DEM Partî li Norşînê li pey reqorê ye

img
BEDLÎS - DEM Partî, li navçeya Norşînê yku 2 serdeman di bin rêveberiya qeyûm de ye, armanc dike ku vê carê reqorê bişkîne. Namzetên hevşaredariyê diyar kirin ku armanca wan ew e ku hemû pirsgirêkên navçeyê bi taybet pirsgirêkên av û binesaziyê çareser bikin.
 
Navçeya Norşîn a Bedlîsê yek ji wan navendan e ku bi kaniyên xwe yên termal, Çiyayê Nemrûdê û Gola Kraterê balê dikişîne. Nifûsa navçeyê li dora 50 hezarî ye. 30 hezar jê li navenda navçeyê dijî. Bi nêzîkbûna Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adarê re rojeva hilbijartinê li vir jî germ bûye. Piraniya welatiyan ji ber tayînkirina qeyûman nerazî ne. Yekem car di 18’ê Mijdara 2016’an de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Di 23'yê Adara 2020'an de, ji bo cara duyemîn qeyûm hat tayînkirin. Di vê serdemê de qeyûm bi gendelî, texrîbkirina cihên dîrokî, firotina mal û milkên şaredariyê tim di rojevê de man. Her wiha pirsgirêkên bingehîn ên bajêr jî nehatine çareserkirin. Li navçeyê hê pirsgirêka avê heye. Her wiha wekî li gelek cihan bikaranîna tiryakê di nava ciwanan de roj bi roj zêde dibe.
 
Li navçeyê gelek partî bi namzetên xwe amadekariya hilbijartinên herêmî dikin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Komarê ya Gel (CHP), ÎYÎ Partî, AKP, Partiya Refahê (YRP), Partiya Tirkiyeya Serbixwe (BTP), Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP), Partiya Saadetê (SP) û Partiya Vatanê namzet nîşandane. 
 
Diyar e ku DEM Partî wê bi rêjeyeke zêde bi ser bikeve. Namzetên DEM Partiyê ji bo ku bi rêjeyeke zêde bi ser bikevin, derî bi der digerin. Namzetên Hevşaredariyê Ulfiye Ozcan û Mehmet Şîrîn Uncu têkildarî hilbijartinên herêmî û armancên xwe de axivîn.
 
PIRSGIRÊKÊN LI BENDA NAMZETAN
 
Ozcanê anî ziman ku di heyama qeyûm de tu xizmet ji gel re nehatiye kirin û wiha got: "Du serdeman qeyûm tayînî wê hatiye kirin. Qeyûm tenê ji bo firotina mal û milkên şaredariyê xizmet kir. Bi her serdanê re ez hîs dikim ku bê barê me çi qas giran e. Herî dawî 2 gundên din jî bi navçeyê ve hatin girêdan, xizmetguzarî ji van deran re nayê kirin. Ji pirsgirêkên binesaziyê heta pirsgirêkên îmarê gelek pirsgirêk hene."
 
Ozcanê got: "Qadên ku ewilî qeyûm dest danîn ser wan destkeftiyên jinan bûn. Îcreata wan a yekem girtina navendên jinan bû. Ji ber ku dewlet ji azadiya jinê ditirse. Ji ber vê yekê pêşî qadên têkoşînê yên jinan digire." 
 
Ozcanê anî ziman ku ew ê deverên ku qeyûman ew hedef girtine car din çalak bikin. 
 
PIRSGRÊKA AVÊ
 
Namzetê din ê hevşaredariyê Uncu jî diyar kir ku li tevahiya navçeyê pirsgirêka avê heye û ji ber boriyên avê yên kevin pirsgirêkên tenduristiyê hene. Uncu destnîşan kir ku ew ê vê pirsgirêkê çareser bikin û wiha got: "Gelek çavkaniyên avê yên me hene. Ger em wan bi kar bînin û xebatên cidî bimeşînin, em karibin bi rehetî avê bigihînin hemû gelê xwe. Li gelek taxa kêmasiyên binesaziyê hene. Em ê li ser van bixebitin. Di warê îmarê de zirareke cidî heye. Divê em vê yekê çareser bikin."
 
Uncû diyar kir ku di xebatên çand û hunerê de kêmasî hene û got: "Cihên me yên ku ciwanên me karibin xwe bi awayekî civakî-çandî îfade bikin tune ne. Em difikirin ku ji bo ciwanên xwe meclisên jinan û meclisên civakî-çandî ava bikin."
 
Uncu got: "Em bi biryar in, em mafdar in. Îro partiyên din nikarin bêjin 'Min ev kir, ji ber vê ez doza dengê we dikim.' Partiyên din jî bi sozên karmend û qirêj diçin cem gel. Xelk bi vê yekê dizane û baweriya xwe bi me tîne. Dizanin DEM Partî wê xizmeta gel bike." 
 
Uncu wiha dewam kir: "Gelê Norşînê wekî her carê wê dîsa vîna xwe biparêze. Hilbijêrên me yên li derve jî wê bên dengê xwe bidin. Ev ne meseleya berjewendiyê ye, ev doza vî gelî ye." 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

22/04/2024
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin