Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan

ŞIRNEX - Namzetê tevgera siyasî ya kurd Ahmet Ertak di hilbijartinên herêmî yên sala 2004’an de ji lîsteyên SHP’ê ket hilbijartinên herêmî û Şaredariya Şirnexê cara ewil bi dest xist. Ertak, ji bo hilbijartinê wiha bang kir: “Em bi ruhê 2004’ê biçin ser sindoqan. Botan dilê têkoşînê ye, serkeftineke mezin bi dest bixin.” 
 
Ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê 3 roj man û çavê her kesî li encamên sindoqan ên li Şirnexê ne. AKP hemû derfetên desthilatdariyê bi kar tîne, dixwaze bi dengê polîs û leşkeran rengê hilbijartinê biguherîne. Tevgera siyasî ya kurd berî niha şaredariyê ji sedî 70-80 bi dest dixist û niha dixwaze bi DEM Partiyê şaredariyê ji nû ve bi dest bixe. 
 
Tevgera siyasî ya kurd carê ewil di hilbijartinên herêmî yên 2004’an de Şaredariya Şirnexê bi dest xist. Ahmet Ertak ji lîsteyên Partiya Demokrat a Civakî (SHP) ket hilbijartinê û bi rêjeya ji sedî 45,1'ê dengan bû Şaredarê Şirnexê. 
 
Namzetê AKP’ê Mehmet Yarka li hemberî Ertak têkçûneke mezin jiya û di vê hilbijartinê de careke din wek namzetê AKP’ê hate nîşandan. 
 
Ertak, di navbera salên 2004 û 2009’an de wek Şaredarê Şirnexê peywira xwe domand. Ertak piştî 20 salan, di vê hilbijartina krîtîk de bang li gelê Şirnexê kir. 
 
‘ŞAREDARÎ YEKEM CARÊ BÛ YA GEL’
 
Ertak, da zanîn ku gelê Şirnexê heya sala 2004’an qet namzetê xwe yê hilbijartinên herêmî nedît û wiha axivî: “Yekem carê em di sala 2004’an de ketin hilbijartinê û gel namzetê xwe hilbijart. Gelê me bi coşeke mezin xebat domand û xwedî li îradeya xwe derket. Şaredarî yeke carê bû şaredariya gel. Ev xwedîderketin, xwedîderketina xwe bû. Gel bi vî awayî şaredariya xwe bi xwe birêve bir.”
 
‘DÊ GEL DENGÊ XWE BIDE XWE ANKU BIDE PARTIYA XWE’
 
Ertak, axaftina xwe wiha domand: “Ji hilbijartinê re çend roj man; bila gelê me dengê xwe bide nasname, ziman, çand û pêşeroja xwe. Bila xwedî li xwe û bajarê xwe derkevin. Dem dema azadî, rûmet û serkeftinê ye. Lîstikên qirêj ser Şirnexê werin lîstin jî dê gelê Şirnexê xwedî li îradeya xwe anku dê xwedî li partiya xwe derkeve.”
 
DENGÊN VEGUHESTÎ
 
Ertak, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser dengên veguhestî û wiha domand: “Erê ji derve deng veguhestin lê belê nikarin îradeya gelê Şirnexê biguherînin. Dê gelê me bi ferqeke mezin, bi ser keve.”
 
SADAK: GELÊ ME AMADE YE
 
Resûl Sadak ê di sala 1999’an de Serokatiya Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) a Şirnexê kiriye û şûn de jî di nava rêveberiyên partiyên din ên ava bûne de cih girtiye bang li gelê bajar kir. 
 
Sadak destnîşan kir ku têkoşîna gelê kurd li Şirnexê berdêlên giran daye û bi bîr xist ku ew rêhevalên xwe yên wekî Serdar Taniş, Ebubekir Denîz di oxira vê riyê de canê xwe dane. Sadak diyar kir ku gelê Botanê ji hilbijartinên 31’ê Adarê re amade ye û wiha got: “Wekî salên 2004 û 2009’an û wekî sala 2014’an dê serkeftineke mezin bi dest bixe. Dê gelê Şirnexê feraseta qirêj a AKP’ê û MHP’ê ji van deran bişîne. Dê gelê me dest bide destên namzetên hevşaredariyê û dê îradeya xwe serwer bike.”
 
‘DEMA SERKEFTINÊ YE’
 
Sadak gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em destûr nedin çavên hevalên me yên wekî Haci Lokman Bîrlîk, Yusuf Ugur, Ruzgar Uysal, Abdullah Sakîn li pey me bimînin. Em di 31’ê adarê de serkeftineke mezin bi dest bisin. Dem dema azadiyê ye. Dem dema serkeftina Şirnexê ye.” 
 

Sernavên din

09:45 Der barê kesên rastî 'tundiya polîsan hatin' de lêpirsîn hate destpêkirin
09:33 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:29 Şagirtên Dibistana Egîdê Cimo li benda alîkariyê ne
09:28 Banga ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê
09:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 186 roj in agahî nayên girtin
09:27 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:26 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm
09:16 Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû
09:02 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin
26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin