Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû

img

ÎZMÎR - Nivîskar Hacay Yilmaz diyar kir ku kurdan tirsa ku tarîtiya 12'ê Îlonê ew afirand şikandiye û got: "Pir hindik ma em ev tarîtiya ku niha bi destê rejîma AKP-MHP'ê tê domandin bişikînin. HDP, cihê hêviyê ye."

 
Di ser darbeya eskerî ya 12'ê Îlona 1980'yan re 42 sal derbas bûn. Darbeyê derbek giran li tevgera çep a wê demê xist û hemû destekftiyên çîna karkeran hatin desteserkirin. Li seranserê welêt rêvebiriya awarte hat îlankirin û derketina derveyî welêt hat qedexekirin. Partiyên siyasî û sendîka hatin girtin, rêvebirên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) hatin girtin û bi darvekirinê hatin darizandin. Li gor hejmarên fermî di dema darbeyê de 650 hezar kes hatin binçavkirin û ji van kesan 230 hezar kes jî li dadgehên eskerî hatin darizandin. Li girtîgehan jî bi îşkenceyê nêzî 300 kes hatin qetilkirin û 48 kes jî hatin darvekirin. 
 
Ji şahidên wê demê Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nivîskar Hacay Yilmaz derbarê derbeya 12'ê Îlonê de axivî. 
 
Yilmaz, piştî darbeyê di sala 1982'yan de hatiye binçavkirin û bi mehan hatiye îşkencekirin û nêzî 5 sal û nîvan di girtîgehên Metrîs û Çanakkaleyê de maye. 
 
HEYAMEKE TARÎ
 
Yilmaz anî ziman ku 12'ê Îlonê darbeyeke Amerîkî bû ku li qada navneteweyî hatiye plankirin û bi Destûra Bingehîn a nû ya di çarçoveya darbeyê de hatiye amadekirin hemû astengiyên li ber kedxwariya sermayeyê hatine rakirin. Yilmaz bilêv kir ku muxalefetê jî derbeyeke giran xwaribû û got: “Di 12’ê Îlonê de bi sed hezaran kes hatin binçavkirin û bi deh hezaran kes hatin girtin. Zêdetirî 50 kes hatin darvekirin, bi deh hezaran kes neçar man ku welêt biterikînin. Bi qanûnên ku di 12’ê Îlonê de hatin çêkirin, grev, rêxistinên sendîkayî û azadiya ramanê hatin qedexekirin. 12'ê Îlonê, di heman demê welat veguherand îşkencexaneyê. Li gel girtinê, îşkence jî li mirovan hat kirin. Girtîgeh jî bûn îşkencexane û mirinxane. Lewam 12’ê Îlonê wekî serdema herî tarî ya Tirkiyeyê ket nava rûpelên dîrokê.”
 
GIRÎNGIYA TEVGERA KURD
 
Yilmaz destnîşan kir ku li dijî vê tabloya tarî yekem berxwedanên cidî li girtîgehan dest pê kiriye û girtî li dijî bênasname û yekrengiyê pir li ber xwe dane. Yilmaz bilêv kir ku tevgera kurd di şikandina atmosfera tirsê ya 12'ê Îlonê de xwedî roleke pêşengî bûye û wiha got: "Tevgera ku beriya 12'ê Îlonê li Kurdistanê xwe wekî tevgera Apoyî ifade dıkır, piştî darbeyö li herêmê tevgera azadiyê da destpêkirin. Li bajarên mezin tevgerên çep-sosyalîst sist bûn, lê li Kurdistanê tevgera azadiyê gel ji nû ve bi ruh û can kir û li dijî cûntaya 12’ê Îlonê û desthilatdarên faşîst ên piştî cûntayê bû muxalefet. Niha jî em têkoşîna azadiyê ya bi çepgiriyê re bûye yek a tevgera kurd dibînin."
 
BERXWEDANA KARKERAN
 
Yilmaz anî ziman ku hêleke din a derketina ji 12'ê Îlonê jî tevgerên karkeran e û bi taybetî jî Greva Netaşê ya di 1987'an de, di çîna karkeran de bû hilperîneke têkoşîna mafan li dijî cûntaya 12'ê Îlonê.
 
12 ÎLONÊ Û AKP
 
Yilmaz ku got "Em dikarin bibêjin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê felsefeya 12'ê Îlonê didomîne", destnîşan kir ku di navbera her du rejîman de hin hêlên dişibin hev hene. Yilmaz anî ziman ku her du rejîm jî faşîst û dîktator in û wiha axivî: “Di 12’ê Îlonê de jî li hemberî muxalefeta civakî, kurd û karkeran û tevgera sosyalîst zext û tundî hebûn. Niha jî zilm û zordarî li gorî 12’ê Îlonê du qat zêde bûye. Dadgehên 12'ê Îlonê ji leşkeran pêk dihatin. Niha dadger bi apoletên desthilata AKP-MHP’ê biryaran didin. 12'ê Îlonê dijminê tevgera karker, sosyalîst, baweriyên cuda û kurdan bû. AKP vê yekê di asteke hîn bilidntir de didomîne. Li girtîgehan îşkence pir dijwar bû û darvekirin hebûn. Niha jî mîna 12’ê Îlonê mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Girtiyên nexweş bêyî ku bên dermankirin bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. EV ne kêmî darvekirinên dema 12’ê Îlonê ne. Wekî xulase, 12’ê Îlonê darbeyek bêhiqûqî û faşîst bû, lê desthilata niha bêhiqûqîtiyeke pir wêdeyî ya 12'ê Îlonê didomîne." 
 
'LI DIJÎ FAŞÎZMÊ HÊVÎ HDP YE'
 
Yilmaz bilêv kir ku tevî ev qas tarîtiyê jî civak ji 12’ê Îlonê zêdetir bi hêvî ye û wiha got: “Di tevgera çep-sosyalîst, hêzên demokrasiyê û têkoşîna azadiya kurd de alternatîfên cidî hene. HDP heye ku bi serê xwe bûye hêvî ji bo civakê. Em dibînin ku di civakê de pêşketineke cidî heye ku dikare di demeke nêz de vê rejîmê biguherîne. Ev qas bêperwatiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ji nişan dide ku dawiya xwe dibîne. Pir hindik maye em ev tarîtiya ku niha bi destê rejîma AKP-MHP'ê tê domandin bişikînin. Çawa ku em ji tarîtiya 12’ê Îlonê heta îro hatine, îro jî em ê di demeke hîn bihêztir ji vê tarîtiyê derkevin. HDP, bi têkoşîna xwe dibe cihê hêviyê. Ez dixwazim hemû gel bihêvî bin. Ji ber ku HDP heye. Tifaqa Ked û Azadiyê heye. Tu kes ne bêçare ye."
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

13/09/2022
12:30 Piştgirî dan Emîne Şenyaşar a tê darizandin
12:01 PDK bo artêşa tirk rê û çeperan çêdike
11:53 4 xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
11:30 Rojnameger Sînan Aygul hat girtin
11:20 Li Aydinê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin
10:53 Lêpirsîna têkildarî qetilkirina Bîlgîn bi dozvenekirinê biencam bû
10:49 Berwarî bertek nîşanî perçekirina nexşeyê da: Tu welatên serbixwe vê bêrêziyê qebûl nakin
10:31 30 sal ne bes bû 3 mehên din jî ceza lê birîn
10:20 Parêzer Çakas: Divê CPT ji bêhiqûqiya Îmraliyê re bêje 'na'
09:41 Rojnamevanê ji ber ‘rojnameya qedexe’ dan peydakirin wê ji nû ve bê darizandin
09:38 DEDAŞ’ê û leşkeran bi ser gund de girtin
09:14 Xelkê Şirnexê li dijî talana xwezayê banga tevlibûna Meşa Cûdî kir
09:01 Li Balayê karkeriya demsalî: Şer, koçberî, xizanî û piştevaniya jinan
09:00 Dengbêj Silêmanê Şirnexî yê felc bûye dixwaze cardin wekî berê bistrê
09:00 Keça Apê Mûsa: Rojnamevanên li ser rêça bavê min tên girtin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2022'YAN
12/09/2022
23:27 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin
21:00 Li Girtîgeha Bafrayê belesebeb ceza li girtiyan tê birîn
20:46 Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlementerên HDP'î Semra Guzelê ziyaret kirin
20:12 Gunay: Em ê dengê kolanê bilind bikin
18:43 Di dema derbasbûna wesayîta dar vediguhastin teqîn çêbû: 4 kes birîndar bûn
18:26 Egîtîm-Sen: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me ye
16:39 Li girtîgehên Amed û Kilîsê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
16:16 Darbeya 12’ê Îlonê hat protestokirin: Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî bidome
15:31 Li her bajarî daxwaza hevpar kirin: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
15:18 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 8 milyon û nîvan
15:14 Navên 10 leşkerên li Zapê hatine kuştin hatin aşkerakirin
14:56 Fîlmê ‘Nezouh’ ku çîroka kesekî penabertiyê red dike vedibêje xelat wergirt
14:45 Artêşa Ûkraynayê ber bi Luhanskê ve pêş dikeve
14:32 Bêyî agahiya wan jê hebe kirin endamên AKP û Partiya ÎYÎ
14:18 HDP li Meletiyê ye: Em ê bi hev re çareseriyê peyda bikin
13:55 Jinan piştgirî da Semra Guzel a hate girtin
13:54 Li Kampa Waşûkanî teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin
13:33 HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e
13:26 Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket
13:05 HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e
13:04 Emîne Şenyaşar dê ji ‘heqareta’ Yildiz bê darizandin
11:43 Li Şirnexê birîna daran didome
10:34 Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî
10:31 Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe
09:54 Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan
09:42 Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû
09:03 Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir
09:02 Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin
09:02 Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist