Delegasyona Navneteweyî: Têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e

  • rojane
  • 19:18 26 Çile 2023
  • |
img

AMED- Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê, serdana KCD, DBP, KKP, PÎA û partiyên din ên Tifaqa Kurdistanî kir û diyar kir ku têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e. 

 
Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku ji hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenan pêk tê û ji 7 welatan 36 kes tê de cih digirin, îro 12 endamên wê serdana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiyên Tifaqa Kurdistanî kir. Heyet ewilî serdana KCD û DBP'ê kir. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk heyetê pêşwazî kir. 
 
'GELÊ KURD BI FIKAR E'
 
Ewilî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîzê destnîşan kir ku pir girîng e ku şandeya hatiye tecrîdê kiriye rojeva xwe û got: "Meselaya tecrîdê ji bo gelê kurd, ne meseleyeke hiqûqî ye, di heman demê de meseleyeke exlaqî û wijdanî ye." 
 
Aydenîzê diyar kir ku gelê kurd sed sal in bi polîtîkayên asîmlasyon, qirkirin û înkarkirinê re rû bi rû ye û got: "Êdî hatiey asta ku behsa kurdîtiyê neyê kirin. Abdullah Ocalan ji salên 70'î ve kurdan ji nû ve vejand, bîra neteweyî peyda kir û ew anîn van rojan. Birêz Ocalan cardin zemîna siyaseta demokratîk ava kir. Meseleya kurdî ji bo bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin, banga ji bo aştiyê kir. Birêz Ocalan, pêşengekî ku zemîna siyaseta demokratîk ava kiriye. Birêz Ocalan ji bo avakirina demokrasiyê ev qasî têdikoşe, lê raya navneteweyî vê yekê ji nedîtî ve tê. Ev di warê siyaseta demokratîk de rewşeke xirab e. Ji 99'an ve helwestên taybet hene, lê du sal in bi tu awayî xebar nayê girtin. Ev jî fikarine cidî li gelê kurd peyda kirine." 
 
‘VEGUHERÎ ÎŞKENCEYÊ'
 
Aydenîzê destnîşan kir ku gelê kurd bi salan e li dijî tecrîdê têdikoşe û got: "Birêz Ocalan ji bo gelê kurd pêşengekî pir girîng e. Tirkiye di tecrîdê de israr dike û ev gihaştiye asta îşkenceyê. Ev polîtîkaya îşkenceyê ji birêz Ocalan dest pê kiriye û li tevahiya girtîgehan belav bûye. Ger em rabin binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê bihejmêrên dê bi saetan bidome." Aydenîzê anî ziman ku îro girtina bi hezaran siyasetmedarên kurd berdewma polîtîkayên tecrîdê ye. 
 
Aydenîzê di hevdîtinê de bal kişand ser serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re jî û got ku serlêdan nayên bersivandin. 
 
Paşê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk jî bal kişand ser girîngiya serdanê û got: "22 meh in tu xeber ji birêz Ocalan nayê girtin. Çima kes deng ji xwe dernaxe? Îro bi milyonan kes ji ber birêz Ocalan bifikar e. CPT çima bêdeng e? Her kes divê li ber tecrîdê rabe." 
 
Piştî axaftinan heyetê pirsên xwe kirin. Heyetê destnîşan kir ku têkoşîna gelê kurd di heman demê de têkoşîna ji bo demokrasî û mafên mirovan e. 
 
Heyet paşê serdana Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Azadiyê, Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyeyê (T-PDK), Partiya Kurdistana Demokrat a Şoreşger (DDKP) kir. Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç û rêveberên partiyên Kurdistanî yên din heyetê pêşwazî kirin. 
 
Di serdanê de Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan ne derî meseleya kurdî ye û xwest Ocalan serbest bê berdan. 
 
Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç jî destnîşan kir ku tecrîd meseleyek mirovî ye û got: "Heya tecrîd neyê rakirin dê neçareserî bidome." 
 

Sernavên din

29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin