Çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan diyarî girtiyên nexweş hatin kirin

  • rojane
  • 16:42 3 Kanûn 2023
  • |
img
RIHA - OHD, ÎHD û Baroya Rihayê starta çalakiyên xwe yên Hefteya Mafên Mirovan ku dê di navbera 3-10’ê kanûnê de bike da û ev çalakî diyarî girtiyên nexweş kirin. 
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Rihayê starta çalakiyên ku dê bi boneya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan di navbera 3-10’ê kanûnê de li dar bixe, bi daxuyaniyekê da. Daxuyanî li Baroya Rihayê hate dayîn. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û Cîgira Serokê Baroya Rihayê Gulistan Paydaş axivî. Paydaş, diyar kir ku dê çalakiyên wan 8 rojan bidomin û dixwazin di van çalakiyan de balê bikişînin ser kevneşopiya têkoşînê û dîroka rûmeta mirovahiyê û mafên mirovan. 
 
Paydaş, anî ziman ku dîroka têkoşîna mafên mirovan tije berxwedan û tecrûbe ye û wiha pê de çû: “Tirkiye roj bi roj ji teahûda demokrasî û hiqûqê dûr dikeve. Vê yekê jî rê li ber qelsbûna mafên mirovan û mekanîzmaya venêrînê vekir. Yek ji beşên civakê yên di serî de rastî bêhiqûtiyan tên, girtiyên nexweş in. Di mijara girtiyên nexweş de dewlet li dûrî wekhevî û edaletê tevdigere û mercên wan girantir dike. Ji bo ku çi mirinên din li girtîgehan çênebin, ji bo maf û azadî bikevin dewrê, ji bo girtiyên nexweş li cem xizmên xwe bên tedawîkirin, em Hefteya Mafên Mirovan diyarî girtiyên nexweş dikin.” 
 
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Di berdewamê de Paydaş got ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Rihayê 10 jê rewşa wan girtî bi giştî zêdetirî 200 girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk heye, hene û wiha pê de çû: “Her wiha li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Rihayê 64 girtiyên rewşa wan giran û nexweşiyên wan kronîk heye, hene. Li Girtîgeha Sêweregê jî 2 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene. Divê dewlet ji bo parastina mafê jiyanê ku pîroz e, tavilê berpirsyartiya xwe bi cih bîne. Lê mixabin dewlet di demên dawî de li gorî qanûnan tevnagere.” 
 
JIYANEKE LI GORÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ 
 
Paydaş, bal kişand ser jipeywirgirtinê ya endamên TTB’Ê, krîmînalîzekirina muxalefetê, Doza Kobanê, neberdana Can Atalay, Doza Geziyê û greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha pê de çû: “Tevî her cureyên zext, girtin û îşkenceyan jî divê mafên mirovan bên pîrozkirin û divê her kes di wê ferqê de be ku heta mirovatî rizgar nebe tu kes nikare rizgar bibe. Tenê dema hemû mekanîzmayên mafên mirovan bi cih hatin em dikarin bibin parçeyeke jiyana li gorî rûmeta mirovahiyê.” 
 
TEQWÎMA ÇALAKIYAN
 
Di berdewamê de jî Paydaş çalakiyên ku dê di Hefteya Mafên Mirovan de li dar bixin wiha rêz kir: 
 
* 3’yê Kanûnê Roja Yekşemê:  Dê saet di 12.45’an de ‘Rapora Binpêkirinên li Girtîgehan’ bê eşkerekirin, saet di 13.00’an de panela ‘Mafê Darizandina Adilane û Destûra Bingehîn’ bê lidarxistin. 
 
* 4’ê Kanûnê Roja Duşemê: Dê saet di 11.00’an de panela bi sernava ‘Pirsgirêka Paşvegera Dilxwazî ya Tirkiyeyê’ bê lidarxistin. 
 
* 5’ê Kanûnê Roja Sêşemê: Dê tev li danişîna Doza Komkujiya Pirsûsê bibin, li goristanê merasîma bîranînê bê lidarxistin û malbatên qurbaniyan bên ziyaretkirin. 
 
* 6’ê Kanûnê Roja Çarşemê: Dê li Dibistana Navîn pêşkeşiya bi navê ‘Îhmala li Dijî Zarokan û Îstîsmar’ bê lidarxistin û saet di 17.00’an de jî fîlmê Press bê pêşandan. 
 
* 7’ê Kanûnê Roja Pêncşemê: Saet di 11.00’an de dê semînera bi sernavê ‘Mafê Xwegihandina Tenduristiyê yê Girtiyên Nexweş’ û saet di 15.00’an de jî dê ‘Xebata Atolyeyê ya Mafên Mirovan û Jinan’ bên lidarxistin. 
 
* 8’ê Kanûnê Roja Înê: Saet di 11.00’ê de dê semînera ‘Di serdema Otorîteya Popûlîst de Axaftina li Ser Mafên Mirovan’ bê lidarxistin. 
 
* 9’ê Kanûnê Roja Şemiyê: Saet di 12.00’an de dê daxuyaniya ji bo piştgiriya bi Dayikên Şemiyê re bê dayîn, saet di 12.30’an de panela bi sernavê ‘Lêgerîna Heqîqetê ya 28 Salan; Dayikên Şemiyê’ bê lidarxistin. Saet di 19.00’an de jî dê lîstika şanoyê ya ‘Kûçikê Sergoyê’ bê pêşandan. 
 
* 10’ê Kanûnê Roja Yekşemê: Saet di 11.00’an de dê panela ‘Li Rojhilata Navîn Pirsgirêka Kurd û Tecrîd’ bê lidarxistin û saet di 15.00’an de jî daxuyanî were dayîn. 
 
PÊŞANGEHA RESMAN
 
Piştî daxuyaniyê, di qata ketina avahiya xizmetê de bi sernavê “Derheqê Derdorên Mafên Wan Hatine Binpêkirin” pêşangeha resman hat lidarxistin. Pêşangeh dê hefteyekê vekirî bimîne. Her wiha li ser avahiya xizmetê ya baroyê pankarta mezin a bi navê “Dema hevrûbûna heqîqetê ye” ku wêneyê Emîne Şenyaşar, Dayikên Şemiyê û kesên di komkujiyên Roboskê û Pirsûsê de hatine qetilkirin li ser jî hate daliqandin. Pankart, dê heta 10’ê kanûnê hilayîstî bimîne. 
 
PANELA ‘MAFÊ DARIZANDINA ADILANE’
 
Piştre jî di çarçoveya çalakiyan de li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya li avahiya xizmetê ya baroyê bi sernavê “Mafê Darizandina Adilane û Tecrîd” panelek hat lidarxistin. Parêzerê Baroya Rihayê Kazim  ekîncî û Cîgira Serokê Navenda Mafên Mirovan Dîcle Aksu moderatoriya panelê kirin. Hiqûqnasê Destûra Bingehîn Îbrahîm Kaboglû û akdemîsyen Selîn Esen jî pêşkeşî kirin.
 

Sernavên din

12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê kongreya xwe li dar dixe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin
10:19 Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
09:33 HSD, wê entegreyî kê bibe!
09:13 Polîtîkaya asîmlasyonê di 'Civîna Dêûbavan' de ye
09:07 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN
22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
14:20 Elewî çûn serdana Roboskê: Êşa me yek e
13:40 'Heke Burak Ercan bihata cezakirin dê 23 xwendekarên din nehatina îstîsmarkirin’
13:24 Ozel: Em dixwazin li Tirkiye û Sûriyeyê aştî serwer be
Sancar: Mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e
13:21 Ji bo Cejna Noelê bibe roja betlaneya fermî pêşniyarqanûn da Meclisê
12:48 Axêverên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ diyar bûn
12:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel dest pê kir
12:02 'Rapor ji bendewariyên heyî dûr e, divê di pêvajoya qanûnan de lihevkirinek hebe'
11:20 Ji Amedsporê biryara Leyla Zanayê: Maça bi Igdirsporê re dê ji bo jinan bêpere be
10:38 Bi dîmenan bersiv dan wezareta ku îşkence red kir: Dev ji parastina faîlan berdin
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyek bi rûmet e’ derket
09:36 Dosyaya ku DMME’yê ji ber ‘îşkenceyê’ Tirkiye mehkûm kiribû hate betalkirin
09:31 Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin
09:14 'Ger hûn aştiyê bixwazin, divê hûn mafê hêviyê bi cî bînin'
09:13 Nobeta mexdûrên erdhejê ya li Enqereyê di tevahiya şevê de domiya
09:08 Li Rihayê di 21 mehan de tundî li hezar û 260 jinan û li 859 zarokan jî îstîsmara zayendî hat kirin
09:06 Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li sala 2025’an da
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2025'AN
00:05 Şandeya Îmraliyê dê di 23'yê Kanûnê de bi Kurtulmuş û Tunç re bicive
21/12/2025
19:53 Şîna Servet Kartal ê HPG'î bi girseyî hat ziyaretkirin
19:29 Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li darxist
19:00 Peyama Abdullah Ocalan ji bo kongreya ANKA-DER’ê: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye
17:50 Xwebûn di sala xwe ya 6'emîn de ye: Çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e
16:43 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:38 Li Girtîgeha Xarpêtê dijbariya pêvajoyê: Piştî her gavekî erênî bi îşkenceyê bersivê didin
16:23 Cenazeyê yaşar Demîr hate definkirin
16:05 Mexdûrên erdhejê li Enqereyê dest bi nobeta edaletê kir
15:50 'Avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye’
14:56 Şîna Zîlan Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Di hevdîtinên budçeyê de roja dawî: Divê zimanê cihêkar bê terikandin
14:43 Li Cûdî ‘tovên hêviyê’ hatin çandin: Aştî bi xwezayê re dibe
14:42 Mewlîda ji bo Işik ê HPG’î bi girseyî hate ziyaretkirin
13:30 Girtiyê siyasî Omer ê rejîma Îranê nehişt tedawî bibe jiyana xwe ji dest da
13:19 Rejîma Îranê ceza da çalakvanê Kurd Ebdulazade