Rojên Belgefîlman ên Ekolojîk bi dawî bûn

img
AMED - Rojên Belgefîlman ên Ekolojîk ên Gerok, bi panela “Di rêveberiyên herêmî de li dijî hilweşîna ekolojîk avakirina ekolojîk” û bi belgefîlma “Wandarî” bi dawî bû. 
 
 Rojên Belgefîlman ên Ekolojîk ên Gerok ku Komeleya Ekolojiyê ya Amedê û Docûmentarîstê, di 24’ê gulanê de starta wê dabû bi panela “Di rêveberiyên herêmî de li dijî hilweşîna ekolojîk avakirina ekolojîk” û bi belgefîlma “Wandarî” bi dawî bû. Gelek ekolojîst û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tev li panela ku li Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin pêk hat bûn. 
 
Di panela ku moderatoriya wê aktîvîsta ekolojiyê Çîlem Aydin dikir de nivîskar û rojnamevan Yûsûf Gursûcû têkildarî polîtîkayên hilweşandinê yên li Kurdistanê li ser çandinî, av û enerjiyê tên meşandin, pêşkeşiyek kir. Gursûcû diyar kir ku li erdnîgariya Kurdistanê şoreşa herî mezin a mirovahiyê pêk hatiye lê îro heman erdnîgarî bi wêrankirina ekolojîk re rû bi rû ye.
 
Gursûcû, destnîşan kir ku li vir bandora pergala kapîtalîst nikare were paşguhkirin û wiha hate gotin: “Li Tirkiyeyê hilberîna enerjiyê herî zêde ji santralên jeotermal û termîk tê bidestxistin. Hilberîna enerjîyê gelekî zêde ye, lê em ji sedî 10-20 bi kar tînin. Hilberîna enerjiya din jî ji bêrîka me derdikeve. Niha di hilberîna enerjiya rojê de zêdebûnek mezin heye. Ev yek jî wê di salên pêş de di talana ekolojîk de roleke mezintir bilîze. 
 
‘DIXWAZIN LI SER AVÊ SERDEST BIN’ 
 
Gursucu diyar kir ku li Kurdistanê nêzî 110 bendav hene, lê av ji Rojhilata Navîn re tê firotin û got: “Hewl didin bi rêya av û enerjiyê cotkariyê biqedînin. Daxwaza me ew e ku ava li van bendavan bê pere ji gel re bê dayîn. Gursûcû li ser rêgeha bazirganiyê ya bi Iraqê re dewam dike axivî û anî ziman ku hemû bendavên li Tirkiyeyê li şûna hilberîna enerjiyê, ji bo serdestiya avê hatine çêkirin. Gursûcû bi lêv kir ku tê xwestin qenaleke avê ji herêmê re vekin û bi vî rengî gaza xwezayî veguhêzin Ewropayê û wiha domand: “Plan dikin ku gaza xwezayî ya herêmê bi rêya Tirkiyeyê ber bi Ewropayê ve belav bikin.”
 
Gursûcû, diyar kir ku gel û cotkar nikarin ji enerjî û ava ku li Herêma Kurdistanê tê hilberandin sûdê wergirin û got ku hemû çem tên girtin û serdestiya avê ji aliyê dewletê ve tê dabînkirin. Gursûcû, wiha domand: “Yekane tişta ku em ê bixwazin, ji bo belavkirina vê avê li şaredarî û cotkarên herêma me ye têkoşîn û berxwedan e. Divê gelê me ji bo ku ava ku pêdiviya wan pê heye ji bendan bistîne li qada xwe ya jiyanê têbikoşe. Çandiniya rastîn bê av nabe.”
 
GOTINÊN ABDULLAH OCALAN HATIN BIBÎRXISTIN   
 
Gursûcû, bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di pêvajoya diyalogê de gotiye ku “Hûn şaredariyên çawa ne? Bi hezaran û bi deh hezaran kurd diçin û li vir û li wir wek xulam û maraba dixebitin. Tu nikarî kotaya kar ji bo mirovan biafirînî?” û anî ziman ku divê şaredarî bi ax û hilberînê ji mirovan re derfetên kar biafirîne.
 
DI RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ DE RÊYA SÊYEMÎN  
 
Piştre endama Lijneya Weşanê ya Jineolojiyê parêzer Rûşen Seydaoglû axivî û di pêşkêşiya xwe de bal kişand ser têkiliya rolên zayendî û avakirina bajaran. Seydaoglû got ku divê paradîgmaya di qada herêmî de çawa bê xebitandin û wiha got: “Îdîaya jiyana ekolojîk divê wek mekanîzmayeke ku li dijî desthilatdariyê bi awayekî resen û xweser di nav tevger û ramanê de be. Di vê wateyê de divê nîqaş li ser mafê beşdarbûn û bikaranîna bajarên heyî bê kirin. Pêwîste ekolojîst û jin di bicihanîna biryarên hatine girtin de xwedî gotin bin. Li şûna şaredariyan divê qadeke ku komunên jinan, meclîsên jinan, kooperatîfên jinan bên avakirin û ekolojîst bên cem hev, bê vekirin.”
 
Piştî axaftinan panel bi beşa pirs-bersivan bi dawî bû. Piştre belgefîlma “Wandarî” hat nîşandan.
 
 
 

Sernavên din

31/05/2024
10:50 Têkoşîna xizmên xwe yên di 'cinayetên kiryarên nediyar de' hatin qetilkirin didomîne
10:10 Dozger xwest polîsê îşkence li Rojbîn Çetîn kiribû bê beraetkirin
10:09 Aslan: Israrkirina di qanûna li dijî hiqûqê de îşkence ye
09:48 Li Pirsûsê hejmara binçavkiriyan bû 10 kes
09:42 Ji bo mitîngê bang: Em ê heywanan ji destên bixwîn ên pergalê re nehêlin
09:36 Di doza şewata qlûba şevê de cezayê hefsê hat xwestin
09:31 Rakirina genim dest pê pir, Cotkar dixwazin bihayê erzantirîn were diyarkirin
09:22 ‘Em ji bo azadiya Ocalan rabin’
09:12 Jinên li Ewropayê ji CPT’yê re zêdetirî 7 hezar name şandin
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Girtiyê ku krîzê li dilê wî xist nikare bi tena serê xwe bijî
09:05 Banga ji bo Periyê: Em li dor DEM Partiyê bibin xelek
09:03 Komxebatên TJA’yê: Pêdivî bi hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan heye
09:02 Gundiyên 40 roj in li ber xwe didin li benda piştevaniyê ne
09:01 Qeyûma Cizîrê ji bo ‘pakbûnê’ 4 milyon lîre daye Dosso Dossî
09:01 Înce: Tecrîd û meseleya kurd pirsgirêka hemû welat e
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2024'AN
07:52 Li Qoserê jinek ku hewl dabû xwe bikuje mir
30/05/2024
20:14 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 117'an de ye
20:10 Bakirhan li Curnê Reş e: Em ê di sindoqê de bersiva hîlekaran bidin
16:41 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 3 jê hatin berdan
16:19 Cerdevanê êrişa zayendî kirî hate tehliyekirin: Vê biryarê wijdana civakê êşand
16:17 Ji bo astengdaran sinyalizasyona du zimanî
15:30 Çalakiyên xwendinê yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didomin
15:19 Dadgeha Îstînafê 339 sal cezayê hepsê yê li siyasetmedaran hatiye birîn erê kir
14:14 Basin Îş banga tev li bûna bernameya Yenî Yaşamê kir
14:10 Li Îranê girtiyê kurd ê nexweşê penceşêrê li nexweşxaneyê bi kelemçe tê ragirtin
13:44 Li gorî Kurtulmuş gotina ‘Kurdî li Meclisê weke X tê nivîsandin’ nêrîneke şexsî ye!
13:08 Balafirên dewleta tirk gundê Amediyeyê bombebaran kirin
12:24 Li Qilebanê mirina biguman a zarokekî
12:06 Cenazeyê zarokê winda di kanala avdaniyê de hate dîtin
11:59 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Di doza amûrsaz Akin de piştî 13 salan bêyî parêzer keşf hate kirin
11:42 Jinek û sê zarok hatin qetilkirin
11:24 DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:45 Ecevît Pîroglû 109 roj in di greva birçîbûnê de ye: Daket 48 kîloyan
10:36 Di lêpirsîna mirina li nexweşxaneyê de xemsarî: Li benda mirina wî sekinîne!
10:24 11 mamosteyên binçavkirî hatin berdan
10:14 Zarokê di qezaya Tarsûsê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
10:06 Doza jinên 11 mehan girtî mabûn hate redkirin
10:03 Rojnameger Aktan: Dixwaze bi pêşnûmeya ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ bêdeng bikin
10:02 Îzmîrî: Aborî dikare bi guhertineke bingehîn baş bibe
09:32 Ji Meteorolojiyê hişyarî
09:26 Têkildarî navenda asîmlasyonê YÎBO'yan xebateke nû
09:22 Li Tarsusê 5 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
09:08 Ji ber bibîranîna Roboskiyê doz li midûrê dibistanê hat vekirin
09:06 Jiyana li Gabarê di xetereyê de ye
09:04 Girtiyên siyasî 186 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan gelek cih dewr kirine
09:02 Xwişka Veysî Aktaş: Îmrali cihekî pir zehmet e
09:01 Tecrîda girankirî ket meha 39’emîn: Divê biryarên DMME’yê werin pêkanîn
09:00 DEM Partî wê li Hîlwanê bi 843 kesan ve xwedî li sindoqan derkeve
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN
08:22 Li Kenyayê karesata lehiyê: 52 kes winda ne
29/05/2024
20:38 Çelenga reş danîn ber NY'yê: Hûn nikarin tecrîdê ji nedîtî ve bên
20:34 Ji bo girtiyên 1’ê Gulanê 567 sal ceza hat xwestin
20:30 Li gelek bajaran şermezarkirina êrişên Îsraîlê
17:44 Ji dayikên ku xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin çalakiya 'laçikên spî'
16:25 TJA komxebata ‘Xwendinên Heqîqetê’ li dar xist
16:07 Eleqeyeka zêde ya ji bo pêşangeha ‘Dest bi dest berxwedana me’
15:41 Ji hilbijartinê re 4 roj man: Em ê li Hîlwanê dîsa bi ser bikevin
15:26 Li Qoserê jinek bi awayek birîndar hat dîtin
14:46 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin serî li OHD’ê û ÎHD’ê da
14:18 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:35 Li Xîzanê operasyona leşkerî
13:24 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
13:12 Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!
12:36 Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
12:36 Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê
12:22 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da
12:03 Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
10:44 Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye
10:24 Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide
10:23 Girtiyên siyasî 185 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
10:22 Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169
10:11 Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt
10:09 Rêxistina Efûyê: Di 2023’yan de li Îranê 853 kes hatin bidarvekirin
09:51 Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê
09:34 Dayik bi daxwaza Edaletê ber bi Enqereyê ve diçin
09:27 Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir
09:24 Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev
09:23 Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin
09:07 6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin
09:05 Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye
09:01 Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin
28/05/2024
21:21 Li Geverê 2 kes hatin girtin
20:00 Li Periyê xebatên hilbijartinê didomin: Em xwedî li vîna xwe derkevin
19:52 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 115’emîn de ye
17:14 Ji şaredariya DEM Partiyê projeya ‘mala bêhnvedanê ya jinan’
17:08 Ji qatilê stranbêjê kurd re cezayê muebedê hat xwestin
16:51 Îdianameya duyemîn a Kobanê: ‘Sûcê kuştinan’ ku hat beraetkirin dîsa di dosyeyê de ye
16:50 Li Curnê Reş serdana ciwanan û kedkaran hate kirin
16:34 DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweşê giran Kûday serlêdan kir
16:22 Erîş û ciwanên li gel wê hatin berdan
16:09 ‘Komkujiyên Roboskê û Refahê berhema heman siyasetê ye’
15:47 6’emîn Rojên Ma Mûsîcê dest pê dikin