NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Parastin û Piştevaniya Bajar a Amedê bi boneya 1’ê Îlonê li Qada Şêx Seîd daxuyanî da û xwest di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de biisrar û wêrek bin.
Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Platforma Parastin û Piştevaniya Bajar a Amedê, bi boneya 1’ê Îlonê li Qada Şêx Seîd daxuyanî da. Nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bariş ne lutif e lê mafekî însanî ye” hate hilgirtin.
Hevberdevka Platformê Yildiz Ok Orak metna daxuyaniyê xwend û got: “Weke civakeke ku wêranî û êşa şer, pevçûn û tundiyê pir zêde jiyayî, em baş bi girîngiya aştiyê dizanin.” Yildiz Ok Orak, diyar kir ku nêzikatiyên ewlehiyê li şûna meseleya Kurd çareser bike, girantir kiriye.
Yildiz Ok Orak, bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pêkiribû û got: “PKK’ê, di 11’ê Tîrmehê de bi şewitandina çekan re micidahî û îradeya xwe ya aştiyê bi awayekî herî şênber nîşan da. Gavên divê îro bên avêtin, hewceye şefaf bin û di pêvajoyê de jî biisrar in. Nexwe dê kesên di nava sabotekirin û çalakiyên provakatîf de, li dijî gel dê bi berpirsyartiyeke giran a dîrokî û civakî re rû bi rû bimînin.”
Di berdewamê de Yildiz Ok Orak zimanê medyayê rexne kir û wiha pê de çû: “Bi taybet jî pergala medyaya ya heyî, ji bo pêvajoya aştiyê bitendurist bidome, veguheriye pirsgirêkekê. Li şûna aştiyê biparêzin, di weşanên xwe de polîtîkayên rageşiyê diparêzin û hewl didin dijberiya civakê zêde bikin. Lê divê medya ji bo pêvajo bêhtir civakî bibe, zimanê piranîparêz û aqilêselîm pêş bixe. Di vê mijarê de berpirsyartiyeke girîng e ku medya bi wêrektir û bi weşangeriyeke baş tevbigere. Her wiha divê astengkirina axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê ya li komîsyonê jî cihê fikaran e. Zimanekî populîst, cihêkar û dijberiyê zêde dike, zirareke mezin dide pêvajoyê. Pêdiviya civakê bi zimaneke li dora edalet, wekhevî, ewlehî û pêşerojeke hevpar hatiye sazkirin e.”
Yildiz Ok Orakê, da zanîn ku weke Platformê di meha Çileyê de li Enqereyê bi partiyên siyasî yên komên wan li Meclisê hene re hevdîtin kirine û ev daxwaz jê kirine:
"
* Em piştgirî didin pêvajoya ku divê pirsgirêka Kurd bi diyalogê ve were çareserkirin û dê pêvajoyê bişopînin.
* Dîvê pêvajo ji metirsiyên hilbijaritinê dûr, li ser bingeha mafên mirovan ên gerdûnî were meşandin.
* Ji bo astengiyên derkevin holê bi wêrekî û biryardarî pêvajo were pêşwazîkirin.
* Metna qanûnê ya ku rê li ber tayînkirina qeyûm vedike were betalkirin.
* Astengiyên li pêşiya perwerdeya zimanê zikmakî û di qada cemawerî de parvekirinê asteng dike werin rakirin, qanûnên pêwîst werin amadekirin.
* Pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn a sivîl were destpêkirin.
* Gotin û nêzîkatiyên ku mafên Kurdên li Sûriyeyê qebûl dikin werin pêşxistin.
* Biryarên ku Dadgaha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHM) werin pêkanîn.
Yildiz Ok Orakê, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêya bêhtir watedarkirina 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ew e ku em bêhtir xwedî li aştiyeke birûmet derkevin.”
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.
MÊRDÎN
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Mirov bi mafên xwe mirov e” hate hilgirtin. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Halîme Tunç Dag di daxuyaniyê de got ku ji ber şerê li cîhanê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest didin, mafê jiyanê tê binpêkirin. Halîme Tunç Dag bi domdarî ji bo êriş û ambargoya li ser Filistînê jî got “Nayê qebûlkirin.”
Halîme Tunç Dagê da zanîn ku banga dîrokî ya 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan hêviya aştiyê ya parastvanên mafên mirovan zêde kiriye û got: “Piştî vê bangê, divê hikûmet gavên yasayî biavêje. Astengkirina Kurdî ya li komîsyonê jî kêmasiyeke girîng e. Her wiha divê komîsyon li hemû aliyên şer guhdarî bike.”