Ji girtiyan peyama Newrozê

img
AMED - Girtiyên ji Girtîgehên Edene û Antalyayê peyama Newrozê şandin wiha gotin: “Bila gumana kesê nebe ku em ê vê Newrozê bikin wesîleya parçekirina hemû pergalên koletî, tecrîd, îşkence, mirin û zindanê.”
 
Muhammed Kartal ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê tê ragirtin bi rêya dayika xwe Afîfe Kartal a di çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatiye destpêkirin de cih digire peyama Newrozê şand. Kartal ê di peyama xwe de wiha got: “Em ji zindana Antalyayê hemû gelê Kurdistanê silav dikin û Cejna wan a Newrozê pîroz dikin. Newroza hevalên li qadên azad li ber xwe didin, Newroza Serokatî pîroz dikin. Em bawer dikin ku ev Newroz dê serkeftina herî mezin û azadiya Rêbertiyê ji me re bîne.” 
 
Ferhat Onkol ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin jî di nameya ku şandiye de wiha got: “Em Newroza 2024’an di zindanên zilmê de di bin şertên tecrîdê de pêşwazî dikin. Hinceta me ye xurt e, berxwedana me ye bênavber e, hêviya me ya azadiyê ji her demê bêtir zêde ye.”
 
Onkol, di berdewama nameya xwe de ev tişt gotin: “Em li cihên cuda di heman demî de û bi heman hestan Newrozê pêşwazî dikin, germahiya wî û kelecana wê di dilê me de ye. 3 zilikên şixateyê yên Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku çaran bi agirê xwe gur kirin, vîn, zanîn û ruhekî Newrozê yê nû ava kir. Em ê li bircên Amedê bi Zekiye Alkan, li kolanên Cizîr û Nisêbînê bi Binevş Agal (Bêrîvan), li Kadîfekaleya Îzmîrê bi Rahşanê, li Ewropayê bi Ronahî û Bêrîvanê, li zindana Çanakkaleyê bi Sema Yuceyê, li lûtkeya Zagrosan bi Viyan Soranê, li Girê Miştenûr bi Arîn Mîrkanê, li Çûkûrovayê bi Veysî û Gurbetelî Ersozê û bi artêşa cangoriyan a ji deh hezaran pêk tê re di rojên birûmet û Newrozên azad de hev bibînin.”
 
‘EM Ê VÊ NEWROZê BIKIN WESÎLEYA PERÇEKIRINA TECRÎDÊ’ 
 
Onkol, di nameya xwe de da zanîn ku heqîqeta Newrozê berxwedan û azadî ye û wiha got: “Newroz xwedîderketina gel û civakê ya nirxên xwe yên azadiyê ye. Azadî xwe nasîn û xwedî derketina rûmeta civakî ye. Gelên ku rêber û pêşengên wan dîl girtî ne, ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin. Îro tişta li gelê me tê ferzkirin ev e. 
 
Li hebûna me ya civakî îşkenceya tecrîdê tê kirin. Em di bin banê gefa ji holê rakirinê de dijîn. Tişta ji bo gelekî herî zêde şerm, pejirandina vê pergala mirinê ye. Em bi pergaleke ku ji bilî mirin, kuştin, xwîn û êş kişandinê sozan nade re rû bi rû ne. Divê em ji nifşên nû re ne şermeke wisa exlaqê azadiyê û çanda berxwedanê ya biheybet bihêlin. Bila gumana kesê nebe ku em ê vê Newrozê bikin wesîleya parçekirina hemû pergalên koletî, tecrîd, îşkence, mirin û zindanê. Em bi vê bawerî, hest û hêviyan Cejna we ya Newrozê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku tecrîd dê rê li ber pêşerojeke azad a bêyî zindanan veke.”
 
 

Sernavên din

23/04/2024
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!