DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin

img
AMED - Jinên ku di pêşengtiya DAKAP'ê de li Amedê girtina parlamentera Amedê Semra Guzel şermezar kirin, diyar kirin ku sûcên li dijî Semra Guzel hatin kirin, erişeke li dijî vîna jinan û gelê Amedê ye û gotin: “Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin.”
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) girtina Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel  li Parka Rojava ya navçeya Peyasê ya Amedê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Hevserokên HDP'ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyad Ceylan, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Amedê Hayrettin Altûn, nûnerên sazî û dezgehên civakî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê pankarta ku li ser "Semra Guzel vîna gel e, hûn nikarin serê me bitewînin" dinivîsî hilgirtin. 
 
Daxuyanî berdevka DAKAP'ê Kiymet Yildiz xwend. Yildiz, anî ziman ku azadiya Semra Guzel ku ji aliyê desthilatê ve hedef hatiye girtin, bi komployekê hatiye desteserkirin û wiha got: “Yên ku her carê bi feraseteke nû yên êriş û kînê nêzî jinan dibin; ev polîtîkayên ku dixwazin vê krîza piralî ya ku tê jiyîn veşêrin, wekî duh dê îro jî neyên meşandin. Kesên ku di her cure gendelî û diziyê de ne, li vî welatî destên xwe dihejînin û sûcê xwe didomînin. Yên ku parlamentera me Semra dikin hedef, li ser çaresernebûna pirsgirêka kurd israr dikin. Êşa ku gelê kurd û jin dijîn tune tê hesibandin.”
 
‘EV ÊRIŞ LI DIJÎ VÎNA JINÊ YE’
 
Yildiz destnîşan kir ku Semra Guzel bi awayekî derqanûnî hatiye binçavkirin û medyaya alîgir carek bi nûçeyên derew dijminatiya xwe ya li hemberî jinan da nîşandan û wiha domand: “Ev êrîşa ku li dijî vîna jinê ye, nekarîne tehemûlê dîtina jinan di nava siyasetê de bikin. Li ser medyaya civakî û qenalên nûçeyan dîmenên rêhevala me Semra Guzel ku duh hat binçavkirin û birin edliyeyê hatin parvekirin, di dîmenan de sûcên îşkence, muameleya xerab û heqaretê hebûn. Aşkere ye ku siyaseta çewisandin û tirsandinê ya li dijî siyasetmedarên jin û bi taybet jinên têkoşer ên kurd her tim li ber çavan e. Bê şik ev rêbaz di her qada giştî, siyasî û takekesî de; Weke ronîkirina zexta li ser jinê, têkoşîna jinê, demokrasî û mafên mirovan tê xwestin ku têkoşîna jinê jî bê derbkirin û tirsandin. Ji bo hemû jinên ku ji berê heta niha li dijî pergala serdest a mêr bi israr têdikoşin; ji aliyê rayedarên dewletê ve bi taybetî li ser jinên kurd zext, îşkence û muameleya xerab heye. Em serdestiya sîstematîzekirina mêtingeriyê; ji mûameleya li Semra Guzelê hat kirin, em ji Aysel Tûglûk, Sevîl Rojbîn Çetîn, Ayşe Gokhan, Leyla Guven, gelek jinên kedkar û hevşaredarên hilbijartî yên ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin nas dikin. Sûcên li dijî Semra Guzel hatin kirin, êrişeke li dijî vîna jinan û gelê Amedê ye. Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin.”
 
‘AKP-MHP LI SER DIJIMINATIYA KURDAN DESTHILATDARIYA XWE DIDOMÎNE’
 
Piştî daxuyaniye Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî. Başaran, anî ziman ku desthilata AKP-MHP'ê demeke direjê desthilatdariya xwe li ser dijminatiya gelê kurd û jinan didomîne û got ku desthilata AKP'ê di sala 2015’an de dev ji çareseriya pirsgireka kurd berda û vegeriyan polîtikayên dewletê yên tunehesibandinê ku bi salanê li ser gelê kurd hatiyê ferzkirin. Başaran, destnîşan kir ku ew politika her tim têk çûn û wê têk biçin. Başaran, bi lêv kir ku piştî 2015’an desthilatdariya AKP'ê bi polîtkayên qeyyuman dest danîn ser şaredariyan û wiha got: “Ew polîtikayên AKP'ê bi rehin girtina hevalên me û talan kirina bajaran berdewam dike. Ji wê salê heta niha li Amedê 2 caran qeyyûm tayînî şaredariyên me kirin. Şeredariyên me 2 caran ji aliye desthilatdariya AKP'ê ve hat dagirkirin. Parlamenteriya gelek hevalên me rakirin û niha jî di girtîgehan de rehîn girtine. Girtina Semra Guzel jî giredayî wan polîtikayan e.”
 
‘HEKÊ HÛN SÛC DIGERIN BIÇIN EYNIKÊ BINÊRIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Başaran bi bîr xist ku wêneyên Semra Guzel di pêvajoya çareseriye de hatine kişandin û wiha pê dê çû: “Di pêvajoya çareseriye de çapemeniya AKP'ê jî diçû wan deran. Lê niha heman çapemenî li ser wan wêneyan kampanyayêk lîncê daye destpêkirin û piştî kampanyaya lînce di meclise de dest danîn ser parlamenteriya hevala me. Duh jî dema parlamentera me hat girtin jî ew politika bi avayekî şenber hat xuya kirin. Lê çawa ku hevala me Semra Guzel serî netewand em jî hemberî wan polîtikayan serî netewînin. Wêzîrê karê sûc bi hemû kesen ku dizî, tecavuz, ketlîam kirine re wêne kişandiye. Lê tevî vê yekê jî ew derketiye hevala me sûcdar dike. Heke yekî ku bê darizandin hebe ew jî wezîrê karê sûc e. Lê qet şerim nakin û partiya me dikin hedef. Em ji vir ji wan re dibêjin, hekê hûn sûc digerin, têkçûyinê digerin biçin eynikê binerin.”
 
‘SEMRA GUZEL VÎNA VÎ GELÎ YE’
 
Başaran di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilatdariya AKP'ê li ser dijminatiya kurdan dixwazê desthilatdariya xwe dirêj bike û axaftina xwe wiha qedand: “Semra Guzel vîna bi milyonan mirovan e. Tiştekî ku hevala me jê şerm bike tune ye. Bi hezaran wêneyên dijminatiya kurdan heye. Yek, jî wêneyê bavê ku wê rojê li Amedê hestiyê lawê wî di poşetikî de dan wî ye. Ew e wêneyê dijminatiya kurdan. Ayşe Gokkan ji ber tekoşîna jinan dida 30 sal ceza lê hat birîn. Ew e dijminatiya jinan û kurdan. Her wiha Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş ku tevî nexweşiyê di girtîgehê de ragirtine. Wekî ku hevala me Semra Guzel jî digot ‘Wan dixwest serê min bitewînin lê min serî netewand.’ Em jî serî natewînin û tekoşîna me wê bidomê. Semra Guzel vîna vî gelî ye.”
 
 

Sernavên din

10/09/2022
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê