KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - KNK, xwest êrişa li herêma Xelîfane li dijî komeke endamên HPG'ê hate kirin bê lêkolînkirin û birîndar bên radestkirin. 
 
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser êrîşa 5'ê îlonê li herêma Xelîfanê li dijî komeke endamên HPG'ê hate kirin, daxuyaniyek da. KNK'ê da zanîn ku di encama êrişa SÎHA'yan de 3 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane 2 jê birîndar bûne û wiha got: "Li herêmeke ku derveyî herêma şer e, şevek tarî ku gerîla dimeşiyan û diçûn, vê demê de balafirên bêmirov çawa dikarin wana tesbît bikin? Kê ev îstîxbarat da dewleta Tirk. Hêzên PDK'ê li wê derê çi dikin? Her wiha gundiyên nêzîkî cihê bûyerê dibêjin dema hêzên PDK'ê çûne cihê bûyerê, dengê çekan jî hatiye. Ev hemî cihê pirsê ne."
 
KNK'ê bi bîr xist ku HPG'ê di daxuyaniya xwe de, banga lêkolînê dike û ji PDK'ê jî daxwaz dike ku gerîlayên birîndar teslîmê HPG'ê bike û got: "Em banga HPG'ê di cih de dibînin û destek dikin. Divê ev bûyer bê lêkolînkirin û bê zelalkirin û gerîlayên birîndan jî radestî HPG'ê bêne kirin."
 
'PDK HEVKARIYA DEWLETA DAGIRKER DIKE'
 
KNK'ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Li vê herêmê ev ne cara yekê ye ku gerîla dikevin kemînê. Salek beriya niha yek 26'ê Tîrmeha 2021'ê de yek jî 29'ê Tebaxa 2021'ê de, 2 grûbên din yên gerîla ketibûn kemîna hêzên PDK'ê. Di van hersê kemînan de heta niha 12 şervanên azadiyê şehîd ketine.
 
Demeke dewleta tirk, di şerê dagirkirina Başûrê Kurdistanê de ketiye nav aloziyek gelekî mezin, rojane gelek leşkerên wan tên kuştin û di demên dawî de geleke helîkopterên wan hatine xistin. Di rewşeke wiha de PDK'ê hevkarî û piştgiriya xwe ji bo dewleta dagirker hîn zêde û berfirehtir kiriye. Hinek cihan rê û rêbaran ji wan re çêdike û gelek cihan jî raste rast alîkariya wan dike.
 
JI BILÎ PDK'Ê HERKES MEQSEDA DEWLETA TIRK FAM KIRIYE
 
Ev serê çend salane KNK'ê bi awayekî berfireh tevaya derfetên xwe seferber kiriye û hewl dide ku pêşî li ber hevkariya hêzên Kurdistanî li gel dewletên dagirker bigire. Lê gelekî mixabin, tevî her hewl û xebatên me, PDK li ser hevkariya bi dijminan re israr dike û her diçe vê hevkariya xwe berfirehtir dike. Em baş dizanin ku mexsed û armanca dewleta tirk ew e ku hemî destketiyên gelê Kurdistanê têk bibe û birûxîne. Ji bilî PDK'ê pê ve herkesî ev armanc û mexseda dewleta tirk fam kiriye.
 
HEVKARIYA WE ZIRAR Û ZIYANEK GELEK MEZIN LI DESTKEFTIYÊN ME DIKE
 
Em weke KNK'ê dixwazin careke din bangawaziyê li PDK bikin; Tevgera Azadiyê ya gelê Kurdistanê li her çar beşan gihîştiye asteke gelekî bilind û gelek destkeft bi dest xistine. Helbet me gelek qurbanî, cangorî û bedelên mezin jî dane. Hevkariya we li gel dewleta tirk, çi di asta neteweyî û çi jî di asta navneteweyî de zerar û ziyaneke gelekî mezin li têkoşîn, xebat û destketiyên me dike. Çareserî bi hevkariya li gel dijmin nabe û bi tu rengî jî nayê qebûl kirin. Belê em dizanin ku hin pirsgirêk di nav tevgera gelê kurd de heye û çareseriya wê jî, ancax bi rêya diyalogê, dan û standinan pêk tê.
 
LI DIJÎ HEVKARIYA PDK'Ê DENGÊ XWE BILIND BIKIN
 
Di heman demê de en bangewaziyê li hemû partî, rêxistinên siyasî, saziyên civakî, hunermend, ronakbîr  û hemû kesayetiyên welatparêz dikin ku dengên xwe li hember hevkariya PDK'ê ya li gel dewleta dagirker bilind bikin û helwesteke welatparêzî wergirin, berî bi derengî bikeve. Divê herkes destê xwe dayne ser wijdana xwe û bêdeng nemînin. 
 
DIVÊ BIRÎNDAR RADESTÎ HPG'Ê BÊN KIRIN
 
Li ser vê bûyerê, em ji malbatên cangoriyan, fermandariya HPG'ê û gelê Kurdistanê re sersaxiyê, ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Em dixwazin ev bûyer di demeke kurt de, bê lêkolînkirin û bê zelalkirin û gerîlayên birîndar jî radestî HPG'ê bêne kirin. Em careke din hêzên kemîn danîn û êrîşkaran şermezar dikin."

Sernavên din

13/09/2022
12:30 Piştgirî dan Emîne Şenyaşar a tê darizandin
12:01 PDK bo artêşa tirk rê û çeperan çêdike
11:53 4 xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
11:30 Rojnameger Sînan Aygul hat girtin
11:20 Li Aydinê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin
10:53 Lêpirsîna têkildarî qetilkirina Bîlgîn bi dozvenekirinê biencam bû
10:49 Berwarî bertek nîşanî perçekirina nexşeyê da: Tu welatên serbixwe vê bêrêziyê qebûl nakin
10:31 30 sal ne bes bû 3 mehên din jî ceza lê birîn
10:20 Parêzer Çakas: Divê CPT ji bêhiqûqiya Îmraliyê re bêje 'na'
09:41 Rojnamevanê ji ber ‘rojnameya qedexe’ dan peydakirin wê ji nû ve bê darizandin
09:38 DEDAŞ’ê û leşkeran bi ser gund de girtin
09:14 Xelkê Şirnexê li dijî talana xwezayê banga tevlibûna Meşa Cûdî kir
09:01 Li Balayê karkeriya demsalî: Şer, koçberî, xizanî û piştevaniya jinan
09:00 Dengbêj Silêmanê Şirnexî yê felc bûye dixwaze cardin wekî berê bistrê
09:00 Keça Apê Mûsa: Rojnamevanên li ser rêça bavê min tên girtin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2022'YAN
12/09/2022
23:27 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin
21:00 Li Girtîgeha Bafrayê belesebeb ceza li girtiyan tê birîn
20:46 Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlementerên HDP'î Semra Guzelê ziyaret kirin
20:12 Gunay: Em ê dengê kolanê bilind bikin
18:43 Di dema derbasbûna wesayîta dar vediguhastin teqîn çêbû: 4 kes birîndar bûn
18:26 Egîtîm-Sen: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me ye
16:39 Li girtîgehên Amed û Kilîsê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
16:16 Darbeya 12’ê Îlonê hat protestokirin: Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî bidome
15:31 Li her bajarî daxwaza hevpar kirin: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
15:18 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 8 milyon û nîvan
15:14 Navên 10 leşkerên li Zapê hatine kuştin hatin aşkerakirin
14:56 Fîlmê ‘Nezouh’ ku çîroka kesekî penabertiyê red dike vedibêje xelat wergirt
14:45 Artêşa Ûkraynayê ber bi Luhanskê ve pêş dikeve
14:32 Bêyî agahiya wan jê hebe kirin endamên AKP û Partiya ÎYÎ
14:18 HDP li Meletiyê ye: Em ê bi hev re çareseriyê peyda bikin
13:55 Jinan piştgirî da Semra Guzel a hate girtin
13:54 Li Kampa Waşûkanî teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin
13:33 HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e
13:26 Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket
13:05 HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e
13:04 Emîne Şenyaşar dê ji ‘heqareta’ Yildiz bê darizandin
11:43 Li Şirnexê birîna daran didome
10:34 Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî
10:31 Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe
09:54 Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan
09:42 Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû
09:03 Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir
09:02 Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin
09:02 Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist