NAVENDAN NÛÇEYAN - Tevî hemû nerazîbûnên rêxistinên jinan û rêxistinên girseyî yên demokratîk jî Pakêta Darazê ya 9’emîn di Komîsyona Edaletê de hat qebûlkirin.
Di nava raya giştî de wek “Pakêta Darazê ya 9’emîn” tê zanîn. Ev pakêt Pêşniyarqanûna Têkildarî Guhertina Hin Qanûnan e. Li Komîsyona Edaletê ya Meclisê hat qebûlkirin. Bi pêşniyarqanûnê re wê guhertina Qanûnên Îcra û Îflasê bê kirin. Li gorî vê
FIROTINA WESAYÎTÊN KU NEYÊN WERGIRTIN
Bi guherîna Qanûna Trafîkê ya Rêya Bejahiyê re re, prosedûra firotina wesayitên li otoparkên ewlekarîyê yên ji ber ku li gorî qanûnê hatine dîtin an qedexeya trafîkê hatine girtin û di nav 6 mehan de ji hêla xwediyên wan ve nehatine wergirtin an jî lêgerîna wan nehatiye kirin dê firotina wan ji nû ve bê diyarkirin.
JIN WÊ DIKARIBIN PAŞNAVÊ ZILAM HILDIN
Bi pêşnûmeyê re wê di çarçoveya biryara betalkirina Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê "paşnavê jinan" de, Qanûna Sivîl a Tirkiyeyê bê guhertin. Li gorî vê guhertinê jin dê piştî zewacê paşnavê hevjînê xwe bigire. Jin dê bikaribe paşnavê xwe yê berê li pêş paşnavê hevjînê xwe bi kar bîne.
JI BO SÛCÊN HEQARETÊ Û LIHEVKIRINÊ GUHERTINÊN NÛ
Heyama gilîkirina sûcê heqaretê ku lêpirsîn û şopandina wê bi gilîkirinê ve girêdayî ye, di her rewşê de divê ji roja kiryarê du salan derbas nabe. Sûcê heqareta bi rêya peyama deng, nivîskî an jî bi vîdeoyê wê ji çarçoveya navbeynkariyê were derxistin û wê bikeve çarçoveya pêşrazandinê. Heke gumanbar, mexdûr an jî kesê/a ji sûc zerarê dîtine di nav 7 rojan de ji roja teklîfa lihevhatinê biryara xwe agahdar neke, dê were hesibandin ku ew pêşniyar hatiye redkiriye. Heke lihevhatin pêk were, ji ber sûcê ku lêpirsîn lê hatiye destpêkirin, ji bilî zerarên ku di dema lihevkirinê de neyên dîtin an jî piştî lihevkirinê çêdibin, wê tu dozek tazmînatê nayê vekirin. Ji bo ku bibe navbeynkar, dê destûrnameyek ku hiqûqê kûta kiriye were xwestin. Navbeynkar dê ji lîsteyên navbeynkar ên ku Wezareta Dadê diyar kiriye, ku di nav de mezûnên lîsansa hiqûqê jî hene, bên tayînkirin.
Ji ber ku Dadgeha Destûra Bingehîn hin biryarnameyên Serokomariyê betal bike, der barê kadroyên Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) û Dadgeha Destûra Bingehîn de dê sererastkirin bên kirin.
Bi vê pêşniyarqanûnê têkildarî sînorên pereyî yên di Qanûna Mûhakemeyên Hiqûqê de dê sererastkirin bikarin bên kirin. Li gorî vê, sînorên pereyî ji destpêka salnameya her sal û pê ve, sînorên pereyî yên ku di sala berê da hatine sepandin; wê bi zêdekirina rêjeya binirxbûnê ya ji aliyê Wezareta Maliyeyê ve her sal ji bo wê salê bê diyarkirin û ragihandin.
Li gorî guhertina ku di Qanûna Navbeynkariyê ya Lihevnekirin a Hiqûqê de hatiye diyarkirin yek ji aliyên belgeya lihevkirinê piştî ku şerha dikare bê îcrakirin were dayîn dê bikare ji midûriyeta tapoyê daxwaza tescîlê bike. Piştî ku ji aliyê midûriyeta tapoyê ve lêkolîn û nirxandinên pêwîst ên têkildarî neguhezbarê hatin kirin bêyî senedeke fermî bê amadekirin dê daxwaza tescîlê were bicihanîn. Kesên perwerdehiya xwe ya navbeynkariyê temam kirin û di pîşeya xwe de xwediyê qidema 20 salan e dê bikarin bêyî bikevin ezmûna nivîskî qeyda xwe ya ji bo sîcîla navbeynkariyê çêbikin.
Heke gumaneke zêde çêbibe ku sûcên rêxistina çekdarî, alîkariya çekan a ji rêxistinê re, fînansekirina terorîzmê û revîna ji bacê hatine kirin û biryar hate dayîn ku ji şîrketan an jî nirxên hebûna mal qeyûm bê tayînkirin ji dîroka ku qanûn bikeve meriyetê ji bo 5 salan Fona Sîgorte ya Mewdûata Teserûfê (TMSF) dê bikare weqe qeyûm were tayînkirin.