Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin

  • rojane
  • 09:35 9 Hezîran 2023
  • |
img
STENBOL - Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bandora tecrîda li Îmraliyê ye û wiha got: “Tecrîd, dikare bi têkoşîneke hevpar bê bidawîkirin.” 
 
Rêberê PKK’e Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê tê ragirtin. Ji Abdullah Ocalan zêdetirî 27 meh in tu agahî nayên girtin. Her 3 mehan carekî bi awayekî sîstematîk cezayên “disiplînê” tên dayîn û hevdîtinên wî yên bi malbat û parêzeran re tên astengkirin. Rewşa tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, veguheriye rewşa agahînegirtina mutleq. Li Girtîgeha Îmraliyê tecrîd her ku diçe girantir dibe û ev yek rê li ber zêdebûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi xwe re tîne. Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER) Dîlek Sonmez têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û bandora wê ya li ser girtîgehan bi ajansa me re axivî. 
 
Dîlek Sonmez
 
BERXWEDANA GIRTIYAN 
 
Demîr, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin û wiha got: “Li dijî van binpêkirina hewldan çêdibin lê îktîdar ji bo valaderxistina van hewldanan zextê dike. Dixwazin bi tecrîdkirina girtiyan re wan ji civakê îzole bikin. Girtî jî berxwedana xwe ya li hemberî vê mezintir dikin. Her ku berxwedana girtiyan mezin dibe, asta îşkenceyê jî tê zêdekirin. Ji ber ku girtî tevî her tiştî li ber xwe didin. Em baş dizanin ku girtî serî na tewînin û li ber xwe didin.” 
 
GIŞTÎNAME JI BO KÊ HATE DERXISTIN? 
 
Bi domdarî Demîr bal kişand ser giştînameya Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş derxistî û ev tişt anî ziman: “Ev giştîname tenê bi kêrî îktîdarê hat. Bêguman me dizanî ku ev giştîname dê tu sûdekî nede girtiyên siyasî ku ji ber têkoşîna xwe ya li dijî neheqî û bêhiqûqtiyê hatine girtin. Her ku me jiya, me dît ku ev giştînameya AKP-MHP’ê ji bo girtiyên siyasî nîne. Heke edalet hebûya, dê ev giştînameye ji bo hemû girtiyan derbasdar bûya. Lê li vî welatî edalet tune ye. Lewma bendewariyeke me çênebû.” 
 
‘TEKANE RÊ BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ YE’ 
 
Di berdewamê de Demîr destnîşan kir ku sedema binpêkirinên li girtîgehan, polîtîkaya tecrîdê ya li ser Abdullah Ocalan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tekane rêya bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan, bi bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e. Ji ber ku Ocalan, rêberê gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn û bi taybet jî rêberê kurdan e. Hebûna gelê kurd e. Lewma tunekirina vê hebûnê tê wateya tunekirina gelê kurd. Lê em dibînin ku berxwedana Abdullah Ocalan dibe wesîle ku gelê kurd xwe li ser pêyan bigire. Gelê kurd bi saya paradîgmaya Abdullah Ocalan li ser pêya ye. Bi vê paradîgmayê rêya xwe dibîne. Îktîdara AKP-MHP’ê, Tifaqa Cumhur a ku em weke bloka faşîst pênase dikin, dizane ku bi nêrîna Abdullah Ocalan dikare aştî û aramî were cîhanê lewma hewl da pêşî lê bigire. Ev îktîdara faşîst, gelên Rojhilata Navîn û gelê kurd dizanin ku dê aştî ji vir bê.” 
 
BI SALA YE AGAHÎ JÊ NAYÊN GIRTIN
 
Demîr, got ku ev 3 sal in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin û wiha pê de çû: “Heke civak bi hestiyarî tevbigere dikare vê rewşa agahînegirtinê ji holê rake. Girîng e ku em li dijî tecrîdê têkoşîneke yekgirtî bimeşînin. Tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, encama bêdengiya muxalefeta Tirkiyeyê û welatên Ewropayê ye. Lê îktîdarê nekarî bi tecrîdê bigihije armanca xwe. Bi taybet jî îradeya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, gelê kurd ê bihestiyar tevdigere û civaka Tirkiyeyê li ser pêyan digire. Heke bikariyan xwe bigihînin armanca xwe, bawer bikin heta niha tu kes li girtîgehan nemabûyan.”
 
‘WERIN EM BI HEV RE RÊYA AŞTIYÊ VEKIN’ 
 
Herî dawî jî Demîr ev tişt anî ziman: “Li ser civakê hewayekî tirsê ava kirine. Ev tirs jî bandorê li tevahiya jiyana mirovan dike. Tecrîd dikare bi têkoşînê were bidawîkirin. Em dizanin ku dilwêrektî dê bi xwe re aştî û aramiyê bîne. Netirsin, bibin yek, biqîrin û dengê xwe derxînin. Em baş dizanin ku bi tu awayî bi me nikarin. Werin em bi hev re vê tirsê têk bibin. Werin em rêya aştiyê vekin. Bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û vekirina deriyên girtîgehan di destê min, te û me de ye.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel 
 

Sernavên din

14/06/2023
08:11 Di êrişa Tirkiyeyê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin
13/06/2023
23:05 Di komxebata li Libnanê de krîza global û rêveberî hatin nîqaşkirin
21:15 Tifaqa Ked û Azadiyê dê sibê civîna xwe ya ewil a piştî hilbijartinê li dar bixe
18:50 Erbaşê HDP'î şandin girtîgehê
18:46 Jina ku di bin traktorê de ma jiyana xwe ji dest da
16:12 Civîna kêmtirîn mûçeyê bi dawî bû: Reqemek nehat diyarkirin!
15:55 ‘Gelo li Şirnexê alîkariyên civakî çima tên birîn?’
15:53 Qeyûm li Erxeniyê 6 neguhêzbar da ber firotinê
15:10 Xelkê Seqizê greva giştî dan destpêkirin
15:10 ‘Em ê serî li ber îktidarê netewînin’
15:02 Karkerê trênê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:59 DMME’yê ji bo cezayê ‘Kurdistanê’ biryara binpêkirinê da
14:44 Malbata Şenyaşar: Ev 5 sal in em li benda edaletê ne
14:34 KESK: Bila tazmînatên erdhejê yên kedkaran bên dayîn
14:30 Seven a di êrişa DAIŞ’ê de birîndar bûbû hat binçavkirin
13:50 12 sal in ji bo kifşa cihê bûyerê ‘ewlehî’ nayê temînkirin
12:54 Cezayê muebeda girînkirî li kujerê Şûleyê hat birîn
12:29 Kedkaran ji bo mafên xwe dest bi çalakiyê kirin
12:04 Civîna MYK’a HDP û Partiya Çepên Kesk dest pê kir
11:59 Parêzer ji bo biçin hevdîtina Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:50 Hevseroka HDP’a Bedlîsê hat binçavkirin
11:33 CENTCOM: 22 leşkerên me di qezaya helîkopterê de birîndar bûn
11:06 Li Cizîrê 15 kes hatin girtin
10:48 Li Kubayê lehî rabûn: 3 kes mirin
10:23 Derheqê parêzerê ji Arîf Çetîn re got ‘xwe ji rêxistinên sûc dûr bigire’ lêpirsîn hate destpêkirin
10:02 KCK’ê pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ bi dawî kir
10:00 Dolar û euro dîsa rabûn
09:52 Şahidên qetlîamê: Ji bo malbata Şenyaşar edalet bicih were dê li Tirkiyeyê jî edalet pêk were
09:09 Hevpîşeyên rojnameger Alagaş: Em xwedî li doza Safiye derkevin
09:08 Îmara parkê hat guherandin û dewrî midûriyeta polîsan hat kirin
09:08 'Zanîngeh veguherîne bazirganxaneyan'
09:07 Li Rihayê nexweş bi mehan li benda dora xwe disekinin
09:06 Bihabûn û krîza aboriyê sewalkarî jî qedand
09:04 Demîrel: Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû tên hiştin
09:02 Birca Belek ji bo gel hatiye qedexekirin
09:01 Omer Ocalan: Divê demildest tecrîd were bidawîkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
12/06/2023
23:52 Erbaş ê HDP'î hat binçavkirin
23:47 Civîna NATO'yê: Dê sê welat li Enqereyê bicivin
20:28 Hevşaredarên Panosê hatin girtin
19:30 Li Girtîgeha Îdirê gardiyanan li girtiyan xist
18:21 Li Efrînê jinek hat kuştin
16:39 Daxwaza girtina bersûcên êrişa cemxaneyan hat redkirin
16:22 Parêzer Gulhan Kaya hate girtin
15:33 Li Elkê hejmara binçavkiriyan gihişt 12 kesan
15:04 Li Kobanê êrişa hewayî: 3 kes birîndar bûn
14:42 Servîsa karkeran ji kontrolê derket: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
14:38 Rêxistinên mafên zarokan xwestin ku xebitandina zarokan bi dawî bibe
14:16 Mizrakli nehat berdan: Me serî netewand û dê netewînin | HATE NÛKIRIN
14:05 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Silvio Berlusconi mir
13:50 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin
13:27 Bavê zarokê li edliyeyê tundî lê hate kirin: Polîsan beriya mehekê gef li min xwarin
13:10 Li ser rêya Amed-Rihayê qeza çêbû: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
13:05 Li gorî TÛÎK'ê bêkarî bû ji sedî 10,2
12:54 ÎSÎG: Di serdema AKP’ê de 888 zarokan jiyana xwe ji dest dan
12:15 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:15 Li Şehbayê li dijî wesayîta rûsan êriş hate kirin
11:38 Rojnamevan Şahînlî beraet kir
11:25 Li Mûşê bi ser malan de girtin
11:03 Dadgeh dê parlamenteriya Kaya ji Meclisê bipirse!
11:02 Li Beyrûdê komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk’ tê lidarxistin
10:38 Ji Abdullah Ocalan bo HDP’ê: Bi hestiyar tevnegerin, ji rexneyan netirsin
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket
10:23 Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye
10:14 Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!
09:08 Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
09:07 Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin
09:04 Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin
09:03 Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin
09:01 Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:14 Li Elkê 5 kes hatin binçavkirin
11/06/2023
22:07 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir