Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn

img
AMED - Siyasetmedara kurd Leyla Zana di Newroza Amedê ya dîrokî de Newroza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Em fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn.” 
 
Pîrozbahiya Newroza Amedê ku bi dirûşma "Rabe, dema azadî û serkeftinê ye" tê lidarxistin, didome. Di dema xwendina nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê yên di demên berê de coşa Newrozê derket lûtkeyê. Piştre jî siyasetmedara kurd Leyla Zana derket ser dikê.  
Zana bi strana “Dîren Ha Diyarbekir Dîren" derket ser dikê. Zana, demekî dirêj girse bi nîşaneya serkeftinê silav kir û got: “Amed tu siyaseta Mezopotamyayêyî tu dilî. Newroz pîroz be.” 
 
RÊBERÊN KURD BI BÎR ANÎ
 
Zana, bi domdarî Newroza kurdên li her çar paçeyan, pêşengên gelê kurd Şêx Seîd, Qazî Mihemed, Seîdê Kurdî, Melayê Cizîrî û hwd. pîroz kir û got: “Ew koka me ne. Ez wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Zekiye Alkan bedena xwe da ber agir û rojên tarî ronî kir. Mazlum Dogan bi sê zilikên şixarteyê rojên reş ronî kir. Em tevek ronî kir. Ez wan tevan bi hurmet bi bîr tînim. Ez careke din dibêjim keda we sax be.” 
 
Bi domdarî Zana bal kişand ser têkoşîna Mele Mistefa Barzanî û ev tişt anî ziman: “Em bi fikrên kê şiyar bûn? Ji we dipirsim; em bi felsefe û fikrên Serok Apo hişyar bûn.” Di vê navberê de li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.
 
Zana, anî ziman ku li gelek welatên Asyayê Newroz tê pîrozkirin û got ku yên Newroz veguherandin cejnekî navneteweyî jî gelê kurd e. 
 
Zana, bi domdarî bal kişand ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê û wiha got: “Em ê tenê şaredaran ne hilbijêrin. Partiyên îktîdarê henekên xwe bi aqilê dikin. Dibêjin; ‘Me 100 salan kurd birêve bir. Kurd ji me razî ne lewma deng didin me.’ Li rexekî AKP, li rexekî CHP û li rexekî jî MHP... Em êdî dibêjin ‘êdî bes e.’ Ji vir û şûnde em bi xwe dê îradeya xwe bi kar bînin.” 
 
'NEWROZ BEDENA ZEKIYE Û REWŞENÊ YE’ 
 
Piştre jî Zana axaftina xwe bi tirkî domand û ev tişt anî ziman: “Em gelekî tema û yê parve nake nînin. Lê belê yên ku Newroz kirine Newroz, bedenên Mazlum Dogan, Zekiye Alkan û Rewşenê ne. Em bi bedenên xwe Newrozê ronî dikin û diyarî gelan dikin. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe her kesên bi hev re pîroz dikin pîroz be.” 
 
Di berdewama axaftina xwe de Zana bal kişand ser berxwedana “Jin, jiyan, azadî” ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribû bi bîr xist. Di vê navberê de girseyê dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kir. Zana, got: “Wekî hûn jî dizanin, piştî Jîna Emînî ev dirûşm êdî bû dirûşma mirovahiyê û hemû jinan. Jin Jiyan Azadî."
 
NEWROZA ABDULLAH OCALAN PÎROZ KIR
 
Zana, bi domdarî bal kişand ser hewldanên aştî û çareseriyê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di sala 1993’yan de û pirsa; “Hûn amade ne ku ev rêye dîsa were vekirin?” kir. Girseyê jî bi yekdengî got: “Erê.” Zana, axaftina xwe wiha qedand: “Aştî, bereket e. Aştî, hezkirin e. Em careke din bi dengekî bilind dibêjin; Newroza te pîroz be Serok Apo. Newroza hemû hevalên girtî pîroz be.” 
 

Sernavên din

23/04/2024
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye