Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû

  • jin
  • 09:06 6 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku hewldana "sertewandinê" û pêkanîna kelemçekirina ji paş de ên li hemberî Semra Guzelê hatin kirin, wêneyê rejîma Tirkiyeyê ye.
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel di 2’yê Îlonê de li Stenbolê hatibû binçavkirin. Dema ku polîsan Guzelê ji Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê birin Edliyeya Stenbolê destên wê ji paş de kelemçe kiribûn û hewl dabûn "serê wê bitewînin". Guzel, di 3'yê Îlonê de bi îdiaya "endamtiya rêxistin" hatibû girtin. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran hewldana "sertewandinê" û belavkirina dîmenên wê kêliyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin. Başaran destnîşan kir ku tiştên ku qewimîne ne tesadufî ne û got, hedefgirtina Guzelê û muameleya xerab a li hemberî wê berdewamiya polîtîkaya desthilatê ya ku li hemberû kesên li dijî wê têdikoşin. 
 
Başaran destnîşan kir ku hedefnîşandana Guzelê wiha şîrove kir: "Divê em vê yekê wekî parçeyeka siyaseta ku hewl dide di şexsê jinên kurd de bi têkoşîna azadiyê ya gelê kurd paş de gav bide avêtin." Başaran got: "Em dibînin ku her cara ku Suleyman Soylû devê xwe vedike partiya me, siyaseta kurd û di serî de jî jinan dike hedef. Plana wî ew e ku bi vî awayî bi ser bikeve. A rast hedefgirtina hevala me Semra Guzelê jî parçeyeke vê siyasetm ye." 
 
‘PÊVAJO BI DEREWAN HAT BIRÊVEBIRIN'
 
Başaran bibîr xist ku gendelî û têkiliyên çete-mafyayê yên ku desthilat û kadroyên wê di nav wan de ne, her roj derdikevin holê û got: “Dema kesên ku sûc kirine tên lêpirsînkirin, em dibînin ku têkiliya wan bi Wezîrê Karên Navxweyî re heye. Ji bo ser van sûcên xwe û têkiliyên xwe yên bi rêxistinên sûcan re binixumînin, radibin dijminatiya li hemberî kurdan û jinan berbiçav dikin û hewl didin bi vî awayî li ser pêyan bimînin. Pêvajoyên Semra Guzelê jî tam bi vî rengî hatin meşandin. Suleyman Soylû ewil ew hedef nîşan da. Paşê pêvajoyek hat destpêkirin. Binçavkirina wê, awayê serwîskirina binçavkirin awê, zimanê jehrî yê Suleyman Soylû vê pêvajoyê gurtir kirin. Bi derew û manîpulasyonên cur bi cur serwîsî çapemeniyê hat kirin. Gotin perûk xistiye serê xwe, pasaporta sixte pêre bûye... Pêvajo bi van derewan hat birêvebirin." 
 
TÊKOŞÎNEKE MAFDAR
 
Başaran têkildarî belavkirina dîmenê ku dema polîsan hewl da serê Guzelê bitewînin got: “Li Wanê jî heman tişt anîbûn serê hevaleke me ya jin, di dema binçavkirinê de. Di sala 2016'an de jî dema ku parêzbendî hatibû betakirin hemn dîmen hatibûn serwîskirin. Bi sirara hewl dan serê Guzelê bitewînin. Berbelavkirina wan dîmenan jî ne tesadufî bû. Bi vê xwestin peyamekê bidin kurdan û jinan. Wekî ku 'em sûc dikin' wiha didin der. Yên ku sûc dikin ew in ku her roj wêneyên wan bi rêxistinên sûcan re dertên. Her roj tê weşandin ku bê parlementer, wezîrên AKP'ê û şêwirmendên serokkomar di nava gendeliyeke çawa de ne. Lê ne Semra Gûzelê ne jî hevalên me yên beriya wê serî netewandin. Em têkoşîneke mafdar dimeşînin. Em ji bo azadî û wekheviya jinan, kurdan û kesên kêmendam têdikoşin.”
 
‘NIKARIN BI PAŞ DE GAV BIDIN AVÊTIN'
 
Başaran anî ziman ku AKP û kadroyên wê teqez dê hesabê sûc û bêhiqûqîtiyên dikin bidin û got: "Îro dibe ku Wezîrê Karên Navxweyî bi hêza di dest xwe de û bi pozîsyona xwe gotinên wisa payebilind bike, lê helbet dê kirasê wan ê parêzbendiyê ne heta heta be. Bê guman dê ew pêvajo bên ku yên li bara hiqûqê hesab bidin. Dê ji ber hemû sûcên xwe li bara hiqûqê û civakê hesab bidin. Bi vê rêvebiriya xwe û bêhiqûqîtiyên xwe û polîtîkayên xwe yên lîncê bi gelê kurd û jinên kurd paş de gav nedan avêtin û dê nedin jî." 
 
‘WÊNEYÊ REJÎMA FAŞÎST BÛ'
 
Başaran got: "Divê kes vê pêkanînê wekî li hemberî kurdan û HDP'iyan tê kirin nenirxîne. Ev wêneyê rejîmê bû. Maumeleya li hemberî parlementereke hatiye hilbijartin û bi deh hezaran deng girtiye, li ser hemû demokrasiya Tirkiyeyê jî lekeyek reş e. Îtibara meclîsê, vîna gel û azadî hatin binpêkirin. Divê muxalefet vê meseleyê bi vî awayî binirxîne. Ev durûtî li holê ye, kesên di muzakereyan de behsa rûmeta Meclîsê dikin, li hemberî binçavkirina endemeke xwe û îşkencekirin wê bêdeng dimînin. Ev jî wêneyê wan ê durûtiyê ye. Divê hemû beşên civakî xwedî helwbesteke zelal bin li hemberî vê. Ev bêhedî ye. Rizandineke ku bi gotinan nayê vegotin. Divê refleksa hevbeş di asteke bilindtir be."
 
MA / Berîvan Altan
 
 
 
 

Sernavên din

10/09/2022
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê