Parêzerê Abdullah Ocalan: Helwesta CPT’yê dike ku tecrîd girantir bibe

  • rojane
  • 09:30 25 Sibat 2024
  • |
img
STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku helwesta CPT’yê ku neçû serdana Îmraliyê dibe sedema kûrbûna tecrîdê û wiha got: “Ev tê wateya paşguhkirina helwestên derhiqûqî yên Tirkiyeyê.” 
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin 36 meh in tu agahî nayên girtin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî geşedanên di navbera 1’ê mijdara 2023’yan û 31’ê çileya 2024’an ên derheqê miwekîlên wan de, di 15’ê sibatê de serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Di serlêdanê de buroyê bal kişand ser rewşa “İncommunicadoyê” (agahînegirtina mutleq), têkildarî mercên ragirtinê yên bi awayekî sîstematîk qedexeya îşkenceyê binpê dike, erdhej, grevên birçîbûnê û geşedanên din agahî da û daxwazên xwe rêz kir. 
 
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku di navbera 1’ê mijdara 2023’yan û 31’ê çileya 2024’an de parêzeran 26 û malbatan jî 13 serlêdan ji bo hevdîtinê kirine. Bi domdarî hat diyarkirin ku tenê yek nameyeke miwekîlên wan jî negihiştiye ber destê wan û aqûbeta nameyên di nava 3 mehan de ji miwekîlên wan re hatine şandin jî nayê zanîn. Parêzeran, gotin ku têkildarî mafê axaftina li ser telefonê jî tu pêşketin çênebûne. Di serlêdanê de parêzeran destnîşan kirin ku ji sala 2018’an heta niha di bin navê “disiplînê” de herî kêm 18 caran ceza hatiye dayîn û hatine astengkirin. Parêzeran, daxuyandin ku cezayê “disiplînê” di 19’ê çileya 2024’an de bi dawî bûye lê dîsa jî bersiva serlêdana malbatan nehatiye bersivandin. 
 
Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez
 
DIVÊ CPT BIÇE SERDANA ÎMRALIYÊ
 
Di berdewamiya serlêdanê de hat gotin ku erdhejên li Gemlîkê çêbûn fikarên wan zêdetir kirine û serlêdanên di vê çarçoveyê de hatine kirin jî bêencam mane. Di serlêdanê de serlêdanên rêxistinê maf û hiqûqê yên ji bo çûna Îmraliyê hatine kirin hatin bibîrxistin. Bi domdarî berpirsyartiyên CPT’yê hatin bibîrxistin, hat xwestin ku CPT dîsa biçe serdana Îmraliyê û ev daxwaz hatin kirin: “Divê rewşên ragirtinê yên heyî li gorî rûmeta mirovahiyê bên sererastkirin. Di serî de parêzer û malbat divê pêwendiyên wan ên bi derve re bên danîn û hemû mafên wan ên agahîgirtinê bên bicihanîn. Ji bo qedexeyên derqanûnî yên sîstematîk bên bidawîkirin, hemû hewldanên pêwîst bên kirin.” 
 
Lê belê tevî vê serlêdanê jî CPT’yê ragihand ku di navbera 13-22’yê sibatê de li Tirkiyeyê çûye serdana girtîgehan lê belê di nava wan girtîgehan de Îmrali tune bû. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî bertek nîşanî daxuyaniya CPT’yê da û got ku ev rewş nayê qebûlkirin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku CPT’yê bi helwesta xwe ve di mijara tecrîdê bêhtir cisaret daye Tirkiyeyê. 
 
Bîlmez, da zanîn ku di 15’ê sibatê de tam jî dema CPT li Tirkiyeyê serlêdan kirine û ev tişt anî ziman: “Di serlêdana xwe de me jê xwest ku biçe serdana Îmraliyê. Mê jê xwest ku heke hewce bike bila derheqê Tirkiyeyê de daxuyaniyê bide. Me gotibû ku Tirkiye bi şîretên CPT’yê nake.”
 
HEVDÎTINA CPT’YÊ: ME FIKARÊN XWE PARVE KIRIN
 
Bîlmez, diyar kir ku di meha çileyê de li Strasbourgê bi CPT’yê re hevdîtin kirine û fikarên xwe yên têkildarî miwekîlên xwe parve kirine û wiha domand: “Me jê re got ku rewşa agahînegirtina mutleq êdî nema dikare xwe li ber were girtin. Ev bû 3 sal û fikarên me her ku diçe zêdetir dibin. Îcar ev ne tenê fikarên me ne. Fikarên gelê kurd jî zêde bûn. Me ev tevek di hevdîtinê de parve kirin. Hem me rewşa li Îmraliyê bi hûr û kûr vegot hem jî me jê xwest ku biçin serdana Îmraliyê.” 
 
‘ÇAVÊN XWE LI BÊHIQÛQTIYAN DIGIRIN’
 
Bi domdarî Bîlmez destnîşan kir ku nayê qebûlkirin ku CPT neçe serdana Îmraliyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev bû 3 sal tu kes naçe Îmraliyê û bi tu awayî agahî jê nayên girtin. Em qala girtîgeheke ku tecrîd li wir veguheriye îşkenceyê dikin. Di demeke ku girtîgeheke wiha heye de CPT çawa naçe serdanê. Bi vê helwesta xwe tenê karê Tirkiyeyê hêsantir kirin. Çavên xwe li helwestên derhiqûqî yên Tirkiyeyê girtin.” 
 
‘CISARETÊ DIDE TIRKIYEYÊ’
 
Bîlmez, got ku helwestên CPT’yê cisaretê didin Tirkiyeyê û axaftina xwe wiha qedand: “Ev rewş, dike ku tecrîd hêj girantir bibe û divê dawî li vê rewşê bînin. Em jî dê di serlêdanên xwe yên ji bo CPT’yê de rexneyên xwe bînin ziman.”
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang