Kujer hat berdan lê pênûsa Hafiz Akdemîr li erdê nema

  • rojane
  • 10:04 7 Hezîran 2023
  • |
img

AMED - Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ewilî bi gefa kuştinê re rûbirû dimîne. Gefa “wê pênûsa te bê şikandin” lê tê xwarin. Akdemîr 31 sal berê ji aliyê Hîzbûllahê ve hat qetilkirin. Kujerê Akdemîr hat berdan lê pênûsa wî ya rojnamevaniyê li erdê nema. 

 
Endamên Hîzbûllahê li bakurê Kurdistanê di salên 90’î de gelek kesayet qetil kirin. Ev kujer piştî 2019’an hemû hatin berdan. Ev berdana van kujeran carek din têkiliya dewletê û Hîzbûllahê anî rojevê. Bi berdana kujeran re partiya siyasî ya Hîzbûllahê HUDA PAR’ê bi AKP’ê û Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan re li hev kirin û bûn şirîkê Tifaqa Cumhur. 
 
Di van rojên ku tifaqa AKP û HUDA PAR’ê tê nîqaşkirin de salvegera 31’emîn a nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ku di 8’ê hezîrana 1992’yan de jia liyê Hîzbûllahê ve hat qetilkirin, tê pêşwazîkirin. 
 
BERIYA QETILKIRINÊ GEF LÊ XWARIN E 
 
Rojnameya Ozgur Gundemê, di 30 gulana 1992'yan de dest bi weşanê kir û di 14'ê nîsana 1994'an de bi biryara dadgehê hat girtin. Ji ber şerê li herêmê, cînayetên pêk hatine û valakirina gundan ji gel re ragihand ji aliyê rêxistinên mîna JÎTEM'ê ve hedef hat girtin. Rojnameya ku rexmî girtin, cezayên pere û girtina xebatkarên xwe jî bi qasî 2 salan weşana xwe domand, 30 jê nûçegîhan bi giştî 76 xebatkarên wê hatin kuştin. Yek ji van nûçegîhanan jî Hafiz Akdemîr (27) bû. Akdemîr, li rojnameya Yenî Ulkeyê ku heftane derdiket dest bi nûçegİhaniyê kiribû û piştî ku Yenî Ulke hatibû girtin li buroya Amedê ya rojnameya Ozgur Gundemê dest bi xebatê kiribû. 
 
Akdemîr, çalakiyên nûçeyên greva birçîbûnê yên li avahiyê Partiya Kedê ya Gel (HEP), berxwedana karkerên TEKEL'ê, kesên îşkence li wan dihatin kirin û kesên gundên wan hatibûn şewitandin ji raya giştî re radigihand. Ji ber ku bi nûçeyên derbarê Hîzbûllah û kontrgerîllayê de bal kişand ser xwe hedef hat girtin. Rojek serê sibehê nîşeya "Wê pênûsa we bişkê, dora we ye" li ber derê rojnameyê hat danîn. Rojek piştî vê dema kontrola nasnameyê ev gef lê hat xwarin: "Li tiştên tu dinivisînî baldar be."
 
Di 8'ê hezîrana 1992'yan de dema ku diçû buroya rojnameyê li kuçeya ku îro navê wî lê hatiye kirin a li ser Cadeya Melîk Ahmedê ya navçeya Sûrê êrişeke çekdarî lê hat kirin û hat kuştin. 
 
KUJER HAT BERDAN
 
Di lêpirsîna ku derbarê cînayeta Akdemîr de hat destpêkirin de heta 8 salan tu pêşveçûn çênebû. Piştî 16 salan tetikkêşê Akdemîr endamê Hîzbûllahê Cîhan Yildiz ê bi navê kod "Huseyîn" di sala 2008'an de li Avûstûryayê hat girtin û ew anîn Tirkiyeyê. Cînayeta Akdemîr jî di nav de Yildiz ji 11 cînayetan hat darizandin û ji ber 6 cînayet û 2 birîndarkirinan cezayê muebbetê lê hat birîn. Lê piştî biryara AYM'ê ya "binpêkirina darizandina adil" bi hikumxwarên Hîzbûllahê re piştî ku 11 salan girtî ma hat berdan. Tê gotin ku Yildiz jî mîna endamên din ên Hizbûllahê reviyaye qampên wê yên derveyî welat. 
 
Xwarziyê Akdemîr rojnameger Veysî Polat ku dema Akdemîr hat kuştin li cem wî bû qala xalê xwe Akdemîr kir.  
 
DEMA TÊ QETILKIRIN LI CEM WÎ BÛYE 
 
Polat diyar kir ku dema ku Hafiz Akdemîr hatiye qetikirin li cem wî bûye û got: “Gule berdan li serê xalê min dan. Ez bi wê refleksa ewil ketim pey kujer. Me xalê min paşê rakir nexweşxaneyê. Du sê saetan li wir birîndar ma paşê jî jiyana xwe ji dest da.” 
 
ÊRIŞ LI CENAZE JÎ HATIYE KIRIN 
 
Polat da zanîn ku li dijî cenazeyê Hafiz Akdemîr jî êriş çêbûye û tevî hemû êrişan jî li Goristana Deriyê Mêrdînê hat veşartin. Polat da zanîn ku paşê li ser wesiyeta Akdemîr cenaze birine li gundê Sîsê yê bi ser navçeya Licê ve veşartine. 
 
‘DIBEZIYA HER DERÎ, BÊDENG NEMA’ 
 
Polat anî ziman ku behsa kesayeta Hafiz Akdemîr kir û wiha got: “Hem di nava Çapemeniya Azad de û hem jî di nava malbatê de pir dihat hezkirin. Xalê Hafiz bi kesayet, ehlaq û jîrbûna xwe kesek mînak bû. Nikaribû li hember tiştên li ser rûyê vê erdnîgariyê diqewimî bêdeng bimîne. Li ku neheqiyek hebûya bi wê refleksa xwe ya rojnamevaniyê dibeziya wir.” 
 
‘DÎROKA TIRKIYEYÊ TARÎ YE’ 
 
Polat destnîşan kir ku zextên salên 90’î tenê ne li ser nûçegihanan-rojnamevanan hebû di heman demê de êriş û zext li ser belavkarên rojnameyê û xwînerên rojnameyê jî hebûn û got: “Salên 90’î dîroka tarî ya Tirkiyeyê ye. Ji şewitandin û valakirina gundan bigire heta cînayetên li naverasta kuçe û kolanên bajaran, êrişên dijwar hebûn. Hat xwestin ku kurd û têkoşîna xwe bi temamî bên qedandin, lê ev bi ser neket.” 
 
‘DEWLET JI ÇAPEMENIYA AZAD ACIZ E’ 
 
Polat diyar kir ku kujerê Hafiz Akdemîr, Cîhan Yildiz tevî ku ji 6 cînayet û du bûyerên birîndarkirinê berpirsiyar bû jî lê tenê 11 sal girtî ma û bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn hat berdan û got: “Kesê ku pê li tetikê kir ne girîng bû, lê em bi dewletek ku ji Çapemeniya Azad aciz bû re rûbirû bûn. Ev acizî jî mirov dikare bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê ya bi biryara Desteya Ewlehiya Millî mînak nîşan bide.” 
 
‘ŞAHID IM LÊ TU HEVRÛBÛN ÇÊNEBÛ’ 
 
Polat bertek nîşanî bêcezahiştina kujer da û got tevî ku ew şahidê bûyerê ye jî lê kesî wî nebiriye dadgehê û lê guhdar nekirine û heta niha hevrûbûnek çênebûye. Polat destnîşan kir ku tu kujerek salên 90’î nehat darizandin û hemû bêceza hatin hiştin. 
 
‘WÊ PÊNÛSA WAN LI ERDÊ NEMÎNE’
 
Polat anî ziman ku pênûsa Hafiz Akdemîr li erdê nemaye û got: “Li pey cangoriyên Çapemeniya Azad bi sedan kekdar niha hene. Pênûsa wan li erdê nehiştin. Pênûsa Hafiz Akdemîr li erdê nema û wê nemîne.” 
 
MA / Cengîz Ozbasar - Rewşan Saglam 
 

Sernavên din

20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin