Rapora Girtîgeha Îskenderûnê: Mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin

  • rojane
  • 15:50 17 Tebax 2022
  • |
img
HATAY - Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê rapora ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Îskenderûnê aşkere kir. ÎHD’ê diyar kir ku mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin û da zanîn ku ji ber xwarin ne baş in û bihayên kantînê bilind in girtî nikarin bitendurist xwarinê bixwin.
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê, rapora ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê diqewimin amadekiriye, aşkere kir. Parazvanên mafên mirovan û HDP’î tev li civîna ku li avahiya komeleyê hate lidarxistin bûn. Endama Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê parêzer Mehtap Sert, diyar kir ku wan hevdîtinên bi girtiyên siyasî û edlî yên li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dimînin kirine rapor û da zanîn ku li girtîgehê dermanan nadine girtiyên bi nexweşiyên kronîk û ji ber bijîşkên li revîrê bêyî nexweş bibînin dermanan dinivîsin pirsgirêkan dijîn. Sert, diyar kir ku girtî sewqî nexweşxaneyê nayên kirin, dema hatin kirin jî dermanên ku bijîşkên pispor nivîsandine nadin girtiyan.
 
‘BINPÊKIRINÊN MAFAN RÊZ KIRIN’
 
Parêzer Sert bi lêv kir ku bi girtiyên siyasî, edlî û LGBTÎ+ re hevdîtin kirine û da zanîn ku girtî bi tundiya fîzîksel, psikolojik û ekonomik re rûbirû mane. Sert, anî ziman ku zêdebûna bihayê kantînê, ligel pirsgirêka xwarinê ya demdirêj bûye sedem ku girtî zeîf bibin. Sert, bi lêv kir ku ji ber zêdebûna buhayên kantînê û guhertina buhayê kantînê û fatûrayên ceyranê nikarin xwe bigihînin xwarinên bingehîn û pirsgirêkên ku girtî dijîn rêz kirin.
 
‘TU MAFÊ WAN Ê CIVAKÎ NÎNE’
 
Sert, da zanîn ku di hevdîtinê de girtiyan gotiye nameya normal bi 5 lîreyan tê şandin û ji sedî 80 nagihin cihê xwe, APS 30 lîreyan tê şandin, bihayên kantînan her tim tên guhertin û ji serê girtî 100 lîre fatoreya ceyranê tê girtin. Sert destnîşan kir ku Serkan Dûrsûn bi sandalyeya biteker jiyana xwe didomîne û girtiyê bi navê Cebraîl Ancar ji tu mafên civakî sûdê nagire, rojnameyên yenî yaşam, evrensel û bîrgunê nadin wan, qawiş bi awayekî keyfî tê gerandin û tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin û mafê wan yê tedawiyê tê astengkirin.
 
DEMA DIRANÊN WÊ KIŞANDIN LAMA WÊ ŞIKEST
 
Sert, da zanîn ku girtiya LGBT+ ya bi navê Ş.Y. li odeyeke 4 kesan dimîne û wiha berdewam kir: “Tena serê xwe derdikeve cihê hewadarkirinê. Ji xebatên civakî sûdê nagire. Hatiye asta ku nikare li xwe binêre. Lingên wê birîn bûne. Nikare li ser piyan bisekin. Ji ber ku nikare biçe qata duyemîn hemû tiştên wê li qata yekemîn in. Tevî ku rapora wê ya divê di tîpa R de were razandin heye jî sewqa wê nayê kirin. Di nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê ya li dijî wê de tundiya psîkolojîk heye.” 
 
DERMAN NAYÊN DAYÎN
 
Sert, diyar kir ku girtiyê edlî V.T ji sedî 75 çavê wî yê rastê nabîne, dema ku divê ji ber pirsgirêka xwe ya xalxalkê ultrasonê bikişîne ew ranekirine nexweşxaneyê û tevî ku nexweşiya astimê pê re heye jî dermanê wî nehatine dayî. Sert, da zanîn ku girtiyê bi navê N.Û. di lîsteya girtiyên nexweş de ye û ji ber bi ÎHD’ê re hevdîtin kiriye sewqî psîkolog nehatiye kirin. 
 
Sert, diyar kir ku girtiyê LGBTÎ+ yê bi navê E.G ji aliyê dadgehê ve şandine Girtîgeha Psîkiyatriya Ewlehiya Bilind a Enqereyê û mehekê li wir maye û dermanên ku li vir dane girtiyê nexweş ji aliyê doktorê revîrê ve nehatine dayîn. 
 
 

Sernavên din

20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
12:18 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da
12:13 Li Cizîrê du Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
11:32 Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin
11:19 Rejîma Îranê herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike
10:43 Berhem Salih: Divê rê li ber êrişên Tirkiyê û Îranê bên girtin
10:37 Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê!
10:08 Li Girtîgeha Kayseriyê pêkutiya li ser girtiyan zêde dibe
09:40 AYM’ê derbarê desteserkirina nameya girtî de biryara ‘binpêkirinê’ da
09:15 Li Mêrsînê 28 kes hatin berdan
09:04 Bavê Hakan Arslan: Heke gelê me tev li Mîhrîcana Sûrê bibe wê ev carek din me bikuje
09:03 Malbatên girtiyên nexweş: Divê rojeva ewil a meclisê girtiyên nexweş be
09:02 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike'
09:00 ‘Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li ser ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin'
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/09/2022
23:36 Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû
23:30 Li Belûcîstanê 36 kes hatine kuştin
21:35 Odeya Bijîşkan a Enqereyê 'Xelata Çapemeniyê' da ajansa me
20:54 Li Nîgde û Amedê qetilkirina jinan
20:08 Biradost careke din hat bombebarankirin
19:21 'Em ê nehêlin hûn kiryarên Gulîstan Dokûyê biparêzin'
17:18 Li Gundikêmelê şahiya jinan
16:46 Doza Kobanê taloqî 3’yê cotmehê hat kirin
16:40 Jinên di girtîgehê de ji bo Jîna porê xwe birîn
15:59 Rûsyayê 4 herêmên Ûkraynayê ‘îlheq’ kir
15:54 Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim
15:54 Swêdê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakir
15:53 KCD, DBP û HDP’ê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir
15:27 Malbata Çelîk ku cerdevana lawê wan kuştibû: Bi vî cezayî kujeran parastin
14:42 Ji bo piştgiriya bi gelê Îranê re dê li 120 navendên cîhanê çalakî bên lidarxistin
14:39 Sancar: Guhertina îktidarê tenê têrê nake
14:31 Rejîma Îranê îşkence li zarokan kir ku di televîzyonê de bibêjin ‘hêzên derve em xapandin’
14:28 Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn
13:28 Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin
13:28 Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan
13:09 Îranê dîsa êrişî başûrê Kurdistanê kir
13:08 Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
12:18 Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin
12:07 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan
18:33 Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê
18:15 Dozger xwest ceza li rojnamevan Orûç û Muftuoglûyê bê birîn
17:53 Li Hezoyê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
17:49 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
17:42 Abdulhamît Balik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:35 Laçikên reş şewitandin û gotin 'em doza azadiyê dikin'
17:27 Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn hat berdan
16:53 Sînemagerên tirkiyeyî bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ piştgirî dan berxwedanê
16:37 Keyfxweşbûna siyasetmedaran a di Doza Kobanê de bi xweşiya polîsan neçû
15:53 Bersûcên doza îşkenceya li girtîgehê: Xwestin xwe bêsûc bikin
15:52 ‘Bila polîtîkaya zilmê ya li ser girtîgehan bi dawî bibe’
15:38 HRANA: Li Îranê hejmara kuştiyan zêde dibe
15:36 OHD: Divê dewlet ji bo jiyana girtiyan li berpirsyariya xwe rabe
15:07 Doza Şîmonî Dîrîl: Ewlehiya canê min nîne, naxwazim biaxivim
14:52 Malbatên girtiyan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:28 HDP’ê li Rihayê serdana esnafan kir
14:20 Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê dest bi rojiya mirinê kirin
14:18 Li dibistaneke Stenbolê cihêkariya navê kurdî li xwendekar tê kirin
14:09 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin