’ê Kanûnê heta niha tecrîd girantir bû
10:46 Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin
09:55 Derket holê ku li Cizîrê gelek xwendekar hatine tacîzkirin
09:54 Veysî Aktaş ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ banga tevlibûnê kir
09:32 Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk hate binçavkirin
09:31 Xizmên girtiyan: Hê jî girtiyên nexweş nehatine berdan, em ê çawa bawer bikin?
09:18 Li dijî 26 şîrketan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
09:14 Swîsre: Rêgeza demokrasiya yekser esas e
09:12 Li bajarê ku 10 sal in di destê qeyûm de ye, pêvajoya jinûveavakirinê dest pê dike
09:11 Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne
09:02 Koma şanoya Kurdî Şanogel hat avakirin: Em dixwazin xwe bigihînin gel