HSD: Li dijî DAIŞ’ê hewcehî bi hevkariyeke bibandor a navneteweyî heye

img
NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi boneya salvegera rizgarkirina Baxozê ji DAIŞ’ê daxuyaniyek da û got ku gefa DAIŞ’ê didome û hewceyî bi hevkariyeke bibandor a navneteweyî heye. 
 
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi boneya 5’emîn salvegera rizgarkirina herêma Baxozê di 23’yê adara 2019’an de ji DAIŞ’ê, daxuyaniyek weşand. 
 
Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya HSD’ê hat weşandin de, kesên di hemleya Baxozê de jiyana xwe ji dest dayîn bibîr anî û wiha got: “Şehîdên me bi xwîna xwe rê li ber serkeftina Baxozê vekir. Di vê hemleyê de destanên lehengiyê nivîsandin.” 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di qonaxa têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de sekna gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî xwedî girîngiyeke mezin bû û di têkçûna DAIŞ’ê de xwedî rol bûn.
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat bi bîr xistin ku hêzên HSD’ê li dijî rêxistina çeteyan a herî hov ku mirovahiyê jê re şahidî kiriye, berxwedaneke dîrokî daye meşandin û wiha domand: “Cîhanê şahidiya vê yekê kir. Baweriya şervanên me bi doza ku ji bo wê têdikoşîn dikin hebû; xwediyên wê hêza moralê bûn ku dê karibin efsaneya derewîn têk bibin û hewayê ku çeteyan bi şêwazên kuştina qurbaniyan ava kiribû, ji holê rakin.”
 
‘SIVÎL WEKE MERTAL HATIN BIKARANÎN’
 
Di daxuyaniyê hat diyar kirin ku DAIŞ’ê derbên giran ji hêzên HSD’ê xwarin, kontrola wê ya erdnîgarî kêm bû, lewma li Baxozê sivîl wekî mertal bikar anîn û li hemberî pêkanînên DAIŞ’ê têkoşîna HSD’ê hat birbîrxistin. HSD’ê wiha domand: “DAIŞ’ê çeteyên herî herî hov li bajaroka Baxozê kom kirin. Dema fêm kirin ku dawiya wan tê, sivîlên ku revandine weke mertalên zindî bikar anîn. Lê hêzên me bi pisporî û pîvanên mirovî nêzî sivîlan bû. Gelek caran navber dan operasyonê û korîdorên mirovî vekirin da ku sivîl ji destê rêxistina terorîst birevin. Sivîl li gorî yasa û pîvanên mirovî ber bi herêmên bi ewle ve hatin kişandin. Her wiha me endamên rêxistinê yên ku xwe radest kirin jî veguhestin cihên taybet ên binçavkirinê.”
 
‘SERKEFTINÊ DAWÎ LI DAIŞ’Ê ANÎ’
 
Girîngiya serkeftina li Baxozê di daxuyaniyê de bi gotinên wekî, “Hêzên me karîbûn bi milyonan sivîlan ji destê terorîstan rizgar bikin, hemû cîhanê ji xirabiyên wê rizgar bikin” hat vegotin û hat destnîşankirin ku bi vê operasyonê dawî li rêxistina DAIŞ’ê ku li piraniya Sûriye û Iraq belav bibûn û ji gelek welatan jî bibûn metirsî, hatiye anîn.
 
‘METIRSÎ DIDOME’
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku rêxistina DAIŞ’ê hîn jî ji bo herêmê û cîhanê metirsiyeke mezin e û hat gotin: “Çete hewl didin bi rêya şanên xwe yên veşartî xwe ji nû ve rêxistin bikin û xewnên xwe yên vegerandina kontrola erdnîgarî pêk bînin. Êrîşên bombeyî û kuştina kesayetên sivîl ên ku di saziyên xizmetguzarî û îdarî de kar dikin, hedefgirtina pêşengên eşîran ên bi wan re li hev nakin hîn jî berdewam in.”
 
GAVÊN LI DIJÎ METIRSIYA DAIŞ’Ê
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku operasyonên HSD’ê yên leşkerî li dijî şaneyên DAIŞ’ê didomin lê heta ku çavkaniya bîrdozî ya DAIŞ’ê neyê zuwakirin, li herêmê û cîhanê serkeftinek tê xwestin nayê bidestxistin û ev gavên ku divê werin avêtin wiha hatin rêzkirin: “Li tevahiya cîhanê pêwîstî bi hevkariyeke bi bandor a welatan ji bo hêzên me heye. Beşdariya hêzên hevpeymaniya navnetewî ji bo şerê li dijî terorê û pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst a ji bo berdewamkirina têkoşîna li dijî rêxistinê girîng e. Her wiha ji bo ji nû ve avakirina herêmê ku terorê di salên borî de hilweşînek mezin çêkiribû, hevkarî pêwîst dike. Lewma ji bo avakirina dezgehên giştî pêwîstî bi beşdariyeke berfireh a navnetewî heye. Dîsa ji bo çareserkirina dosyaya girtiyên rêxistina terorîst û vegerandina wan a ji bo welatên wan hevkarî girîng e. Damezrandina dadgeheke navneteweyî ya li herêmên me ku dê çavdêriya dadgehkirina wan li gorî yasayên navnetewî bike pêwîst e. Her wiha çareserkirina dosyaya malbatên rêxistinê yên li kampa Holê karekî sereke ye ku nayê paşguhkirin. Tevî ku hêzên me hewl didin çavkaniya ku çeteyan li hundirê kampê ava kiriye zuwa bikin jî, hîn wekî bombeyekê disekine. Ev bi serê xwe cîhanê dixe metirsiyê û divê herkes pê re mijul bibe.”
 
‘PÊWÎSTÎ BI HEVKARIYEKE NAVNETEWEYÎ HEYE’
 
Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku dewleta tirk piştgiriya çeteyan dike û hin êrişên DAIŞ’ê yên herêma Dêrazorê DAIŞ’ê zindî dike û wiha hat gotin: “Em dibînin ku têkbirina rêxistina terorê pêwîstî bi hevkariyeke bibandor a civaka navnetewî heye.”
 

Sernavên din

23/04/2024
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin