Ahmet Turk ji bo piştgiriya namzetên partiyê çû Şirnexê

img
ŞIRNEX - Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji bo piştgiriya namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şirnexê hate bajêr, wiha got: “Heke li Kurdistanê dengê me bi awayekî xurt dernekeve dê dewlet zext û zordariya xwe zêde bike. Ji ber vê yekê divê em bi dengekî zêde di vê hilbijartinê de serbikevin.”
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Turk, ji bo piştgiriya namzetên hevşaredariyê yên Şirnexê yên partiya xwe, hate bajêr. 
 
Turk ê hate buroya hilbijartinê ya li Sûka Nû, ji aliyê namzetên hevşaredariyê Bêrîvan Kûtlû û Tûran Saltan, parlamentera DEM Partiyê ya bajêr Newroz Ûysal Aslan û partiyiyan ve hate pêşwazîkirin. 
 
‘GELÊ ŞIRNEXÊ LI DIJÎ SIYASETA QIRÊJ A DEWLETÊ ÇOK NEDANÎ’ 
 
Turk ê li vir axaftineke kurt kir, wiha got: “Gelê kurd heta niha ji bo azadiyê gelek bedelên giran dan. Zext û zordariya dewletê çiqas zêde bibe bila bibe, gelê me tu caran serî netewand. Ji bo pêşeroja gelê kurd, gelê me her tim amade ye. Em Şirnexê baş dizanin, gelekî welatparêz e. Ji bo pêşeroja gelê kurd gelek bedelên giran hatin dayîn. Ez di dema komkujiya sala 1992’yan de li Şirnexê pêk hat jî li vir bûm. Ji wê roja heta niha gelê Şirnexê dîsa xwe komî ser hev kir. Dewletê bi siyaseteke qirêj li ser gelê Şirnexê siyaseteke qirêj bi rê ve bir. Xwestin ku bi leşker û polîsan vîna gelê me biguherînin. Divê gelê Şirnexê li dijî vê siyaseta qirêj bisekine.”
 
‘ÇAVÊ GIRTÎGEHAN LI ŞIRNEXÊ YE’ 
 
Turk, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û siyasetmedarên din ên kurd ku li girtîgehê dîl tên girtin bi bîr xist û ev tişt got: “Bi hezaran hevalên me ji ber fikir û ramanên xwe di girtîgehê de ne. Ji bo ku ev hevalên me xwedî li gelê kurd û siyaseta wî derketin îro di girtîgehê de ne. Ji bo ku xwedî li pêşeroja gelan derketin hatin girtin. Birêz Ocalan 3 sal in di bin tecrîdê de ye. Çavê herkesê di vê hilbijartinê de ye. Mereq dikin ku ka gelê me dê xwedî li nasname, ziman û pêşeroja xwe derkeve an na. Ji ber vê yekê jî divê em jî layiqî wan bin.”
 
‘BÊYÎ KURDAN SIYASET BI RÊ NAÇE’ 
 
Turk, destnîşan kir ku divê li Kurdistanê destûrê nedin tu siyasetên qirêj û wiha domand: “Divê em vê baş bizanin ku heke li Kurdistanê dengê me bi awayekî xurt dernekeve dê dewlet zext û zordariya xwe zêde bike. Ji ber vê yekê divê em vê hilbijartinê bi rêjeyeke deng a zêde qezenc bikin. Divê em li Kurdistanê nasnameya xwe bi destê xwe diyar bikin. Wê demê dewleta ku niha siyaseta qirêj dimeşîne jî dê neçar bimîne ku vê siyasetê biguherîne. Bi siyaseta bêyî kurdan desthilat nikare bimeşe û demokrasî nayê avakirin. 
 
Turk û kesên pê re pişt re serdana dikandaran kir. Welatiyan eleqeyeke zêde nîşanî DEM Partiyiyên ku di bin barîna baranê de serdana esnafan kir, dan. Di dema serdanê de her tim dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Oy namûs in namûs nayê firotin” , “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Tê payîn ku Turk dê tev li xwarina fitarê ya êvarî partiya wî bide bibe. 
 
 

Sernavên din

23/04/2024
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin