Daxwazên ku ji qada Newrozê bilind bûn

AMED - Di Newroza bi heybet a Amedê de bertekeke mezin nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn. Welatiyên ku tev li pîrozbahiyê bûn xwestin ku ji bo aştiyeke mayînde tecrîd were rakirin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe. 
 
Li Amedê duh bi tevlibûna sed hezaran kesan Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyên ku li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê hatin lidarxistin de dîmenên rengîn derketin holê. Têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd, azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û yekitiya neteweyî ya kurd peyam hatin dayîn. Welatiyên ku me li qada Newrozê mîkrofon dirêjî wan kir, destnîşan kir ku daxwazên ku siyasetmedaran anîne ziman daxwazên wan bi xwe ne. 
 
HÊRSA LI DIJÎ TECRÎDÊ 
 
Şaban Karademîr ê anî ziman ku Newroz hatine biharê ye, anî ziman ku ji bo li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin hatine qadê û wiha got: “Em ji bo Newroza hemû Kurdistanê pîroz bikin hatin qadê. Li ser Serokê me (Ocalan) û gelê kurd tecrîdek heye. Em hêvî dikin ku ev tecrîd rabe dê aştî were.”
 
Saît Ozer, anî ziman ku di hemû pîrozbahiyên îsal de peyama “em hene” hate dayîn û wiha axivî: “Em her sal di Newrozê de bi awayekî bicoş tên bahev. Ji bo gelê kurd îro me qad dagirtin. Hevî dikin ku dê tecrîd were rakirin û em ê azad bibin. Em ê bi ziman û çanda xwe hebûna xwe bidomînin.”
 
‘BILA OCALAN BI AWAYEKÎ FIZÎKÎ AZAD BIBE’ 
 
Salîh Kûday jî bi lêv kir ku Newroz ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn tê wateya aştî û azadiyê û wiha got: “Di dilê gelê kurd de paytextek heye, ew jî Amed e. Ji ber vê yekê jî em li qadan e. Weke ku hûn jî dizanin ji birêz Ocalan 3 sal in agahî nayê girtin. Destûrê nadin ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Saziyên navneteweyî di nava helwesteke durû de ne. Tecrîd ji bo gelê kurd tê wateya komkujiyê û şer û hêsirê çavan bi xwe re tîne. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ku ‘Hefteyekê bidin min, ez ê vî şerî di rojekê de bisekinînim’ Werin em bi hev re dest bidin hev û vê tecrîdê rakin. Bila hem statuya kurdan hem jî yekitiya kurdan pêk were. Bila hem jî birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe. Heta ku tecrîd ranebe aştî ne tê Tirkiyeyê ne Kurdistanê ne jî Rojhilata navîn.”
 
‘EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’  
 
Bedriye Acar jî wiha got: “Em aştiyê dixwazin, şer naxwazin. Gelê kurd dê serbikeve. Gelê kurd dê tecrîdê rake.”
 
Abdûrrahman Polat jî ev tişt gotin: “Newroz ji bo azadiya gelê kurd e. Newroz coşa Kurdistanê ye. Qadên pîrozbahiyên Newrozê qadên ku gelê kurd hebûna xwe lê diqêre ne. Em ê bi serkeftina hilbijartinên îsal, tecrîdê rakin. Em dixwazin hevalên me yên girtî azad bibin. Em hêvî dikin ku em ê azadiyê bînin.”
 
Welatiya bi navê Sûltan Alcû jî wiha got: “Em hêvî dikin ku em ê di vê hilbijartinê de serbikevin. 3 zarokên min li bajarên cuda di girtîgehan de ne. Ez dixwazim tecrîda li ser girtîgehan û li ser Ocalan bi dawî bibe. Heke tecrîd were rakirin dê pişt re aştî jî were.”
 
Jiyan Gul a bertek nîşanî tecrîda Îmraliyê da jî wiha got: “Tecrîda li ser Serokatî, li ser ziman, çand û vîna gelê kurd jî tê pêkanîn. Em tecrîdê qebûl nakin. Em daxwazên xwe yên demokratîk li her qadê tînin ziman.”
 
‘EM Ê SEROK APO JI GIRTÎGEHÊ DERXÎNIN’ 
 
Welatiya bi navê Fatma Mewlut jî wiha axivî: “Newroz ji bo me tê wateya aştiyê. Em ê Serok Apo ji girtîgehê derxînin. Gelek mirovên me û serokên me li girtîgehan tên ragirtin. Îro kevir jî barîbûna em da werin û em hatin jî. Em ji bo azadiya wan û rakirina tecrîdê hatin. 100 sal jî derbas bibin heta ku em aştiyê bi dest nexin em nasekinin. Heke tecrîd were rakirin û Serokê me derkeve dê bi her awayî aştî pêk were. Dê ev yek bibe serkeftina me hemûyan.”
 
Mûstafa Kinay ê da zanîn ku ji navçeya Kanîreş a Çewligê tev li Newrozê bûye jî wiha got: “Ji bo ku em li vir in em gelekî keyfxweş in. Em ê tecrîdê rakin, girtiyên xwe ji zindanan derxînin.”
 
‘EM Ê SERBIKEVIN’ 
 
Derûn Akgun jî anî ziman ku  hemû mirov li dijî tecrîdê diherikin qadan û got: “Heke em bikarin tecrîdê bidin rakirin dê her tişt gelek baş be. Ji ber ku gelek mirov ji bo vê li vir kom bûn. Em ê dawiya dawî tecrîdê bidin rakirin û serbikevin. Em ji vê bi bawer in, em ê teqez serbikevin. Em hemû jî dixwazin ku aştî pêk were.”
 
Mehmet Salîh Açıkgoz jî bi lêv kir ku daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dikin û ev tişt gotin: “Newroz ji bo me rojeke gelekî girîng e. Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan bi zilikên şixatê bedena xwe da ber agir. Zekiye Alkan li ser Sûran bedena xwe da ber agir. Hevalên me ev yek ji bo rojên ronahî û yekitiyê kirin. Em azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin. Ji ber ku Serok ne tenê kurdan hemû gelên bidest ên li Rojhilata Navîn temsîl dike.”
 
Açıkgoz, wiha domand: “Me dikujin lê nikarin hêviya me bikujin. Yilmaz Guney digot ‘Em ê serbikevin, em ê teqez serbikevin’. Yilmaz Guney rast dibêje, serkeftin a me ye.”
 
‘EM HEBÛN, EM Ê HEBIN’ 
 
Şiyar Kîşîn jî wiha got: “Ez ji bo yekitiyê hatin. Hêviya me hemûyan ew e ku aştî pêk were.”
 
Ersîn Dogan ê ji Mêrsînê tev li Newroza Amedê bû jî wiha got: “Newroz ji bo me azadiya hemû gelên cîhan îfade dike. Heke tecrîd were rakirin mirov dê di her wateyê de bi awayekî azad bijîn.”
 
Heybet Bal a got ku “Em bi salan e li vê meydanê ne, em hebûn, em ê her hebin” jî ev tişt gotin: “Ev der axa me ye, em ê heta dawiyê têbikoşin. Heke tecrîd were rakirin em ê azadtir bibin. Pêvajoya çareseriyê hebû, bi kêrî hin kesan nehat. Peyman xera kirin. Hêvî dikim ku dîsa pêvajoya çareseriyê çêbibe û tecrîd were rakirin.”
 
MA / Eylem Akdag - Şîlan Çîl 
 
 
 

Sernavên din

23/04/2024
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin