WAN - Meşvanên bi rojaye li dijî xespkirina îradeya xelkê Colemêrgê dimeşin, wiha gotin: “Heta tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî nebe dê ev zext jî xelas nebin. Em ê meşa xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.”
Di hilbijartinên 31’ê Adarê de Şaredariya Colemêrgê kete destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ). Lê îktîdara AKP-MHP’ê di 3’yê hezîranê de qeyûm tayînî şaredariyê kir. Li dijî xespkirina îradeya gel, DEM Partiyê di 30’ê hezîranê de li Stenbolê starta “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” da û meş di roja 8’an de didome. Kesên bi biryardariyeke xurt di meşê de cih digirin, têkildarî armanca meşê axivîn.
‘BAWERIYA JI SERKEFTINÊ ÎRADEYÊ XURTIR DIKE’
Mûrat Yargi ê ji Êlihê tev li meşê bûye, diyar kir ku ew li dijî derhiqûqtiya qeyûm ketine rêyan û got ku dê di her qada jiyanê de têkoşîna xwe bidomînin. Yargi, wiha domand: “Bi navê westabûnê tu tiştek nîne. Ji ber ku em ji serkeftinê bibawerin. Ne tenê li dijî qeyûm, em li dijî şer, tecrîd û krîza aborî jî dimeşin. Me her tim li dijî şer aştî, li dijî mirinê jî jiyan parast. Di esasê xwe de ji qeyûm zêdetir, ji bo pêşîlêgirtina mirina zarokên xelkê hejar em dimeşin.”
‘TEKANE RÊYA XELASIYÊ ÎMRALI YE’
Bi domdarî Yargi bal kişand ser êriş û sewqiyeta ber bi Herêma Federe ya Kurdistanê ve û wiha pê de çû: “Divê tavilê vî şerî bidin sekinandin û tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bikin. Em ê tecrîdê bişikînin û qeyûman bişînin. Çavkaniya tevahiya pirsgirêkên welêt tecrîd e. Heke tecrîd rabe dê polîtîkaya qeyûm bi dawî bibe. Tekane rêya xelasiyê Îmrali ye. Ji Egeyê heta Anatoliyaya Navîn heke gel li dijî tecrîdê helwestetkî hevpar raber neke, dê ev agirê mêtingeriyê gurtir bibe û her kesê jê bandor bibe. Banga min li ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê ew e ku li dijî vê derhiqûqtiyê seknekî hevpar raber bikin. Roj roja paşxistina faşîzmê û şikandina tecrîdê ye. Divê ciwan li dijî xespkirina îradeyê bibin yek. Tu hêz nikarin xwe li ber ciwanên hevgirtî bigirin.”
‘EM LI DIJÎ TECRÎD Û ŞER DIMEŞIN’
Ji meşvanan Mûsa Aşan ê colemêrgî xwest ku polîtîkaya qeyûm a li Kurdistanê bi dawî bibe. Aşan, wiha domand: “Heta xespkirina îradeyê bi dawî dibe dê çalakiyên me bidomin. Em ê qeyûman ji bajarên xwe def bikin. Her wiha divê îktîdara AKP-MHP’ê dev ji vê israra xwe ya di şer de berde. Em ji bo bidawîkirina şer, zextên li girtîgehan û tayînkirina qeyûman dimeşin.”
Muhammed Altinsoz ê 71 salî ku ji Îzmîrê tev li meşê bûye jî got ku ew li dijî tecrîdê dimeşin. Altinsoz, diyar kir ku dema tecrîd bi dawî bû dê polîtîkaya tayînkirina qeyûman jî bi dawî bibe û wiha got: “Heta Tirkiye demokratîk nebe û tecrîda li ser birêz Ocalan neyê rakirin, zextên heyî tu caran xelas nabin. Welatê me yê mîna bihûştê ji ber tecrîdê veguherandin dojejê. Pirsgirêkên kedkaran, memûran û karkeran girêdayî tecrîdê ne. Têkoşîna me têkoşîneke însanî ye û ji bo hemû gelan e.”
‘EM PAŞVEGAVÊ NAAVÊJIN’
Saadet Dursun a ji Stenbolê tev li meşê bûye jî got ku ji ber xespkirina îradeyê ya li Colemêrgê bi îktîdarê paşvegavê nedin avêtin dê xetereya li ser Stenbol, Îzmîr û bajarên din bi dawî nebe. Dursun, ev tişt anî ziman: “Bi roja ye em dimeşin û li her bajarî gel piştgiriyê dide. Ez di wê baweriyê de me ku dê meşa me bi serkeftinê tacîdar bibe. Heta em encamekî bi dest dixin dê dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedin.”
‘ARMANCA WAN TESFIYEKIRINE’
Fîlîz Yologlû ya navçeya Îzmîtê ya Kocaeliyê tev li meşê bûye jî wiha got: “Bi vê meşê re em xwedî li îrade, nasname û xaka xwe derdikevin. Gelê me bedel daye. Heta em encamekî bi dest dixin jî dê her bedelan bidin. Bi tayînkirina qeyûman dixwazin gelê kurd ji taqetê bixin. Lê em ê dev jê bernedin. Em ê heta dawiyê bimeşin. Ji dîrokê ve gelê kurd rastî zilmê tê lê tu caran dev ji têkoşîna xwe bernedaye. Dê tu caran nesekine jî. Armanca AKP’ê ew e ku kurdan tesfiye bike. Gelê kurd di ferqa vê de ye. Em ê heta dawiyê têbikoşin.”