Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî

img
ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku wan bi tu partiye re wezîrtiyê nîqaş nekirine û dê nekin û wiha bersiva Meral Akşener da: “Gel te ji wan karên tarî nas dike. Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî.” 
 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Gunay bal kişand ser gelek mijarên girîng. Gunay got êdî sebra tu kesî ji vê îktidara ku riziyaye re nemaye. 
 
Ebrû Gunay nexasim bal kişand ser mijarek girîng a di rojevê de ku nîqaşa “Wezîrtiyê bidin HDP’ê” di raya giştî de tê kirin. Gunay bersiva Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener ku gotibû, “Maseya ku HDP lê be, em li wê maseyê tune ne” û wiha got: “Dixwazim hin mijaran bigihînim zelaliyê. Me bi tu partiye re bazara wezîrtiyê nekiriye û em ê nekin jî. Em ê bi dengên gelê xwe bên bijartin û gelê me li cihê ku bixwaze wê bibîne. Ehliyeta rêveberiyê wê ne hin kes, wê gel wê ehliyetê bide. Wê gel me bîne ser rêveberiyê û em  ê jî li gorî daxwazên gelê xwe pir xweşik bi rê ve bibin. 
 
EM NE TIFAQA CUMHUR NE JÎ TIFAQA MILLET DESTEK DIKIN 
 
Em li ser kîjan maseyê ne baş tê zanîn. Dixwazin wê hişmendiya ku sanki HDP dixwaze di Tifaqa Millet de cih bigire çêdikin. Wê ev hişmendî tiştek bi wan nede qezenckirin. Me sala par bi deklrasyona xwe helwest û rêgezên xwe danîbû holê. Em ne di tifaqa Cumhur de ne jî di ya Millet de cih dgirin û piştevaniya wan nakin. Derdek me wiha nîne û wê nebe jî. Namzetek ku em tasvîp nekin, em ê wî/wê destek nekin. 
 
DIVÊ HER KES BO BERPIRSIYARÎ RABE 
 
Siberoja vî welatî mijara gotinê ye. Divê her kesên ku ji bo partiya sêyemîn a vî welatî ku bike baldar be. Em di pêvajoyek hesas de derbas dibin. Mafê kesî tune ye ku bi rola qeyûman rabe. Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere û siyasetê bike, lazim her kes hed û hidûdê xwe dizanibe. Ew ê hesab bidin dîrokê, bedela vî karî giran e. 
 
BERSIVA MERAL AKŞENER DA 
 
Karê Meral Akşener ango berdevkên wê ne ew e ku pozisyona HDP’ê diyar bikin. Jixwe xelk carek te ji karên te yên ku li gel Mehmet Agar û Tansû Çîller bi rê ve birin nas dike. Tu qet xema nekişîne, tişta ku te ji bo vî welatî wad daye tarîtiya salên 90’î ye. Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî. Ne mase em bi te re li qawexaneyek çayê jî venaxwin. Me gelek caran got û em dîsa bêjin, tifaq û maseya HDP’ê diyar e. Yekîtiya me Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Bi rastî jî ev tifaqa demokrsiyê û guhertin û veguhertnê dixwaze û tekane navnîşana muxalîfan e. 
 
EM JI BO HILBIJARTINÊ AMADE NE 
 
Her wiha hilbijartin kengê tê kirin bila bêk irin, em ji bo wê jî amade ne û em di nava amadekariyan de ne. Têkoşîna me roj bi roj mezin dibe. Em Tifaq û Siyaseta Rêya Sêyemîn in. Em ji bo azadî û demokrasiye tên, çimkî em ê biguherînin.”
 
BANGA JI BO MEŞA CÛDIYÊ 
 
Gunay di dawiya axaftina xwe banga tevlibûna Meşa Cûdiyê ya dê di 17’ê îlonê de li dijî talankirina xwezaya Botanê pêk tê jî kir û wiha got: “Çapemeniya hêja wekî hûn jî zanin  zext û zoren desthilatdariya AKP’ê her roj devam dike. Heman demê dijminatiya wan li ser xwezaya kurdan jî devam dike. Li Cûdiyê daristan xweza roj bi roj tê qetilkirin. Di 7 mehê dawî de %8’ê daristanên Cûdiyê hatine qirkirin. Em li her derê nasname, ziman û xwazeya xwe dipazêrin. Ji ber wê ji bangawazîya DTK, TJA, DBP, HDP û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya emê 17 Îlonê meşe kî li darxin. Em bi şiyara “Em li dijî şer û talana xwezayê dimeşin.” Ez carden bangawazîya temamen ekolojisten u gelen tarkiyeyeî dikim, deng bidin qîrîna Cûdî. Emê bi hevre xwezaya Cûdî biparêzin. 
 

Sernavên din

13/09/2022
12:30 Piştgirî dan Emîne Şenyaşar a tê darizandin
12:01 PDK bo artêşa tirk rê û çeperan çêdike
11:53 4 xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
11:30 Rojnameger Sînan Aygul hat girtin
11:20 Li Aydinê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin
10:53 Lêpirsîna têkildarî qetilkirina Bîlgîn bi dozvenekirinê biencam bû
10:49 Berwarî bertek nîşanî perçekirina nexşeyê da: Tu welatên serbixwe vê bêrêziyê qebûl nakin
10:31 30 sal ne bes bû 3 mehên din jî ceza lê birîn
10:20 Parêzer Çakas: Divê CPT ji bêhiqûqiya Îmraliyê re bêje 'na'
09:41 Rojnamevanê ji ber ‘rojnameya qedexe’ dan peydakirin wê ji nû ve bê darizandin
09:38 DEDAŞ’ê û leşkeran bi ser gund de girtin
09:14 Xelkê Şirnexê li dijî talana xwezayê banga tevlibûna Meşa Cûdî kir
09:01 Li Balayê karkeriya demsalî: Şer, koçberî, xizanî û piştevaniya jinan
09:00 Dengbêj Silêmanê Şirnexî yê felc bûye dixwaze cardin wekî berê bistrê
09:00 Keça Apê Mûsa: Rojnamevanên li ser rêça bavê min tên girtin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2022'YAN
12/09/2022
23:27 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin
21:00 Li Girtîgeha Bafrayê belesebeb ceza li girtiyan tê birîn
20:46 Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlementerên HDP'î Semra Guzelê ziyaret kirin
20:12 Gunay: Em ê dengê kolanê bilind bikin
18:43 Di dema derbasbûna wesayîta dar vediguhastin teqîn çêbû: 4 kes birîndar bûn
18:26 Egîtîm-Sen: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me ye
16:39 Li girtîgehên Amed û Kilîsê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
16:16 Darbeya 12’ê Îlonê hat protestokirin: Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî bidome
15:31 Li her bajarî daxwaza hevpar kirin: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
15:18 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 8 milyon û nîvan
15:14 Navên 10 leşkerên li Zapê hatine kuştin hatin aşkerakirin
14:56 Fîlmê ‘Nezouh’ ku çîroka kesekî penabertiyê red dike vedibêje xelat wergirt
14:45 Artêşa Ûkraynayê ber bi Luhanskê ve pêş dikeve
14:32 Bêyî agahiya wan jê hebe kirin endamên AKP û Partiya ÎYÎ
14:18 HDP li Meletiyê ye: Em ê bi hev re çareseriyê peyda bikin
13:55 Jinan piştgirî da Semra Guzel a hate girtin
13:54 Li Kampa Waşûkanî teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin
13:33 HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e
13:26 Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket
13:05 HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e
13:04 Emîne Şenyaşar dê ji ‘heqareta’ Yildiz bê darizandin
11:43 Li Şirnexê birîna daran didome
10:34 Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî
10:31 Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe
09:54 Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan
09:42 Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû
09:03 Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir
09:02 Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin
09:02 Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist