Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye

  • rojane
  • 11:17 28 Hezîran 2024
  • |
STENBOL - Seroka Komîteya Amadekar Saadet Firat diyar kir ku amadekariyên mitînga ku dê li dijî xespa vînê li dar bixin temam bûne û ev bang kir: “Ji bo em li dijî pêkanînên antîdemokratîk deng derxînin werin em bi herikin Qada Kartalê.”
 
Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên herêmî de bi destxist dê di 29’ê hezîranê de bi dirûşma “Ji bo ked û azadiya xwe em ê rê nedin qeyûm” dê saet di 19.00’an de li Qada Kartal a Stenbolê mitîngekê li dar bixin. Têkildarî mitîngê bi rojan e li kolanan, taxan û di serdanên dikandaran de belavok tên belavkirin û dê beşdarvan ji 39 navçeyan bi wesayîtan bên veguhestin. 
 
BERNAMEYA MITÎNGÊ 
 
Di mitîngê de dê metna çapemeniyê ya hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê bê xwendin. Pişt re dê Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe axaftinekê bike û wê tu kes din neaxivin. Di mitîngê de dê hunermend Onûr Akin, Grûp Adalilar û Arhat derkevin ser dikê. 
 
Seroka Komîteya Amadekar Saadet Firan têkildarî amadekariyan ji ajansa me re axivî. 
 
Firat da zanîn ku hemû amadekariyên mitîngê hatine temamkirin. Firat bi lêv kir ku ji bo mitîngê serî li walîtiyê dane û got: “Me duh avakirina dikê ya ji aliyê teknîkî ve temam kir. Ji bilî ewlehiya giştî bi sedan hevalên me yên dilxwaz dê di xebatên mitîngê de cih bigirin.”
 
BI KORTEJEKE MEZIN MEŞ DÊ BÊ LIDARXISTIN 
 
Firat, diyar kir ku ji Herêmên Marmarayê yên din jî dê tev li bûn çêbibin û da zanîn ku roja mitîngê girse dê saet di 18.00’an de ji Rawestgeha Başakê ya li Kartalê bi kortejeke mezin ber bi qadê ve bimeşe. Firat, anî ziman ku herkes dê bi flama, reng û dengê xwe di nava korteje de cih bigire. Firat, anî ziman ku mitîng dê bi silavdayîna komîteya amadekar dest pê bike û bi xwendina metnê çapemeniyê berdewam bike û bi lêv kir ku Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe dê axaftinekê bike. 
 
Firat, diyar kir ku weke Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li dijî xespa vînê ya qeyûm demekî dirêj e li qadan e û got: “Em polîtîkayên qeyûm û xespa vînê qebûl nakin. Em amade ne ku têkildarî vê her cure têkoşînê bidomînin. Ev mitîng, mitîngeke ku li dijî hemû pêkanînên antîdemokratîk ên li welat tê kirine. Li 39 navçeyên Stenbolê xebatên me didomin. Belavok tên belavkirin, serdana qehwexaneyan tê kirin, diçin parkan û bi gel re tên bahev. Dîsa diçin taxan û serdana malan dikin û bi jinan re hevdîtinên me çêbûn.”
 
‘MITÎNGA AVAKIRINA JIYANA NÛ YA BI HEV RE’  
 
Firat, bal kişand ku polîtîkayên qeyûm ne tenê meseleya şaredariyan e û destnîşan kir ku avakirina feraseteke talan û xespê ye û herkesê eleqedar dike. Firat, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Helwesta hêzên demokrasiyê ya li dijî qeyûman di heman demê de li dijî hemû qadên weke kedxwarin, pirsgirêkên jin dijîn, krîza aboriyê û bihabûn, bêpêşeroj hiştina ciwanan bersivek e.” 
 
Firat, anî ziman ku mitîng tê wateya avakirina jiyaneke nû ya bi hev re û herî dawî ev tişt gotin: “Banga me li her kesên li vî welatî dijîn û alîgirê demokrasiyê ne, wiha ye; Her kesên alîgirê demokrasî, azadiya ramanê û jiyana bi hev re divê beşdar bibin. Divê ev mitîng weke berdewama yekitî û hevpariye demeke didome were dîtin. Em li bendê ne ku tevlibûna mitîngê zêde bibe. Em careke din jinan, ciwanan hemû gelê me yê alîgirê jiyaneke weke mirovan e vedixwînin mitîngê.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 
 

Sernavên din

22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e | HATE NÛKIRIN
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
14:08 Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
13:58 ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
13:46 Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma
13:35 Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin
12:21 MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê
11:28 Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê
11:02 Ji bo serlêdanên Pêşbirka Şehîd Denîz Firat banga dawî
10:55 Kovara Jinê bi manşeta ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket
10:53 Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin
10:30 Abdullah Ocalan: Zîlan manîfestoya jiyana me ye
10:00 Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê: Teqawid di dorpêça krîza aboriyê de ne
09:09 Çîroka birayên girtî yên nexweş
09:07 Parêzer Oyke: Heya em agahiyekê ji Îmraliyê bigirin wê serlêdanên me bidomin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 217’an de didome
09:00 Heqareta Ozdag a li Şêx Seîd wekî 'azadiya ramanê' hat hesibandin
09:00 Girtî Acar ê ku têlên diranên wî hatine qetandin nabin nexweşxaneyê
09:00 ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2024'AN
29/06/2024
22:09 Mîtînga ‘Em rê nadin qeyûm’ bi dawî bû
21:54 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe: Qeyûm pirsgirêka hevpar e
21:48 Yuksekdag: Dê biser nekevin
Atalay: Em ê bi hev re bi ser bikevin
20:51 Akiş ê ku qeyûm tayînî şûna wî kirine: Em serbilind in
19:50 Orhan Dogan hat bibîranîn
19:16 Di mîtînga li dijî qeyûm de banga hevpar: Em têkoşîna yekbûyî bilind bikin
16:54 47 Saziyên civakî bêhurmetiya li dijî cenaze şermezar kirin
16:44 Li Êlihê şewat derket
16:43 NY ji bo Roboskî parastinê ji Tirkiyeyê xwest
16:29 Polîsan dest danîn ser wêneyên Şêx Seîd
16:21 Şandeya EMEP’ê serdana herêma şewatê kir
16:00 Koma sêyemîn ‘Nobeta rêzgirtina ji vînê re’ dewr girt: Têkoşîna me dê bênavber bidome
15:42 'Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin'
15:24 Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
15:09 Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin
14:38 Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike
14:34 Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin
14:20 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ateş pirsîn
14:18 Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
14:01 Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng
13:48 Şêx Seîd û 46 hevalên xwe hatin bibîranîn: Bila sala 2025'an bibe sedsala Şêx Seîd
13:17 Çalakiya Xizmên Windayan: 100 sal in rêber û rêveberên kurdan winda ne
13:16 Li Alanyayê mirina biguman a xwendekarekê
12:53 Hilbijartinên Îranê ji tûra duyemîn re man
12:08 Li Akkûyûyê qeza: 2 kes mirin 35 kes birîndar bûn
11:36 Rojnamevanê aşiqî çand û zimanê xwe: Mazlûm Erencî
11:35 Li Zaxoyê qeza: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 Rojnamevan Ehmed derdikeve pêşberî dadgehê
11:20 Çawişê pispor ê êrişkar hate binçavkirin
11:14 Polîsê ku Kazanhan qetilkiriye ev 16 meh in nayê girtin
10:42 Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye
10:02 Cihên wezîfeya 4 hezar û 303 dadger û dozgeran guherî
09:33 Abdullah Ocalan: Qirkirina li dijî kurdan di 1925’an de dest pê kir
09:25 Mehmet Ocalan: Biryara di 29'ê Hezîranê de peyamek bû
09:18 Qeydên koliyên bi 53 milyonan ji bo namzetê AKP'ê hatine stendin hatine jêbirin
09:16 Li ber tava havînê tevrikê dikin
09:01 Çalakiya bi daxwaza azadiyê di roja 216’an de didome
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2024'AN
28/06/2024
23:20 Nobeta li dijî qeyûm: Em dest ji vîna xwe bernadin
18:59 Zeynep Kinaci hat bibîranîn
18:55 Di çalakiya 'dawî li tecrîdê bîne' de bang: Daxwazên dayikan pêk bînin
18:10 Doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
16:23 Bavê faîl ku şahid e tev li danişîna Hasret Tûtalê nebû
16:07 Selek ji doza 4 caran jê beraet kiriye dîsa tê darizandin
15:50 Di meha 150’yan a Roboskê de peyama ‘Em ji bîr nakin’
15:36 Parêzerê Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin pêk anî
15:25 Ji Erdogan daxuyaniya ‘em ê bi Esad re mîna berê tevbigerin’
15:05 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 11 kesên din jî hatin berdan
14:48 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe dê li Stenbolê hevdîtinan bike
14:47 Dîmenên nû yên grûba ku gefa kuştinê li jinan xwar derketin
14:02 Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin
13:30 Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
13:29 Li Amedê êrişî tenduristvanan kirin
13:06 Tirkiyeyê li Dihokê noqteya kontrolê ava kir û nasnameyan kontrol dike
12:24 Provokatora li ber şaredariyê nas derket
12:01 ‘Tol rakirina Şêx Seîd bi azadiya Rêber Apo watedar dibe’
12:00 Hevşaredarên jin civîna meclisê li Şaxê li dar xistin
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Şaredariya Cizîrê piştî 8 salan dîsa dest bi tûrnûvaya futbolê dike
11:17 Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye
11:16 Ceyran qet neçûye Kortî!
11:15 Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin
11:11 Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan
10:43 Hilbijartina serokkomariyê ya Îranê dest pê kir
10:39 Di doza tecawizkirina zarokê de hincet nayê eşkerekirin!
10:32 Şîrketên ceyranê di bin kontrola karsazên nêzî AKP’ê de ne
09:17 Bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo meaşê kêmtirîn dan: Desthilat zengînan tercîh dike