Xebatkarên FîlmAmedê: Mîhrîcan bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin didome

img
AMED - Xebatkarên FîlmAmedê destnîşan kirin ku 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bi kelecan û keyfxweşiye mezin didome û wiha gotin: “Tevî bêderfetiyan jî mîhrîcan bi serkeftî domiya û eleqeyeke pir baş a gel heye.”
 
8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ber bi dawiyê ve tê. Di 4 rojan de li 4 eywanan biqasî 29 fîlm hatin nîşandan. Her wiha li Şanoya Bajêr a Amedê forûma bi navê “Astengiyên li hember çêkirina belgefîlman” hat lidarxistin. Belgefîlmên din jî dê îro bên pêşandan û mîhrîcan dê bi dawî bibe.  
 
Xebatkarên FîlmAmedê ku di amadekirin û birêvebirina mîhrîcanê de kedekî mezin dan, têkildarî rewşa giştî ya mîhrîcanê bi ajansa me re axivîn. Ji xebatkaran Selahattîn Eyup Tan û Mehmet Emîn Îsî diyar kirin ku tevî zehmetiyên kişandin jî mîhrîcana wan bi serkeftî derbas bûye. 
 
‘ELEQEYA BAŞ ME KEYFXWEŞ DIKE’
 
Sînemager û xebatkarê FîlmAmedê Selahattîn Eyup Tan destnîşan kir ku piştî 4 salan, Mîhrîcana FîlmAmedê dîsa hatiye lidarxistin û wiha got: “Em bi coş û kelecaneke mezin xebitîn. Em hinekî dibetilîn lê eleqeyeke baş heye û ev jî me kêfxweş dike. Gelek sînemager, derhêner û mêvan ji derveyî Amedê û jiderveyî Kurdistanê hatine. Eleqeya gel baş e û tên temaşe dikin. Bi derhênerên belgefîlmên wan hatine nîşandan re gotûbêj tên lidarxistin. Nîqaş tên kirin. Mîhrîcan, bi keyfxweşiyeke mezin derbas dibe.”
 
‘BI DERFETÊN KÊM JÎ MÎHRÎCAN BAŞ DERBAS DIBE’
 
Bi domdarî Tan anî ziman ku wî jî weke fîlmçêkerekî di mîhrîcanê de gelek kes naskirine û bi wan re peywendî danîne. Tan, diyar kir ku derhênerên ciwan di mîhrîcanê de ji tecrûbe û serpêhatiyên derhênerên navdar sûdê digirin. Tan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em her tim di nava bizavekî de ne. Bi her tiştî re eleqedar dibin, ji bo pêşandanê fîlman amade dikin. Ji hêla teknîkî ve heta niha jî tu pirsgirêk derneketine. Her kes dibêje serkeftî ye. Bi van derfetên kêm mîhrîcaneke gelekî baş derbas dibe. Eywanên me hinek biçûk in lê li 4 cîhan belgefîlm tên nîşandan.”
 
‘ME MÎHRÎCANA XWE BI KELECANÎ LI DAR XIST’
 
Ji xebatkarên Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û FîlmAmedê Mehmet Emîn Îsî jî da zanîn ku ji bo lidarxistina mîhrîcanê salek bû nîqaş dimeşandin û ev tişt anî ziman: “FîlmAmed, li Kurdistanê yekemîn mîhrîcana belgefîlman e. Divê li Kurdistanê belgefîlm bên çêkirin. Ji ber ku bîra civakê ne. Bîr civakê zindî dike. Ji bo kurdan jî bîr tiştekî girîng e. Ji ber ku welatê wan çar parçe ye û li ser her parçeyê jî dagirkerên cuda hene. Desthilatdar jî her tim dixwazin bîra civakê tune bikin. Di encama nîqaşan de me got derfet kêm jî bin, eywan biçûk jî bin divê em FîlmAmedê dîsa zindî bikin. Me jî xebat dan destpêkirin. Zêdetirî 80 belgefîlman serî lê dan. Derfetên me têrî 30 belgefîlman dikir.  Lewma me 30 belgefîlm jêgirtin û piştî 3 salan me dîsa bi kelecaneke mezin Mîhrîcana FîlmAmedê li dar xist.”
 
‘GERMAHIYEKE MEZIN HEYE’
 
Îsî, bi lêv kir hejmara wan kêm e, xebat zêde ye û nîşandana belgefîlman a li 4 cihan hinek ew dane zorê û axaftina xwe wiha qedand: “Lê dîsa jî dema em serê sibehê tên eywanê, em bi kelecan dibin. FîlmAmed ji bo Amedê, ji bo temaşevanan gelek girîng e. Piştî amadekariyên li eywanê em carnan diçin fîlman nîşan didin, carnan bi mêvanan re eleqedar dibin û carnan jî eywanê paqij dikin. Ji destê her kesî çi were dike. Me dixwest li eywanên sînemayê, bi dengekî baştir û bi berfirehtir fîlman nîşan bidin lê ew derfetên me nînin. Germahiyeke baş heye û her kes pir dilnizm nêzî me dibin. Tevlibûna xurt hêzê dide me.”
 
MA / Bazîd Evran
 

Sernavên din

16:57 Ji bo Şaredarê Semsûrê biryara hefsa malê hate dayîn
16:56 Daxwaza tehliyeyê ya girtiyê nexweş ku ji sedî 76 astengdar e hate redkirin
16:35 Rejîma Îranê cezayê îdamê da 5 girtiyan
16:30 Gundî li dijî qanûna madenê meşiyan Meclisê
15:44 Dozgeriyê ji bo Karalar daxwaza girtinê kir
15:42 Ozel: Li dijî hêza sindoqê şer îlan kirin
15:08 DMME’yê ji ber rewşa girtî ya Demîrtaş biryara binpêkirinê da
14:59 Aksû piştî 31 salan hate berdan
14:58 Emniyetê ji bo îfadeyê bangî Serokê CHP’ê yê Stenbolê kir
14:18 Jinan bangî Meclisê kirin: Ji bo zemîna hiqûqî ya aştiyê peywirê li xwe bigirin
13:52 Tirkiyeyê dîsa ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan qebûl nekir
13:08 Fezlekeya der heqê Ozgur Ozel de pêşkeşî Serokatiya Meclisê hat kirin
13:06 Di lêpirsîna Şaredariya Manavgatê de 7 kes hatin binçavkirin
13:06 Girtiyê ku kelemçe red kir: Ez dixwazim bi awayekî mirovane tedawî bibim
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Bêyî Meclis were girtin divê komîsyon were avakirin
12:42 Montag ê Amerîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:39 Serokê MÎT’ê bi serokwezîrê Iraqê re civiya
12:38 Ji bo rojnameger Uçar biryara tehliyeyê hat dayin
12:38 Der heqê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin
12:28 Rapora ÎSÎG’ê: Di Hezîranê de 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:25 ‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan' tê avakirin
11:23 Ji welatiyên piştî giliya Olmez ê AKP’î hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
11:21 Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin de Rojava Spor bû şampiyon
10:59 Nobeta li Hesendînê li dijî madenê hatiye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya
10:29 Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
10:20 Şaredarên CHP’î sewqî edliyeyê hatin kirin
10:14 Îran: Di êrişan de hezar û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:14 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re hate taloqkirin
10:01 Li Elkê 3 herêm hatin qedexekirin
09:44 ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ didomin
09:33 Hejmara kesên di lehiya Texasê de mirîn derket 104’an
09:28 Ji bo komeke din a cigareyan zem hate kirin
09:21 Mûstafa Karabûdak: Divê herî zêde Elewî xwedî li banga Ocalan derkevin
09:03 Welatiyên Hesendînê li dijî lêgerîna madenê nobed dan destpêkirin
09:02 Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê
09:02 Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e
09:01 Ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê hatin Gimgimê
09:00 ROJEVA 8’Ê TÎREMEHA 2025’AN
07/07/2025
23:30 Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin
20:15 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
20:00 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan