Ogut a ji Komkujiya Vartînîsê xelas bû: Xwedî li têkoşîna min derkevin

  • rojane
  • 12:07 1 Cotmeh 2023
  • |
img
MÛŞ - Di Komkujiya Vartînîsê de ji malbata Aysel Ogut 9 kes hatin qetilkirin û ew tenê jê xelas bû. Ogut, bal kişand ser xetereya demborînê ya li ser dozê û got: “Malbata min hate tunekirin. Ev zilm, bila li cem wan kesên ew zilm kirine nemîne. Xwedî li têkoşîna min a maf derkevin.” 
 
Li bajaroka Vartînîsê ya navçeya Têlî ya Mûşê, di 3'yê Cotmeha 1993'yan de mala malbata Ogutê hat şewitandin. Di malê de bav Nasir Ogut, hevjîna wî Eşref Ogut û zarokên wan Sevîm, Sevda, Mehmet Şakir, Mehmet Şîrîn, Aycan, Cîhan û Cînal Ogut hatin qetilkirin. Di dozê de tenê Fermandarê Cendirmeyan a Navçeya Têliyê Bulent Karaoglû weke bersûc tê darizandin. Di 21’yê îlona 2021’an de ji bo girtina Karaoglû bultena sor hate derxistin. Lê belê ji wê rojê heta niha Karaoglû nehatiye girtin. Danişîna 19’an a dozê di 27’ê îlonê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê hate lidarxistin.  Danişîna din jî taloqî 1’ê mijdarê hate kirin. Lê xetere heye ku doz di 3’yê cotmehê de bikeve ber demborînê. 
 
Ji endamên malbatê Aysel Ogut ku di roja komkujiyê de ji bo mêvandariyê çûbû mala apê xwe û ji komkujiyê rizgar bûbû, têkildarî pêvajoya dozê axivî. 
 
FIKARA DEMBORÎNÊ
 
Ogut, anî ziman ku ev 30 sal in li benda edaletê ye û wiha got: “Carnan dibêjim; ‘edaleta xwedê mezin e, dê li erdê nemîne.’ Lê dîsa jî dixwazim li vê dinyayê (leşkerê bersûc) were darizandin. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê carnan nikarim tev li dozan bibim. Dadger gotiye; ‘em dixwazin bê girtin, em ê nehêlin ber demborînê bikeve.’ Lê ditirsim ku bikeve ber demborînê. Heke bixwazin dikarin wî bersûcî bigirin. Di vê meha dawî de ji hêla psîkolojîk ve zehmetiyên mezin dikişînim. Her ku fikra demborînê tê bîra min, ez pir nebaş dibim. Ji ber hizra ‘têkoşîna min vala çû’ nikarim bi şev razêm. Banga min ji bo her kesî ye; çi ji destê we tê bikin. Bila ev zilm nemîne cem wan kesên ev zilm kirin.  Dixwazim were girtin. Hêj jî dereng nîne. Li benda edaletê me. Ji hêla psîkolojiyê ve pir westiyam.” 
 
Bi domdarî Ogut destnîşan kir ku Karaoglû beriya komkujiyê gef li gundiyan xwariye û wiha pê de çû: “Malbata min şewitandin, bi hovane qetil kirin. Lê tevahiya sûcî tenê xistin stûyê yekkesî. Lê belê tenê kesek nebû. Serpel Bulent wê demê gotibû; ‘Em ê gundê we bişewitînin. Ez ê 20 kesan bikujim. Û malbata min tune kir. Malbata min qelebalix bû. Lê ji wan tenê ez mam.” 
 
'XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA MIN DERKEVIN’
 
Ogut, axaftina xwe wiha qedand: “Ez dixwazim raya giştî xwedî li têkoşîna min derkeve. Min dixwest têkoşîna xwe bi rêya hiqûqê bidomînim lê xuyaye ku wisa nabe. Ev bû 30 sal bi vê êşê dijîm. Vaye bû 20 sal bi rêya hiqûqê têdikoşim. Çendek danişînin ji ber pirsgirêkên aborî û psîkolojîk nikarim tev li bibim. Dixwazim mirov xwedî li vê têkoşînê derkevin.” 
 
MA / Bêrîvan Kutlu 
 

Sernavên din

10:38 Bi dîmenan bersiv dan wezareta ku îşkence red kir: Dev ji parastina faîlan berdin
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyek bi rûmet e’ derket
09:36 Dosyaya ku DMME’yê ji ber ‘îşkenceyê’ Tirkiye mehkûm kiribû hate betalkirin
09:31 Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin
09:14 'Ger hûn aştiyê bixwazin, divê hûn mafê hêviyê bi cî bînin'
09:13 Nobeta mexdûrên erdhejê ya li Enqereyê di tevahiya şevê de domiya
09:08 Li Rihayê di 21 mehan de tundî li hezar û 260 jinan û li 859 zarokan jî îstîsmara zayendî hat kirin
09:06 Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li sala 2025’an da
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2025'AN
00:05 Şandeya Îmraliyê dê di 23'yê Kanûnê de bi Kurtulmuş û Tunç re bicive
21/12/2025
19:53 Şîna Servet Kartal ê HPG'î bi girseyî hat ziyaretkirin
19:29 Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li darxist
19:00 Peyama Abdullah Ocalan ji bo kongreya ANKA-DER’ê: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye
17:50 Xwebûn di sala xwe ya 6'emîn de ye: Çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e
16:43 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:38 Li Girtîgeha Xarpêtê dijbariya pêvajoyê: Piştî her gavekî erênî bi îşkenceyê bersivê didin
16:23 Cenazeyê yaşar Demîr hate definkirin
16:05 Mexdûrên erdhejê li Enqereyê dest bi nobeta edaletê kir
15:50 'Avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye’
14:56 Şîna Zîlan Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Di hevdîtinên budçeyê de roja dawî: Divê zimanê cihêkar bê terikandin
14:43 Li Cûdî ‘tovên hêviyê’ hatin çandin: Aştî bi xwezayê re dibe
14:42 Mewlîda ji bo Işik ê HPG’î bi girseyî hate ziyaretkirin
13:30 Girtiyê siyasî Omer ê rejîma Îranê nehişt tedawî bibe jiyana xwe ji dest da
13:19 Rejîma Îranê ceza da çalakvanê Kurd Ebdulazade
13:08 Şerê Kamboçya û Taylandê bû sedema koçberiyeke mezin
13:00 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi CHP û EMEP’ê re hevdîtinê bike
11:03 Gelo sedema şerên Rojhilata Navîn neşxeyên rêyên nû ne?
10:06 Hejmara 147’an a kovara Jinê derket
10:00 Ji bo bîranîna 23’yê Kanûnê ya li Parîsê amadekarî didomin
09:17 Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e!
09:13 Ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê pêşbirka çîrokan: Serlêdan di 30'ê Çileyê de bi dawî dibin
09:12 Di vê dikanê de pere derbas nabe: Armanc bibîrxistina civaka komunê ye
09:11 Demîr ê DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da
09:03 Welatên Skandînavyayê: Nenavendîbûn, serxwebûna darayî
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2025'AN
20/12/2025
22:29 Li Wanê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:45 Faîlê tacîzê Serdal Os hat girtin
18:22 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û TÎP'ê: Aştî ji bo azadî û demokrasiya şert e
17:01 Talebanî: Divê li Iraqê hikumeteke xurt bê avakirin
16:30 Li sê bajaran çalakî ji bo girtiyên nexweş
15:47 Êrişa li dijî Leyla Zanayê hat protestokirin
15:36 Akademîsyena heqaret li Kurdan kir serbest hat berdan
15:17 Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye
15:11 Ji Îngilistanê mueyîde li ser fermandar û tabûrên Şara
14:44 Şandeya Îmraliyê bi AKP'ê re civiya: Aştî bê hiqûq nabe
14:07 Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî edalet
13:43 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan ê ku 31 sal berê hat windakirin pirsîn
13:03 Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn
12:02 DYA’yê êriş bir ser zêdetirî 70 nuqteyên DAIŞ’ê
11:05 Li Cizîrê bersûcê êrişa zayendî ku hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin
10:58 Deklarasyon: Em ê bajaran bi israra aştiyê ya jinan ava bikin
10:25 Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel
10:15 Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye
10:00 Spanya: Xweseriya bilind, feraseta karbidestiya eşkere, demokrasiya beşdar
09:11 Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn
09:09 Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
19/12/2025
21:50 Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan
20:35 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
20:10 Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin
17:22 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:41 Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin
15:52 Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe
14:36 Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:20 Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin
14:17 Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn
13:21 'Em ê hesabê qetilkirina hevalên xwe bipirsin’
12:36 AKP’ê rapora xwe pêşkêşî Meclisê kir
12:05 Dîroka civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û TÎP’ê diyar bû
11:17 Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin
11:14 Welatiyên Farqînê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gel e
10:54 Ji Komkujiya 19’ê Kanûnê heta niha tecrîd girantir bû
10:46 Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin
09:55 Derket holê ku li Cizîrê gelek xwendekar hatine tacîzkirin
09:54 Veysî Aktaş ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ banga tevlibûnê kir
09:32 Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk hate binçavkirin
09:31 Xizmên girtiyan: Hê jî girtiyên nexweş nehatine berdan, em ê çawa bawer bikin?
09:18 Li dijî 26 şîrketan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
09:14 Swîsre: Rêgeza demokrasiya yekser esas e
09:12 Li bajarê ku 10 sal in di destê qeyûm de ye, pêvajoya jinûveavakirinê dest pê dike
09:11 Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne
09:02 Koma şanoya Kurdî Şanogel hat avakirin: Em dixwazin xwe bigihînin gel
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2025'AN
18/12/2025
16:53 Wezaretê piştî salek û nîvan biryara bultena sor a ji bo kujerê Kazanhan cîbicî kir
16:37 Rojnameger Aykol 2 meh in di beşa çavdêriya awarte de ye
16:36 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn cara duyemîn civiya
16:20 Baroya Qersê giliyê bijîşka nîjadperest kir
15:50 Eyşe Şan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:44 Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê hat damezirandin
15:35 CHP’ê rapora xwe pêşkeşî Meclisê kir
15:25 Çetîn Arkaş: Heke aştî bibe divê hevrûbûn çêbibe
15:03 KESK: Kedkar vê budçeyê qebûl nakin
14:59 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel diyar bû
14:55 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê hat revandin û îşkencekirin
14:29 Bijîşkekê heqaret li Kurdan kir: Bila mafên wan bên sînordarkirin û neyên xebitandin
13:45 Ahmet Turk bertek nîşanî Bursasporê da: Ev heqareteke li dijî hemû Kurdan e
13:31 Baroyan bertek nîşanî heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin dan
13:30 Dê wêneyên ku Nazim û Cîhanê kişandibûn bên pêşandan
12:36 Danişîna doza Sîncar careke din ji bo mutalaayê hat taloqkirin