2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir

  • rojane
  • 15:56 23 Gulan 2024
  • |
AMED - Starta 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê li Amedê dest pê kir. Eleqeyeke zêde ji bo fuarê heye. 
 
2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê bi pêşengiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) û bi hevkariya Rêxistina Fuara Mezopotamyayê li Amedê dest pê kir. Fûar, li Navenda Fûar Kongreyan a Mezopotamyayê ya li navçeya Peyas a Amedê tê lidarxistin û dê heta 26’ê mehê bidome. Şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên li bakurê Kurdistanê, komele, saziyên otel û tûrizmê hwd. di fûarê de stand vekirin û taybetmendiyên bajarên xwe dan nasîn. Hevşaredarên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê û herêmên din beşdarî fûarê bûn. Solîstên Koma Ma Musicê Welat Tayfûr û Sarya Ertaş beriya axaftinan stran gotin. 
 
Di destpêka fûarê de endamê Lijneya Rêveberiya Yekitiya Ajansên Geştûguzariyê yên Tirkiyeyê (TURSAB) Mehmet Akyil axivî. Akyil diyar kir ku fûar ji ber erdheja mezin a par nehat lidarxistin û got ku ew li bendê ne ku fûar ji bo pêşxistina tûrîzma herêmê bibe alîkar. Akyil, bi lêv kir ku Mezopotamya xwedî dîrokeke bêhempa ya 12 hezar salî ye û ji gelek aliyan ve xwedî potansiyeleke mezin e.  
 
‘EM DIXWAZIN EV FÛAR BIBE FUARA TEVAHIYA MEZOPOTAMYAYÊ’
 
Serokê Lijneya DTSO’yê Mehmet Kaya jî keyfxweşiya xwe ya bi tevlibûna hevşaredaran anî ziman. Kaya, da zanîn ku di fûarê de ji bo nûnerên 104 parêzgeh, navçe û şîrketan stand hatiye vekirin û wiha got: “Di van qadan de li cîhanê pêşbaziyeke mezin heye. Weke DTSO’yê em xebatên xwe yên li ser gastronomî, çand û tûrîzmê esas digirin. Em dixwazin ev fuare bibe fuara hemû Mezopotamyayê.”
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî fuar weke dîrokî pênase kir û got ku cihê herî berhemdar a herêma Hîlala Zêrîn, xaka Kurdistanê ye. Şedal, hêvî kir ku fuar bibe wesîleya aştiya civakî, edalet û demokrasiyê. 
 
BANGA XEBATA HEVPAR
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî daxuyand ku jinan fuar dewlemend kirine. Bucak, wiha domand: “Ji bo pêşxistina çavkaniyên vê erdnîgariyê berpirsyariyeke me ya mezin heye. Li vê erdnîgariyê bihgeha jiyaneke adilane û wekhev dikare bê afirandin. Divê em çanda demokrasiyê ya vê erdnîgariyê ji bîr nekin. Em dixwazin bi hemû dînamîkên bajêr re li vir bi perspektîfên rast werin cem hev. Werin em bi hev re zemîna tûrîzmê ya herêma xwe geş bikin. Li herêmê em piştgiriyê didin tûrîzma ku nirxên vê erdnîgariyê dihewîne û ez banga bihevre xebatê dikim.”
 
Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû jî got ku ji bo pêşketina turîzmê hewcehî bi aramiyê heye. Tanrikulu, nehatina walî ya fuarê jî rexne kir. Tanrikulu da zanîn ku ji bo bi şaredariyên partiya xwe re hevkariyê bikin, dê bi erka xwe rabin.
 
Piştî axaftinan, starta fuarê hate dayîn û stand hatin ziyaretkirin. 
 
 

Sernavên din

23/05/2024
21:14 Li Stenbolê 27 kes hatin girtin
20:02 Şenyaşar: Kesên em qetil kirin bûn parlamenter
18:06 Piştî 30 salan hat berdan
16:49 Li Periyê mal bi mal xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:45 Ciwanên li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan
16:39 Li dijî qanûna ‘kuştina’ sewalên li kuçeyan çalakî dan destpêkirin
16:38 Zarokê 17 salî yê di çarçoveya MESEM’ê de dihat xebitandin mir
16:25 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:20 Li Enqereyê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:13 Di doza îşkenceyê de 14 sal û nîv ceza ji polîsan re hat xwestin
16:07 Li Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyraz şitil hatin danîn
15:58 Ji KCDK-E’yê banga ji bo Ocalan: Em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
15:56 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:05 Rûsyayê çolterên Laziqiye û Idlibê bombebaran kir
14:59 Şandeya Rêveberiya Xweser çû serdan Swêdê
14:04 Dê li Amedê Rojên Belgefîlmên Ekolojîk ên Gerok were lidarxistin
13:45 Di doza Aktar de dê mutalaa bê amadekirin
13:26 Ji Zelandaya Nû ji bo Dayikên Şemiyê ji Erdogan re name şandin
13:16 Parêzerê ji ber îfadeyên îtîrafkar dihat darizandin beraet kir
13:05 Li Mêrdînê zarokek a 16 salî rastî destdirêjiyê hat
12:38 Kekê girtiyê jiyana xwe ji dest dayî: Destûr nedan em birayê xwe bibînin
12:29 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek jiyana xwe ji dest da
12:21 Dê di 25’ê gulanê de li Erdîşê mitînga ziman bê lidarxistin
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan ji bo raporê sewqî nexweşxaneyê kirin
12:06 Deklarasyona jinan a têkildarî hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
12:06 Berçavkê nadin girtiya ji sedî 85 astengdara çav: Em nikarin nas bikin!
11:50 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara ‘pergala rêhesin a sivik’
11:36 Koçyîgît: Bi rêziknameya ş er dixwazin kurdan bikin hedef
11:22 Hejmara nû ya Demokratîk Modernîteyê derket
11:11 Piştî 30 salên girtî li Amedê hate pêşwazîkirin
11:06 Bertekên li dijî biryarên Doza Kobanê zêde dbin: Em ê li ber zilmê serî netewînin
11:01 Ji ber ‘parvekirina nûçeyan’ doz li rojnameger Guleş hate vekirin
11:00 Şahîn a di çalakiyê de ye: Ocalan ji bo Tirkiye û jiyana azad şans e
09:35 Meteorolojiyê ji bo baran, toz û bagerê hişyarî da
09:31 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:31 Li bajarê penîr, penîr bi xiraman tê firotin
09:30 Koordînatorê ECPMF’ê: Tirkiye di serdema herî nebaş a azadiya çapemeniyê de ye
09:04 Piştevaniya Morê wê li 3 herêman konferansan li dar bixe
09:04 Bi hinceta 'pêwendiya wî bi PKK'ê re heye hat îxrackirin lê biryar bi hinceta FETO'yê hat dayîn'
09:01 Yenî Yaşam wê di 6 saliya xwe de bi xwendevanên xwe re bicive: Em hêza xwe ji gel digirin
09:00 Deriyê medreseya dîrokî 2 sal in 'biarîze' ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2024'AN
08:27 Leşkerek mir
08:18 Girtî Akdogan jiyana xwe ji dest da
22/05/2024
21:02 Di îdianameya rojnamevanan de 126 nüce 'sûc' hatine hesibandin
20:41 Li Periyê xebatên hilbijartinê
18:52 Li Rihayê berdana 17 girtiyan hat astengkirin
18:39 Ji xizmên girtiyan piştgirî ji bo Emîne Şenyaşarê
16:24 Malbatên girtiyan bi Midûra Nivîsgeha Taybet a Wezîrê Dadê re hevdîtinê kirin
16:17 Hevserokê HDP’a Manîsayê yê berê Taylan hate girtin
16:05 Li Xarpêtê biryara Doza Kobanê hat protestokirin
15:47 Rejîma Îranê di mehekê de 29 kurd qetil kir
15:22 TJA: Em ê hesaba qetilkirina Zelihayê bipirsin
15:05 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna bîranînê kirin
14:44 Hem bi ‘qisûr’ in hem jî bêceza tên hiştin
14:44 Doza rojnameger Ertaş hate taloqkirin
14:23 Kedkarên tenduristiyê: Yên îsrafê dikin em nînin
13:49 Artêşa tirk di du rojan de 35 caran bi çekên kîmyewî êriş kir
13:28 Şaredariya Amedê perwerdehiya 'Newekheviya Zayendî' dide
12:27 Biryarên Doza Kobanê li Amedê hatin protestokirin: Ên xwedî li DAIŞ’ê derketin dê winda bikin |
12:21 Îranê îdiaya Tirkiye derewand: ÎHA’ya Akinci cihê qezayê rast tespît nekir
11:05 Turkoglu: Xwestin gelê kurd û berxwedana Kobanê ceza bikin
11:00 Ji 3 welatan biryara Filistînê
10:50 Bi ‘Sîxurgeriya bandorkirinê’ re wê kî bibe hedef?
10:41 Qeyûm ji bo fîlmê reklamê 4 milyon lîre xerc kir
10:25 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
10:24 Sasayê di konsera xwe de qedexe protesto kir
10:20 Birayê jina ducanî ku hat qetilkirin: Gilîkirin li ber çavan nehatiye girtin
10:17 Mirina mejî ya girtî Akdogan pêk hat
10:05 Parlamenterên DEM Partiyê meşiyan ber Wezareta Dadê: Tecrîdê rakin
10:00 Serlêdana ji bo berdana Veysî Aktaş hat redkirin
09:36 Kekê Hantaşê ku polîsan qetil kiribû: Divê canê kurdan ewqas bêqîmet nebe
09:33 Malbatên girtiyên çalakiya ‘azadiyê’ didomînin: Em li pey daxwazên wan in
09:20 Bang li hilbijêrên bitevger ên Curnê Reş kir: Dengek dikare her tiştî biguherîne
09:18 Lêkolînera Zimanan Eraûskîn: Divê ji xeynî fermîbûnê tu rêyên din neyên qebûlkirin
09:17 OHD ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê serî li Meclisê û wezaretê bide
09:16 Bijîşk Yavîç: Em ji rewşa girtiyan bi fikar in
09:01 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan di roja 178'an de didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 211 roj in agahî nayên girtin
09:00 Kanên xizê Çemê Dîcleyê talan û wêran dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2024'YAN
08:44 Erdogan erka ‘ragihandina şer û seferberiyê’ jî xist bin kontrola xwe
21/05/2024
23:19 Rojnamevan Dal ji girtîgehê derket: Em ê her tim li ser tecrîdê binivîsin
20:17 Li Mêrdînê li dijî biryara Kobanê bertek
20:10 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 108’an didome
18:30 Ji bo 3 rojnamegerî biryara tahliyeyê
17:05 Hempîşeyên wê xwestin parêzer Çîftçî were berdan
16:50 Doza parêzer Necat Çîçek hat taloqkirin
16:26 Di Doza Komkujiya Pirsûsê de daxwaz hatin redkirin
15:51 Lêgerîna tazî fez kirin, bi erdê re kaş kirin, xistin qawişa edliyan
15:50 Li Curnê Reş banga beşdariya şahiya sibê hat kirin
15:05 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê kir
14:59 Doza Hantaş bêceza hate hiştin: Biryar derveyî qanûnê ye
14:41 Polîsan bi ser ofîsa Sendika.Orgê de girt
14:12 Nûnerên saziyan û xelkê serdana her sê siyasetmedaran kir
14:11 Ji ber qerên qeyûm ceyrana MARSÛ’yê hate birîn
13:18 Li Parlamentoya Herêma Kurdistane 5 kursî ji bo pêkhateyan hat veqetandin
13:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:16 Li Stenbolê hejmara binçavkiriyan derket 27'an