STENBOL - Rêxistinên civaka sivîl dê rapora xwe ya binpêkirinên mafan ku yên li Girtîgeha Îmraliyê jî di nav de ne, di 16-17-18’ê tîrmehê de bi Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya NY’ê nîqaş bikin. Komîte dê piştre jî têkildarî binpêkirinan “Rapora Tirkiyeyê” amade bike.
Rûniştina 56’emîn a Konseya Mafên Mirovan (KMM) a Neteweyên Yekbûyî (NY) di 18’ê hezîranê de li Ofîsa Cinevê ya NY’yê dest pê kir. Rûniştin dê heta 12’ê tîrmehê bidome û gelek binpêkirinên mafan tên nîqaşkirin. CPT dê di rûniştina 16-17-18’ê tîrmnehê de raporên rêxistinên civaka sivîl nîqaş bike. Ji Tirkiyeyê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Civak û Lêkolînên Hiqûqê (TOHAV), Weqfa Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) û The World Organization against Torture (OMCT) jî dê raporên xwe pêşkeş bikin.
RAPOREKE JI 49 RÛPELAN PÊK TÊ AMADE KIR
Ji rêxistinên civaka sivîl ên raporên xwe pêşkeş kirin herî kêm yek kes dê beşdarî rûniştinên nîqaşên têkildarî binpêkirinên li Tirkiyeyê bibin. Di roja ewil a rûniştinê de dê têkildarî raporan pêşkeşvanî bên kirin. Di rojên piştre de dê komîte pirsan ji Tirkiyeyê bike. Komîte dê piştî nîqaşên di rûniştinan de, “Rapora Tirkiyeyê” amade bike. Di raporê de dê binpêkirin û sûcên îşkenceyê yên li Tirkiyeyê cih bigirin û tê payîn ku rapor di nava sala 2025’an de bê eşkerekirin.
4 rêxistinên civaka sivîl têkildarî rûniştinan raporeke ji 49 rûpelan pêk tê amade kirin. Di raporê de di serî de Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li wir tê ragirtin û zêdetirî 40 meh in tu agahî jê nayên girtin, gelek binpêkirinên li girtîgehên cuda cih girtin. Her wiha binpêkirinên di qadên azadiya fikr û xweîfadekirinê de jî cih girtin.
BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ
Di raporê têkildarî Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ku li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, destûr nayê dayîn bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin, ji mafên xwe yên ragihandinê bêpar tên hiştin û têkildarî mercên tecrîdê agahiyên berfireh hatine nivîsandin.
Di raporê de tê diyarkirin ku li Girava Îmraliyê ji aliyê bejahî, deryayî û hewayî ve heta astekê herêma qedexe ya leşkerî hatiye ragihandin, girtîgeh ji ber statûya xwe, rastî nêzikatiyeke cuda ya rêveberiyê tê, sepanên sîstematîk di meriyetê de ne, cihêkarî lê tê kirin û di mijara binpêkirinên îşkenceyê de fikarên zêde hene.
QEDEXEYA PARÊZERAN A 8 SAL IN DIDOME
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim cezayê muebbeta giran, li Veysî Aktaş jî cezayê muebbetê hatiye birîn. Hat diyarkirin ku tevî vê yekê jî destûr nayê dayîn parêzer hevdîtinan bikin. Hat gotin ku demekî kin piştî sala 1999’an, hevdîtin her tim bi hincetên weke “keştî xerabe ye”, “rewşa hewayî nebaş e” û “qaptan bidestûr e” hatine astengkirin û ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve jî binpêkirinên hevdîtinên parêzeran hêj girantir bûne.
Di raporê de hat bilêvkirin ku Abdullah Ocalan 8 salan nekarî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmehê jî Dadgeha Înfazê ya Bursayê di 21’ê tîrmeha 2016’an de biryar da ku Abdullah Ocalan, Aktaş, Yildirim û Konar di çarçoveya OHAL’ê de ji hemû mafên xwe yên hevdîtinên parêzeran, serdanên malbatan, mafên telefon, name û hwd. bêpar bên hiştin. Di raporê de hat diyarkirin ku ev qedexe ye bingeha xwe ji hukmên ku dê tu caran ji bo mehkûman nekevin meriyetê digirin. Bi domdarî di raporê de wiha hate gotin: “Ev qedexeye di sibata 2018’an de weke serdemên ji 6 mehan ketin meriyetê lê bi destê Lijneya Disiplînê ya Îmraliyê bi awayekî sîstematîk hatin domandin û heta niha 20 caran hatine dubarekirin.”
NEPENÎ Û DIQANÛNTÎ
Hat gotin ku mafê telefonê her 6 mehan carekê bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve tê qedexekirin. Hat destnîşankirin ku hemû qedexe û astengkirin di nava nepeniyê de û bi awayekî derqanûnî tên meşandin lewma mirov nikare xwe bigihîne hemû agahiyan.
Bi domdarî di raporê de hat daxuyandin ku piştî grevên birçîbûnê di sala 2019’an de bi Abdullah Ocalan re 5 caran hevdîtinên parêzeran hatine kirin lê ji derveyî wan ev 13 sal in bi tu awayî destûr nehatiye dayîn bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Hat gotin ku Abdullah Ocalan ji 6’ê cotmeha 2014’an heta niha tenê 5 caran bi malbata xwe re hevdîtin kiriye û hevdîtina dawî di 3’yê adara 2020’ê de hatiye kirin û yek di 27ê nîsana 2020’ê de û yek jî di 25’ê adara 2021’ê de tenê du caran hevdîtinên li ser telefonê hatine kirin.
3 GIRTIYAN NEKARIN BI PARÊZERÊN XWE RE HEVDÎTINÊ BIKIN
Di berdewama raporê de hat diyarkirin ku heta niha qet destûr nehatiye dayîn ku Hamîlî Yildirim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike; Yildirim 2 hevdîtinên bi malbatê re kiriye û carekê di 27’ê nîsana 2020’ê û careke jî di 25’ê adara 2021’ê de bi giştî 2 hevdîtinên li ser telefonê kiriye. Hat gotin ku destûr nehatiye dayîn Omer Hayrî Konar bi tu awayî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike; bi giştî 3 caran hevdîtina bi malbatê re kiriye; di 27’ê nîsana 2020’ê de di serdema pandemiya Covîd-19’ê de destûr nehatiye dayîn bi malbata xwe re li ser telefonê biaxive. Hat gotin ku Veysî Aktaş jî tu caran bi parêzerên xwe re hevdîtin nekiriye, 3 caran bi malbatê re hevdîtin kiriye; di 27’ê nîsana 2020’ê de di serdema pandemiya Covîd-19’ê de destûr nehatiye dayîn bi malbata xwe re li ser telefonê biaxive.
CEZAYÊN ‘DERMIROVÎ’
Hat gotin ku ji 25’ê adara 2021’ê heta niha ji Îmraliyê tu agahî nayên girtin û biryarên qedexeyê yên hatine dayîn weke “komî” û “dermirovî” hatin destnîşankirin. Di raporê de hat gotin ku divê ji ber cezayên disiplînê hevdîtinên bi malbatan re neyên astengkirin, heta ku hincetên têrker nebin divê ev maf neyê astengkirin û ev yek hem di hiqûqa navxweyî hem jî ya navneteweyî de tê wateya binpêkirinê.
RAPORA CPT’YÊ YA 2020’AN
Di raporê de her wiha cih dan rapora CPT’yê ya di sala 2020’ê de hatiye eşkerekirin. Di raporê de hat bibîrxistin ku li Îmraliyê tecrîd di meriyetê de ye.
Hat gotin ku li Îmraliyê biryarên sîstematîk ên “Keyfî, taybet û cihêkar” hene. Her wiha hate gotin ku sûcên li dijî girtiyan jî biryareke polîtîk a navendî ye. Di raporê de hat gotin ku berpirsyar peywira xwe xerab bi kar tînin lê nayên darizandin.
HUKMÊN NY’Ê TÊN BINPÊKIRIN
Hat destnîşankirin ku binpêkirinên li Îmraliyê tê wateya binpêkirina Peymana Mafên Medenî û Siyasî ya Navneteweyî ya NY’ê. Hat gotin ku serlêdanên têkildarî van binpêkirinAn li AYM û meqamên cuda hatine kirin jî bêencam mane.
Hat diyarkirin ku ev 40 meh in ji Îmraliyê agahî nayên girtin û ev yek weke “mercên ku rê li ber zirarên fîzîkî, hizrî û psîkolojîk vedikin” hate nirxandin. Hat destnîşankirin ku xala 7’emîn a Peymana Mafên Medenî û Siyasî ya Navneteweyî ya NY’ê ya “miameleya dermirovî û biçûkxistinê” hatiye binpêkirin. Di heman demê de hat gotin ku xala 10’emîn a peymanê jî hatiye binpêkirin.
NEXWEŞIYÊN HILMIJÎNÊ YÊN KRONÎK
Di raporê de hat gotin ku Abdullah Ocalan 75 salî ye lê ev 25 sal in li Îmraliyê di mercên tecrîdê de tê ragirtin û nexweşiyên wî yên hilmijîna kronîk di rapora CPT’yê de jî cih girtiye.
Hat daxuyandin ku Veysî Aktaş jî 55 salî ye, zêdetirî 30 sal in ji azadiya xwe bêpar e û ev 9 sal in têkiliya wî ya bi cîhanê re qut bûye. Her wiha hat gotin ku Hamîlî Yildirim 70 salî ye, Omer Hayrî Konar jî 65 salî ye û ev herî kêm 20 sal in li girtîgehên bi ewlekariya bilind tên ragirtin û ev 9 sal in têkiliya wan bi cîhanê re qut bûye.
Bi domdarî di raporê de hate gotin kukl parêzeran di tîrmeha 2022’yê de serî li Komîteya Mafên Mirovan (KMM) a NY’ê daye û komîteyê di 6’ê îlona 2022’yan de daxwaza “tevdîrê” qebûl kiriye, biryar hatiye dayîn ku parêzer bêyî astengiyan bijîn bi miwekîlên xwe re hevdîtinan bikin. Di raporê de hat destnîşankirin ku KMM’a NY’ê hêj têkildarî esasa serlêdanê biryara xwe ya dawî nedaye û ev pêvajo hêj didome.
MA / Dîren Yurtsever