Namzetên hevşaredariyê yên Tilqebînê: Em ê pirsgirêkên gel bi gel re çareser bikin

img
ŞIRNEX - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarokê Tilqebînê Besê Cevîz û Lezgîn Kosen gotin ku ew ê pirsgirêkên gel bi gel re çareser bikin û projeyên xwe vegotin. 
 
Bajarokê Tilqebînê yê Silopiya ya Şirnexê ku bûye hedefa polîtîkayên qeyûman a AKP’ê, xwe ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê amade dike. Tilqebîn 6 km’an ji navenda Silopiyayê dûr e, li quntarê Çiyayê Cûdî ye û li ser xeta sînor a Herêma Federe ya Kurdistanê cih digire. Di sala 2016’an dema di bin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de qeyûm lê hate tayînkirin. Hevşaredarên bajarokê ku ji sedî 62.02’yê dengan standibûn, ji peywirê hatin dûrxistin û girtin. AKP’ê ku bi rêya qeyûm şaredarî xesp kir, di hilbijartinên 2019’an de jî bi hezaran leşkerên li Fermandariya Qereqolê ya bajarokê deng da bikaranîn û şaredarî bi dest xist. 
 
Li dijî polîtîkaya veguhestina “hilbijêran” a îktîdarê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li bajarokê xebatên zêde dimeşîne. Besê Cevîz û Lezgîn Kosen weke namzetên hevşaredariyê hatin hilbijartin. Namzetan gotin ku dê şaredariyê li gorî paradîgmaya azadîxwaziya jinê, ekolojîk û demokratîk birêve bibin û bibin modêla rêveberiyên herêmî. 
 
‘KEDA JINÊ JINEDÎTÎ VE TÊ’
 
Namzeta hevşaredariyê Besê Cevîz endama Meclisa Şaredariya Silopiyayê ye û got ku li bajarokê Tilqebînê mezintirîn pirsgirêk, paşguhkirina keda jinan e. Cevîz, wiha got: “Îktîdara heyî bi polîtîkayên xwe, jinan ji herka jiyanê vediqetîne û hewl dide li malê hefsî bike. Em bandora vê li Şaredariya Tilqebînê di AKP’iyên de dibînin. Ji roja qeyûm tayînî şaredariya me kirin heta niha ji bo jinan yek xizmet jî nekirin.” 
 
‘EM Ê QADÊN ÎSTÎHDAMÊ VEKIN’
 
Cevîz, diyar kir ku dema şaredarî kete destê wan dê jinan jî tev li herka jiyanê bikin û wiha domand: “Em dixwazin keda jinê û nasnameya wê li vir xuyanîtir bikin. Em ê daxwazên jinan tespît bikin û bi jinan re bixin meriyetê. Em ê jinên ku hewl didin li malê hefsî bikin, tev li jiyana civakî bikin. Dê li şaredariyê gotin û biryarên jinan jî hebin. Em ê navenda piştevaniya jinê ava bikin. Ji bo jinan dê qadên îstîhdamê ava bikin. Bi taybet jî em ê xebatên xwe yên ji bo perwerdeya jinan zêde bikin.” 
 
‘KARÊ EWIL Ê AKP’Ê BÛ FIROTINA NEGUHÊZBARAN’
 
Namzetê hevşaredariyê Lezgîn Kose jî diyar kir ku AKP ji hêla xelkê bajarokê ve nehatiye hilbijartin û ev tişt anî ziman: “Bi rêya hîleyan bi dest xistin. Di dema hilbijartinan de hejmara leşkeran a li tabûran zêde dibe. Ev leşker jî bi awayeke blok dengê xwe didin AKP’ê. Bi vê yekê re îradeya gelê bajarokê diguherînin û didin destê AKP’ê. Dema bi hîleyan şaredariyê bi dest dixin jî, weke karê ewil neguhêzbaran difiroşin. Di nava 5 salên dawî de nîşan dan ku tu xizmetan nakin. Dema em hatin ser rêveberiyê, em ê careke din nîşanî wan bidin bê ka xizmet çawa tê kirin.” 
 
‘EM Ê PIRSGIRÊKÊN GEL ÇARESER BIKIN’
 
Kosen, daxuyand ku gelek pirsgirêkên bajarokê hene û wiha qala projeyên xwe kir: “Bajarokê me li ser Rêya Armûşê ya Navneteweyî ye. Li ser van rêya tenê yek jorbihûrk an jî jêrbihûrkek nîne ku xelk derbasî aliyê din bibe. Gelek mirovên me li ser van rêyan jiyana xwe ji dest dan. Dema me şaredarî bi dest xist, weke karê ewil em ê vê pirsgirêkê çareser bikin. Her wiha binesaziya bajarokê nû bikin. Dê li her taxê rawestgehên wesayîtan çêbikin û xetên nava bajar zêde bikin. Dê navendên ku ciwan bikarin tev li çalakiyên civakî û çandî bibin ava bikin. Dê pirtûkxaneyan, parkên zarokan ava bikin. Her wiha dê rûbarê li bajarokê paqij bikin û Tilqebînê veguherînin navenda jiyana civakî.” 
 
Kosen, da zanîn ku dê li her taxê meclisan ava bikin û wiha bi dawî kir: “Em ê li van meclisan pirsgirêkên gel tespît bikin û bi gel re van pirsgirêkan çareser bikin. Di tevahiya xebatên me de gel dê yekser di asta biryardayînê de be.” 
 
MA / Omer Akin 
 

Sernavên din

09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê