STENBOL - Şaredarê Beyoglûyê Înan Guney ku hate girtin, bi biryara Wezareta Karên Hundir ji peywirê hate dûrxistin.
Şaredarê Beyoglû ya Stenbolê Îna Guney ê CHP’î, di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê de hatibû biçavkirin û duh hate girtin. Wezareta Karên Hundir, bi daxuyaniyekê ragihand ku Guney ji peywirê hatiye dûrxistin.