Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê destnimêjê dide girtin

  • rojane
  • 09:03 2 Tîrmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Îhsan Elîaçik diyar kir ku kapîtalîzm bi destê AKP'ê bi kirasekî dînî tê meşandin û wiha got: "Bi kapîtalîzmê destnimêjê didin girtin, wê rewa dikin û wekî baweriyê pîrozwer nîşan didin." 

Bi desthilata AKP'ê re dest bi avêtina gavên sazîkirina Îslama Siyasî hatiye kirin. Destilat bi feraseteke otorîter, bîrdoziya xwe sazûman dike û bi vê re hem amûrên siyasî hem jî yên civakî çêdike. Yek ji van amûran jî terîqet in. Di demên dawî de ev terîqet bi mirina zarokan, destdirêjiya û destavêtina li zarokan di rojevê de ne, lê di serdema AKP'ê de bêtir bûne rojev û cihê nîqaşê. Terîqetên îslamî ku xwedî dîrokeke nêzî hezar salî ne, di halê hazir de dîn binpê dikin, civakê bin pê dikin û detshilat jî ji bo sazûmankirina pergala xwe ya bi feraseta "tekparêz", zayendparêz" û "dînparêz" wan wekî amûrekê bi kar tîne. 
 
Di hilbijartinên 2023'yan de AKP-MHP, Huda-Par û Partiya Yenîden Refahê ku bi zimanê xwe û gotinên xwe tim dibin cihê nîqaşan, daxilî nava tifaqa xwe kirin. Ev yek jî îşaret bi kodên bîrdozî yên serdema nû ya Tirkiyeyê dike. Îlahiyatnas û nivîskar Îhsan Elîaçik, mijara navborî nirxand. 
 
DI KAPÎTALÎZMÊ DE REWAKIKIRINA DÎNÎ
 
Elîaçik bilêv kir ku Tirkiye welatekî kapîtalîst e û got ku pergala kapîtalîst jî di ser AKP'ê re tê rewakirin û domandin. Elîaçik vê yekê wekî "bi kapîtalîzmê destnimiêjgirtin" şîrove kir û wiha got: "Em ji vê re dibêjin destnimêjgirtina bi kapîtalîzmê re. Bi kapîtalîzmê destnimêjê didin girtin, wê rewa dikin û wekî baweriyê pîrozwer nîşan didin. Berhevkirina ma, zengînî, berhevkirina pereyan... li ser van tiştan dimirin û tu îtirazeke wan ji bo vê tune ye." 
 
Elîaçik diyar kir ku daxilbûna Partiya Huda Parê û Partiya Yenîden Refahê ya nava tifaqa AKP-MHP'ê, dê di serdema nû de jinan "hedef" bigire û got ku hin partiyên ku xwe wekî rastgir-mihafizekar nîşan didin carinan îslamê referans nîşan didin û jinan hedef digirin. Elîaçik, axaftina xwe wiha domand: "Piraniya komên îslamî LGBT'yan wekî dijmin nîşan didin, jinan veder dikin, wan di biniya mêran re dibînin û dibêjin 'cihê jinê mal e, di îslamiyetê de yê sereke mêr in û mêr di ser jinan re ye.' Kirasekî dînî li fikirên xwe yên mêrserweriyê dikin. Lê ji ber ku nikarin xwe ji çanda mêrantiyê xalî bikin wiha dikin." 
 
ÎSTISMARKIRINA DÎN Û AKP
 
Bi domdarî Elîaçik diyar kir ku li Tirkiyeyê her tim dîn hatiye îstaismarkirin û bal kişand ser bandora wê ya li hilbijartinên 2023'yan û wiha pê de çû: "Li Tirkiyeyê hin derdor ji ber argumanên dîn rayê didin. Anku derdoreke ku dibêje 'kesê ku ez raya xwe bidimê divê bi nimêj û taet be, misilman be' heye, lê ev derdor ne derdoreke mezin e. Anku encam nîşan didin ku bi kêr nayê." Elîaçik destnîşan kir ku AKP, partiya kesan e û wiha pê de çû: "AKP, Erdogan e. Gava Erdogan tune be dê AKP belav bibe. Gava Erdogan tune be, dê wekî Partiya Anavatanê belav bibe."
 
Elîaçik anî ziman ku bîrdoziyeke Erdogan tune ye û wiha derbirî: "Bîrdoziya wî qoltixa wî û parastina vê qoltixê ye. Şert û mercên wê kêliyê çi bibin, wê dike. Anku nade dû bîrdoziyekê. Parastina qoltixa xwe, dîn, îman û bîrdoziya wî ye." 
 
ŞIRÎKÊN XIRABIYÊ
 
Elîaçik diyar kir ku yek ji şirîkên vê xirabiyê jî terîqat in ku tim bi mirina zarokan, bi detsdirêjî û destavêtina zarokan di rojevê de ne û wiha axivî: "Bûyerên bi vî rengî bi terîqatan çêdibin, lê radibin ser wê digirin. Dixwazin rastiyê veşêrin. Lê divê ew bi xwe vê eşkere bikin an jî bûyerên bi vî rengî paqij bikin. Fikra gelek terîqat û cemaetan a der barê zarok û jinan de şaş e. Ew jî wer difikirin ku li ser rêya rast in. Pir xirab xuya dikin, lê haya wan ji wan tune ye." 
 
Elîaçik ji bo Huda Parê jî got: "Îslamiyeta ku min çil sala berê ew diparast, Huda Par dûrî wê ye jî. Erdogan jî 50 salî li paş wê ye."
 

Sernavên din

07/07/2023
12:43 Dayika Aştiyê Xemê Akdogan rehmet kir
12:36 Jina ku dihat îdiakirin ‘întîhar’ kiriye: Alî ez avêtim xwarê
11:35 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Der barê xwendekarê ji ber Newrozê ji wargehê hat avêtin biryara binpêkirina maf hat dayîn
10:37 Cezayê muebbeta giran dan kesê Remziye Yucel qetil kirî
09:50 Di lêpirsîna qetilkirina Temel de kesekî din jî hate girtin
09:49 Bac hatin zêdekirin: Xerca telefona destan bû 20 hezar TL
09:45 Rêxistinên rojnamevanan: Em xwedî li doza rojnamevanên kurd derkevin
09:26 Protestoyên li Fransayê didomin: Serîhildana zarokên esmer e
09:04 Esnafên bi dolar dan û standinê dikin: Ji sedî 300 zêdebûn heye
09:03 Parêzer Ozdemîr: Girtina rojnamevanan veguherî cezakirinê
09:03 Aydogan: Komkujiyên serdestan nikarin pêşî li têkoşîna jinên azadîxwaz bigirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê înfaza girtiyan tê şewitandin
09:02 Ji ber astengiyên li ber pirtûkên kurdî serî li DMME'yê da
09:00 Li quntara Çiyayê Cudî li ber stranên Botanê bi zibareyî paletiyê dikin
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
06/07/2023
21:24 Girtî Erbaş neşandin taziya dêya wî
20:39 Zarok MA 2 saliya xwe pîroz kir
20:09 Serdana şîna Kulter û Dayan hat kirin
16:36 Li Esenyurtê di febrîqeyekê de şewat derket
16:22 Doza 15 kesên tev li bîranîna 10'ê Cotmehê bûn hate lidarxistin
16:05 HDP’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
15:57 Mazlum Ebdî: Em berxwedana xwe mezin bikin û hêzên xwe bikin yek
15:06 Tecrîd di rojeva meclisê de ye: Hêviya aştiyê ya gel tê tunekirin
15:04 Terîqetan vê carê destên xwe gihandin zarokên Amazonê
14:38 Li sîteya kafiroşan a Wanê 500 ton ka şewitî ye
14:26 Taksîvanan li Wanê kontak girtin
14:21 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em dixwazin bijîn û bidin jiyandin
14:21 KESK tev li Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar bû
14:09 Qedexeya li Xîzanê didome: Ajalên me birçî ne û derûniya zarokên me xera bû
12:23 Ji Abdullah Ocalan 28 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Colemêrgê 7 kes hatin binçavkirin
11:27 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Esenyurtê de girtin
11:25 Yavuz piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan: Ez şanaz û serbilind im
11:03 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di hezîranê de 25 jin hatin kuştin
11:03 Çalagan: Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bê rakirin
10:19 Li Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
10:16 Çalakiya Dag û Er di roja 50’an de didome
10:00 Abdullah Ocalan: Tecrîd ji holê rakirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî ye
09:59 Aydenîz: Divê em bi dilwêrekî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
09:32 Zem li mazotê hate kirin
09:16 Banga ji bo danişîna doza rojnamevanan
09:08 Bi hinceta tev li meşê bûne 12 roj in li Navenda Paşvegerandinê tên sekinandin
09:05 ‘Piştî zêdekirina meaşê kêm ji kar hatin derxistin'
09:02 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû ji bo danişîna rojnamegeran bang kir
09:01 Projeya tekstîlê ya bi 10 milyon TL'yî hat çêkirin girtî ye
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
05/07/2023
23:59 Piştî 31 salan ji girtîgehê derket
17:30 Cezayê muebedê li kujerê Makbûle Sevînçê hat birîn
17:23 Ji bo Hevseroka DFG'ê Muftuoglû serî li AYM'ê hat dayîn
17:14 Nobeda Edaletê di roja 835'an de ye
16:28 Jina di qonaxa hevberdanê de bi giranî hate birîndarkirin
16:24 400 fezlekeyên aydî parlamenterên berê şandin serdozgeriyê
16:08 ‘Heta rastiya madî derdikeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin’
15:49 Li Herêma Bestayê şerekî dijwar diqewime
14:58 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza kifşa cihê bûyerê hat redkirin
14:50 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên xwe li gorî daxwaza AKP’ê diyar dike
14:20 Aydenîz çû serdana cotkar û esnafan
13:50 Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî 'navenda çandê’ vekir!
13:32 Di doza rojnamegeran de şahidê nepen: Li ser navê dewletê tevgeriyam
12:56 Halîde Dundar li Amedê hat veşartin
12:36 Êrişa Îsraîlê bi dawî bû: 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
12:25 Bi ser Kampa Lavrioyê de hate girtin: 50 kurd û penaberên siyasî hatin binçavkirin
11:29 ‘Li dijî xweza, dîrok û ekolojiya Kurdistanê sûcê qirkirinê dikin’
11:11 Li gorî TUÎK'ê enflasyon ji sedî 38, li gorî ENAG’ê ji sedî 108
10:59 Derhêner Çalan: Em ê di FilmAmed de çîroka her kesî bigihînin civakê
10:58 Di 6 mehan de li girtîgehên Îranê herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
10:50 MLSA’yê ji bo rojnameger Sedat Yilmaz serî li AYM’ê da
10:16 Aktîvîsta jin li Efganistanê di bin çavan de hate tecawizkirin
09:57 Li gundê Biligayê talankirina daran: Leşkeran gef li gundiyan xwarin
09:52 Bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza dan girtiyê nexweş
09:50 Di Doza Kobanê de ji bo parastina li dijî 5 hezar rûpel mutala 28 roj dem hat dayîn
09:12 Zarok Ma dikeve 3 saliya xwe: Mînaka yekemîn a perwerdehiya muzîka kurdî
09:02 Ciwan dest ji çandiniyê berdidin!
09:02 Şaredariya AKP'î parka li perava golê veguherandiye sergoyê
09:02 'Ziman xizîne ye, tu dereng bimînî tu yê gelek tiştan winda bikî'
09:00 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê bidarvekirin zêde bûye
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
04/07/2023
21:04 Parêzerên Abdullah Ocalan beraet kirin
20:17 'Divê CPT hemû raporên xwe eşkere bike'
18:32 Cerdevanek li Herêma Kurdistana Federe mir
18:24 Di Doza Kobanê de banga ji bo esasgirtina biryarên DMME'yê
16:56 Guler ê DAIŞ’î: Bi qasî min bihîstî Komkujiya Pirsûsê dewletê kir
16:42 Pankarta ku azadiya Ocalan daxwaz dike daliqandin
15:52 Nivîskarê girtî Yaşar Aslan li Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin
15:05 Fîdan: Ji bo endamtiya Swêdê mimkin nîne mirov qala rewşekî erênî bike
14:43 10 meh cezayê hepsê li helbestvan Ahmet Tellî hat birîn
14:03 Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya ji bo Kayaalp ê MHP’î qebûl kir
13:31 Îstînafê cezayê faîlê êrişa zayendî xera kir
13:21 Danişîna Beştaş hate taloqkirin
13:04 Olan: Bila li Bedlîsê qedexeya derketine derve were bidawîkirin
12:52 Akin: Dev ji polîtîkaya tecrîdê berdin
11:47 Tirkiye û Misir dê piştî 10 salan balyozan li welatên hev tayîn bikin
11:28 Çolterên gundên Bedlîsê tên bombebarankirin
11:27 Lîreyê tirk li hemberî dolar û euro her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
11:26 Malbatên Pirsûsê serdana Malbata Şenyaşar kirin: Em li edaletê digerin
11:26 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Çat wefat kir
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:35 Rojnamevan Kadîr Bayram hat binçavkirin
10:31 Li Fransayê bîlançoya 8 rojan hat eşkerekirin