Li Periyê hilbijêr çi difikirin?

img

DÊRSIM - Hilbijêran diyar kirin ku di dema qeyûm de li bajarokê Periyê tu xizmet ji wan re nehate kirin û destnîşan kirin ku li dijî desteserkirina vînê dê li ser sindoqan bin û dê dengê xwe ji bo xizmetê ve bikar bînin. 

Li bajaroka Periyê ya girêdayî navçeya Mazgêrt a Dêrsimê hilbijêr ji bo rêveberiya şaredariyê dîsa hilbijêrên dê di 2’yê hezîranê de biçin ser sindoqan. Şaredariya Periyê du serdem bûn ji aliyê qeyûm ve dihate rêveberin. Di hilbijartinên 31 Adarê de namzetê CHP’ê bi 4 dengan bi ser ket. Li ser îtîraza AKP’ê biryara nûkirina hilbijartinê hate dayîn. Tê payîn ku hilbijartinên di 2’yê Hezîranê de bên nûkirin dê di navbera CHP’ê û “Tifaqa Dêrsimê” ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de ye de derbas bibe. DEM Partî û pêkhateyên wê demekî dirêj e li bajarokî xebatê didin meşandin. Em li taxên Sorek û Paxnik ên girêdayî Periyê ku beriya niha gund bûn têkildarî hilbijartinê bi şêniyên taxê re axivîn. 
 
HILBIJÊR LI BENDA XIZMETÊ NE
 
Bînnaz Yildirim a li Stenbolê dijî û ji ber hilbijartinê dengê xwe bikarbîne beriya demekê hate navnîşana xwe ya li Paxnikê bi gotinên: “Dema yek mir, cihekî me yê ji bo şînê jî nîne. Qet nebe divê servîsek hebûya lê ew jî nîne” bertek nîşanî serdema qeyûm da. Yildirim, anî ziman ku ji rêveberiya nû bendewariya wan a servîsê heye û wiha got: “Em dixwazin mirovên me serbikevin. Çima yekî din were me bi rê ve bibe? Min got dengek jî dengeke û zû hatim.”
 
Şêniyeke din a Paxnikê Tûrcer Karateke, anî ziman ku diçe navenda Dêrsimê û tê û bi awayê aborî zehmetiyê dikişîne û bi lêv kir ku di dema qeyûm de tu xizmet newergirti ne. Karateke, axaftina xwe wiha domand: “Tenê carna ji bo arizayên ceyranê tên û diçin. Lê şaredarên ku em hilbijêrin dê baştir bibin. Divê kesê me bi vîna xwe hilbijartî be. Kesê tê hilbijartin ji kîjan partiyê be bila bibe divê ji gel re xizmetê bike. Pirsgirêka me ya herî mezin veguhestine lê mala me ya gund nîne. Kî xizmetê bike ez ê dengê xwe bidim wan.”
 
BERTEK NÎŞANÎ SERDEMA QEYÛM DAN
 
Îlbiye Sezgîn, anî ziman ku di dema qeyûm de ji wan re xizmet nehatiye kirin û got: “Servîsa ku tê gundê me nîne. Milet dixwaze biçe Dêrsimê lê wesayît tune ye. Heta ku tu diçî wir û tê heqê te yê rêyê ji hezar lîreyî derbas dibe. Wesayît ji ber girikan xerab dibin. Kes zûbizû naxwaze bi wesayîtê were vir. 2 serdeman qeyûm tayînî şaredariya vir hate kirin. Ji roja qeyûm tayînî vir hate kirin ve tu xizmet nehatiye kirin.”
 
Sezgîn, vegot ku bi gotina “dravdayîn nîne” daxwazên wan nehatine bicihanîn û ev pirs kir: “Ji AKP’ê hin namzetên din derxînin pêşberî me. Gelo hûn nikarin bi qeyûm vê bikin, hûn ê weke AKP çawa xizmetê bikin?” Sezgîn, da zanîn ku ji ber derfetên kar nînin ciwan diçin derveyî welat û wiha domand: “Li Dêrsimê ciwan neman. Em ji bo ciwanên xwe derfetên kar dixwazin. Yên dixwînin jî naxwînin jî bêkar in. Bila kesên em bi vîna xwe hildibijêrin bila vir bi rê ve bibin.” Sezgîn got ku tercîha wî DEM Partî ye. 
 
Yek ji şêniyên taxa Sorekê Mûstafa Bûlak jî ji rêyên xerab gazin kirin û wiha got: “Hûn rewşa rêyên me dibînin. Di mehên havînê de avên me tên birîn. Ne gelek dûr, piştî mehekê dê avên me qût bibin. Piştî ku qeyûm hat li vir tiştek nekirin.” Bûlak, anî ziman ku namzetên DEM Partiyê beriya niha jî nas dikirin û ev tişt gotin: “Em dizanin ku dê bikarin bikin. Qeyûm 5 sal in vir bi rê ve dibe, di vê pêvajoyê de xizmetek jî nekir.”
 
Bûlak, bi lêv kir ku pergala hevşaredariyê jî qebûl dikin û got: “Gelekî baş e ku hem jin hem jî mêr bi hişekî hevpar gel bi rê ve bibin.”
 
Kadriye Topal jî wiha axivî: “Em ewilî vîna xwe deynin holê, pişt re em ê xizmetê bixwazin. Ji bo ku em bikin hevalên xwe yên di hundir de derkevin em ê dengê xwe bidin.”
 
MA / Şîlan Çîl
 

Sernavên din

31/05/2024
10:50 Têkoşîna xizmên xwe yên di 'cinayetên kiryarên nediyar de' hatin qetilkirin didomîne
10:10 Dozger xwest polîsê îşkence li Rojbîn Çetîn kiribû bê beraetkirin
10:09 Aslan: Israrkirina di qanûna li dijî hiqûqê de îşkence ye
09:48 Li Pirsûsê hejmara binçavkiriyan bû 10 kes
09:42 Ji bo mitîngê bang: Em ê heywanan ji destên bixwîn ên pergalê re nehêlin
09:36 Di doza şewata qlûba şevê de cezayê hefsê hat xwestin
09:31 Rakirina genim dest pê pir, Cotkar dixwazin bihayê erzantirîn were diyarkirin
09:22 ‘Em ji bo azadiya Ocalan rabin’
09:12 Jinên li Ewropayê ji CPT’yê re zêdetirî 7 hezar name şandin
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Girtiyê ku krîzê li dilê wî xist nikare bi tena serê xwe bijî
09:05 Banga ji bo Periyê: Em li dor DEM Partiyê bibin xelek
09:03 Komxebatên TJA’yê: Pêdivî bi hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan heye
09:02 Gundiyên 40 roj in li ber xwe didin li benda piştevaniyê ne
09:01 Qeyûma Cizîrê ji bo ‘pakbûnê’ 4 milyon lîre daye Dosso Dossî
09:01 Înce: Tecrîd û meseleya kurd pirsgirêka hemû welat e
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2024'AN
07:52 Li Qoserê jinek ku hewl dabû xwe bikuje mir
30/05/2024
20:14 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 117'an de ye
20:10 Bakirhan li Curnê Reş e: Em ê di sindoqê de bersiva hîlekaran bidin
16:41 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 3 jê hatin berdan
16:19 Cerdevanê êrişa zayendî kirî hate tehliyekirin: Vê biryarê wijdana civakê êşand
16:17 Ji bo astengdaran sinyalizasyona du zimanî
15:30 Çalakiyên xwendinê yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didomin
15:19 Dadgeha Îstînafê 339 sal cezayê hepsê yê li siyasetmedaran hatiye birîn erê kir
14:14 Basin Îş banga tev li bûna bernameya Yenî Yaşamê kir
14:10 Li Îranê girtiyê kurd ê nexweşê penceşêrê li nexweşxaneyê bi kelemçe tê ragirtin
13:44 Li gorî Kurtulmuş gotina ‘Kurdî li Meclisê weke X tê nivîsandin’ nêrîneke şexsî ye!
13:08 Balafirên dewleta tirk gundê Amediyeyê bombebaran kirin
12:24 Li Qilebanê mirina biguman a zarokekî
12:06 Cenazeyê zarokê winda di kanala avdaniyê de hate dîtin
11:59 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Di doza amûrsaz Akin de piştî 13 salan bêyî parêzer keşf hate kirin
11:42 Jinek û sê zarok hatin qetilkirin
11:24 DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:45 Ecevît Pîroglû 109 roj in di greva birçîbûnê de ye: Daket 48 kîloyan
10:36 Di lêpirsîna mirina li nexweşxaneyê de xemsarî: Li benda mirina wî sekinîne!
10:24 11 mamosteyên binçavkirî hatin berdan
10:14 Zarokê di qezaya Tarsûsê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
10:06 Doza jinên 11 mehan girtî mabûn hate redkirin
10:03 Rojnameger Aktan: Dixwaze bi pêşnûmeya ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ bêdeng bikin
10:02 Îzmîrî: Aborî dikare bi guhertineke bingehîn baş bibe
09:32 Ji Meteorolojiyê hişyarî
09:26 Têkildarî navenda asîmlasyonê YÎBO'yan xebateke nû
09:22 Li Tarsusê 5 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
09:08 Ji ber bibîranîna Roboskiyê doz li midûrê dibistanê hat vekirin
09:06 Jiyana li Gabarê di xetereyê de ye
09:04 Girtiyên siyasî 186 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan gelek cih dewr kirine
09:02 Xwişka Veysî Aktaş: Îmrali cihekî pir zehmet e
09:01 Tecrîda girankirî ket meha 39’emîn: Divê biryarên DMME’yê werin pêkanîn
09:00 DEM Partî wê li Hîlwanê bi 843 kesan ve xwedî li sindoqan derkeve
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN
08:22 Li Kenyayê karesata lehiyê: 52 kes winda ne
29/05/2024
20:38 Çelenga reş danîn ber NY'yê: Hûn nikarin tecrîdê ji nedîtî ve bên
20:34 Ji bo girtiyên 1’ê Gulanê 567 sal ceza hat xwestin
20:30 Li gelek bajaran şermezarkirina êrişên Îsraîlê
17:44 Ji dayikên ku xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin çalakiya 'laçikên spî'
16:25 TJA komxebata ‘Xwendinên Heqîqetê’ li dar xist
16:07 Eleqeyeka zêde ya ji bo pêşangeha ‘Dest bi dest berxwedana me’
15:41 Ji hilbijartinê re 4 roj man: Em ê li Hîlwanê dîsa bi ser bikevin
15:26 Li Qoserê jinek bi awayek birîndar hat dîtin
14:46 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin serî li OHD’ê û ÎHD’ê da
14:18 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:35 Li Xîzanê operasyona leşkerî
13:24 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
13:12 Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!
12:36 Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
12:36 Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê
12:22 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da
12:03 Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
10:44 Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye
10:24 Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide
10:23 Girtiyên siyasî 185 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
10:22 Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169
10:11 Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt
10:09 Rêxistina Efûyê: Di 2023’yan de li Îranê 853 kes hatin bidarvekirin
09:51 Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê
09:34 Dayik bi daxwaza Edaletê ber bi Enqereyê ve diçin
09:27 Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir
09:24 Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev
09:23 Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin
09:07 6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin
09:05 Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye
09:01 Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin
28/05/2024
21:21 Li Geverê 2 kes hatin girtin
20:00 Li Periyê xebatên hilbijartinê didomin: Em xwedî li vîna xwe derkevin
19:52 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 115’emîn de ye
17:14 Ji şaredariya DEM Partiyê projeya ‘mala bêhnvedanê ya jinan’
17:08 Ji qatilê stranbêjê kurd re cezayê muebedê hat xwestin
16:51 Îdianameya duyemîn a Kobanê: ‘Sûcê kuştinan’ ku hat beraetkirin dîsa di dosyeyê de ye
16:50 Li Curnê Reş serdana ciwanan û kedkaran hate kirin
16:34 DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweşê giran Kûday serlêdan kir
16:22 Erîş û ciwanên li gel wê hatin berdan
16:09 ‘Komkujiyên Roboskê û Refahê berhema heman siyasetê ye’
15:47 6’emîn Rojên Ma Mûsîcê dest pê dikin