Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelên kurd, ereb, suryan, tirkmen û ermen ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li 8 navendan cejna Newrozê bi hev re pîroz kirin. 
 
Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsal Newroz bi coşeke mezin pîroz kir. Pîrozbahî li navendên Dêrik, Girkê Legê, Tirbesipiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Hesekê û Reqayê hatin lidarxistin. Pîrozbahiyên li Kobanê, Heleb û Şehbayê jî ji ber rewşa nebaş a hewayî hatin taloqkirin. 
 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); pîrozbahî bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatin pîrozkirin û bi hezaran kurd, ereb, tirkmen, suryan û ermen ji saetên zû yên sibehê ve herikîn qadên Newrozê û cejn bi hev re pîroz kirin. 
 
Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevdîrên pêwîst girtibûn û di pîrozbahiyan de dîmenên rengîn derketin holê. 
 
Li gel posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, her wiha di pîrozbahiyan de alên HSD, YPG, YPJ û TEV-DEM’ê jî hatin daliqandin. Nûnerên Rêveberiyên Xweser tev li pîrozbahiyan bûn. 
 
REQA
 
Yek ji navendên agirê Newrozê lê hatî vêxistin Reqa bû. Pîrozbahî li Stada Şaredariyê anku li “Noqteya 11’an” hat lidarxistin ku DAIŞ’ê di dema dagirkeriya xwe ya sala 2014’an de veguherandibû navenda îşkenceyê. Piştî ku HSD’ê Reqa di sala 2017’an de rizgar kirî, Meclisa Sivîl a Reqayê ev der weke sembola berxwedanê diyar kiribû. Pîrozbahî bi tevlibûna gelên kurd, ereb û gelên din hat lidarxistin. 
 
Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl di pîrozbahiyê de axivî û cejna Newrozê li hemû gelan pîroz kir. Hevserokê Meclsa Demokratîk a Gelan a Kantona Reqayê Xalid Berkel jî cejna hemû gelan pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Her sal di 21’ê Adarê de Newroza me li dijî zext û zilmê xwe weke serdema çanda azad nûjen dike. Berxwedêrê hemdem Mazlum Dogan û hevalên xwe gotin; ‘na ji zilm û teslîmiyetê re.’ Ji ber ku teslîmiyet ber bi xiyanetê ve, berxwedan ber bi serkeftinê ve dibe. Li cihê çanda berxwedanê geş dibe, felsefeya Rêberê neteweya demokratîk heye.” 
 
HESEKÊ
 
Yek ji navendên din ên agirê Newrozê lê hatî vêxistin jî Hesekê bû. Pîrozbahî li nêzî Bendava Xerbî hat lidarxistin. Dayikên şehîdan agirê Newrozê vêxistin. 
 
Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Leyla Qehreman li vir axivî, Newroz li gelan pîroz kir û têkoşîna gel û dayikên şehîdan silav kir. 
 
DIRBÊSIYÊ
 
Agirê Newrozê yê Dirbêsiyê li gundê Çol Bistanê hate vêxistin. Berdevka Kongra Starê Rihan Logo di pîrozbahiyê de axivî û got ku gelê kurd di tevahiya dîroka xwe de li dijî qirkirin û siyaseta dagirkeriyê têkoşiyaye. Loqo, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku mebesta ji tecrîdê ew e ku Abdullah Ocalan ji gel were qutkirin û serê gel li hemberî pergala kapîtalîst bidin tewandin. 
 
Bi domdarî Loqo bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got ku divê tu kes li dijî van êrişan bedeng nemîne. 
 
Hevserokê Meclisa Kantona Cizîrê Şiyar Mihemed jî got ku fikrên Abdullah Ocalan teşe daye Newroza hemdem û Newroz li gel pîroz kir. 
 
Piştî axaftinan jî komên çand û hunerê derketin ser dikê. Agirê Newrozê ji hêla dayikên şehîdan ve hate vêxistin. 
 

Sernavên din

23/04/2024
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan