Roja 8’emîn a erdhejê: Malbat bi xemgînî li ber kavilan disekinin BLOGA ZINDÎ

  • rojane
  • 09:37 13 Sibat 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Erdhejên ku navenda wê Bazarcixa Mereşê bû hefteyek li pey xwe hişt û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja 8’emîn de berdewam dike. Hê jî bi hezaran cenaze nehatine veşartin û xizmên wan li ber serê cenazeyên sekinîne. Her wiha malbat bi xemgînî li ber kavilan jî li benda rizgarkirina xizmên xwe disekinin. 

Li navçeya Bazarcixê ya Mereşê di 6’ê Sibatê de du erdhej bi pileyên 7.7 û 7.6 çêbûn. Karesata erdhejê bandorê li ser Mereş, Semsûr, Meletî, Dîlok, Hatay, Amed, Riha, Osmaniye, Kilîs û Edeneyê kir. Di erdhejên li van bajaran çêbûn de bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Her ku diçe bîlançoya qurbanî û birîndaran jî zêde dibe. Hê jî li gelek deveran bi sedan mirov di bin kavilên avahiyê hilweşiyayî de ne. Lê dîsa jî dawî li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê anîne. Hê jî ji bo gelek cenazeyên ji bin kavilan hatine derxistin, nehatine veşartin. Mexdûrên erdhejê bi rojane li benda xizmên xwe sekinin ku ji bin kavilan ango xirbeyan bên derxistin lê niha li ber serê cenazeyên xwe disekinin ku wê kengê bên veşartin. 
 
Heta niha ne wesayîtên cenaze ne jî kefen gihîştiye cihê cenaze lê hatine sekinandin. 
 
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê li herêmên erdhejê kêlî bi kêlî geşedanan dişopînin û radigihînin.
 
17.06 - Meclisa Ciwanan a HDP'ê, li Meletiyê ji bo mexdûrên erdhejê kona piştevaniyê danî. 
 
16.53 - Li Edene û Osmaniyeyê di encama erdhejê de hezar û 422 kesan jiyana xwe ji dest dan. Xebatên rakirina kavilan ên li her du bajaran berdewam in. 
 
16.37 - Serokwekîlê Giştî yê AKP'ê Nûman Kûrtûlmûş û yên pê re, li Rihayê di dema serdana mexdûrên erdhejê de kirin tîqetîq. 
 
16.20 - Xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê ku blokek wê hilweşiyaye, bi darê zorê tên xebitandin. Ji bo Bloka B'yê rapora "mirov dikarin lê bimînin" hatiye çêkirin. 
 
16.14 - Parêzerên endamên ÇHD’ê diyar kirin ku piştî erdhejê li navçeyên Hatayê ku bi piraniya wan nifûsa erebên elewî lê dimînin bi binpêkirinên mafan ên cidî re rûbirû mane û grûbên çekdar ku bi hestên nijadperest tevdigerin, grûbên çepgir ên dilxwaz û mexdûrên erdhejê dikin hedef. 
 
16.14 - Serokê Odeya Mîmaran a Şaxa Enqereyê Tezcan Karakûş Candan, diyar kir ku "rêziknameya erdhejê" ya piştî erdheja 199'an a Marmarayê hatiye çêkirin nehatiye pêkanîna û got: "Me ji avahiyên qerase yên hilweşiyan dît ku ders ji erdhejê nehatiye werhgirtin." 
 
15.44 - Li Semsûrê Gozde Tûrhan ku 9 xizmên wê di bin kavilan de man û piştî 7 rojan cenazeyên wan radestî wê hatin kirin, diyar kir ku çendî deng dihatin jî 2 rojan kesî mudaxile nekiriye û got: "Me bi mirinê re rû bi rû hiştin." 
 
15.00 -  Li Semsûrê li gor hejmarên en efrmî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 8 hezarî derbas kiriye. 
 
15.00 - Li Amedê xwendekar bi darê zorê ji wargeha KYK'ê ya Halîd Bîn Velîd hatin derxistin. Serokkomarê AKP'î Erdogan ragihandibû ku dê mexdûrên erdhejê li wargehan bi cih bikin. 
 
14.38 - Li Hatayê jinek ku di erdhejê de tiştên ku hatine serê wê ji şandeya HDP’ê re vegot û diyar kir ku keça wê di bin kavilan de jiyana xwe ji dest daye, destê hevjînê wê hatiye birîn û bi gotinên “Wêneyê bêşermiyê rûyê van e. Hêj jî bêyî ku şerm bikin siyasetê dikin” bertek nîşanî desthilata AKP’ê da. 
 
14.37 - Hat hînkirin ku duh li Amedê li Kompleksa Sporê ya Halît Gurselê şewba guriyê belav bûye. Hat ragihandin ku ji ber vê komplkesa sporê hatiye valakirin û piştî hatiye dermankirin cardin mirov lê bi cih bûne. 
 
14.10 - Li Amedê avahiyên xesardîtî tên valakirin. Li Taxa Hûzûrevlerî heya niha 8 avahî hatine mohrkirin û hat hînkirin ku 50-60 avahî pir xesar dîtine. 
 
13.04 - Hat derpêşkirin ku li navçeya Çermiktiyê ya Meletiyê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê piştî ku dozger û hevalê wî ji bin kavilên Rezîdansa Tren Gardenê derxistin, ji herêmê çûne. 
 
12.24 - AFAD’ê aşkere kir ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 31 hezar û 643’yan. 
 
12.02 - XESARA MADÎ YA ERDHEJÊ 
 
Li gorî dîtin û şîroveyên aborîzanan; dê maliyeta erdhejê zêdetirî 50 milyar dolar be. Li gorî rapora TURKONFED'ê, tê texmînkirin ku dê xesara maddî 84 milyar dolar be. Lê belê maliyeta erdheja 17'ê Tebaxa 1999'an ku bandor li 7 bajaran kiribû, di navbera 15-19 milyar dolarî de hatibû hesabkirin. Hasilaya Navxweyî ya Xeyrî Safî ya 1999'an 184 milyar dolar bû û bîlançoya erdheja 1999'an ji 10 payên dahata neteweyî teqabulî payekê kiribû. 
 
Lê Hasilaya Navxweyî ya Xeyrî Safîya 2023'yan li dor 900 milyar dolarî ye. Tê gotin ku xesara maddî ya li herêmên erdhejê, teqabulî ji sedî 10'ê Hasilaya Navxweyî dike. Li gor vî hesabî, xesar li dor 100 milyar dolarî ye.
 
11.45 - Xebatkarên dilxwaz ên ji bo mexdûrên erdhejê li Îzmîrê dixebitin, diyar kirin ku gel bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan digire û wiha gotin: “Li pêşiya me hêjta pêvajoyeke dirêj heye. Divê em ji bo jinûveavakirinê piştevaniyê mezintir bikin.”  
 
11.27 - Li Semsûrê Riza Acipayam ê ku xwişk û 4 xwarziyên wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan diyar kir ku îktidar li ser qurbaniyan hewl dide rantê bi dest bixe. 
 
11.16 - Li gundê Çiglikê ya navçeyan Wêranşarê ku di erdhejê de serobino bûye, xaniyek jî saxlem nemaye. Mehmet Avşar ku li derve maye got: "Li derve mutbexek me heye, em li wir dimînin. Ne rayedarên dewletê ne jî tîmên AFAD'ê nehatin." 
 
10.38 - Li hinek gund û bajarokên Meletiyê ku xesareke mezin gihiştiyê, AFAD bi “torpîlê” konan belav dike. Li hêla din malbateke ji gundê Savakliyê ku kon peyda nekir, neçar ma ku konteynireke bi bihayê 55 hezar lîreyan bikire. 
 
10.37 - Rojnamevanên ku bi armanca tiştên li herêma erdhejê li Hatayê qewimîne ragihînin çûne herêmê, bal kişandin astengkirinên bi OHAL’ê dest pê kirin û wiha gotin: “Çi dibe bila bibe em ê bibin dengê gel.”
 
10.24 - VAYE REWŞA KAMBAXIYA KARESATÊ 
 
Berovajiyê gotinên Erdogan ku dibêje ji ber erdhejê kes mexdûr nebûye, li bajaroka Bulam a navçeya Çêlikan a Semsûrê ji ber ku dewlet kon nade wan malbata Şenses di gomê de bi sewalên xwe re dijî.
 
10.06 - Li Amedê qadên ku AFAD lê konan vedaye, hin kon kirine du beşan û tahsîsî mexdûrên erdheje kirin. Di her beşek kon de herî kêm 20 kes dimînin. 
 
09.56 - Li navçeya Islehiyeyê baweriya tu kesî êdî bi sozên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan nayê. Mexdûrên erhejê yên ku kariyan alavên xwe ji malên xwe derxînin, êdî terka navçeyê dikin. 
 
09.55 - Nûnerê ÎMO’ya Rihayê Berat Mahsûn Kaya diyar kir ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, heta daxwaza xwediyên avahiyan nebe analîza avahiyan nake û got: “Ji ber ku saziyên fermî her tim analîzên teknîkî nakin îro em di vî halî de ne.”
 
09.19 - HDP û rêxistinên civaka sivîl piştî ku alîkariyên hatine navçeya Bazarcixê tesnîf kirin, digihînin gundan û li mexdûrên erdhejê belav dikin.
 
01.21 - Biryarnameya  Serokkomariyê ya têkildarî qada tenduristiyê ku di çarçoveya OHAL’ê de hate derxistin, kete meriyetê.

Sernavên din

16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin
10:19 Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
09:33 HSD, wê entegreyî kê bibe!
09:13 Polîtîkaya asîmlasyonê di 'Civîna Dêûbavan' de ye
09:07 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN
22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir