Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye

img
STENBOL - Parlamentera HDP’ê Semra Guzel a ku diyar kir ku ji dema Seyît Riza heta niha hewl tê dayîn ku serê gelê kurd bê tewandin û têkildarî girtin û rakirina parêzbendiya xwe wiha axivî: “Muxalefet jî parçeyek ji vî karî ye.”
 
Piştî ku wêneyên parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel û endamê PKK’ê Volkan Bora yên di pêvajoya bi navê 'çareserîyê' de ji medyaya hewzê re hatin servîskirin û bû hedef, di 1’ê Adarê de bi dengên hevpar ên AKP’ê, MHP’ê, CHP’ê û ÎYÎ Partiyê parêzbendiya wê hat rakirin. 
 
Dû re Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Guzel a parêzbendiya wê hate rakirin de lêpirsîn da destpêkirin. Guzel a derbarê wê de biryara binçavkirinê hatibû dayîn di 2’yê îlonê de li Stenbolê hate binçavkirin. 
 
Guzel a birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê, dema di 3’yê îlonê de birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê polîsan bi paş ve kelemçekirinê tundî lê kir û hewl da “serê wê bitewînin”. Lê Guzel a tevî van hewldanan jî serê xwe netewand, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li dadgeha ku birinê bi heman îdiayê hate girtin.
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, têkildarî girtina xwe pirsên Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) bersivandin. 
 
DI WÊNEYAN DE SÛC NÎNE
 
Guzel, da zanîn ku wêneyên ku pê hedef hate girtin di sala 2014’an de hatine kişandin û cendermeyan ev wêne di sala 2017’an de dîtine û bal kişand ku 5 sal bûn wêne ne bi nûçeyan ne jî bi tiştekî din nehatibûn rojevê. Guzel, bi bîr xist ku wêne di 9’ê çileyê de ji aliyê medyaya hewzê ve hatin servîskirin, dû re kampanyaya linçe hate destpêkirin û got: “Di wêneyên ku wan sûc dîtin de tu sûc tune bû. Wêne di pêvajoya çareseriyê de hatine kişandin û ji bilî têkiliya nêzbûnê ya di navbera her du kesan de tiştekî din nahewîne. Lê wan hewl da ku wesfa ‘endamtiya rêxistinê’ li wêneyan bar bikin.”
Guzel, bi lêv kir ku di heman serdemê de bi hezaran kes çûne herêmê û bi xizmên xwe re wêne kişandine, rojnamevanan kincên bi heman rengî li xwe kirine û hevpeyvîn kirine û wiha berdewam kir: “Derbarê kesê de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Ez wê demê ne wekîl bûm, ez ne endama partîyê jî bûm. Kesên ku di çarçoveya dosyeya tê qalkirin de hatin darizandin jî hebûn. Hemû agahiyên min di dosyayê de bûn û cihê min diyar bû. Tevî vê yekê jî piştî 5 salan navê min kete rojevê. Sedema vê yekê jî ew bû ku AKP’ê dest li hilbijartinê werda û hewl da malzemeyên hilbijartinê di vî alî de berhev bike. Di vê pêvajoyê de li ser pêvajoya çareseriyê êrîşên li ser gelê kurd dest pê kirin. Ev dîmen li doza girtina partiyê zêde kirin û hewl dan hincetên pûç ên girtina partiyê li gorî xwe hilberînin.”
 
‘PÊVAJO NE LI GORÎ HIQÛQÊ YE’
 
Guzel, destnîşan kir ku rakirina parêzbendiya wê ne li gorî hiqûqê bû û wiha lê zêde kir: “Di vê pêvajoyê de berî her tiştî divê parastina wekîl bê girtin û piştre biryar bê dayîn. Lê belê rewş ne bi vî rengî bû. Wan dîyar kir ku berîya ku parastina min were girtin divê parêzbendîya min were rakirin. Serokê Komîsyona Hevpar ê wê demê Bekîr Bozdag bû. Di wan rojan de derket û ji bo min got, 'divê parêzbendiya wê bê rakirin'. Pişt re bû Wezîrê Dadê. Dema mirov li rewşa vî kesê li serê mekanîzmaya ku min darizîne binêrin, em ê ji edaletê çi hêvî bikin?”
 
‘MUXALEFET BERPIRSYAR E’
 
Guzel, bi bîr xist ku CHP’ê û Îyî Partiyê jî têkidlarî rakirina parêzbendiya wê deng dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di encamê de înfazeke bê daraz pêk hat. Belê desthilat û hevkara wê ji xwe esas hêmanên ku ev pêvajo bi rêve dibirin bû. Lê divê destnîşan bikim ku muxalefet jî perçeyek ji vî karî bû. Her roj derdikevin ser dikê û weke soza hilbijartinê qala vegera li sîstema parlamenteriyê dikin. Qesta wan a ji vê sîstemê çî ye? Muxalefeta ku her roj hikumet û sîstema hiqûqê rexne dike, parlamenterek, endameke parlamentoyê, teslîmî sîstema yasayî ku baweriya wê jî pê nayê kir. Ev rewş di heman demê de perspektîfa muxalefetê ya li ser pirsgirêka kurd û sîstema parlamenteriyê jî nîşan dide.”
 
ÎDIA DEREWANDIN
 
Guzel, bal kişand ku agahiyên di nûçeyên di medyaya nêzî hikûmetê de cih digirin ne rast in, perûk li serê xwe nekiriye û li sînorê Edîrneyê nehatiye girtin û got: “Berçavkên ku li ber çavên min berçavka min a hejmarî ku rojane bikartînim bû. Dîsa îdîayên mîna nûçeyên ku min li Edîrneyê hewl da ji sînor derbas bibim, îfadeyên bêbingeh û derew in. Eger min hewl bida birevim, min ê di nava 9 mehan de karîbûya welêt biterikînim. Ez na fikirim ku min sûc kiriye, ji ber vê yekê niyeta min a revê tune ye.”
 
DIVÊ DERBARÊ VÎ BIJÎŞKÎ DE GILÎ BÊ KIRIN
 
Guzel a ku diyar kir ku dema hatiye binçavkirin hewl hatiye dayîn ji aliyê polîsan ve serê wê bê tewandin û anî ziman ku ew rastî kelemçeya bi paş ve û tundiya hatiye. Guzel, da zanîn ku dema ji bo mûayeneyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşa, dema mûayeneyê de kelemçeya bi paş ve xistibûne destê wê nehate vekirin û wiha domand: “Tevî ku min rewş ji bijîşk re got jî, bijîşk paşguh kir. Her wiha tevî min jê re got di stû, çermê ser û zendên min brîndar bûne jî mûyane nekirim. Weke bijîşkekê min Protokola Stenbolê jî anî bîra wî. Ji min re got ‘Ew li vir derbas nabe’. Ji ber vê yekê ez bi rêya çapemeniyê giliyê wî dikim. Ji Odeya Bijîşkan re bang dikim, dixwazim derbarê vî bijîşkî de lêpirsîn bê destpêkirin.”
 
DÎMENÊN ÎKRAMKIRINÊ YÊN SOYLÛ
 
Guzel, diyar kir ku li ser daxwaza Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ew dîmen hatine serwîskirin û wiha pê de çû: “Di pêvajoya ez ji miduriyeta polîsan birim edliyeyê de, ji bo ji polîtîkayên xwe re malzemeyan çêbikin, bi îkramkirina Wezîrê Karên Hundir hin dîmen kişandin û servîsê çapemeniyê kirin.”
 
‘MIN SERÊ XWE NETEWAND’
 
Guzel, têkildarî tewandina serê xwe jî ev tişt gotin: “Tişta ku dixwestin bikin ne tenê tewandina serê min bû. Esas ji Seyît Riza û vir ve hewl tê dayîn ku serê gelê kurd bitewînin. Xwestin serê jinan bitewînin. Weke nûnereke kurdan û jinekê min nikaribû serê xwe bidim tewandin û min netewand.”
 
Guzel da zanîn ku di pêvajoya îfadedayînê de ji xeynî wan pirsên bûn mijara darizandinê hin pirsên din ji wê hatine pirsîn û wiha got: “Hin ji van pirsan derbarê parlamenterên din de bûn. Di pirsên li ser parlamenterên ku parêzbendiya wan nehatiye rakirin û her du dozên mijara darizandinê ne hiqûqî ne.” 
 
‘KURD WÊ SERÎ NETEWÎNIN’
 
Guzel, destnîşan kir ku pirsgirêka kurd dikare encax bi diyalogê were çareserkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku aştî pêk were em ê têkoşînê bidomînin. Gelê kurd wê serî netewîne. Ez dixwazim bang li baroyan, komeleyên mafên mirovan, saziyên jinan û odeyên bijîşkan bikim; berteka xwe nîşan bidin û bibin şopdarê vê bihiqûqiyê.”
 

Sernavên din

10/09/2022
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê