Malbatên girtiyan ji Sîncanê bang kirin: Bêhiqûqiyan bi dawî bikin

img
ENQERE - Malbatên girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin, li pêş Girtîgeha Sîncanê wiha band kirin: “Van bêhiqûqiyan bi dawî bikin.”
 
Malbatên girtiyên ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin û înfazên wan hatine şewitandin xwestin li pêş Kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyê bidin. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (MYK) Nûray Çevîrmen û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ku xwestin biçin girtîgehê, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Di navbera polîs û parêzerên ku li bendê bûn malbat ji hevdîtinê derkevin de nîqaş derket. Polîsên ku îdia kirin ku daxuyaniya li pêş girtîgehê qedexe ye, mudaxileyê parêzerên ku bertek nîşanî wan dan. 
 
CILÊN PARÊZER ÇIRANDIN
 
Yek ji parêzeran Alî Bozan ê bi lêv kir ku ne qedexeye di qada vekirî de daxuyanî bê dayîn, rastî heqaretên zayendparêz ên polîsan hat. Li ser vê yekê parêzeran bertek nîşanî polîsan dan, polîsan ve carê êrişî parêzeran kir û cilên parêzer Alî Bozan çirand. 
 
BAV OYNAŞ: KEÇA MIN BI AWAYEKÎ BÊHIQÛQÎ TÊ RAGIRTIN
 
Li dijî gengeşiya qewimî, bavê rojnamevan Dîlan Oynaş a li Girtîgeha Sîncanê tê ragirin û înfaza wê hate şewitandin, Vahap Oynaş bi van gotinan bertek nîşanî polîsan dan: “Êdî bes e, tevî ku cezayê keça min xelas bûye jî bi awayekî bêhiqûqî di hundir de tê ragirtin. Ez ê li vir tenê daxuyaniyekê bidim.”
 
ÇIMA NAYÊN BERDAN?
 
Xwişka Jiyan Ateş a tevî cezayê wê xelas bûye jî nayê berdan, Pinar Ataş a di daxuyaniya piştî gengeşiyê de axivî, pirsa “Tevî ku cezayê xwişka min û girtiyên din xelas bûye jî çima nayên berdan?” kir û wiha bang li Wezareta Dadê kir: “Ev qas bêhiqûqî ji ku tê. 9 jin belasebep tên girtin.”
 
BANG LI PARTIYÊN SIYASÎ KIRIN
 
Dû re bavê rojnameger Dîlan Oynaş ku di 26 'ê Nîsanê de berdana wê ya bi şert hat qebûlkirin lê ji aliyê Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Sîncanê ve berdana wê hate astengkirin, Vahap Oynaş diyar kir ku keça wî ji sala 2016’an ve girtî ye û berdana wê hatiye astengkirin. Bav Oynaş, bi lêv kir ku di meha Tîrmehê de careke din înfaza keça wê hatiye şewitandin û ev pirs ji Wezareta Dadê pirsî: “Komîsyonên li girtîgehan hatin avakirin, di encama înisiyatîfa we hatine avakirin, an înisiyatîfa rêveberiya girtîgehê bi xwe ye?” Bav Oynaş, bang li hemû partiyên siyasî yên di meclîsê de ne kir û xwest ev bihiqûqî demildest bi dawî bibe.
 
COTSTANDARTÎ TÊ SEPANDIN
 
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz bi lêv kir ku piştî “qanûna înfazê” ya di sala 2021’an de ji Meclisê derbas bû anîbûn ziman ku dê bi bêhiqûqiyan re rûbirû bimînin û got: “Girtî rastî cot standartiyê tên û lijneya çavdêriyê ya rêveberiya girtîgehê cihê dadgehan digire û azadiya wan sînordar dike. Îro hikûmeta AKP'ê ji bo ku hê zêdetir girtî di girtîgehan de bimînin li hundirê girtîgehê girtîgehek ava kiriye. Ji girtiyên ku bi gefên înfazê re rû bi rû ne, tê xwestin ku serî li ber vê bêhiqûqiyê bitewînin.
 
NAVÊN KESÊN KU ÎNFAZA WAN HATIN ŞEWITANDIN RÊZ KIRIN
 
Kaçmaz navên Hanİm Yildirim, Rojdan Erez, Jiyan Ateş, Dîlan Oynaş, Sedef Demîr, Berrîn Sarİ, Mukkades Kubîlay, Zeynep Bîngol û Sabîte Ekîcî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê înfazên wan hatin şewitandin rêz kirin.
 
Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekgoz jî bang kir ku bêhiqûqiyên di bin banê şewitandina înfazê de tên kirin bên bidawîkirin. 
 

Sernavên din

10/09/2022
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê