DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an

img
NAVENDA NÛÇEYAN - DFG'ê rapora binpêkirna mafê rojnamevanan a meha îlonê ragihand û di raporê de got ku rojnamevan ji ber xebatên pîşeyî rastî zext, êrişan, lêpirsînan, binçavkirinan hatine, 2 rojnamegerên din hatine girtin û hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an. 
 
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafê rojnamevanan û saziyên çapemeniyê ya meha tebaxê bi raya giştî re parve kir. DFG'ê di rapora xwe ya vê mehê de bal kişand zêdebûna zext û êrişên li ser rojnamevanan û li dijî van zextan banga têkoşîna bi hev re kir. 
 
Rapora DFG'ê wiha ye: 
 
“Em wek Komaleya Rojnamegerên Dicle Fırat ji roja avabûn û şûn ve me bi raporên xwe yên mehane û salane, êrişên bi ser çapamenî û azadiya ramanê re hatine kirin digirin bin qeydan. Bi amadekirina kar û xebatên raporê ji hêlek ve me kiryarên pêk hatin ji bo raya giştî aşkera kir û ji hêleke din ve jî li gel sazî û xebatkarên hempîşeyên xwe em li dijî van qedexe û binpêkirinan têkoşiyan. Me bi mebesta van êriş û binpêkirinên li dij rojnamegeran û azadiya raman pêk tên kêm bibin rapor amade kirin û hêj jî dikin. Sed mixabin di cihê kêm be de di her rapora ji nûve tê amadekirin de em neçar dibin ku van kiryarên bêyom ên zêdetir dibin di raporên nû de bi cih dikin. 
 
4 MALPER HATIN GIRTIN 114 NÛÇE HATIN QEDEXEKIRIN
 
Naveroka vê rapora me jî aşkera dike ku di vê meha borî de jî yek ser ji ber xebatên pîşeyî rojnameger rastî zext û êrişan, rastî lêpirsîn, bincavkirin û girtinê hatin. Ev desthilatdariya bi gavên xwe rojnamegeriyê diqedîne, nûçeyên ne li gor xwe, nûçeyên rexne dike, binpêkirinan aşkera dike jî biryara qedexeya xwe negihiştinê datine ser wan. Di meha borî de 4 malper hatin girtin. Biryara qedexeya xwe gihandinê danî ser 114 nûçeyan. 2 rojnamegerên din hatin girtin. Li Tirkiyê hêjmara rojnamegerên girtî derket 79’an.
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ ROJNAMEVANAN
 
Binpêkirinên di nav mehê de li dijî rojnamegeran hatin kirin raste-rast di qada şopandina nûçeyan de bûn. Taybet jî di çalekiyên civakiyê yên rastî êrişên polîsan hatin de li dijî rojnamegeran astengkirin, bikaranîna tundiyê, binçav kirin zêdetir bûn. Di kîte-kîtên raporê de ev hatibin bicihkirin jî balkişandina ser çend ji wan girîng e. 
 
*Nûçegîhanê Rojnameya BirGün İsmail Ari dema li navçeya Çekmekoy a Sitenbolê nobeta parkê dişopandin ji aliyê Alîkarê Midûrê Polîsan ê Çekmekoyê ve gef lê hat xwarin. Midurê polîsan ji bo Ari xebatên li ser xaka leşkerî pêk tên kişandin gef lê xwar û got “Tu bisekine derbarê te de gilî heye, ez ê te jî bigrim” 
 
*Nûçegihanê Rojnameya BirGün İsmail Ari yê nûçeya qirkirina darên Qişleyan Çekmekoyê kir nûçe û dixwestin li pêşiya heman Qişleyê daxuyaniya Alîkarê Serokê Berpirsê Giştiyê Parastina Mafê Xweza û Hawirdorê yê CHP’ê Ali Oztunç bişopîne rastî êrişa 15-20 kesên badîgartên taybet hat. 
 
*Rojnamegerên xwestin mudaxeleya polîsan ya li dijî meşa ciwanên ku piştî mitînga herêmê ya HDP’ê li Qada İstasyona Amedê pêk hat bikşînin rastî lêdana polîsan hatin. 
 
Ji ber ku siyaseta necezakirinê di meriyetê de ye her diçe dereceya van êrişan jî zêde dibe. Radeya êrişan li Wanê derket asta gefxwarina kuştinê ya li dij rojnamegeran. 
 
POLÎS GEFA KUŞTINÊ LI ROJNAMEVANAN XWAR
 
Di 1’ê Îlonê de li Wanê girseya gel piştî destpêkirnia mitînga Roja Aştiya Cîhanê û şûnve   polis li gel girseya gel rojnamegeran jî kir hedef û êriş bir ser wan. Polîs kişandina meşê asteng kir, nûçegihanek da ber derban û kamereyê şikand. Polîs bi vê êrişê jî têr nebû, di kêliyên rojnamegerên Jinnews û Ajansa Mezopotamyayê ku endamên komaleya me ne jî karên xwe yên pîşeyî dikirin gef li wan xwar û got “ez ê te bikujim û dê kes te nebine.” Polîs radeya gefxwarinê asteke din jî rakir û çek li rojnamegeran kişand. Bi vê kiryara xwe nişan dan ku gefa wî ne tenê gotine, aliyê xwe yê kuştina raste rast nişan da. 
 
ROJNAMEVAN HEDEF TÊN GIRTIN
 
Ji bo ku rayagiştî rast agahdar dikin rojnameger hedef tên girtin û bi kuştinê tên tehdîtkirin bi tu rengî ya qebûlkirinê nîn e. Em wek Komaleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê bang li derdorên berpirs dikin û dibêjin: “Derbarê xwediyê van kiryarên gefan û zextan de demildest lêpirsînên edlî û îdarî bê vekirin.
 
BANGA TÊKOŞÎNA BI HEV RE
 
Heta ku li dij rojnameger û rojnamegiriyê êriş û binpêkirin bi dawî nebin, heta ku hemû hevpîşeyên me serbest neyên berdan emê têkoşîna xwe ya li ser mijarê bê navber gurtir bikin. Banga me ji bo hemû rojnameger û saziyên rojnamegeriyê jî ew e ku ji bo ji vê rewşê re bêjin na werin em mil bi mil li gel hev li dijî vê têbikoşin.”
 

Sernavên din

10/09/2022
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê