Têkoşîna dayikek mînak û têr û tije: Sarê Demîr

  • jin
  • 09:54 7 Tîrmeh 2022
  • |

ŞIRNEX - Dayika Şemiyê Sarê Demîr a ku bêyî kujerên kurê xwe bibîne koça dawî kir. Keça wê û hevala wê ya tekoşînê qala dayika Sarê kirin û gotin: "Ew li dijî şer mertela zindî bû. Di rêya tekoşînê de hîç newestiya. Heta kêliya ku mir jî digot, ‘Li vê dinyayê nebe jî ez ê li wê dinyaya din hesab ji wan bixwazim’." 

Di salên 1990’î de li herêmê bi dehan kes ji aliyê hêzên kontra yên dewletê ve yan di binçavan de û yan jî bi rêbazên cuda hatin qetilkirin. Çîroka Sarê Demîr a ku di heman demê de Dayika Şemiyê ye jî bi kirinên dewletê dest pê dike. Çîroka zarokên wê di ciwantiya wan de nîvco dihêlin. Bi kuştina zarokên wê re çîroka têkoşîna wê dest pê dike. Sarê Demîr di sala 1927'an de li gundê Xaltan ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê dayik dibe. Di temenê xwe yê biçûk de tê zewicandin û paşê jî hevjînê wê hêwî tîne serê. 
 
 
SIMBÊLA WÎ JI KOKÊ TÊ RAKIRIN 
 
Di sala 1991'an de zext û êrişên dewletê li ser wan zêde dibin. Kurê wê yê herî mezin Îbrahîm Demîr 11 caran tê binçavkirin. Carekî jî tevî dayika Sarê ve hemû malbat tê binçavkirin. Kurê wê Îbrahîm 24 rojan di binçavan de îşkence lê tê kirin. Di binçavan de tayê simbêlî wî yek bi yek ji kokê radikin. Piştî îşkenceyek xedar tê berdan. Çend roj di ser berdana wî de derbas nabin, zext û gef berdewam dikin û di heman salê de dema ku diçe Hezexê şîna xizmeke xwe li gel hevalê xwe Agît Akîpa tê binçavkirin û di binçavan de tê qetilkirin. 
 
Dayika wî Sarê Demîr li gund gav bi gav li kurê xwe digere û di dawiyê de cenazeyê wî di şikeftê de dibîne. Li ser mirina kurê wê Îbrahîm hê ku salek derbas nabe, kurê hêwiya wê Nihat Demîr ê ku tev li nav refên PKK'ê dibe li Bagokê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Sare Demîr natirse û berê xwe dide Bagokê û cenazeyê Nîhat tîne li Nisêbînê vedişêre. Piştî mirina Nihat cerdevan û leşker diavêjin ser gundê wan û gundê wan vala dikin. Vê carê jî lawê hêwiya wê Giyasettîn Demîr jî di sala 1998'an de dema ku ji Iraqê tê di noqteya leşkerî de tê kuştin û piştre li gel wesayita wî tê şewitandin. Li gel vê yekê dayika Sarê li gel hêwiya xwe Dayika Aştiyê Şirîn Demîr (75) ku wek ‘hevrêya min’ bi nav dikir, bi laçikên xwe yên spî dest bi tekoşînê dikin. Dayika Şirîn jî di sala 2020'an de weke dayika Sarê Demîr ku hê kujerên zarokên xwe neditîn jiyana xwe ji dest dide. 
 
Keça Sarê Demîr, Hatun Oguz û hevala wê Nebahat Acer derbarê têkoşîna wê de ji ajansa me re axivîn.
 
TÊKOŞÎNA 30 SALAN 
 
Keça Demîr a ku di heman demê de berdevka Dayikên Aştiyê ya Kerboranê ye Hatun Oguz (65), diyar kir ku jiyana dayika wê hemû bi zilma dewletê re derbas bû û wiha serpêhatiya dayika xwe vegot: "Diya min gundê Xaltîna girêdayî Hezexê ji dayîk bûye. Diya min bi biçûkatî tê zewicandin. Diya min di emrê xwe yê biçûk de 2 zarokên xwe bi nexweşiya sorikê ji dest dide. Di rojekî de her du zarokên wê dimirin. Ji 8 zarokên diya min em 2 xwîşk û 3 bira man. Birayê me yê mezin Îbrahîm di sala 1991'an de ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin. Beriya ku birayê min jiyana xwe ji dest bide jî diya min gelek ji têkoşîn dayinê dikir. Gelek mêvan pêşwazî kirin. Bi mêvanperweriya xwe dihat naskirin. Nanê xwe bi her kesekî re parve dikir. Dilê wê paqij bû. Ji însanan hez dikir. Piştî ku diya min zewicî, bavê min hêwî anî ser wê. Di sala 1991'an de dewletê 11 caran birayê min Îbrahîm binçav kir û li fermandariya Mêrdînê îşkence lê hat kirin. Carekî hatin diya min, bavê min, birayê min û xwîşka min binçav kirin. Xwîşka min û kurê wê yê yek mehî jî binçav kirin. Di binçavan de pirsa birayê min Îbrahîm ji diya min û wan kirin. Diya min ji vê gelek aciz dibe û destê xwe dide qirika leşker û dibêje, 'Ma Îbrahîm çi li we kiriye ku hûn bela xwe jê navekin?' Bavê min bi zorê wî leşkerî ji destê diya min de rizgar dike. Diya min û xwişka min piştî du rojan hatin berdan. Lê birayê min Îbrahîm û bavê min 24 rojan di binçavan de girtin û îşkenceyeke xedar li wan kirin. Birayê min Îbrahîm bernadin. Jê re dibêjin, 'Çeka te heye' Ew dibêje,'tune ye' piştre li helîkopterê siwar dikin û tînin gund. Leşker dibêjin, 'çeka wî li ku derê ye' lê bavê min dibêje tune ye. Ew roja ku Îbrahîm anîn simbêlên wî tune bûn. Hemû ji kokê rakiribûn. Piştî 25 rojan şûnde berdan. Lê piştre jî belaya xwe jê venekirin û wî jî dev ji doza xwe berneda."
 
'LI DIJÎ ŞER MERTALA ZINDÎ BÛ' 
 
Oguz,anî ziman ku dayika wê heta roja ku mirî jî pirsa kujerên zarokên xwe kirine û wiha domand:"Diya min yek carê jî ji wî re negot,'Dev ji dozê berde' keyfa diya min jî gelek ji dozê re dihat.Di wê salê de dema ku tê Hezexê şînê û vedigere ber bi malê digrin û bi îşkenceyê qetil dikin. Dema ku agahiya wendabûna wî ji diya min re tê diya min dibêje,'kuştin' Diya min û ew gundî de gelî bi gelî wî digerin. Piştre cenazeyê wî şikeftê de dibînin. Piştî ku cenazeyê wî anîn jî bi hezaran kes tevlî cenazeyê wî bûn. Li ser qetilkirina wî 2 sal derbas nebûn birayê min ê ditir Nihat li Bagokê di pêvçûnekî de jiyana xwe ji dest da.Piştre cerdevan û leşker hatin û ji me re gotin'Ji vir derkevin em ê gund bişewitinin' Diya min û bavê min çûn cenazeyê wî ji Bagokê anîn û li Nisebînê defin kirin. Piştre gundê me valakirin û şewitandin. Piştre birayê min Giyasettin ji Iraqê dihat.Di rêyê de nokteya leşkerî de hat kuştin û piştre jî li gel erebeyê şewitandin.Piştî evqas tiştan bavê min jî jiyana xwe ji dest da.Diya min cihekî nedisekinî. Ji bo ku kezaba dayikan neşewite li hemberî şer mertal bû.Dayika min li Bagokê,Kato dibû mertala zindî. Diya min tu xweşî nedit. Herdû gundan de jî derd kişand.Roja ku ber mirinê jî digirî digot,'Ez ê wan kesên ku zarokên min qetilkirin efû nekim' her tim kezeb şewitî bû.Li ku mirinek hebûya digirî.Dayika min hê ku nemirî çend meh beriya niha dewletê wêneyê Fatmayê anî û ji wê re got,'Keça te çûye çiya?' wê jî ji wan re got,'Hûn çawa dizanin ez jî wisa dizanim' emrê wê 95 bû,lê ew hatin keça wê pirs kirin. Diya min her tim ji bo wê keça xwe digirî.Her roj digot,'Xezala min biçûk bû çû û min saxî nedit' me hemûya hêza xwe ji diya min girt. Heta ku diya min mirî jî got,'Ez li vê dinyayê û li axretê ji wan kesên ku zarokên min qetil kirin dozdarim' 
 
HEVRÊTIYA HER DU DAYIKAN 
 
Oguz di berdewama axaftina xwe de, bi lêv kir ku her du dayikên wê ji bo ku kujerên zarokên xwe bibînin têdikoşin û got: "Nihat û Giyasettîn kurê diya min a Şirîn bûn. Dayika Şirîn jî gelek biryardar bû. Tu caran li dijî zilmê serê xwe netewand. Di nav Dayikên Aştiyê de cihê xwe girt. Li ku xebatek hebûya li wir bû. Piştî van herdû zarokên wê keça wê Fatmayê jî tev li PKK'ê bû. Dayika Şîrîn jî beriya ku kujerên zarokên xwe bibîne, bi kula dîtina zarokên xwe du sal berê jiyana xwe ji dest da. Li dijî şer û operasyonan dibû mertal. Têkoşîna dayikên me bandorek zêde li ser me kir. Em li ser şopa wan in û em îro dayikên aştiyê ne. Wan bi hev re li kujerên zarokên xwe pirsîn. Carna dema ku karê dayika min hebû û nikaribû tev li çalakiyan bibe, dayika me Şîrîn wêneyê Îbrahîm digirt û diçû. Biçûna ku bi hev re diçûn. Ji her du dayikên me re westandin tune bû. Li ku ciwanek jiyana xwe ji dest dida ew her du bi hev re diçûn. Hevrêyê hev bûn. Tenê wan herduyan ji derdê hev fêm dikir. Weke bi hezaran dayikên kurd dayika min jî beriya ku kujerên zarokên xwe bibîne, ji nav me bar kir.” 
 
WESIYETA WÊ 
 
Oguz da zanîn ku ew ê heta dawiyê li pey têkoşîna dayika xwe bimeşe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez îro hêza xwe ji her du dayikên xwe digirim. Me kuştin dît, mirin dit lê em naxwazin dayikên din bibînin. Em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin Êdî bes e bila xwîn nerije. Wesiyeta diya min ew bû ku dema bimire darbesta wê bi ala kesk, sor û zer bê xemilandin. .Gotibû, 'heke ez mirim konê şîna min û darbesta min bi ala kesk, sor û zer bixemîlinin'. Me ew daxwaza wê pêk neanî. Lê em di demek nêz de gora wê bi kesk, sor û zer bixemilînin.” 
 
'DI VÊ RÊYÊ DE HÎÇ NEWESTIYA'
 
Hevrêya Sarê Demîr, Dayika Aştiyê Nebahat Acar (60) ku di salên 1990'î de du birayê wê hatin qetikirin jî behsa tekoşîna hevala xwe kir û wiha axivî: “Ez bejna xwe li ber kesayeta wê û têkoşîna wê ditewînim. Dayika Sarê miroveke gelek hêja bû. Tevî ku extiyar bûbû jî lê xwe ji xebatan nedigirt. Em bi hev re diçûn hemû deran. Dayika Sarê kareke gelek pîroz dikir. Di vê rêyê de hîç nediwestiya. Ez çiqasî wê vebêjim jî têr nake. Ji Cizîrê heta Stenbolê em tev li hemû çalakiyên Dayikên Şemiyê dibûn. Digot, 'Heta ku ez kujerên zarokên xwe nebînim, ez nikarim rûnêm’. Dayika Sarê bi ked, têkoşîn û dilşewatiya xwe dihat nasîn. Ew ê zarokên lawê xwe Îbrahîm xwedî û mezin kirin. Daxwaza wê ew bû ku hesabê ji kujerên zarokên xwe bixwaze. Lê temenê wê têr nekir û ji nav me koç kir. Bi kul û derdê xwe çû ser dilovaniya xwe. Dewleta tirk kujerên zarokên wê eşkere nekirin. Em ê jî di rêça wê de bimeşin.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

15:33 ‘Sedsaleke din a ku Kurd winda bikin tune ye'
14:51 Abdullah Ocalan ji DEM Partiyê re got: Civakê bi rêxistin bikin
14:14 Bakirhan: Hedefa vê pêvajoyê demokrasî pisûla wê jî edalet e
13:23 Li Bestayê qirkirina daran didome
12:04 Li Ingilistanê bi kêran êriş hate kirin: Gelek kes birîndar bûn
11:22 Danişîna êrişa li dijî Evrenselê sibê ye: Em li edliyeyê benda her kesî ne
11:07 Li Meksîkayê di şewatê de 23 kes mirin
11:04 Sarisozen: Entegrasyona demokratîk, rêya xelasiyê ya Tirkiyeyê ye
10:36 Welatiyên Îzmîrê ‘kêmtirîn mûçe' şîrove kirin
10:07 Hejmara 140’an a kovara Jinê derket
10:01 Di her kevirekî wê de keda komunal heye: ZIWAN-KURD
09:53 Ferîde Eralp: Aştî meseleya jina ye, em mecbûr in nîqaş bikin
09:12 ‘Tekane aktorê ku karibe pêvajoyê birêve bibe Abdullah Ocalan e’
09:01 ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2025’AN
01/11/2025
16:42 Abdullah Ocalan: Divê rêxistina herêmî bê xurtkirin
16:35 Tehliyeya girtiyên nexweş Oztel û Avcî hat xwestin
15:53 Di ‘Nobeda Edaletê’ ya Cizîrê de banga têkoşîna hevpar
15:52 Li dijî erêkirina cezayê 7 rojnamevanan bertek: Ev êriş e li dijî azadiya çapemeniyê
15:20 'Riya aştiyê di Qada Galatasaray û Koşûyoluyê re derbas dibe'
14:38 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên li Kerboranê pirsîn
11:54 1’ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê hêvî da gelan
11:40 Hejmara Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jinê derket
11:10 Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
10:57 DFG’ê li dijî cezayê 7 rojnamevanan bertek nîşan da
10:49 QSD’ê li Reqayê operasyona ewlehiyê da destpêkirin
10:10 Cezayê li 7 rojnamevanan hatibû birîn hat erêkirin
09:19 Şandeya DEM Partiyê dê di 3'yê Mijdarê de biçe Îmraliyê
09:10 'Qers prototîpa jiyana bihevre ye'
09:06 Bang ji bo meş û mîtînga Kolnê: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2025’AN
31/10/2025
16:39 Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir
15:55 Li Amedê dê civîna ‘ber bi bajarên jinan ve’ bê lidarxistin
15:32 Kurtulmuş: Şertên herêmî û kûrewî aştiyê ferz dikin
13:51 Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide
13:37 Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
13:36 Ji girtîgehan ji bo Aykol name: Xeyala me tevan dîtina te ye
13:34 NY: Li Îranê piştî şer zext giran dibin
12:46 Li Îdirê bi beşdariya Bakirhan bi gel re civîn hat lidarxistin
12:44 KNK’ê ji bo tevlibûna meşa Kolnê bang kir
12:30 Li Sêrtê 2 kes hatin qetilkirin 3 kes jî hatin birîndarkirin
12:29 Dîroknasê Îtalî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:10 Di dibistanan de Kurdî weke zimanekî 'bêqîmet' fêrî zarokên Kurd dikin
11:19 Welatiyên Îzmîrê: Em li benda gavavêtina dewletê ne
11:18 Ayhan ê HPG’î: Em dixwazin siyaseta demokratîk li ser zemîneke azad bikin
09:48 Li gundê ku qet neçûyê ji ber 'ceyrana qaçax' 805 hezar TL ceza lê hatiye birîn
09:43 Rêveberiya qeyûm 2 meh in rêya 100 metreyî temam nekiriye
09:38 Ji nivîskara îranî evîna ji bo Kurdî
09:36 'Komîsyona Pêvajoyê' ya Baroya Amedê dê di bin 11 sernavan de bixebite
09:07 Bi salan e li ser rêya girtîgehan e: Bila qanûn bên derxistin û girtî bên berdan
09:04 Şêniyên taxê ji ber bêhna nexweş nerihet in: DSÎ xwe lê bêdengiyê datîne
09:02 Bi zarokên xwe re ruh didin şanoya pirpitokî ya bi Kurdî
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2025’AN
30/10/2025
21:30 Şandeya Îmraliyê: Em gihîştin fikreke hevpar
21:05 Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona keça min bişînin Portekîzê
20:21 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
18:43 Civîna komisyona meclisê bi dawî bû
17:59 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket: Em ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin
16:49 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:43 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:42 Kurtulmuş: Em ber bi amadekirina raporê ve diçin
14:27 Hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:34 Aksoyoglû: Hewceye Meclis li Enqereyê li Ocalan guhdarî bike
11:41 ‘Li dijî gavên hatine avêtin divê dewlet gavên zagonî biavêje’
11:14 ‘Hewceye dewlet verastkirinên zagonî bike’
10:51 Serokên partiyên Saadet, Gelecek û DEVA’yê yên Amedê: Divê dewlet demildest gav biavêje
10:39 Bakirhan: Divê bi zagonên veguhêz azadî û maf bên misogerkirin
10:07 Cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî hat betalkirin
10:05 Aktîvîst Zîlan Kemanger li Kamyaranê hate binçavkirin
09:35 Înîsyatîfa Yekitiyê: Heya yekitiya me çênebe em ê negihên tu statuyê
09:25 Koçeroglû yê OHD'î: Pêvajoyê tu bandoreke erênî li girtîgehan nekiriye
09:22 Danişîna doza hevşaredarên Akdenîzê sibê dê bê lidarxistin
09:20 Dayikan bang li Erdogan kirin: Gavan biavêjin
09:19 Koker: Komîsyon divê êdî pêşniyazên qanûnî berbiçav bike
09:13 Wan di bin betonê de dimîne: Nasname, xweza û bîra bajêr winda dibe
09:11 Îdareya girtîgehê wêneyê Ceylan Onkolê 'bifikar' hesiband
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2025'AN
08:33 Mûstafa Karasû: Dem dema gotinê, dema îcraatê ye
29/10/2025
18:08 KESK'ê xwest komîsyon ji bo KHK'iyan qanûnê amade bike
16:28 Saeta hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan diyar bû
15:49 Rojnameger Yildiz ê bi lêdanê hatibû binçavkirin serlêdana sûc kir
15:42 MSD’ê êrişa li ser rêya Şam-Siwêdayê şermezar kir
15:31 Seferberiya ji bo meşa Kolnê didome
15:30 Ayşe Gokkanê ji bo rojnamevan Aykol name şand
14:04 Rojnameger Kadrî Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
12:14 PM’a DEM Partiyê: Hewceye verastkirinên zagonî yên azadîxwaz bên kirin
11:34 Abdullah Ocalan: Du rêyên krîtîk li ber komarê hene, yên cidî dê bi ser kevin
10:31 Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin: 63 Filistînî hatin qetilkirin
10:14 Nûçeya me ya Rojîn Kabaîşê hat astengkirin
10:03 Ji partiyên sosyalîst û rêxistinan komxebata ‘pêvajoyê’
09:42 Akademîsyen Coşkûn: Divê hiqûqa veguhêz a li gor pêvajoyê esas bê girtin
09:33 'Tundiya li dijî jinê ji Stenbolê heya Wanê diguhere'
09:31 'Divê şert û mercên Abdullah Ocalan li gor ruhê pêvajoyê bin'
09:20 'Hê jî êriş li şînên Kurdan tên kirin'
09:15 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Gavneavêtina îktîdarê pêvajoyê dixtimîne
09:07 Tevî rapora 'jiyana wî di xetereyê de ye' jî nayê berdan: Ji 120 kîloyan daketiye 50 kîloyan
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2025’AN
28/10/2025
17:02 Şîna Eşref û Mûstafa Akyildiz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Rewşa rojnameger Aykol krîtîk e
16:04 Koma Amed: Em li vir vegeriyan roja ewil, me Evdilmelîk Şêxbekir hest kir
13:53 Fîlozofa feminîst Eva Kittay piştgirî da banga Abdullah Ocalan