Xizmên windayan doza edaletê kirin

  • rojane
  • 14:21 26 Tîrmeh 2025
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ku ji aliyê xizmên windayan û ÎHD'ê ve hatin lidarxistin de, ji bo Mehmet Yildiz, Mehmet Yaşar û 14 kesên ku li Şemzînanê hatin qetilkirin edalet hat xwestin.
 
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li dar xistin.
 
AMED
 
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 859'emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê pêk hat. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD'ê, Dayikên Aştiyê, xizmên windakiriyan û gelek kes tev li bûn. Di hefteya 859'emîn de li aqûbeta Mehmet Yildiz ê di 22'yê Tîrmeha 1994'an de di navbera navçeyên Hezro û Pasûrê de hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate wergirtin hat pirsîn.
 
Li vir ewilî Sekreterê Şaxa ÎHDê Omer Saman axivî û bi bîr xist ku berî çend rojan Emîne Ocak jiyana xwe dest da û ev tişt got “Emîne Ocakê ji bo zarokê xwe çalakî da destpêkirin û paşê 30 sal têkoşiya. Zilma desthilatê nîşanî tevahî cîhanê da. Politîkayên necezakirinê aşkere kir. Em ê li her qadê daxwazên xwe bilind bikin.” Endama Komîteya Windayan a Şaxa ÎHDê ya Amedê Berfîn Elçî serpêhatiya Mehmet Yildiz xwend.
 
Berfîn Elçî diyar kir ku Mehmet Yildiz li Mersînê dijiya û wiha axivî: “Birayê Mehmet Yildiz, Kemal Yildiz li Amedê di qehwexaneyekê de dixebitî. Beriya roja bûyerê polîsên bi cil û bergên sivîl diçin qehwexaneya Kemal Yildiz û kontrola nasnameyan dikin. Dema polîsên bi cil û bergên sivîl di kontrola nasnameyan de Mehmet Yildiz pirsîn, Kemal Yildiz yekser çû malê û agahî da Mehmet. Dema Mehmet Yildiz pê zanî ku polîs li pey wî ne, tiştên xwe dixe çenteyekê û ji Amedê derdikeve. Dema Mehmet Yildiz di 22yê Tîrmeha 1994an de ji Amedê ber bi navçeya Pasûrê ve diçe li gundê Reşik ê navçeya Hezroyê leşker nasnameyan kontrol dikin. Di dema kontrola nasnameyan li gel Mehmet Aktar û Mehmet Şîrîn tên binçavkirin. Her 3 kesan dibin Fermandariya Cendirmeyan a Hezroyê. Tevî serledana malbatê jî tu agahî ji Mehmet Yildiz nehatin girtin û Mehmet Yildiz hêj jî winda ye.”
 
Pişt re ji bo bîranîna Mehmet Yildiz û hemû windakiriyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.
 
ÊLIH
 
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 695'emîn de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên welatiyên ku di salên 1990'î de di di binçavan de hatin windakirin hatin vekirin.
 
Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta Mehmet Yaşar hat pirsîn ku di 31'ê Tîrmeha 1993'yan de dema ku ji mînîbusê dadiket li xeraja Midyadê ya li navenda Êlihê hat qetilkirin. 
 
Çîroka Yaşar ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Abdurrahman Yildirim ve hat xwendin.
 
Çîroka Yaşar ku bi vegotina kurê wî Şahabettin Yaşar bi vî rengî ye: "Mîna her kesî, bavê min jî çîrokeke wî hebû. Ew li gundê Girbereşik bi hevjîna xwe, heşt zarokên xwe û dêya xwe re dijiya. Mîna hemû bavan, bavê min jî mir da ku ji bo ji zarokên xwe re pêşerojeke azad bihêle. Ew mirovek bû ku ji hêla kesên ku ji helwestên wî yên siyasî hez nedikirin ve jî rêz lê dihat girtin û gelek heval û hezkiriyên wî hebûn. Ew parêzvanekî mafên mirovan a bêhempa bû ku xewnên wî ji bo pêşerojê hebûn; ji bo jiyaneke aştiyane, wekhev û dadperwer. Ji bo her kesî parêzvanî dikir. Li dijî neheqiyê derdiket, bi wekhevî û dadperwerî tevdigeriya. Tevî hemû salên ku derbas bûne û temenê wî yê ciwan, ew hîn jî qurbanê kuştinek nediyar e û ji hêla kesên ku jê hez dikirin ve bi hezkirin tê bîranîn. Mirov serbilind dike ku kurê kesekî wiha be û ji hêla kesên ku jê hez dikin ve bi hezkirin tê bîranîn.
 
Ew kesek bû ku her tim bi hezkirin nêzîkî mirovan dibû. Mixabin, ji ber pêkanînên ku ji hêla Rewşa Awarte ve hatin destpêkirin, kes nikarîbû hesab bipirse, mirov bêdeng û tirsandî bûn û edalet bi rêkûpêk nehat bicîhanîn. Di 31'ê Tîrmeha 1993'yan de, nîvro, di hawirdorek ku meş lê ne gengaz bû, ew bû qurbanê kuştineke nediyar. Ez 14 salî bûm dema ku bavê min hat kuştin. Dêya min ducanî bû. Dosyeya lêpirsînê piştî bûyerê bi çar mehan vebû. Tevî îtîrazên me û daxwaznameyên pêşkêşkirî jî cinayet nehat ronîkirin." 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
COLEMÊRG 
 
Li Colemêrgê, xizmên windayan li Kolana Sanat a navçeya Geverê ji bo hefteya 185'emîn a çalakiya xwe kom bûn. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û pankartên bi nivîsên "Kujer diyar in, winda li ku ne?" û "Divê winda bên dîtin, divê sûcdar bên darizandin" û wêneyên windayan hilgirtin.
 
Di çalakiya vê hefteyê de, li berpirsiyarên kuştina Naci Şengul, Salîh Şengul, Hayrullah Ozturk û 11 gundiyên din ku piştî desteserkirina wan li Şemzînanê hatibûn kuştin û aqûbeta wan nediyar, hatin pirsîn.
 
Emine Ocak’ı saygı ve minnetle anan İHD Colemêrg Şube Eşbaşkanı Ozan Akbaş, daha sonra katledilenlerin hikayesini okudu.
 
Piştre Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Ozan Akbaş, Emîne Ocakê bi rêz û minetdarî bi bîr anî û çîroka kesên ku hatine kuştin xwend. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 

Sernavên din

26/07/2025
21:37 Li Siwêdayê hejmara kesên hatin qetilkirin derket hezar û 420 kesan
21:30 Aktaş ji Îmraliyê peyam anî: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê
21:24 Karamûs: Pêşeroja kurdan wê bi stratejiyeke hevbeş bê avakirin
17:06 Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were
16:39 Girtiyê nexweş Rojhat Ozkan tehliye bû
16:22 Mihrîcana Dêrsimê: Em ê li pêvajoyê xwedî derkevin
16:06 Kişanak: Ocalan ji bo temamkirina evînên neqediyayî yên di dilê me de têdikoşe
15:40 ‘Bila girtiyên nexweş bên tehliye kirin’
15:16 ‘Bila qanûna 7554’an bê betalkirin’
14:21 Xizmên windayan doza edaletê kirin
14:09 Dayikên Şemiyê: Bila kiryarên Suleyman Cîhan bên cezakirin
13:34 Li Girtîgeha Xelatê têkildarî gardiyanan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:06 Înfaza wî hat şewitandin, hat sirgûnkirin
12:59 ‘Kes ne xwediyê wê luksê ye ku kurdan paşguh bike'
11:54 Hêzên Îranê êrişê kolberan kir: Koleberek hate qetilkirin, 3 kolber jî birîndar bûn
11:52 ‘Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd’ li Bazîdê dest pê kir
11:19 DEM Partiyê çareseriya pirsgirêkên jinên astengdar gotûbêj kir
11:15 ‘Kooperatîfa Dabînkirina Berhemên Xwezayî’
10:13 Mehmet Altan: Pirsgirêka 100 salan bi demokratîkbûnê ve tê çareserkirin
10:11 Kesê ku Hêlîn Erenê kuşt hat girtin
10:03 Parêzerê Elçîçek ê jiyanê xwe ji dest da: Ne înfaz bû, biryara mirinê bû
09:29 Li zozanên Qersê amadekariyên zivistanê
09:12 Karagoz: Karkerê 45 rojî şandine cihê şewatê
09:07 Kamaç: Dê yekîtiya kurdan pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:03 Formayên nû yên Amedêsporê li reyonê ne: Em formayên resen bikirin
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2025'AN
08:57 Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
08:36 Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tehliye bû
25/07/2025
20:04 Rojnamevan Metîn Yoksû serbest hat berdan
16:44 Civîna nukleerî ya bi Îranê re bi dawî bû
16:28 Şandeya Îmraliyê ya ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî vegeriya
16:15 Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
15:39 ÎHD’ê rapora çapemeniyê weşand
14:53 Li Amedê jineke hate qetilkirin
14:35 Nûnenerê MSD’ê yê Şamê: Polîtîkayên DYA’yê cesaretê dide HTŞ’ê
13:35 Di Mihrîcana Munzûrê de li dijî madenê meş hate lidarxistin
13:27 Li Gabarê talana daristanê di bin çavdêriya leşkeran de têkirin
13:04 Rapora NY'ê ya Sûriyeyê: Divê revandina jinan û zarokan bê lêpirsînkirin
12:50 Cemîl Bayik: Em ji bo siyaseta demokratîk amade ne
12:05 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
11:34 Ciwanên Ewropî: Gava herî girîng azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
11:17 Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek hate definkirin
10:12 Xelatgirên Nobelê ji saziyên navneteweyî re name şandin
09:53 Eren Keskîn: Ji bo ‘mafê hêviyê’ hinceta dewletê nema ye
09:04 Di bîra petrolê de teqîn pêk hat: 7 kes birîndar bûn
09:03 Îhsan Colemêrgî: Tenê yekîtiya kurdan dikare pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:02 ‘Em dixwazin vê pîşeya ji Kawa mayî bidomînin'
09:02 Pastor Eyup Badem: Aştî dê li vê xakê geş bibe
09:01 ‘Divê dayikên Kurd û Tirk ji bo aştiyê bên cem hev'
09:01 Krîza aborî kir ku mirov êdî kincên zavatiyê kirê bikin
09:00 Eleqeyeke zêde ji bo tesîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2025'AN
24/07/2025
16:38 Civîna Rêveberiya Xweser û HTŞ’ê taloq bû
16:12 Ciwanên ku dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin daxuyanê didin
15:50 Li Girtîgeha Exlatê êriş li dijî girtiyan pêk hat
15:49 GOÇ-DER: Em dixwazin di nava komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin de cih bigirin
15:21 Berîvan Bahçecî: Em ê li her derê têkoşîna xwe mezin bikin
14:55 Rêxistinên Rojnamegeriyê: Sansur didome
13:35 Ciwanên Ewropî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:31 Mihrîcana Munzûrê dest pê kir
13:03 88 Xelatgirên Nobelê bi nameyekê piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
12:30 Cemîl Bayik: Em ne efûyê, qanûnên azad û demokratîk dixwazin
11:56 Der heqê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê de lêpirsîn hate destpêkirin
10:57 Rêxistinên hiqûqî ji bo mafê hêviyê danezaneke pêşkêşî Komîteya Wezîran kirin
09:57 Meclisa Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekalî ve nabe
09:12 Li Bazîd û Mêrdînê konferansên 'pêvajo' û 'yekîtiyê'
09:11 Gelê Mexmûrê: Em dixwazin bi awayekî birûmet vegerin welatê xwe
09:10 Qeyûm rêya zozanan çênake, gel perîşan bûye
09:09 Şaredariya Şirnexê ya bi 'dengên veguhêz' hat xespkkirin avê jî nade
09:08 Fatûreya nexweşîna şapê li sewalvanan tê birîn
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Ji bo entegrasyonê qanûna azadiyê divê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2025'AN
23/07/2025
23:24 Li Eskîşehîrê 10 karkerên daristanê jiyana xwe ji dest dan
23:13 Li Şirnexê civînên gel
16:44 DEM Partî: Em li her bajarî ‘Platforma Aştî û Demokrasiyê’ ava bikin
16:28 Li Edeneyê kargeha ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hate lidarxistin
15:57 Şîna Bahoz Zerdeşt bi girseyî hate ziyaretkirin
15:29 Li Siwêdayê hezar û 311 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:13 Merasîma cenazeyê Emîne Ocak dê li Qada Galatasaray bê lidarxistin
13:46 Şîna Vesek û Ertene bi girseyî hate ziyaretkirin
13:01 DEM Partî: Mîrateya Emîne Ocak dê di têkoşîna me ya edaletê de bijî
12:48 Cemîl Bayik: Kurd ji înkar û îmhayê hatin hebûnê
11:54 Dixwazin lêpirsîna diziya amûrên tibî bigirin
10:54 Mîrata dîrokî ya Mêrdînê bi vîlayên 'ekoturîzmê' ve tê talankirin.
10:15 Di merasîma li Casenê de biraziyê xwe dît
09:57 Hezar û 500 civînên gel: Bi hezaran re pêvajo hate nîqaşkirin
09:45 Li Ûrlayê şewata li daristanê didome
09:41 Rojnamevanên ku li Rîzeyê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
09:29 27 salan li dijî 'zilmê' li ber xwe da
09:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter didomin
09:12 Nexweşxaneyê tenê cihê kar ê kesê ku destdirêjî kir guherand
09:07 Dilbihar: Azadiya kurdî xeta me ya sor e
09:04 Li Qaxizmanê dema mişmişên hişk dest pê kir
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
08:33 Emîne Ocakê jiyana xwe ji dest da
22/07/2025
22:24 CHP: Em dixwazin tevkariyê li komîsyonê bikin, lê ya girîng pêvajo bi şefafî bê meşandin
22:15 Li Şirnexê ji 55 rêxistinên sivîl piştgirî ji bo pêvajoyê
19:40 Partiya Memleketê hat girtin
19:34 Ji bo girtiyên li Bolûyê kampanyaya hasthagê
17:20 Kesê ku îşkence li zarokan kir serbest hat berdan